09 januari 2008

Hukûmeta AKP-ê filmekî nuh xist vîzyonê

Tiştekî pir xerîb e, dewleta tirk îro nav û rismê xortekî bi navê Erdal Polat li çapemeniyê belav kirin û gotin, ”ew berpirsiyarê teqîna Diyarbekirê ye.”

Wek tê zanîn şeva teqînê gotibûn me 4 kesên gumanbar girtine. Lê piştî 3 rojan her çar kes jî berdan û mesele wer bêdeng ma.

Diyar e di vê nabênê da sanariyo amade dikirin.

Lê îro, ji nişka va him berpirsiyarê teqînê eşkere kirin û him jî rismê wî jî belav kirin.

Wer xuya ye sanaryoya destpêkê guhertin. Sanaryoya pêşî zêde olan neda. Loma jî îro ji mecbûrî bi sanaryo, lîstikvan û rejîsorekî nuh derketin pêşberî temaşevanan.

Di rojên pêş da civet ewê fîlmekî nuhû belkî jî bi bi heyecan temaşe bike.

Girtina Erdal Polat û ”îtîrafên” wî destpêka perdeya pêşî ya fîlmê hukûmeta AKP-ê ye.

Li gor çîroka ku çapemenîya tirk li hev ragirtiye Erdal Polat, ta bi tê ve kiriye, yanî her tişt qebûl kirye. Bêyî Erdal Polatê 23 salî, 6 kesên din jî bi glek teqemenî ra girtine. Polat di îfadeya xwe da gotiye:

“Ez meha borî(cotmehIoktober)ji Bakurê Îraqê bi nasnameyeke sextete hatim Diyarbekrê. Ez li kampên Qendîlê ji bal tîmên taybet yên rêxstinê va li ser bombe û sabotajan hatim perwerde kirin. Piştî vê perwedeyê rêxistinê ez şandim vir.”

Rojnameya Hurriyet dû ra li ser navê Polat, meseleyê dûr û dirêj xweş dike û di dawiyê da jî Polat dibêje, “li ser emrê ji me ra ji Qendîlê hat, min û du kesên bi naznavên Rizga û Amed bûyer pêk anî.”


Heta derange şevê jî PKK-ê li ser şexsê Erdal Polat û tiştên li ser navê wî tên gotin hîn tu beyan nedaye.

Çapemeniya tirk bi rastî jî bûye çapemeniya dezînformasyonê, xeberên wan yên li ser kurdan bi piranî derew û tahrîfatin. Ji ber ku ji rojnamevaniyê bêtir di emrê dewleta xwe da wek buroyeke dezînformasyonê dixebitin. Yanî karê wan yê esasî belav kirina derewan e.

Loma jî divê meriv li hember agahdariyên çapemeniya tirk pir bi îhtîyat be. Pir ne dûr e sibe ji me ra qala çîrokeke din bikin.

Tiştê hişê meriv nagire, gelo ji bo çi ev Erdal Polat, bi hewqas sîleh û teqemenî heta nuha li mala xwe rûnişt û bi derekê da neçû?

Çapemeniya tirk wek buroyeke dezînformasiyonê dixebite

Li ser hevdîtina serokê Emerîka Bush û serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, do di çapemeniya tirk da hin tişt hatin îdîakirin. Rojnameyên tirk nivîsîn, gotin, Berdevka Qesra Sipî Dana Perîno di daxwuyaniya xwe da gotiye:

”Ji bo ku ji meseleya PKK-ê ra çar eseriyeke siyasî were dîtin, divê Gul bi serokkomar Celal Talabanî û serokwezîr Malikî ra bixebite.”

Min jî ev gotinên Perîno şirove kiribû û gotibû di vê beyanê da Talabanî ketiye dewsa Mesûd Barzanî û ev jî tê maneya tasfiyekirina rola hukûmeta Kurdistana Federe û serok Barzanî. Çimkî heta nuha di mesela çareseriya PKK-ê da Emerîka hukûmeta Kurdistanê û kurd jî wek terefekî didît û dixwest ew jî bi ereb, emerîka û tirkan ra rûnin.

Lê derket ortê ku beyana Perîno ne wisa bûye, tirkan li gor dilê xwe guherandine. Yanî tahrîf kirine.

Balyozxaneya Amerîkayê a li Iraqê li ser vê hevdîtina Bush û Abdullah Gul beyanameyek belav kiriye. Beyan wiha ye:

”Her du serokan mijara “ji bo arîşeya PKK-ê dîtina çareseriyeke giştî û berfireh” nîqaş kirin û hate gotin ku çareserî tenê nayê wateya kiryarên leşkerî, tê wateya kiryarên siyasî jî”
Me tirk teşwîq kirin ku bi iraqiyan ra li ser vê meselê rawestin, çi li asta navendî û çi jî di asta herêmî de. Çimkê wek serok Bush got, divê Tirkiye, Amerîka û Iraq bi hev re li ser vê meseleyê kar bikin.”

Di van gotinan da navê Talabanî û Malikî tuneye, qala hukûmeta navendî(merkezî) û herêmî(Kurdistanê) tê kirin. Lê tirkan hukûmeta ”navendî” û ”herêmî” krine Malikî û Talabanî.

Talabanî serokkomarê Îraqê ye, ne berpirsiyarê hukûmeta Kurdistanê ye. Yên dikanin li ser navaê kurdan bipeyivin serokê Kurdistanê û berpirsiyarên din in.

Ji ber ku tirk naxwazin bi kurdan ra rûnin, dibêjin bira emerîkî û ereb tenê bi me ra rûnin. Dema Emerîka bibêje, divê tirk bi hukûmeta herêmî ra jî rûnin ev tê wê manê ku divê bi kurdan ra rûnin.

Tirk naxwazin ev siyaseta Emerîka were zanîn. Loma jî derewan dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE