25 januari 2008

Ev rê felaket e

Malpera HPG-ê(Hêzên Parastina Gel)ya fermî, di 22-ê çeleyê paşîn (22/1-08)da nivîsek bi sernivîsa “Ajanê dewleta kûr Îbrahîm Guçlu”weşandiye. Nivîs bi îmzeya Aram Masis hatiye weşandin.

”Aram Masîs”, navekî ermenî ye. Xwediyê nivîsê ji bo çi ev nav li xwe kiriye meriv fêm nake. Gelo bi vî navî xwestiye tiştekî bibêje?
Di nivîsa Aram Masîs da siyasetmedar û kurdperwerê nas Îbrahîm Guçlu wek “ajanakî dewleta kûr û kadirekî JÎTEM-ê” hatiye nîşandan û dû ra jî ji bo kuştina wî emir hatiye dayin.Masîs di emrê xwe da gotiye, ”Ciwanên welatparêz baş dizanin û dinansin çawa ev seyên ku xwe gur dihesibînin û dizûrin bêdeng bikin.”

Ji van gotinan vekirîtir emrê kuştina însanekî nayê dayin. Diyar e HPG êdî naxwaze emrên wiha wek berê bi dizî bide, êdî di malperan da her tiştî pir vekirî dike. Û dû ra jî dibêje çima xelk ji me ra dibêjin terorîst?

Ma wekî din merivê çi navî li vê nivîsê ke?

Dema meriv nivîsê dixwîne meriv naxwaze ji çavên xwe bawer bike. Li ser navê siyasetê û “Hêza Parastina Gel” yek çawa dikane kurdekî mixalifê xwe bi vî rengî tehdît bike û emrê kuştina wî bide?

Wek dibêjin, ne karê aqilan e lê rast e.

Nivîs pir ne dirêj e, lê gelkî girîng e. Divê her kurd nivîsê bi temamî bixwîne û van tehdîdên HPG-ê rexne û protesto bike. Loma jî ez nivîsê bi demamî wek belge li jêr diweşînim.

“Ne pêwîst e ku em bahsa hemûyan bikin, bes yek ji wan heye, bi ewtîna xwe û bi gilêza devê xwe bajarê qedîm Amedê dilewtîne. Ev kes Îbrahîm Gûçlû ye. Îbrahîm Gûçlû rasterast ajanekî dewleta kûr e ku dem bi dem wî didine axaftin. Debara xwe bi kontratiyê dike. Li ser navê kurdîniyê, polîtîkayên înkara her nirxên kurdan ji bona berjewendiyên xwe yên qirêj difiroşe.Îbrahîm Gûçlû, ji bilî têkiliyên wî yên JÎTEM’ê û dewleta kûr, bi hêzên başûr re jî têkildar e. Li gorî peywira ku dane wî, ciwanên kurd ên ku xwendevan an ji yên ku ji nav saziyên Tevgera Azadiyê hatine qewitandin, di bin navê komeleyan de digihîne hev. Li Amedê komele vekiriye û van karên xwe yên qirêj, bi vê komeleyê bincil dike. Diçe JÎTEM’ê, dertê diçe saziyên mîna Enstîtûya Kurd û Pena Kurd, bi rûpûşa zimanê kurdî, xwe cuda nîşan dide. Îbrahîm Gûçlû, ciwanên ku li Amedê dixapîne, ji bona perwerdehiyê dişîne başûrê Kurdistanê û perwerdehiya çekan dide wan. Van ciwanên ku bi Îbrahîm Gûçlû re ne, her dem li ser wan çek hene û di bin parastina polîsan de karên xwe dimeşînin.Van ciwanan gelek caran bi çekan ciwanên welatparêz tehdît kirine û dema ku bertek li hember xwe dîtine polîs ketine dewrê. Kontratiyeke fena Hîzbûl Kontra hewl dide li Amedê pêş bixe. Ya teqez ev e ku, ev kes di nav karê kontratiyê de ye û vê yekê aşkere aşkere dike. Herî dawîn di nivîseke xwe de, der barê HPG’ê(Hêzên Parastina Gel) de, dev dirêjahî dike û dibêje, HPG; hêza înkara gel e. De keremkin ji vir vêxin!Îbrahîm Gûçlû pratîka ku di nav de ye, ajantî û sîxuriya ku dike, fena Bekoyê Ewan niha davêje ser Tevgera Azadiyê. Bi vê jî namîne devdirêjiya Rêberê gelê kurd Rêber Apo dike.Îbrahîm Gûçlû vê hêzê ji ku digire? Kesekî ku di bin parastina dewletê û kontraya de nîn be, dikare wisa çêran, heqeretan û derewan li Tevgera Azadiyê bike?Pir gotin ne pêwîst e ku bê gotin. Ciwanên welatparêz baş dizanin û dinasin, çawa ev seyên ku xwe gur dihesibînin û dizûrin bêdeng bikin.”

Wek me li jor jî got, maneya van gotinên dawî, “Ciwanên wealatparêz baş dizanin ewê seyên ku xwe gur dihesibînin û dizûrin çawa bê deng bikin” emirdana kuştina Guclu ye, wekî din tu maneyeke van gotinan tuneye.

Ji ber ku ev malper jî ya HPG-ê ye wê demê ev tiştên hatine gotin jî divê meriv wekî helwesteke HPG-ê û PKK-ê qebûl bike. Heger ne wiha bûya divê HPG-ê heta nuha di vî warî da tiştek gotibûya.Aram Masîs gotiye, Îbrahîm Guçlu, dev davîje ”Tevgera Azadiyê û rêberê gelê kurd Rêber Apo.” Ê heger pîvan ev be, wê demê divê HPG bi hezaran kurdên mixalifên xwe bikuje. Ji ber ku ne Îbrahîm Guclu tenê, bi hezaran kurd ” Tevgera Azadiyê û rêberê gelê kurd Rêber Apo” rexne dikin.

Wê demê ev emir ne tenê ji bo Guclu hatiye dayin, ji bo her kesê ku siyaseta PKK-ê û Ocalan rast nabînin û rexne dikin hatiye dayin.

Ya din, heger her kesê ku ”Tevgera Azadiyê û rêber Apo” rexne bike were kuştin, wê demê tiştê deleta tirk li hember ”tevgera Azadiyê” û kurdan dike jî rast e û di cî da ye. Ji ber ku dewleta tirk jî bi eynî argumentê dilsoz û endamên PKK-ê, DTP-ê û her kurdê ku ”dewleta unîter û rêberê wê Ataturk” rexne bike tehdît dike û ke ev jî têr neke dikuje.

Wê demê ferqa di nabêna HPG-ê û dewletê da çi ye?

Partiyeke siyasî, tevgera miletekî ya netewî siyaseteke milî dimeşîne, gefan li mixalifên xwe naxwe, wan nakuje.

Diyar e rexneyên Îbrahîm Guclu yên li PKK-ê û Ocalan, bi Aram Masîs û HPG-ê gelkî giran hatiye, hewqas giran hatiye ku bûye sebebê biryardana ”kuştina” wî.

Ê heger pîvana kuştina însanekî ev be û rexneya li ”tevgera azadiyê û Ocalan” têrî kuştina însanan bike wê demê divê HPG berî Îbrahîm Guclu bi hezaran nîjadperest û faşîstên tirk, berpirsiyar, siyasetmedar û rêvebirên dewletê bikuje.

Çimkî yên welatê me îşxal kirine ew in, yên her roj zilmeke nedîtî li gelê me dikin ew in, yên gav û seetê şeref, namûs û heysiyeta mirovên kurd tînin pênc peran ew in, yên gû bi kurdan didin xwarin ew in, loma jî divê HPG wana hemûyan bikuje.

Di çapemeniya tirk da dema qala ”rêber Apo” dikin, tu carî navê wî bi diristî hilnadin, tim dibêjin”serokê terorîsran û qatilê zarokan” û ji bo ”tevgera azadiyê” jî dibêjin ”rêxistina terorê.” Uslûba siyasetmedar û rêvebirên dewletê jî ev e.

Wê demê divê Aram Masîs û HPG her roj bi sedan kesî bidin kuştin.

Bê guman tiştekî wiha ne rast e û ne jî mimkûn e.

Meriv hêvî dike ku ev nivîsa Aram Masîs ne biryara HPG-ê ya kolektîv be, dîtina yekî ”xwenezan û provaktor” be. Wê demê jî divê HPG di vî warî da beyanekê bide û vê nivîsa Aram Masîs red û mahkûm bike. Dema neke maneya xwe ev biryar ya HPG-ê bixwe ye. Û helbet ji bo PKK-ê ev jî felaketeke mezin e. PKK-ê berê jî gelek kurdên welatparêz kuştine. Dîrok û jiyanê nîşan da ku qetilkirina kurdên mixalifên xwe şaşiyeke pir mezin e û malwêraniye. Ji ber van qetlan di saha navnetewî da mohra terorîzmê li PKK-ê xistin. Divê PKK dev ji vê siyaseta xwe berde.

Rêxistineke netewî tu carî devê sîleha xwe naxe sînga birayên xwe, mixalif û rexnegirên xwe, tiştekî wiha pûçkirina siyaseteke netewî ye, terorîzm e.

Kesên di bin xêliya parastina ”tevgera azadiyê û Ocalan” da xelkê tehdît dikin, biryara kuştina wan didin, divê were zanîn ku merivên ne paqij in, heger ne dîn û rentele bin, bi îhtîmaleke meizn merivên dijmin in. Di herdu haletan da jî divê ciyê kesên dîn û provakatoran di nava tevgereke netewî da tunebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE