16 januari 2008

Erdogan: kurd xwediyê her mafî ne

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, îro li Madrîdê careke din derbarê kurdan da dîtinên xwe yên nîjadperest û pantûranîst dubare kir û got, kurd jî wek wî xwediyê her mafî ne, ji vê zêdetir tu mafekî ku ew bidin kurdan tuneye.

Ev çend roj in serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, ji bo ku beşdarî civîna ”Îtîfaqa Medeniyetan” bibe li paytexta Îspanyayê li Madrîdê ye. Erdogan, piştî civîna "Nueva Economia Forumê" civîneke çapemeniyê çêkir û li ser gelek meseleyan rawestiye. Bi taybetî li ser mesela kurdî pir vekirî got, hemû mafê kurdan hatiye dayin.

Pirsa rojnamevanekî, “gelo kurdê bibin xwediyê statuyeke taybet ya jî xwediyê mafên kêmatîyê/eqeliyetê ?”, Erdoan gelkî aci kir û bi uslûba pêxwesekî cahil wiha bersîva da:

-Ev pirs gelkî çewt e. Li welatê min hemwelatiyên min yên bi eslê xwe kurd ji min cihêtir ne xwedî tu statuyê ne. Ez wek serokwezîr Tayyip Erdogan xwediyê statuyeke çawa me hemwelatiyên min yên bi eslê xwe kurd jî xwedî eynî statuyê ne.

Van gotinên jorîn ji serê salan ve ye ku ji alî hemû nîjadperest û panturkîstên tirk va ên dubarekirin. Bahçeliyê faşîst jî, Baykalê nîjadperest jî gav û seetê eynî naqaratê dikin, “kurd xwedî hemû mafan e”.


Erdogan jî her çiqas çend caran bi rengekî sextekar û manîpulatîf çend gotinê girover ji bo xapandina kurdan gotibe jî lê ji zû da ye vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê pir vekirî û bê tirs dibêje.

Erdogan di bersîva xwe da hinekî din jî henekê xwe bi kurdan dike û wiha dom dike:

-Heger hûn ji hemwelatiyên min yên kurd pirsa hûn dixwazin bibin hindikayî? bipirsin, ewê bi sîle û pihînan we derxin der. Ji ber ku ew unsûrî eslî ne. Ew tiştekî wiha ebeden qebûl nakin. Li Tirkiyê hemwelatiyên min yên kurd bûne serokwezîr jî, wezîr jî. Di hemû dezgehên qanûnî da wezîfe girtine. Ma hîn ewê çawa be? Dema kelemek li hember vê yekê tunebe êdî mesele çi ye? Hin kes dixwazin yekîtiya welatê me ya unîter xera bikin. Emê pirîmê nedin viya.

Wek hemû serok û siyasetmedarên tirk, Erdogan jî merivekî bê heya ye. Heger ne merivekî bê rû, bê heya bûya ewê negota “heger hûn kurdan bikin hindikayî” ewê li we xin. Baş e, wê demê ev şer , ev xwîn û ev malwêranî ji bo çi ye?

Kurd çima şer dikin?

Partiyên kurdan çi dixwazin?

Bêguman Erdogan bi zanetî demagojîyê dike. Çimkî tiştekî din ê bibêje tuneye.

“Kurd li Tirkiyê bûne wezîr û serokwezîr” jî dereweke bi boçik e, kurd tu carî wek kurd nebûne muxtar, nebûne bekçiyê qereqolê jî. Dema bûna muxtar, bekçî, wezîr û serokwezîr, ne wek kurd, wek tirk bûne. Di meclîsê da her kurd mecbûr e kurdayetiya xwe înkar bike û wek tirkekî sond bixwe.

Heger kurd jî wek tirkan dibin wezîr û serokwezîr, wê demê Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle û Selîm Sadak ji bo çi 10 salan di zindanan da hatin rizandin?

Ma Leyla Zana ne ji bo xatirê du gotinên kurdî 10 salan hefs raza.

Heger kurd jî wek tirkan xwedî her mafîn e wê demê çima kurd nikanin wek parlamenterên tirk di meclîsê da bi zimanê xwe bipeyivin?

Çima zarokên kurdan bi kurdî perwerde nabin?

Çima telewîzyonên kurdan tunene?

Çima zimanê kurdî wek tirkî li her derê ne serbest e?

Ne heweceye meriv zêde dirêj bike, her kes dizane tu mafekî kurdan yê netewî tuneye,

Erdogan di axaftina xwe da bi taybetî li ser serkeftina AKP-ê ya li Kurdistanê di hilbijartinên dawî da rawestiya û got, ev jî îspata wê yekê ye ku piraniya kurdan bi me ra ye, siyaseta me rast dibînin û doza tu tiştekî din nakin.

Li gor Erdogan, heger siyaseta wan şaş bûye ewê kurdan ray nedana wan. Ji wan kesên ku li ba xwe hin hêviyan ji AKP-ê dikin Erdogan pir eşkere got, kurd mird, hindikayî mindikayî, maf û nizanim çi hemû lîstik in û em tu carî tiştên wiha qebûl nakin. Erdogan got:

-Kurd li her dera Tirkiyeyê dijîn, lê bi piranî li Başûrê Rojava hene. Li vê herêmê yekemîniya partiya min ne bûyereke laletayin/basît e. Dêmeg ez bi gelê xwe yê esilkurd ra bûme yek, pê ve mihiya me. Li ba me milîyetçîtiya etnîkî/nîjadî, herêmî, dînî qedexe ye. Hindikayiyên cihê ne, nizanim çi ye miye, em di nava lîstikên wiha da cî nagrin. Û em tu carî jî nahîlin kes dev bavîje ji hebûna me ya unîter da.

Parlamenterên AKP-ê yên kurd di nava milet da digeriyan, bi kurdî ji milet ra digotin, heger AKP were ser hukim ewê mafê kurdan yê netewî bide. Kurd jî bi vê propagandeyê xapiyan û AKP li Kurdistanê kirin partiya yekem.

Û ev rayên kurdan jî nuha wek senedekê înkarê di destê Erdogan da ye. Erdogan dibêje heger kurdan doza kurdayetiyê û hin mefên netewî bikira ewê ray nedana min û partiya min nekirana yekem.

Erdogan rast dibêje, çimkî şîara wî ya hilbijartina "yek milet, yek dewlet, yek welat û yek al" bû. Û tiştê nuha dike jî tam li gor van hedefên wî ne. Yanî camêr kes nexapandiye, tiştê berî hilbirtinan gotibû nuha tenê dubare dike û helbet gav bi gav bi cî tîne.

1 kommentar:

  1. hetani em wek cuhuya ne xedi servet u bi hez bin eme bindest bin. Biraye meyen bashur kiymete erda serveriya xwe nizanbin u xwedi le der nekevin kesik me mirov ji kebul nake. bi yamin kurd bira dev ji petrola kerkuke berdin xwedi li petrola ku niha li erde kurdistane he derneketiye derkevin we besse ji mere. Me kelema kerkuke xistya chave xwe ne kes dideme neji em karin bistinin .Wan mehe hane ji bo yi me mayin u nemaine. Lazime kurd sinure fedealiya xwe tayin bikin u seri li ereba u tirka xar nekin. Ev firseta davine..

    SvaraRadera

PARVE BIKE