24 januari 2008

Şerê çeteyên dewleta tirk berdewam e

Di nivîsa xwe ya do da ez hinekî li ser operasyona li hember çeteyên ”Ergenekonê” rawestiyabûm û min gotibû ku ez bawer nakim hukûmeta AKP-ê bixwaze û biwêribe bi şiklekî cidî û heta dawiyê here ser van çeteyan.

Bi îhtîmaleke mezin hukûmeta AKP-ê ewê neçe ser wan, piştî ku dinya hinekî kês û fês bû ewê hemûyan serbest berdin. Ji ber ku berê jî eynî ev çete di bûyera Sûsûrlukê, Şemzînanê û di ya Saûnayê da hatibûn girtin, lê piştî hinek qelebalix, dîsa hemû serbest hatibûn berdan.

Îcar jî ewê wiha bibe.
Derket ortê ku di lîsteya kesên ku ewê bihatana kuştin da bêyî kurdan, Orhan Pamûk û Fahrî Korû jî hebûne. Fahrî Korû, aqilmedê Erdogan yê herî girîng e. Loma jî operasyon kirin. Wek min do jî gotibû, heger hedef tenê kurd bûna ewê midaxele nekirana. Lê dema Pamuk û Fahrî Koru jî bûn hedef, wê demê mecbûr man rawestînin.

Ewê çend rojan bi hev ra bazarê bikin û sozê bidin hev ku merivên hev nekujin. Û dû ra jî ewê werin berdan.

Ji xwe wa ye îro bûyereke din peyda kirin û ew derxistin pêş. Îro li Dîlokê(Entabê) li hember El-Qaîdeyê operasyonek kirin û di operasyonê da 5 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar in. Li gor tiştê pûlis dibêje ji kuştiyan 4 kes endamên El-Qaîdê ne û yek jî pûlis e. Bi vî hawî rojev guhertin. Min bala xwe dayê, bêyî rojnameya Radîkalê yek malper û rojnameyê jî îro qala bûyera çeteyên ”Ergenekonê” nekiriye, mijar tenê operasyona li hember elemanên El-Qaîdê ye. Ew jî çuqas rast e, çuqas derew e hîn baş ne diyar e. Yanî sebebê operasyonê hîn baş ne zelal e.

Hinek rojnamevanên tirk dibêjin, navê vê çeteyê ya rastîn ”gladyo”ye, gladyoya Tirk e.

Wek tê zanîn gladyo rêxistineke girêdayî Natoyê ya paramîlîter bû û di orta salên 1950-î da di serî da li Îtalyayê û dû ra jî li gelek welatên Ewrûpayê hatibû avakirin. Lê piştî salên 1980-î li hemû welatên Ewrûpayê ev rêxstina paramilîter tasfiye kirin. Tenê Tirkiyê dest nedaye ”gladyo”ya xwe. Çimkî ew ji bo kurdan lazim e.

Bê guman generalên tirk tu carî hebûna ”gladyo” ya tirk qebûl nekrin. Lê wan hebûna
JÎTEM-ê jî berê qebûl nedikirin, digotin rêxistineke bi navê JÎTEM-ê tuneye. Lê dû ra derket ortê ku Tuxgeneralê teqawit Velî Kuçukê ku di vê operasyonê da hatiye girtin yek ji damezrênerê JÎTEM-ê ye. Ne tenê Velî Kuçuk, ji kesên girtî 8-ê wan leşker in û navên wan di hemû dosyayên ”kontrgerîlla” da hene.

Vê çeteya ”Ergenekonê” do bi navê Kontrgerîlla û JÎTEM-ê li Kurdistanê bi sedan kurd kuştine û destên xwe di xwîna kurdan gerandine, îro jî vî karê xwe bi navê ”Ergenekonê” dimeşînin.

Tê gotin ku ev operasyona îro li hember elemanên El-Qaîdeyê hatiye kirin, li ser daxwaze Emerîkayê bûye, emerîkiyan îstîxbarat dane tirkan.

Di 21-ê mehê da Erdogan bi şev 40 deqîqeyî bi sefîrê Emerîka yê Anqerê Ross Wîlson ra hevdîtinek kiriye. Îdîa ew e ku Ross Wîlsson, di vî warî da îstîxbarat daye Erdogan û piştî vê, ev operasyon hatiye kirin.

Sibe ev îdîa ewê hîn zelaltir bibe.

Lê ya girîng, dixwazin meseleya çeteyên "Ergenekonê" hinekî sar bikin, ji rojevê derxin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE