30 januari 2008

Kûçik pê li dêla kûçik nake

Çapemeniya tirk îro qet qala “Çeteya Ergenekonê” nekiriye. Tenê di derekê da ez lê rast hatim, dibêje, ji çeteyên Ergenekonê du heb hatin berdan. Lê dozger tavilê îtîraz kiriye.

Yanî şer hîn temam nebûye. Û hîn baş ne diyar e ku “dewleta kûr” di vê operasyonê da ewê kê û çend kesan ji bo xapandinê bike “qurbana” dewleta kûr.

Êdî her kes dibêje û dizane ku “Çeteya Ergenekonê” û “dewleta kûr” Gladioya Tirk in. Lê her carê di bin navekî da derdikevin hember me.

Wek tê zanîn hemû welatên Ewrûpa yên endamên Nato piştî salên 1990-î Gladioya xwe tasfiye kirin, tenê Tirkiyê tasfiye nekir.

Hinek dibêjin ji ber ku ew ji dewletê mezitir bûbû, loma jî dewletê nikanîbû, ev ne rast e. Ne ku dewletê nikanîbû, dewletê kanîbû lê tasfiye nekir. Ji ber ku li hember kurdan tim ji wan ra lazim bû.

Ji sala 1980-î vir da dewletê bi çeteyên Gladioyê bi sedan kurd dane kuştin. Hîn bi sedan kurd wenda ne. Di van çînayetan da ji hêzên dewletê yên resmê bêtir van çeteyan ev kar meşandine.
Yanî “dewleta kûr” Gladio bi xwe ye. Tasfiya “dewleta kûr” bi navekî din “tasfiya Gladîo, wek tasfiyeya dewleta tirk bi xwe hatiye dîtin.”

Rojnamevan Nazim Alpman, di nivîsa xwe ya îro da (Bêtalihiya Gladioya Tirk/internet haber)li ser vê yekê radiweste û dibêje, “Mehmet Agar jî ev rastî qebûl kiriye û ji jina Ugur Mumcu Guldal Mumcu ra pir vekirî wiha gotiye:

-Heger em kevirekî bikşînin ewê hemî dîwar bihedime/hulşe.
Guldal Mûmcûyê jî gotiye.
-Bikşînin, bira bihedime.

Bersîva Mehmet Agar pir vekirî ye:

-Wê demê dewletê jî bihedime!

Mehmet Agar jî wek Velî Kuçuk, merivekî “dewleta kûr” yanî merivekî Gladioya Tirk yê gelkî mezin e. Destên wî jî gelek carî di xwîna kurda geriyaye.

Alpman dibêje, “deformasyonên giran yên wek Sûsûrlukê” jî nikanîbû avahiya Gladioya Tirk bihedimîne û ji kok da tasfiye bike.

Ev rast e, ji ber ku hukûmeta wê demê ji tirsan neçû ser, ji dêl va wan hukûmet teslîmî dewleta kûr kirin.

Nazim Alpman di nivîsa xwe da dibêje, dozgerê Stenbolê karekî pir zahmet nekir, “benê çeteyê yê berê ji der ve kişand, hewqas.

Li gor Alpman, Gladioya Tirk elemanên xwe yên gelkî deşîfre bûne tasfiye dike. Û dû ra jî dibêje:
“Ya dendika ji polayê ?
Ji bo wê îradeyeke siyasî lazim e.
Partiya Refahê li Sûsûrlukê nikanîbû vê îradeyê nîşan bide.
Gelo AKP ewê nîşan bide?
Em nizanin.”

Pratîka AKP-ê ya heta nuha nîşan daye ku wek carên din, îcar jî ewê ji bo tasfiyekirina Gladioya Tirk tu îradeyê nîşn nede. Çimkî ne dixwazin mafê kurdan yên netewî bidin û ne jî baweriya wan bi demokrasiyeke rastîn heye. Ji bo ku îktîdarê ji dest xwe bernedin ewê nabêna xwe û dewleta kûr yanî Gladîoyê xera nekin.

Meriv hêfî dike ku meriv di qenaeta xwe da şaş be.

1 kommentar:

  1. Howdy just wanted to give you a brief heads up and let you know a few
    of the pictures aren't loading correctly. I'm not sure why but I think its a linking issue.
    I've tried it in two different web browsers and both show the same outcome.

    Look at my webpage new cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE