07 januari 2008

Rejîma AKP-ê îcar berê xwe da zarokên kurd

Dewleta tirk û rejîma AKP-ê piştî ku mezin(yanî hemû kurdên ne zarok) baş terorîze kirin nuha jî berê xwe daye zarokan.

Dewleta tirk, ji ber ku marşa Ey Reqîb gotine, dixwaze zarokên 12 salî jî di nabêna salekê û pênc salan da ceza bike.

Koroya zarokên Belediya Yenîşehîra Diyarbekrê, di nabêna 3-ê îlonê û 10-ê cotmeha sala 2007-an da li Emrîkayê li bajarê San Francicoyê beşdarî Festîwala Muzîka Navnetewî bûbûn û di vê festîwalê da bi 8 zimanan stran gotibûn.

Ji ber ku beşdarî vê festîwalê bûne û marşa kurdî ”Ey Rîqîb” xwendine, bi emrê wezareta hundur ya Tirkiyê di heqê zarokan da doz hatibû vekirin.

Îro ji endamên koroyê 8 zarok ji bo ku îfadeyên wan werin girtin li Diyarbekirê derketin pêşberî dozger.

Doza di heqê zarokan da bi emrê Wezareta Hundur û bi riya Waliyê Diyarbekrê hatiye vekirin. Yanî siyaseta hukûmeta AKP-ê ye, wezîrê hundur dixwaze zarok werin darizandin û cezakirin.
Ji 15 zarokan 4-ê wan 16 salî ne. Û yên din jî di nabêna 12 û 13 salî da ne.

Dozger, yek bi yek ban zarokan kir û îfadeyên wan girt. Zarokan di îfadeyên xwe da gotin, wan propagandeya tu rêxistinên terorîst nekiriye, ew ji bo nasandina çand û kultura xwe çûne Festîvala Mûsika Cihanê û li wê derê jî ne tenê bi kurdî, bi 8 zimanan stran gotine.

Tiştê balkêş, dozger wêneyên zarokan yên ku di festîvalê da hatibûn kişandin nîşanî zarokan daye û ji wan xwestiye ku ew xwe di wêneyan da nas bikin û nîşanî wî bidin.

Dozger bi vê jî nehatiye serî, xwestiye zarok di heqê mamostê xwe da jî hin agahdariyan bidin. Yanî xwestiye ji devê zarokan hin gotinên di eleyhê mamosteyê wan da bigre û belkî kanibe mamoste jî mahkûm bike.

Abûqatê zarokan Baran Pamuk dibêje:

“Zarok di koroya Belediya Yenîşehîrê da ne. Li Emerîkayê ji ber ku di Festîwala Muzîkê da marşa Bakurê Îraqê ”Ey Reqîb” gotine îfadeyên wan tê giritin. Ji ber ku marşa hukûmeteke meşrû xwendine girtina îfadeyên wan skandal e. Di sala 1940-î da yanî berhemeke ku 68 berê hatiye nivîsîn. Ne mimkûn e ku bi xwendina vê marşê propagandeya rêxistna terorê were kirin. Bi baweriya me ev doz, ji alî huqûqa navnetewî va ewê bibe sebebê geleşek mezin.”

Tê gotin ku heger dozger, unsûrên sûc bibîne ewê di heqê zarokan da bi daxwaza cezakirina ji salekê heta bi 5 salan dozê veke.


"Dewleta kûr" dîsa bi çetan ra hat girtin
Li gor ku çapemeniya tirk dinivîse, ji ber karê çetecîtiyê û ji xelkê xûkgirtinê pûlis îro avêtiye ser mala Mehmet Gulê MHH-yî . Gul xwe daye alî, hîn nehatiye girtin, lê lawê wî bi sîleheke bê wesîqe ve hatiye girtin.

Lawê Mehmet Gul, Zekî Selvî yê hevalê Yêşîl û 13 çete û MHP-liyên din li ser navê ”dewleta kûr” ji xelkê pere top kirne.

Ya rast, "dewleta kûr" ew bi xwe ne.

Helbet bi piranî jî ji kurdan stendine. Ev ne cara pêşîye ku bûyerên wiha derdikevin ortê. Berê jî gelek caran çeteyên wiha hatibûn girtin lê dawî nayê. Ji ber ku dewlet li piştê ye.

Di nava van 13 kesên girtî da wek her tim, dîsa gire girê artêşê û pûlisên dewleta tirk hene. Li gor xeberên çapemeniya tirk, ji van yek albay e, yek mudûrê emniyetê ye, dudu pûlis in û yek jî ûzman çawiş e. Û Mehmet Gulê qatil jî parlamenterê kevn e û serokekî MHP-ê yê bi nav û deng e.

Pûlis dibêje di nabêna serokê çeteyan Zekî Selvî û Mehmet Gul da danûstendineke pir xurt heye.

Demek berê esnafekî serî li dozgeriyê xistiye û gotiye, hin kes tên li ser navê ”merivên dewleta kûr, JÎTEM û Mahmût Yildirim(Yeşîl)” pera ji min dixwazin, dibêjin ”emê alê hildin, divê tu alîkariya me bikî.”

Min berê jî ji çend kurdî ev meseleya “alê” bihîstibû. Digotin dewlet li ser navê “alîkariya bi malbatên şehîdan ra” ya jî “alîkariya alê “ ji dikandar, tucar û dewlemendên kurd xûgiyê distîne.

Diyar e îcar hinekî pêş da çûne ya jî li ser peran li hev nekirine loma jî hevûdu dane girtin. Lê wek tê dîtin, her car jî serok sûbayên rutbebilind in.

Çimkî sîstem, sîstema çetan e, bi saya van çetan kurdan çavtirsiyayî dikin, xûgiyê ji wan digrin û wan dukijin. Ji ber ku her tim naxwazin her tiştî bi hêzên xwe yên ewlekariyê bidin kirin. Loma jî tim qatil û çeteyên wan hene.

1 kommentar:

  1. Ape Zinar,
    Tu gelek caran xelqe ji bo jimane wan rexne diki le tu bi xwe ji bash bala xwe nadi nivisen xwe loma ji gelek xeleti te de hene.

    SvaraRadera

PARVE BIKE