04 januari 2008

Diyarbekir di xwînê geriya

Do danê êvarî li Diyarbekirê li navenda bajêr li hember wasiteyeka leşkerî ya servîsê êrîşeke bombeyî hat pêkanîn.

Û dîsa kurd hatin kuştin.

Li gor çapemenî dinivîse, bombe li taxa Yenîşehîrê li pişt otêla Dedemanê dema wasiteya leşkerî ya servîsê derbas dibû di erebeyeke parkkirî da teqiyaye. Berpirsiyarên pûlis û leşkerî dibêjin hedefa êrîşê wasiteya leşkerî bûye.
Di teqînê da li gel gelek zirarên maddî, 5 kesên sivîl hatin kuştin û 68 kes jî birîndar bûne.

Li gor beyanên walî û berdevkên emniyeta Diyarbekrê ji kesên birîndar 38 kes leşker in û di nava birîndaran da kesên birînên wan giran jî hene. Çend kesên birîngiran rakirine Anqereyê nexweşxaneyê.

Piştî teqînê dewletê edres PKK nîşan da, him Serokwezîr Erdogan û him jî Serokerkan Buyukanit, pir vekirî gotin ev îşê PKK-ê ye.

Tê gotin ku heta nuha 4 kesên gumanbar hatine girtin. Lê hejmara rastî esa kes nizane çend kes girtine, ev hejmara dikane gelkî zêde be. Çimkî fersend ev fersend e.

Lê tiştê balkêş heta nuha jî PKK-ê hîn tu beyanek resmî nedaye, ne gotine em in û ne jî gotine ne em in. Ev bêdengiya wan jî îhtîmala ku ew li pişt vê êrîşê bin zêde dike. Heger bi rastî ew bin divê meriv rexne bike.

Kêfa çapemeniya tirk û bi taybetî jî ya leşkeran gelkî ji êrîşê ra tê. Fena ku tiştê ew li hewa lê digeriyan Xwedê li erdê da wan. Ji do da ye dîsa ji wan ra îş derketiye, vê îmkanê baş bi kar tînin.

Serokerkan Buyukanit îro kincên xwe yên ”kamuflajê” li xwe kir û çû Diyarbekrê. Çapemeniya tirk wer nivîsîye, gotine ”Serokerkan kincên xwe yên kamuflajê li xwe kir” yanî yên baş xuya nakin li xwe kir û berê xwe da Diyarbekrê. Erdogan jî sibe diçe.

Bedena Diyarbekirê sibe dîsa ewê bibe şahidê rojeke gelkî ne xweş, şahidê fort û tehdîdên qatilên gelê xwe.

Ji cepheya kurdan jî li dijî vê êrîşê reaksiyonek gelkî baş hat. Îro 55 rêxistinên sivîl yên Diyarbekrê civîneke çapemeniyê çêkirin û êrîş bi tundî şermezar kirin. Ez bawer dikim ev cara pêşî ye ku hewqas rêxistin bi hev ra reaksiyoneke wi ha nîşan didin. Ev şêleke baş e, kurdan xurt nîşan dide. Li hember bûyerên wiha bêdengî xerab e.

Daxwiyanîya li ser navê hemû rêxistinan ji bal Serokê Baroya Abûqatan Sezgîn Tanrîkulu ve het xwendin. Naveroka beyanê jî baş bû.

Bêyî vê, DTP-ê û Serokê Belediya Mezin Osman Baydemîr jî êrîş protesto kirin. Yanî meriv dikane bibêje ku kurd îcar bêdeng neman û li dijî êrîşê îmtihaneke baş dan. Ji ber ku bûyerên wiha ji karê bêtir, zirarê dide kurdan û dewletê jî xurt dike. Û bi taybetî jî dema li Kurdistanê bûyerên wiha werin meydanê û kesên sivîl bên kuştin gelkî xerab e. Wek tu dara bin nigê xwe bibire.

Dewlet ê vê êrîşê bike sebeb û ewê teroreke mezin bide meşandin. Û va ye wiha jî kirin.

Dozgerê Cumhûriyetê yê Diyarbekrê ji bo 16 rojan îro ”destûra bêsînor” da pûlis. Pûlis heta 20-ê mehê ewê bikanibe bavêje ser her malê, her ciyî, her wasiteyê rawestîne û saxî bike. Ewê bikanibe li ser her şexsî bigre û bigre bin çavan.

Yanî ji bo zilm û terora xwe zêdetir bikin qulpek pir baş ket destê wan. Û bêguman ji bo serkutkirina kurdan ewê vê îmkanê baş bikar bînin.

Jixwe ev demeke li seranserê Kurdistanê û li hin bajarên wek Mêrsîn, Stenbol, Edene, Îzmîrê li hember kurdan û DTP-liyan teroreke pir mezin didin meşandin. Yanî berê dest pê kirine. Nuha ewê zêde bikin.

Xwedê ji hukûmeta AKP-ê ra li hev aniye, li der û li hundur karê wan baş dimeşe. Û heta ku di pelçiqandin û di kuştina kurdan da dengê xwe nekin kursiya Erdogan û Gul ewê saxlem be.

Wek tê zanîn li Tirkiyê garantiya îqtîdarê û heta ya jiyanê jî girêdayî dijminatiya kurdan e. Ji ber ku Erdogan û Gul bi viya baş dizanin, loma jî heta ji wan bê ewê kurdan bipelixînin, ji bo ku kursiya xwe saxlem bigirin, sîstemê baş îslamîze bikin û bêrîkên xwe baş dagrin.

Bertîl û sîgorteya vî îşî yanî ya kursiyê jî kurd in. Çuqasî dijminatiya kurdan bikin, çuqasî wan bikujin ewê îşê wan hewqasî baş biçe û kursiya wan hewqasî saxlem be.

Ev demeke li zanîngehan li dijî xwendevanên kurd teroreke pir mezin li dar e, rojê 40-50 keç û xortên digrin. Tiştê xuyaye leşker û hukûmetê di vî warî da li hev kirine. Leşker bi balafiran li çiyan, hukûmet jî li hundur bi teror û girtinê dixwzin DTP-ê zeîf bikin, millet bitirsînin, bi darê zorê ji wan dûr xin.

1 kommentar:

  1. Seeta TE xweş!
    Birez Zinare Xemo spas jibo nuçeye TE gelek başin.
    Desti xweşbe.
    Silav u rez

    SvaraRadera

PARVE BIKE