30 januari 2008

Kûçik pê li dêla kûçik nake

Çapemeniya tirk îro qet qala “Çeteya Ergenekonê” nekiriye. Tenê di derekê da ez lê rast hatim, dibêje, ji çeteyên Ergenekonê du heb hatin berdan. Lê dozger tavilê îtîraz kiriye.

Yanî şer hîn temam nebûye. Û hîn baş ne diyar e ku “dewleta kûr” di vê operasyonê da ewê kê û çend kesan ji bo xapandinê bike “qurbana” dewleta kûr.

Êdî her kes dibêje û dizane ku “Çeteya Ergenekonê” û “dewleta kûr” Gladioya Tirk in. Lê her carê di bin navekî da derdikevin hember me.

Wek tê zanîn hemû welatên Ewrûpa yên endamên Nato piştî salên 1990-î Gladioya xwe tasfiye kirin, tenê Tirkiyê tasfiye nekir.

Hinek dibêjin ji ber ku ew ji dewletê mezitir bûbû, loma jî dewletê nikanîbû, ev ne rast e. Ne ku dewletê nikanîbû, dewletê kanîbû lê tasfiye nekir. Ji ber ku li hember kurdan tim ji wan ra lazim bû.

Ji sala 1980-î vir da dewletê bi çeteyên Gladioyê bi sedan kurd dane kuştin. Hîn bi sedan kurd wenda ne. Di van çînayetan da ji hêzên dewletê yên resmê bêtir van çeteyan ev kar meşandine.
Yanî “dewleta kûr” Gladio bi xwe ye. Tasfiya “dewleta kûr” bi navekî din “tasfiya Gladîo, wek tasfiyeya dewleta tirk bi xwe hatiye dîtin.”

Rojnamevan Nazim Alpman, di nivîsa xwe ya îro da (Bêtalihiya Gladioya Tirk/internet haber)li ser vê yekê radiweste û dibêje, “Mehmet Agar jî ev rastî qebûl kiriye û ji jina Ugur Mumcu Guldal Mumcu ra pir vekirî wiha gotiye:

-Heger em kevirekî bikşînin ewê hemî dîwar bihedime/hulşe.
Guldal Mûmcûyê jî gotiye.
-Bikşînin, bira bihedime.

Bersîva Mehmet Agar pir vekirî ye:

-Wê demê dewletê jî bihedime!

Mehmet Agar jî wek Velî Kuçuk, merivekî “dewleta kûr” yanî merivekî Gladioya Tirk yê gelkî mezin e. Destên wî jî gelek carî di xwîna kurda geriyaye.

Alpman dibêje, “deformasyonên giran yên wek Sûsûrlukê” jî nikanîbû avahiya Gladioya Tirk bihedimîne û ji kok da tasfiye bike.

Ev rast e, ji ber ku hukûmeta wê demê ji tirsan neçû ser, ji dêl va wan hukûmet teslîmî dewleta kûr kirin.

Nazim Alpman di nivîsa xwe da dibêje, dozgerê Stenbolê karekî pir zahmet nekir, “benê çeteyê yê berê ji der ve kişand, hewqas.

Li gor Alpman, Gladioya Tirk elemanên xwe yên gelkî deşîfre bûne tasfiye dike. Û dû ra jî dibêje:
“Ya dendika ji polayê ?
Ji bo wê îradeyeke siyasî lazim e.
Partiya Refahê li Sûsûrlukê nikanîbû vê îradeyê nîşan bide.
Gelo AKP ewê nîşan bide?
Em nizanin.”

Pratîka AKP-ê ya heta nuha nîşan daye ku wek carên din, îcar jî ewê ji bo tasfiyekirina Gladioya Tirk tu îradeyê nîşn nede. Çimkî ne dixwazin mafê kurdan yên netewî bidin û ne jî baweriya wan bi demokrasiyeke rastîn heye. Ji bo ku îktîdarê ji dest xwe bernedin ewê nabêna xwe û dewleta kûr yanî Gladîoyê xera nekin.

Meriv hêfî dike ku meriv di qenaeta xwe da şaş be.

29 januari 2008

Beşar Esad jî siyaseta tirkan hilbijart

Li gor xebera Netkurdê, heyeta Kurdistana Federe ya partiyên siyasî ji bo ku navê wê ”heyeta kurd” bûye ji alî dewleta Suriyeyê ve nehatiye qebûlkirin.

Berî nuha bi demekê li Kurdistana azad hemû partiyên siyasî hetibûn ba hev û di nava xwe da heyetek ava kiribûn û biryar dabûn ku ev heyet serdana hemû welatên cîran bike.

Heyetê heta nuha serdana Tirkiyê û Îranê kir û bi berpirsiyarên hukumetên van welatan ra hevdîtin pêk anî. Tirkiyê di serî da hin gelş derxist û nexwest hin partî di vê heyetê da cî bigrin, lê dû ra razî bû û wek formalîte bi wan ra rûnişt.
Îranê tu gelş dernexist.

Wek tê zanîn hukûmeta AKP-ê hukûmeta Kurdistana Federe nas nake û loma jî bi rengekî resmî têkiliyê pê ra danayne. Îranê heta nuha gelşeke wiha dernexistiye, bi eksê tirkan, li Hewlêrê û li Silêmaniyê balyozxaneyên xwe vekir. Yanî bi rengekî resmî hukûmeta Kurdistana Federe nas kir.

Armanca sazkirina vê heyeta partiyan ew bû ku belkî kanibe di nabêna Tirkiyê û hukûmeta Kurdistanê da bibe pirak û alîkarê danînî têkiliyên resmî. Ji ber ku di nava vê heyetê da ne tenê YNK û KDP, du partiyên îslamî û gelek partiyên din jî hene.

Diyar e heyetê xwestiye îcar here Sûriyê, lê ev daxwaza heyetê ji teref hukûmeta Suriyê ve hatiye redkirin.

Netkurdê gotiye, ji ber ku navê heyetê "kurd" e loma Sûriyê ziyaret red kiriye. Li ser vê, heyetê navê xwe guherandiye, kiriye "Hukumeta Îraqê Şandeya Kurdistanê" lê Sûriyê dîsa jî qebûl nekiriye.

Wer xuyaye ku Sûriyê jî wek tirkan siyaseta ”înkarê” hilbijartiye. Ev cara pêşî ye ku Sûriye li hember kurdên başûr şêleke wiha digre. Ev siyaset, siyaset a tirkan e, tirkan ev siyaseta xwe ya ”millî” bi Sûriyê jî dane qebûlkirin.

Tirkan beşekî Sûriyê dagîr kirine, Beşar Esad ji ber vê îşxala tirkan xwe ji wan naxeyidîne, her roj diçe ber nigê tirkan û destê wan radimîse. Lê ji ber ku navê heytê ”kurd”e pê ra rûnane.

Ji bo çi?

Kurdan çi xerabî pê kiriye?

Gotinek heye, dibêjin yê binî disekine yê ser nasekine. Yê Beşar Esadê qoq jî bû ev mesele. Mêrik him welatê kurdan îşxal kiriye, him zilmeke nedîtî li kurdan dike û him jî bi nûnerên wan ra rûnane.

Çima?

Ji ber ku ji kurdan natirse, çimkî çuyê(çoyê) kurdan tuneye. Meriv ancax dikane hewqasî bêxîret be! Dibê kurd van bûyeran di hafiza xwe ya netewî da kûr binivîsin, tu carî ji bîr nekin.

Serokê Çeteya Ergenekonê Velî Kuçuk di dema girtinê da telefonî serokerkaniya tirkiyê kiriyeDibêjin dema serokê çeteyên Ergenekonê Velî Kuçuk hatiye girtin telefonî 8 kesan kiriye. Bi 8 qumandarên rutbebilinda ra peyivî ye û alîkarî ji wan xwestiye.

Qey ewe telefonî min neke, helebt ewê telefonî serokerkaniyê bike û alîkariyê jê bixwaze.

Lê xwedêgiravî wan jî nikanîbûye girtina wî bidin sekinandin.

Tê gotin ku Velî Kuçuk ji Serokerkaniyê û Qumandariya Hêzên Bejayiyê(Îlker Başbûg) bi çend generalên rutbebilind ra peyivî ye. Bê guman ewê wiha be, çimkî Kuçuk tu tiştek bi serê xwe û bê haya serokerkaniyê nekiriye. Heta nuha çi kiribe di bin emir û însîyatîfa wan da kiriye. Loma jî divê wî bi tenê nehîlin.

Bi îhtîmaleke mezin serokerkaniyê jê hinek sebir û fedekarî xwestiye. Piştî cend mehên din ew û hevalên xwe ewê were berdan.

28 januari 2008

Çima hûn çeteyên li Kurdistanê nagrin?

Ev çend roj in ku li hember “Çeteya Ergenekonê” operasyon li ser operasyonê tên kirin. Di van operasyonan da heta nuha ji zabit, generalên teqawit û mamûrên dewletê yên bilind bigre, heta bi rojnamevanên meşhûr, abûqatên faşîst yên bi nav û deng, yanî gelek giregirên dewletê di nava girtiyan da hene.

Li gor xebereke îro di çapemeniyê da belav bûye, bi operasyoneke nuh îro darbeyek mezin li “Ergenekona Duduyan” jî xistine. Di operasyona îro da li çend bajaran li dora 30 kesî giritne. Ew jî wek yên berê dîsa bi piranî leşkerên teqawit, abûqat, rojnamevan û brukrat in.

Yanî meriv dikane bibêje ku şerê di nabêna çeteyên dewleta tirk da gelkî gur xuya dike.

Li gor tê gotin di van operasyonên îcar da pûlis ji plana darbeyeke leşkerî bigre, heta bi kuştina serokwezîr Erdogan, gelek belge bi dest xistine. Ji “Çeteya Ergenekonê” ra bi gelek riyên cuda ji derveyî welêt 50. milyon dolar hatiye şandin. Bi van pereyan qatil girtine û pê insan dane kuştin.
Merivên ”Çeteya Ergenekonê” bi navê ”dewleta kûr” gelek sûc û fêilê xerab kirine, însan tehdît kirine, sabotaj kirine, însan dane kuştin,(navê Velî Kuçuk di çînayeta Hrant Dînk da jî derbas dibe) ji xelkê xûg girtine. Teror kirine. Jixwe Serdozgerê Stenbolê ji bo ”Çeteya Ergenekonê”gotiye rêxistina ”terorê”.


Yanî ji bo ku tevliheviyê, teşxele û kaosê peyda bikin çi ji destê wan hatiye kirine. Û ev belge jî nuha hemû di destê pûlis da ne. Çimkî yên hev in, di nav hev da ne, loma jî hevûdu nas dikin. Her tim yek dikane yê din bigre. Ji ber ku hemû jî di sûc û bûyerên bêqanûnî geriyane.

Li gor belgeyên heta nuha ketine destê pûlis “Çeteya Ergenekonê” xwestiye bi serokerkan Yaşar Buyukanit ra îsal darbeyekê bike, lê Buyukanit xwe nedaye ber û loma jî darbe hîştine sala 2009-an, heta ku serfermandarê Hêzên Bejayiyê Orgeneral Îlker Başbûg bibe serokerkan. Di nivîsa xwe ya di 23-ê mehê da(şerê çeteyên dewleta tirk berdewam e)min gotibû:

”Ev çeteya bi navê “Çeteya Ergenekonê” ne çeteyek nuh e, berê jî wek kadirên “dewleta kûr” tevî gelek bûyeran bûne û gelek kurd kuştine. Yanî ev ne cara pêşîye ku biryara kuştina kurdan didin.

Lê dibêjin ku dewletê îcar nehîştiye.
Helbet bixwaze nexwaze meriv vê pirsê ji xwe dike:
-Ji bo çi nehîştin û ev operasyon kirin?
Gelo bi rastî jî AKP dixwaze “dewleta kûr” ji ortê rake û Tirkiyê bike welatekî demokratîk?
Ez bi xwe qet bawer nakim. Bi îhtîmaleke mezin ji ber ku serê derziyê dikira bigihîşta AKP-ê jî, yanî ji ber ku dikira hin mervên wan jî bikuştana loma midaxele kirin. Heger yên bihatana kuştin tenê kurd bûna ewê ev operasyon nekirana. Dema serî digihîje wan midaxele dikin.”

Texmîna min rast bûye, bi rastî jî derket ortê ku ne ji bo ku kurdan nekujin ev operasyon kirine, ji bo ku dixwestin hin merivên AKP-ê jî bikujin, lê ji wê jî mezintir ji bo ku haziriya darbeyeke leşkerî kirine, Erdogan jî di nav da xwestine gelek kesên din jî bikujin, loma ev operasyon kirine.
Baş e, kî vê ”dewleta kûr” sewq û îdare dike?

Bêguman çend zabitên teqawit bi serê xwe nikanin darbeyekê bikin.

Divê hin zabit û generalên hîn li ser kar li pişt wan hebin. Dema çend general di nava vî îşî da tunebin ne hedê çend leşkerên teqawit e ku ji bo darbeyekê bixibitin.

Jixwe di hin îfade, axaftinên telefon û belgeyên din da derketiye ortê ku ”merivê yekê” ne avakarê JÎTEM-ê general Velî Kuçuk e. Heta nuha wer dihat zanîn. Lê nuha diyar dibe ku yên ji Velî Kuçuk mezintir jî hene. Û divê hebin jî. Generalekî teqawit nikane bibe ”merivê yekem”, dive yekî jê mezintir hebe. Heta qala heyeteke bilind tê kirin.

Helbet dewlet jî û hukûmet jî vê yekê dizane. Dizane lê heta nuha tenê dest avêtiye çend “qatil” û tetikçiyên sivik, serokên mezin, ”merivê yekê” hîn li ser karê xwe ne.

Ji bo ku meriv ji cidiyeta operasyona li hember ”Çeteya Ergenekonê” bawer bike divê generalên li pişt perdê, yên nuha hîn jî li ser karên xwe ne werin girtin, wan bigrin bin kilîtê û derxin hember mahkimê.

Ji wê jî girîngtir, divê dest bavêjin ”Çeteya Ergenekonê” ya Kurdistanê, divê vê grûba Kurdistanê jî bigrin. Heta ku beşê Kurdistanê jî dernexin ortê vala ye. Wê demê maneya wê ew e ku di kuştina kurdan da di nabêna AKP-ê ”Çeteya Ergenekonê” da tu dijayetî tuneye, şer li ser parkirina îktîdarê ye.

AKP-yî hin adetên nuh tînin gundê kevn. Ev yek bi leşkeran zor tê. Berê serokkomarî tim ji leşkeran bû, tim serokerkanekî kevn dibû serokkomar. Ev maf ji wan stendin, gotin bira yekî sivîl bibe. Leşkeran ev yek bi zor qebûl kir.

Dû ra gotin bira serokwezîr “meleyekî bi qapqap” be û serê jina wî jî girtî be. Artêşê bêdil, ji mecbûrî ew jî qebûl kir.

Dû ra gotin, bira serokkomar jî mele û jina wî jî sergirtî be. Milet ev jî bi zor bi artêşê da qebûl kirin.

Erê Erdogan û Gul bûne serokwezîr û serokkomar lê nayê wê maneyê ku artêşê bi rastî jî ew qebûl kirine. Artêşê hîn îktîdara AKP-ê hezim nekiriye. Evy ek bi wan gelkî zor tê. Û ev şer jî şerê wê ye. Yanî di kuştin û terorîze kirina kurdan da dubendî di nabêna wan da tuneye. Şer, şerê kursiyê ye.

Abdulkadir Aygan di sala 2004-an da wek endamekî JÎTEM-ê di çapemeniya kurd û tirk da bi dehan bûyerên ku ew bûbû şahid îfşa kiribû, cî, war, tarîxa bûyeran û navê Velî Kuçuk jî tê da, navê bi sedan endamên JÎTEM-ê û cînayetên wan yek bi yek eşkere kiribû. Lê ji ber ku yên hatibûn kuştin kurd bûn heta nuha kesî negot çima?

Di operasyona nuh da jî qala van cînayetan nayê kirin.

Heger AKP bi rastî dixwaze Tirkiye bibe welatekî demokratîk û siyaset jî ji bin wesayeta leşkeran derkeve, divê JÎTEM û Ergenekona Kurdistanê tasfiye bike, heta ev yek neyê kirin ne demokrasî dikane were Tirkiyê û ne jî siyaset ji bin emrê leşkeran derdikeve.


26 januari 2008

Ken îro bû nesîbê me jî

Şikir ji rahm û kerema “Xwedayê mihriban û dilovan ra”, hunermendê bi nav û deng Mûrat Batgî îro li Stockholmê em bi ken û henekên xwe xenê kir.

Di van 28 salên xwe yên sirgûniyê da ez bawer dikim ev cara pêşîye ku ez hewqasî ji dil keniyama û dilşa bûme.

25 januari 2008

Ev rê felaket e

Malpera HPG-ê(Hêzên Parastina Gel)ya fermî, di 22-ê çeleyê paşîn (22/1-08)da nivîsek bi sernivîsa “Ajanê dewleta kûr Îbrahîm Guçlu”weşandiye. Nivîs bi îmzeya Aram Masis hatiye weşandin.

”Aram Masîs”, navekî ermenî ye. Xwediyê nivîsê ji bo çi ev nav li xwe kiriye meriv fêm nake. Gelo bi vî navî xwestiye tiştekî bibêje?
Di nivîsa Aram Masîs da siyasetmedar û kurdperwerê nas Îbrahîm Guçlu wek “ajanakî dewleta kûr û kadirekî JÎTEM-ê” hatiye nîşandan û dû ra jî ji bo kuştina wî emir hatiye dayin.

24 januari 2008

Şerê çeteyên dewleta tirk berdewam e

Di nivîsa xwe ya do da ez hinekî li ser operasyona li hember çeteyên ”Ergenekonê” rawestiyabûm û min gotibû ku ez bawer nakim hukûmeta AKP-ê bixwaze û biwêribe bi şiklekî cidî û heta dawiyê here ser van çeteyan.

Bi îhtîmaleke mezin hukûmeta AKP-ê ewê neçe ser wan, piştî ku dinya hinekî kês û fês bû ewê hemûyan serbest berdin. Ji ber ku berê jî eynî ev çete di bûyera Sûsûrlukê, Şemzînanê û di ya Saûnayê da hatibûn girtin, lê piştî hinek qelebalix, dîsa hemû serbest hatibûn berdan.

Îcar jî ewê wiha bibe.
Derket ortê ku di lîsteya kesên ku ewê bihatana kuştin da bêyî kurdan, Orhan Pamûk û Fahrî Korû jî hebûne. Fahrî Korû, aqilmedê Erdogan yê herî girîng e. Loma jî operasyon kirin. Wek min do jî gotibû, heger hedef tenê kurd bûna ewê midaxele nekirana. Lê dema Pamuk û Fahrî Koru jî bûn hedef, wê demê mecbûr man rawestînin.

Ewê çend rojan bi hev ra bazarê bikin û sozê bidin hev ku merivên hev nekujin. Û dû ra jî ewê werin berdan.

Ji xwe wa ye îro bûyereke din peyda kirin û ew derxistin pêş. Îro li Dîlokê(Entabê) li hember El-Qaîdeyê operasyonek kirin û di operasyonê da 5 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar in. Li gor tiştê pûlis dibêje ji kuştiyan 4 kes endamên El-Qaîdê ne û yek jî pûlis e. Bi vî hawî rojev guhertin. Min bala xwe dayê, bêyî rojnameya Radîkalê yek malper û rojnameyê jî îro qala bûyera çeteyên ”Ergenekonê” nekiriye, mijar tenê operasyona li hember elemanên El-Qaîdê ye. Ew jî çuqas rast e, çuqas derew e hîn baş ne diyar e. Yanî sebebê operasyonê hîn baş ne zelal e.

Hinek rojnamevanên tirk dibêjin, navê vê çeteyê ya rastîn ”gladyo”ye, gladyoya Tirk e.

Wek tê zanîn gladyo rêxistineke girêdayî Natoyê ya paramîlîter bû û di orta salên 1950-î da di serî da li Îtalyayê û dû ra jî li gelek welatên Ewrûpayê hatibû avakirin. Lê piştî salên 1980-î li hemû welatên Ewrûpayê ev rêxstina paramilîter tasfiye kirin. Tenê Tirkiyê dest nedaye ”gladyo”ya xwe. Çimkî ew ji bo kurdan lazim e.

Bê guman generalên tirk tu carî hebûna ”gladyo” ya tirk qebûl nekrin. Lê wan hebûna
JÎTEM-ê jî berê qebûl nedikirin, digotin rêxistineke bi navê JÎTEM-ê tuneye. Lê dû ra derket ortê ku Tuxgeneralê teqawit Velî Kuçukê ku di vê operasyonê da hatiye girtin yek ji damezrênerê JÎTEM-ê ye. Ne tenê Velî Kuçuk, ji kesên girtî 8-ê wan leşker in û navên wan di hemû dosyayên ”kontrgerîlla” da hene.

Vê çeteya ”Ergenekonê” do bi navê Kontrgerîlla û JÎTEM-ê li Kurdistanê bi sedan kurd kuştine û destên xwe di xwîna kurdan gerandine, îro jî vî karê xwe bi navê ”Ergenekonê” dimeşînin.

Tê gotin ku ev operasyona îro li hember elemanên El-Qaîdeyê hatiye kirin, li ser daxwaze Emerîkayê bûye, emerîkiyan îstîxbarat dane tirkan.

Di 21-ê mehê da Erdogan bi şev 40 deqîqeyî bi sefîrê Emerîka yê Anqerê Ross Wîlson ra hevdîtinek kiriye. Îdîa ew e ku Ross Wîlsson, di vî warî da îstîxbarat daye Erdogan û piştî vê, ev operasyon hatiye kirin.

Sibe ev îdîa ewê hîn zelaltir bibe.

Lê ya girîng, dixwazin meseleya çeteyên "Ergenekonê" hinekî sar bikin, ji rojevê derxin.

23 januari 2008

Dewleta tirk xwestiye tiştê anî serê ermeniyan bîne serê kurdan jî

Do di çapemeniya Tirkiyê da du xeberên pir girîng hebûn. Min pê ra negîhand ku tiştekî li ser wan binivîsim.

Êvarî çûm serxweşiya Mehmet Alî Kût, diya wî wefat kiribû. Ciyê wê bihuşt be. Wek gelek kurdî, dewleta tirk nehîşt ew jî berî mirinê diya xwe bibîne. Gelek heval li wir bûn, bîna me hinekî bi hev derket. Ji xwe xêra şîn û şahiyan em hev û du dibînin. Û mixabin êdî roj bi roj şîn ji şahiyan bêtir dibin.
Operasyona li dijî çeteyên dewletêDo li hember hin kadirên “dewleta kûr” operasyonek hat kirin. Di nava girtiyan da ji damezrînerê JÎTEM-ê generalê kevn Velî Kuçuk bigre, heta bi bînbaşî, nivîskar û abûqatên meşhûr jî hene.


Li gor medyaya tirk dinivîse, endamên çeteyê haziriya kuştina Leyla Zana, Ahmet Turk, Osman Baydemîr û çend kesên din dikir. Xwedêgiravî operasyon ji bo ku rê li ber van kuştinan bigrin hatiye kirin.


Ev çeteya bi navê “Ceteya Ergenekon” ê ne çeteyek nuh e, berê jî wek kadirên “dewleta kûr” tevî gelek bûyeran bûne û gelek kurd kuştine. Yanî ev ne cara pêşîye ku biryara kuştina kurdan didin.


Lê dibêjin ku dewletê îcar nehîştiye.

Helbet bixwaze nexwaze meriv vê pirsê ji xwe dike:

-Ji bo çi nehîştin û ev operasyon kirin?

Gelo bi rastî jî AKP dixwaze “dewleta kûr” ji ortê rake û Tirkiyê bike welatekî demokratîk?

Ez bi xwe qet bawer nakim.

Bi îhtîmaleke mezin ji ber ku serê derziyê dikira bigihîşta AKP-ê jî, yanî ji ber ku dikira hin mervên wan jî bikuştana loma midaxele kirin. Heger yên bihatana kuştin tenê kurd bûna ewê ev operasyon nekirana. Dema serî digihîje wan midaxele dikin.

Çendakî berê jî li Stenbolê dîsa çeteyek ku ji dewlemendên kurd xûgî digirtin bi operasyonekê girtin. Di nava wan da jî gelek leşker û polîs hebûn. Lê dû ra derket ortê ku ew operasyon jî ne ji bo xatirê dewlemendên kurdan bûye, ji ber ku çeteyê ji hin merivên AKP-ê jî pere xwestibûn û ew bi kuştinê tehdît kiribûn loma operasyon kirine. Bi îhtîmaleke mezin ev operasyona do jî ji ber sebebekî wiha ye.

Her kes dizane ku ev kesên hatine girtin ne masiyên herî mezin in, vana çend qatil û çaqokêşên “dewleta kûr” in û li gor emrê wê van planan amade dikin û cînayetan dikin. Şefên mezin li ser karên xwe ne û bi Erdogan û Gul ra dewletê îdare dikin. Berpirsiyarên bûyera Şemzînan hemû hatin berdan û serokê wan yê herî mezin jî îro serokerakanê dewleta tirk e. Loma jî di vê operasyonê da jî ewê hev û du hinekî saxî bikin, hêza xwe hinekî nîşanî hev bidin û dû ra jî wek bûyera Sûsûrluk û Şemzînanê(ku di herdu bûyeran da jî dewleta kûr di ser sûc da hatibû girtin) hemû werin berdan.

Dewlata tirk palana jenosîda kurdan kiriyeRojnamevan Can Dundar û Ridvan Akar do di rojnameya Millîyetê da li ser Bulent Ecevit dest bi weşandina hin belgeyên di arşîva wî da kirin. Can Dundar û Akar ji hin belgeyên ji arşîva Ecevît kitêbek amade kirine, kitêb bi navê “Ecevît û Arşîwa wî ya bi Dizî” vê hefteyê ewê di nava weşanên Îmge-yê da derkeve.

Dundar û Akar vê kitêbê di rojnameya Millîyetê da wek tefrîka diweşînin.

Di vê kitêbê da belgeyek nîşan dide ku tirkan jî wek Saddam Husên, lê belê hîn di salên 1960-î da plana qirkirina kurdan çêkirne.

Wek tê zanîn Di 27-ê Gulana sala 1960-î da leşkeran li Tirkiyê bi darbeyekê dest danîn ser hukim. Piştî darbeyê leşkeran bi DPT-ê(Teşkîlata Dewletê ya Plandanînê)raporeke ku ewê kurdan çawa ji Kurdistanê derxin, çawa bidin koçkirin dane amadekirin.

Ji bo bicîanîn û meşandina plana “enfalkirina kurdan” di nava DTP-ê da grûbeke bi navê “Grûba Rojhilat” çêkirine. Ev grûb jî piştî ku li Kurdistanê gelek lêkolînan dike, raporeke bi navê “Rapora Rojhilat” amade dike û dide hukûmetê. Ev rapor jî dû ra dema CHP û AP tên ser hukim û Ecevît jî dibe wezîr teslîmî wî dibe.

Di vê ”Rapora Rojhilat/Dogu Raporu” da pêşniyar tê kirin:

Yek, divê miheqeq kurd werin asîmîlekirin.

Dudu, divê kurd ji Kurdistanê werin derxistin û li hin deverên tirkan, wek herêma Derya Reş werin belavkirin. Û divê ji wan deran jî miletên din li Kurdistanê werin bicihkirin.

Sisê, divê kurdên Tirkiyê û kurdên Îraqê ji hev bên qetandin, tirk li wan herêman bêne bicihkirin, ji bo ku ji aliyê demografêk ve nufûs were guhertin û li herdu aliyên tixûb jî têkiliya kurdan ya bi hev ra were qutkirin, yanî danûstendin ne mimkûn be.

Çar, divê bi plan û program, nifûsa kurdan ji Kurdistanê tim bi aliyê Tirkiyeyê ve biherike û ya tirkan jî tim bi aliyê Kurdistanê ve.

Pênc, divê kurd bêne perwerde kirin ku ew ”tirkên çiyayî” ne û miletkî bi navê kurd tuneye. Divêt meriv têxe serê kurdan ku bi eslê xwe ew “tûranî” ne, yanî tirk in.

Şeş, divê di raodyoyan da meqamên mehelî lê bi gufteyên tirkî werin gotin, ji bo kurd tirkî fêr bibin û ji muzîka tirkî hez bikin.
heft, divê hin kurd bibin mamûrê û li Kurdistanê werin belavkirin.

Bi kurtî di raporê da ji bo wendakirina kurdan gelek tedbîr û pêşniyarên din î hene.

Her çiqas ji ber hin şertên der û hundur, ji ber mezinayî û xurtiya çand, kultur, edebiyat û zimanê kurdî, tirkan nikanîbûye heta niha miletê kurd bi giştî bihelînin û bigihîjin vê armanca xwe jî, lê dîsa jî di gelek warî da bi ser ketine.

Mesela, hema di van 30 salên dawî da bi kêmanî çar milyon kurd ji Kurdistanê derxistin. Bi îhtîmaleke mezin siyaseta li pişt şerê li hember PKK-ê jî perçeyek ji vê plana dewleta tirk e. dewlet dixwaze tim şer hebe ji bo ku bikanibe terorê bimeşîne û kurdan ji kurdistanê derxe.

Ji sedî %90-ê gundên ser sînor vala kirine.

Bi sedhezaran tirkên balkan û ji derên din li Kurdistanê bicih kirine.

Bi milyonan kurd asîmîle kirine û kirine tirk.

Zimanê kurdî heleandina anîne ber mirinê.

Muzîka tirkî ya ji alî kurdan ve tê îcrakirin bi kurdan dane hezkirin.
Û geleknimûneyên din.

Tiştekî din yê pir ecêb jî bi riya vê raporê meriv dibîne ku Ecevît merivekî çuqasî dijminê kurdan bûye, heta îro bi yek gotinê jî qala vê raporê nekiriye.

Ya din, bêyî Ecevît jî heta nuha gelek kurd bûn wezîr û hatin meqamên girîng. Van kurdan jî heta nuha qala hebûna raporake wiha nekirine. Gelo haya kesî ji hebûna planeke wiha cênebûye ya jî wek “Ecevît” ew jî hemû dijminê gelê xwe ne?

Divê hemû kurd vê raporê bixwînin, bidin xwendin, belav bikin, di telewîzyonan da programan li ser çêkin, axir divê meriv haya her kurdî bigihînê.

Divê kurd bibînin ku ev dewlet çuqasî dijminê vî gelî ye û xwestiye wek Saddam Husên kurdan qir bike. Tiştê Saddam Husên kiriye esas yek bi yek disibin pêşniyarên tirkan, lê tenê cî ne Kurdistana Tirkiyê ye, nexwe wek naverok tirkan jî xwestiye eynî tiştî bikin.

Ji ber girîngiya vê plana jenosîda kurdan ya bi dizî, ew beşê ku di Netkurdê da Mûrad Ciwan kiriye kurmancî bêyî ku êz dest bidim zimanê wî li jêr diweşînim.

Plana dewleta tirk ya jenosîda kurdan"ESASÊ SIRGÛNKIRINÊ
ASIMILASYON
: Qanûna nuha ya Îskanê û cîbicîkirina wê ji nuh ve, li gor pêdiviyên siyaseta nuh û bi awayekî ku asîmîlasyonê biserxe bê guhertin.

SIRGÛN : Ji bo struktura nifûsa herêmê ya ku xwe kurd dihesibîne ber bi nifûsa tirkan de bê guhertin, nifûsa zêde ya peravên Deryaya Reş a ku ji ber dijwariyên aborî mecbûr dibin diçin deverên din û tirkên ku ji derveyî welat tên, divê li vê herêmê bên cîbicîkirin, li herêmê nifûsa ku xwe kurd hesab dike bi teşwîqan bê hicretkirin ji bo deverên dervayî herêmê, hicreta wan bê fînansekirin û li deverên welat ên ku tirk lê ne, bên bicihkirin.

JI PERÇÊN DIN BÊN CUDAKIRIN : Herêm divê berdewamî bi wî awayî ji alî îskanê de bê perçekirin (berdewamî yên netirk li herêmê bên bicîhkirin di navbera kurdan de NETKURD) ku peywendiyên yên ku li Tirkiyeyê xwe kurd hesab dikin û kurdên Îran û Iraqê ji hev bên birrîn.
KADROYÊN KONTENJAN : Ji bo ku ji herêmê bo Rojava û ji Rojava bo herêmê nifûs bê guhaztin, nîsbeteka kadroyên tesîsên sinaî, zîraî û bazirganî yên sektorên devletê û ên taybet wek kontenjan ji bal karkirên gelê deverên din bên tayinkirin da perçebûn û têkilhevbûn bibe.

GIHANDINA MISYONERAN : Divê dibistanên herêmî (bölge okullari) yên gundan û yên meslekî yên ku hatine plankirin dest bi kar bikin... misyonerên keç û kurr bên gihandin û ji bo vê dezgeyên taybetî bên danîn. Ji yên gelê Herêmê ên ku zîrek in û hê ji piçûkî de asîmîle bûne îmkan û derfetên perwerdeya bilind bê dîtin.
MEMURÊN KURD : Walî, qaymeqam, hakim, efserê jendermeyan, efserê orduyê, mamoste û karmendên ku bi esil j iwan in yên xwe kurd dihesibîn, bê şandin bo Rojhilatê. (Kurdên asîmîlebûyî yên ku xwe tirk dibînin bên şandin nav kurdan. NETKURD)

DI RADYOYAN DE PROPAGANDA : Di radyoyan de meqamên mehelî (kurdî) bi gufteyên tirkî bên stiran û li radyoyên mehelî, ji bo herêmê progeramên propagandayê ji bal pisporan bên amadekirin û weşandin.

BIZAVÊN DAN BAWEKIRINÊ : Faaliyeteka bawerkirinê di nav wan de bê meşandin ku ew bawer bikin ji alî irqî ve ê bo wan gelek lirê, ewle û îmkanbexş be ku ew di nav sazumana siyasî ya tirk de bimînin.

ŞANOGER Û HOZAN : Bi riya skeçên ku ji bal pisporan hatine amadekirin ji bal grubên şanoyê yên piçûk û hozanên ku zimanê deverê dizanin fikrên li jorê bên cîbicîkirin.

PIRSA KURDÎ TUNE : JI bo derûdorên entelektuel ên dinyayê bê gotin ku li Tirkiyeyê pirsa kurd tuneye.

TARÎXA TIRK A ROJHILAT : Zûbizû Enstîtuyeka Tirkolojiyê bi unîversîteyekê ve girêdayî bê danîn, bê îsbatkirin ku eslê yên xwe kurd dizanin tirk e û ev bên weşandin. Tarîxa tirk a Rojhilat bê nivîsîn û weşandin.

TIRKÊN ÇIYAYÎ : Ansîklopediya Îslamê, nivîsa terefgir a alim û siyasetmedarê rûs Minorskî ya ku bi îdîya îranîbûna eslê yên ku xwe kurd diznin li maddeya yên xwe kurd diznin nivîsîye û bi vî awayî xeletiyek mezin kiriye. Ev tez li wê teza ku dibêje eslê yên ku xwe kurd dizanin tirkên çiyayî ne, tûranî ne, û me ev li Lozanê bi delegeyan dabû qebûl kirin.lihev nake. Nuha ronakbîrên Rojhilatê di nav xwe de ketine minaqeşeyan û ev xetayek e ku destekê dide cudaxwazan, divê zûbizû bê rastkirin.

ESLÊ WAN TURANÎ YE : hin lêkolîn li ser turanîbûna eslê yên ku xwe kurd zanin bê kirin û bi riyên cuda bên neşirkirin.”

21 januari 2008

Barak Obama jî dewleta tirk xeyalşikestî kir

Di hilbijartinên Emerîka da jî hesabê tirkan ji nuha da çewt derdikeve. Hêviya tirkan ew bû ku partiya Buch, Partiya Komarî ewê di hilbijartinên meha mijdarê da wenda bike û ewê Partiya Demokrat were ser hukim û serokê Partiya Demokrat jî ewê ji Buch bêtir dostê wan be û dev ji Îraqê û kurdan berde.

Lê wa ye ji nuha da diyar dibe ku namzetên Partiya Demokrat yên herî xurt Hîllaray Clînton û Barak Obama her du jî tiştên li gorî dilê tirkan nabîjin.

Piştî Hîllaray Clîntonê îro jî Barak Obama, soza naskirina qetlîama 1915-an da gelê ermenî.
Barak Obama ji Partiya Demokrat li hember Hillaray Cilînton, ji bo berendamiya serokkomariyê micadelê dide û yek ji berendamên xurt e.

Obama îro bi beyanekê got, heger di meha mijdarê da ew serokkmomariya Emerîkayê qezenc bike ewê qetlîama ermeniyan nas bike.

Barak Obama di beyana xwe da wiha dibêje:
”Ermenîstan di şerê me yê li hember terorîzmê da mitefikekî me yê baweriyê ye. Heger ez bibim serok, alîkariya me ya bi Ermenîstanê ra ewê dewam bike. Ji bo zêdekirina ewlekariya Ermeînstanê ezê bixebitim ku dawiyê li blokaja tirk û azeriyan bînim. Emerîka ji roja ava bûye û vir da tim piştgirî daya demokrasiyê û mafên qedera xwe bi destê xwe tayin kirinê. Ezê jî vê siyasetê bidomînim û di vê çarçeweyê da hewil bidim ku ji meseleya Qerebaxa Jorîn ra çareseriyekê bibînim.”

Li ser xurtkirina têkiliyên Emenîatan û Emerîkayê jî Obma dibêje, di dema îktîdara wî da ji bo pêşdabirin û mezinkirina aboriya Ermenîstanê ewê têkiliyên ticarî, siyasî, leşkerî û kulturî yên di nabêna herdu welatan da xurttir bike.

Van gotinê Obama di çapemeniya Tirkiyê da olan daye û wek bibêjin, ”di vir da jî hesabê mal û bjêr li hev derneket.” Loma jî hinekî şeqizî xwanê ne. Çimkî tu berendamên nêzî siyaseta wan tuneye, yê herî bêtir hêvî jê dikirin Obama bû, wî jî camêr wa ye ji nişka ve j iwan ra got:
-Buuuhhh !

Wek tê zanîn Hîllaray Clîntonê jî berî nuha bi demekê li ser qetlîama ermeniyan gotibû ew piştgiriyê dide tezên Ermenîstanê.

Û di mesela Îraqê da jî Hîllarayê gotibû, heta demeke dirêj ewê ji Îraqaê venekşin û piştî vekişînê jî divê leşkerên wan li Kurdistanê werin bicîkirin.

Loma jî tirkan ji Hîllarayê bêtir hêviya xwe bi Obama ve girê dabûn. Lê Obama jî îro bi vê beyana xwe tirk xeyalşikestî kir..

20 januari 2008

Li Swêd her tişt mimkûn e

Berê meseleyek...

Rojeke dawiya hefteyê mêrik û jina xwe çûn ber golê, bi nêta ji xwe ra him masiyan bigrin, him jî hinekî bîna xwe vedin.

Mêrik yekî masîgir bû. Sibehan zû radibû diçû masiyan. Bi vê yekê pir dilşa dibû.
Dema mêrik diçû masiyan, jinikê jî ji xwe ra kitêb dixwend.

Sibehekê wek her tim mêrik dîsa rabû çû masiyan. Piştî demek kin destvala vegeriya mal û çû xwe dirêj kir. Wê rojê xwe hinekî bêtaqet his dikir.

Piştî mêrik di xew ra çû, jinik bîstekê ponijî, nizanîbû çi bikira. Bîna wê teng bû. Ji nişka ve biryar da here bi botê hinekî bigere. 

Bîstekê bi botê di golê da çû û hat. Nizanîbû çi bikira? Dû ra bota xwe kişand qeraxa golê ji xwe ra dest bi xwendina kitêbekê kir.

Piştî demek kin zilamek bi botekê hat ba wê.

Mêrik jê ra got:

-Roj baş xanim! Ez ji dahîreya trafîka deryayê têm. Tu li vir çi dikî?
Jinikê got:

-Ez dixwînim. Ez bawer dikim ne qedexeye?

Polîsê trafîka deryayê got.

-Li vê herêmê masîgirtin qedexeye.

Jinikê got.

-Ez masiyan nagrim, qey tu dibînî ez çi dikim.

Polîsê trafîka deryayê got.

-Hemû techîzatên masîgirtinê bi te ra heye. Ez mecbûr im te bibim nivîsînghê/buroyê, li wir hûnê meqbûza cezayê xwe bigrin.

Jinikê bi toneke tehdîtkar got.

-Heger tu tiştekî wiha bikî ezê jî ji ber tecawizê li te gilî bikim.

Mêrik bi dengekî matmayî got:

-Min destê xwe bi te nekiriye…!

Jinikê got:

-Rast e, te destê xwe bi min nekiriye, lê aletê te yê tecawizê bi te ra ye.

Li ser vê bersîva jinikê, polîsê trafîka deryayê ziravqetyayî kortika hustuyê xwe xurand û ji ba jinikê bi dûr ket.

Bê guman ne li her dera cîhanê, lê li Swêd, wek polîsê vê çîrokê divê meriv hevza xwe ji jinên swêdî bike. Çend hebên me jî ji ser rê da ketibin jî lê piraniya jinên me hîn hewqasî bêbext û zalim nebûne. Loma jî divê meriv gelkî qedrê wan bigre û wan bide ser serê xwe.

Çend roj berê li Stockholmê jî bûyereke eynî wek vê meseleya min li jor qal kir rû da.

Dengbêjekî bi navê Tîto Ernesto Baltran bi îdîeya 8 sal berê li otêlekê tecawizî keçeke 18 salî kiriye hat mahkimekirin.

Hefteya borî jineke swêdî li Tito Ernesto Baltra gilî kir, got 8 sal berê di dema tûrneyeke wan da Tîto Ernesto li otêlê tecawizî keçikeke 18 salî ya bi wan ra kir.
Di gilînameya xweda dibêje, piştî tecawizê keçik hat ba min û ji min ra got, Tîto Baltra li oda xwe tecawizî min kir. Min û keçikê wê demê neçû lê gilî nekir, lê nuha wîjdanen ez xwe sûcdar dibînim, loma jî lê gilî dikim.


Bi îhtîmaleke mezin nabêna xwediya gilî û Tîto Baltra nuh xera bûye, loma jî nuha lê gilî dike û wî dike qulikê.
Çimkî li Swêd giliyên bûyerên wiha jê ra şahid û delîl nelazim in û tu carî muhrîrî zeman jî nabin, jin kînga bixwaze dikane gilî bike û mêrik bide girtin û derxe hembe mahkimê..Yanî li Swêd ji bo gilîkirinê tu eceleya jinan tuneye.


Xwediya gilî(Maria Lundqvîst) bi çavên serê xwe tiştek nedîtiye, tenê dibêje keçikê ji min ra gotiye. Û Tîto jî dîbêje derew e.Yanî şahid û delîl tuneye, tenê îdîa heye.

Lê dîsan jî piştî 8 salan têr dike ku Tîto Baltran bi vî sûcî bavîjin zindanê û derxin hember mahkimê. Li hin derên din dikane tiştekî wiha ne mimkûn be, lê di vê bûyerên wiha da edaleta Swêd wiha ye.

Tîto Ernsto Baltra tenorekî(dengbêjê operayê) gelkî meşhûr e, 43 salî ye û bi eslê xwe jî ji Şîlîyê ye, ev 22 sal in li Swêd dijî.

Jinika ku li ser navê keçikê(keçik wê demê li ber geda wê bûye) li Tito Baltran gilî kiriye jî artîsteka bi nav û deng e. Loma jî mahkimê di çapemeniya Swêd da gelkî olan da ye. Hewqas olan da ku êdî ez jî mecbûr mam ku ji kurdan ra qalê bikim.

Piştî min bûyer di rojnameyan da xwend min telefonî ”donjiwanekî kurd” kir, nuha êdî kal e, min jê ra got:

-Birako, ez zanim te bi keçên swêdî ra gelek kab avîtine, hûn gelek caran bûne mîvan û mazûbanên hev. Tu bi ya min dikî, tu yê ji xwe ra bireve here hîn dor nehatiye te jî !
Tiştên anîn serê Tîtoyê reben dikanin bînin serê te jî. Hema yek dikane di deftera xwe da bê hemdî li navê te rast were û dû ra jî li wê şevê poşman bibe û here li te gilî bike. Ma tu yê çi bikî?


Keniya got:

-Metirse, ez rût im, li min gilî nakin.

Herçî ez im elhemdulîllah, milyarên min jî hebin nikanin li min gilî bikin. Ji ber ku ne ez tu carî bûme mîvanê wan û ne jî ew bûne mîvanê min.

Loma jî ez her şev bê tirs dikanim serê xwe deynim ser balgiyê xwe û têkevim xewneke bêbinî.

Min got ez îro jî qala teror û zilma tirkan nekim.

19 januari 2008

Bîranîna dilşewatekî kurdan

Dewleta tirk ya çete salek berê îro rojnamevan û gernasê miletê êrmenî û dostekî kurdan yê dilşewat Hrant Dînk, li Stenbolê bi pûştî û qeleşiyeke mezin bi qatilên xwe da kuştin.

Îro li Kurdistanê, li Tirkiyê û li gelek bajarên Ewrûpayê kurd û hemû dost û hevalên Hrant, yên bi namûs û qedirşînas vî zana û ronakbîrê ziravpiling bi giramî û bi minetdarî bibîrtînin.

Berî kuştina wî, min Hrant Dînk nas nedikir, belkî min navê wî bihîstibû lê ji bo min yekî pir ne nas bû. Ez gelkî li ber ketim ku min di saxiya wî da ew ji nêz ve taqîb nekiribû.

Piştî kuştina Hrant, min xwest ku ez jiyan û berhemên vî ronakbîrê hêja baştir nas bikim, dîtinên wî yên li ser qetlîama êrmeniyan û mesela kurdan fêr bibim. Loma jî ew nivîs û hevpeyvînên wî yên ku ez lê rast hatim min hemû xwendin.

Par di malpera Dibistana Kurdî da ez rastî hin notên heval Heyder Diljen yên ji sempozyomekê hatim.
Heyder Diljen, di 29-ê hezîrana sala 2003-an de li Anqerê bi Hrant Dînk ra beşdarî sempozyoma perwerdeya zimanê zikmakî ya EGÎTÎM-SEN-ê bûbû û di vê sempozyomê da hin gotinên Hrant yên derbarê kurdan û zimanê zikmakî da not girtibû û par di malpera xwe da weşandibû.

Tiştên Hrant Dînk di wê sempozyomê da li ser perwerdeya zimanê dê gotine fikir û dîtinên gelkî girîng in, gotinên kesekî zana û dûrbîn e. Û di eynî wextê da jî merivekî dost û dilxwazê miletê kurd e, naxwaze kurd bihelin, bibin tirk.

Hrant Dînk baş fêm kiriye ku milet çawa ji ortê radibin. Di vî warî da bi çend nimûyên balkêş
wiha bala kurdan kişandiye:

-Yên ku dixwazin miletekî ji holê rakin, berê zimanê wî miletî qedexe dikin. Ziman organê cinsî yê miletan e. Dema tu miletan bixesînî ew milet nikainin hebûn û zuriyeta xwe bidomînin.

-Binêrin, çi dibêjin? Nabêjin ku bila kurd zimanê xwe hîn bibin, dibêjin "çi heyf ku me tirkî hînî kurdan nekir."-Ku hûn zimanê mirovên ku hûn bi hev ra dijîn qedexe bikin, hûn zimanê xwe jî diqedînin. Ez ermenî me, lê ez kurdiya xwe dixwazim. Ji ber ku em bi hev ra dijîn. Dema kurdî bi pêş bikeve ewê zimanê min jî pêş bikeve.

-Têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî giringtir têkoşîn e. Me mafê perwerdeya bi zimanê ermenî 150 sal berê girt, lê îro ermenîyên ku bi ermenkî bipeyivin, bixwînin û binivîsin tune ne. Têkoşîna me ya ji bo vî mafî bi erdê da çû. Dewlet îro me wek aksesuar bikar tîne. Bila cefa kurdan bi erdê da neçe. Hemû pêdiviyên xwe ji niha da amade bikin ku bila têkoşîna we vala neçe.

-Dema meriv çûkekê basko bike, ma ew çûk dikare bifire? Çepên Tirkiyê jî tê de, heta îro kes li hemberî ermenîyan bi namûs tevnegerîya ye. Nazim Hîkmet, ji wan şaîran e ku ez pirtir jê hez dikim, lê bi tenê peyvek jî ji bo komkujîya ermenîyan nenivîsiye. Çû Rûsyayê. Girîngtir hevalên wî ermenî bûn, lê dîsa jî nenivîsî.

-Heger îro kurd mane, bi saya zimanê kurdî ye. Ziman malzaroka(rehima) miletan e. Milet li wir çêdibin.

-Dema ez rewşa ermenî û kurdan didim ber hev rismekî weha derdikeve holê: Azadiya firînê dane ermanîyan, lê per û baskên wan hatine şikestin, loma nikanin bifirin.

Kurd hîn xwedî per û bask in, lê azadîya wan ya firînê tuneye. Divê merivv per û baskên kurdan neşikîne û vî mafî bide wan.

-Li Tirkîyê dixwazin em bi zorê bibêjin "em tirk in, durust in, jîr in" Ez durust im, jîr im, lê ne tirk im, ez ermenî me. Ermeniyê Tirkîyê me.

Divê êdî li Tirkiyê di pirtûkên dersê de, bes "Alî topê bavêje Welî", neyê nivîsîn. Divê êdî weha bê nivîsîn:

"Alî topê bavêje Hrant"

"Alî topê bavêje Delalê"

"Alî topê bavêje Welî"

"Hrant Dînk 29 hezîran 2003, Salona Mala Mamosteyan, Enqere
(Ji notên Haydar Diljen yên Sempozyomê)"


Tiştekî ku meriv li van dîtinên Hrant Dînk yên wek risasê giran û wek zêr bi qîmet zêde bike tuneye. Meriv dibîne ku wî kakilê meselê baş fêm kiriye û loma jî dixwaze bi damara dilê kurdan bigre, wan bihejîne û ji xewa mirinê şiyar bike.

Ew dizane dema kurd asîmîle bibin, wek milet jî ewê biqedin, ewê bibin tirk.

Hrant dibîne ku tirk çawa li çonga xwe dixin, dikin ax û of û dibêjin, "me çawa nikanîbûye heta nuha kurd asîmîle bikirana ?"

Loma jî dixwazin nuha bi darê zorê vî karê dengmayî bi lez û bez zû temam bikin. Bi asîmîlekirina zimên çawa ku gelên din hemû helandin, kirin tirk, dixwazin eynî tiştî bînin serê kurdan jî.

Hrant, ev nêt û hesabê tirkkan dîtibû û loma jî ji kurdan ra gurmîn bû li defa şer, defa hawarê dixist, digot kurdno rabin seferberligê, hûn li ber tunebûnê ne.

Sebebê qetilkirina Hrant Dînk, ne ji ber ku ew ermenî bû û rexne li siyaseta dewleta tirk ya nîjadperest digirt. Erê dewlet ji van rexneyên Hrant yên derbarê qetlîama ermiyan gelkî aciz bû, lê nedibû sebebê ku wî bikujin.

Bi îhtîmaleke mezin ji ber ku wî xwe di mesela kurdan jî gerand û xwest kurdan ji xewa mirinê şiyar bike loma ew kuştin. Dîtinên wî yên derbarê zimanê kurdî da ji bo dewletê pir tahlûke bû.

Loma jî bi qasî ermeniyan, Hrant, şehîdekî gelê kurd e jî. Divê kurd bi vî çavî li Hrant binêrin û wî her tim wek şehîdekî doza gelê kurd bibîr bînin.

18 januari 2008

Gelo Tirkiye û Emerîka bazara çi dikin?

Di nabêna Tirkiyê û Emerîka da li ser kurdan hin birr û bazar tên kirin, lê meriv nizane çi ne. Nûnerê Emerîka yê Îraqê David Satterfield, îro ji nişka ve firiya Anqereyê.
Li gor CNN Turk dinivîse Satterfield, berê çûye serokê serokerkaniyê yê 2. Orgeneral Ergîn Saygun dîtiye. Û dû ra jî çûye ziyareta serokkomar Abdullah Gul û wezîrê karê derve Alî Babacan.
Weke tê zanîn 3 roj berê(15/1) jî Orgeneral Ergîn Saygun li ser vexwendina cîgirê serokerkanê Îraqê Nasir Abadî çûbû Bexdayê û bêyî Abadî, bi serfermandeyê hêzên Emerîka yên li Îraqê David Petraeus re jî hevdîtinek pêk anîbû.

Tê gotin ku David Satterfield ewê bi tirkan ra têkoşîna li hember PKK-ê, meseleya Kerkûkê, qanûna petrolê û rewşa hikûmeta merkezî ya Bexdayê gotûbêj bike.

Tirkiye li Îraqê ne di nava hêzên pirnetewe da ye, ne jî welatekî ereb e, gelo ji bo çi Emerîka ewê here van meseleyên Îraqê bi tirkan ra minaqeşe bike?

Helbet ne emerîkiyan û ne jî kurdan tiştekî wiha negotine, yên vê îdîayê dikin tirk in. Loma jî divê meriv hinekî bi şik li van îdeayên wan binêre.

Meseleya PKK-ê temam, lê gelşa ”qanûna petrolê” û şerê kurd û ereban yê di vî warî da divê Tirkiye nikanibe xwe tevê bike. Ku bi rastî jî Emerîkî xwe mecbûr his bikin ku van meseleyan hemûyan bi tirkan ra bipeyivin wê demê ji bo me kurdan rewş pir xerab e. Maneya xwe dewleta tirk jî li Îraqê li hember kurdan bûye hêzek.

Tirkan îro Kurdistan bombaran nekirin, lê elektirîka wan birî. Li gor xeberên çapemeniya tirk, şîrketa (KAR-KEY)ku ji Silopiyê elektirîkê dide hin herêmên Kurdista Federe îro ji %90 dana elektirîk kêm kiriye. Yanî îro bombe bi ser serên kurdan da nebarandin, lê di tariyê da hîştin.

Dewleta tirk ziman, telewîzyon, radyo, rengên kesk û sor û zer, axir her tiştê ku bi kurdî be û kurdayetiyê bîne bîra mirovan li kurdan qedexe kiriye. Nuha jî dixwaze him bi alîkariya teknîk û qanûnan û ku ew jî têr neke bi zora fizîkî rê li ber bikaranîna înternetê bigre, nehêle kurd bi riya înternetê xwe bigihînin hev û bi hev ra têkevin têkiliyan.

Li gor malpera Serwextê nivîsîye, li bajarê Erzeromê polîsên polîsên tirk sê gencên kurd yên di nabêna 17 û 25 salan da ji bo ku li înternetkafeyê ketine malperên kurdî ew ”di ser sûc da” girtine û dû ra jî dane mehkimê. Û dadgehê jî li hemberî her sê xortan ji ber ku ketine malperên kurdan û bi kurdî xwendine doz vekiriye.

Ev dewleta tirk ya ceberrût bûye wek kûçikê bînê bigerîne, bi şev û roj wer li pey kurda ye. Nahêle xortekî kurd ji xwe ra nîv seetê bi tiştekî şa bibe. Ji viya mezintir zulm tuneye.

17 januari 2008

Li vê cîhanê kurdbûn zor e

Pirsgîrekên di nabêna kurd û ereban da roj bi roj kûrtir dibin. Pirsgirêka petrolê, referandûma Kerkûkê, bicîanîn xala 140-î û butçeya herêma Kurdistanê çend nuxteyên ku kurd û ereb li ser wan li hev nakin û li hember hev şerekî mezin didin .

Hukûmeta merkezî ya Îraqê dixwaze maf û selahiyetên hukûmeta herêma Kurdistanê kêm bike. Ji bo ku kurd di her warî da girêdayî û mihtacê wan bin, bêyî hukûmeta merkezî nikanibin tu gavê bavêjin, nikanibin bi şîrketên biyanî yên petrolê ra peymanan çêkin çi ji destê wan tê dikin.

Ji bo ku li hember kurdan hîn xurttir bin tifaqên nuh bi hev ra çêdikin.

Li gor nûçeyeke ajansa AP-ê, tê gotin ku wezareta petrolê ya Îraqê îro bi biryarekê têkiliyên xwe bi hemû şîrketên ku peyman bi hukûmeta Kurdistanê ra çêkirine qut kiriye.

Esas ji zû da ye tehdîdên bi vî rengî li kurdan dihatin kirin lê heta nuha tu gav neavêtibûn. Heger rast be, ereb dixwazin nîşanî kurdan bidin ku ew ciddî ne.

Lê gelş ne mesela petrolê tenê ye, Bexda dixwaze butçeya herêma Kurdistanê jî ji %17-an daxîne ji %12-an.

Dîsa Bexda naxaze madeya 140-î û referandûma Kerkûkê jî bide çêkirin.

Do bi şev di kanala Kurdsatê da min li Mela Bextiyar guhdarî kir. Bextiyar pir vekirî digot ku, îşê wan gelkî zor e, li hundur û li der gelek gurûp, hêz û dewlet li dijî wan in. Loma jî bicînanî medeya 140-î û referandûma Kerkûkê, mesela petrolê û gelek meseleyên din hewqas ne hêsaye û gelek astengên mezin li pêş wan hene.

Loma jî sala 2008-an ji bo kurdan ewê saleke gelkî zor be. Qedera kurdê başûr îsal tê tayin kirin. Di vî şerî da tenê Emerîka dikane alîkariya kurdan bike. Û ew jî ne diyar e. Bêyî Emerîka li der û li hundur, hemû hêz û dewletên cîran li dijî kurdan e. Bêyî piştgiriya emerîka li hember van hêzan hemûyan rawetîn gelkî zor e.

Di van du rojên dawî da serokê Kurdistanê Barzanî bi gelek aliyan ra hevdîtin pêk anî. Li ser çûna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Bexdayê û hevdîtinên wî bi wezîra derva ya Emerîka Rice û bi hin aliyên ereb ra jî heta nuha tu tiştekî vekirî nehatiye gotin. Tê gotin ku Talabanî, daxwazên kurdan wek deklarasyonekê daye Malikî û xwwstiye ku di mdemke muayen da bersîvekê bide.

Dema daxwazên kurdan red bike kurd kanin çi bikin?

Çimkî kurd di meclîsê da jî ne di piraniyê da ne, li wir jî mihtacî alîkariya ereban e. Û ereb jî her çiqas li dijî hev bin jî lê li hember kurdan tim dibin yek.

Do encûmena serokatîya herêma kurdistanê bi amadebûna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê parlamentoya herêma Kurdistanê Ednan Muftî, serokê hukûmeta herêmê Nêçîrvan Barzanî, cihgirê serokê meclîsê Kemal Kerkûkî, cihgirê serokê hukûmeta herêmê Umer Fettah û serokê dîwana serokatîya herêmê Dr. Fûad Husên li bajêrê Selaheddîn civiyan. Civîna hemû partiyan jî çê bû.

Tê gotin ku di van civînan da behsa serdana serokê herêma Kurdistanê ya Baxdayê û hevdîtina wî ya bi wezîra derve ya Amerîka re hatiye guftûgokirin.

Bi Rîce ra kurd çi peyivîne, çi biryar girtine hîn ne diyar e. Lê tiştê diyar ew e ku kurdan nikanîbûye emerîkyan îqna bikin ku êrîşên tirkan rawestînin. Ji ber ku piştî destûra Emerîka, tirkan bombebarana Kurdistanê êdî ji xwe ra kirne rutîn, kînga dilê wan dixwe ya bi balafiran ya jî bi topan bombebaran dikin.

Li bakur jî halê kurdan ne tu hal e. Meriv naxwaze li telewizyonan temaşe bike. Her kes li kurdan dixwe, Îran bi darde dike, Sûryiye kurdan digre, dixe hefsan, Tirkiye rojê çensed kurdî digre, bi sedsalan ceza dide xwendevan.

Kurdistan nuha ji dedma 12-ê Îlona 1980-ê gelkê xerabtir e.

Alîkara Serokê Giştî ya ÎHD-ê(Komeleya Mafên Mirovan) Reyhan Yalçindag, li ser binpêkirinên mafên mirovan yên sala 2007-an civînek çêkir û daxuyaniyek da çapameniyê.

Yalçindagê got, di sala 2007’an de binpêkirinên mafên mirovan li gor salên din 2 qatî zêdetir bûye.

Yalçindagê gotina Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan ya ku gotibû, “ji îşkenceyê re sifir tolerans”, got nuha bûye ji îşkenceyê ra zêdetir tolerans.

Leşker ji alîkî da lêdixin, pûlis ji alîkî da. Û hukûmet jî di warê siyasî da êrîşê dibe ser kurdan. Ji çend salan û vir da ye eva cara pêşî ye ku kêfa tirkan hewqas li cî ye.

Divê kurd li hember van êrîşên çaralî kurdên herçîar perçeyên Kurdistanê bi hev ra tiştekî bikin.

Lê çi bikin?

Ez wiya hîn baş nizanim. Li ser difikirim.

16 januari 2008

Erdogan: kurd xwediyê her mafî ne

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, îro li Madrîdê careke din derbarê kurdan da dîtinên xwe yên nîjadperest û pantûranîst dubare kir û got, kurd jî wek wî xwediyê her mafî ne, ji vê zêdetir tu mafekî ku ew bidin kurdan tuneye.

Ev çend roj in serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, ji bo ku beşdarî civîna ”Îtîfaqa Medeniyetan” bibe li paytexta Îspanyayê li Madrîdê ye. Erdogan, piştî civîna "Nueva Economia Forumê" civîneke çapemeniyê çêkir û li ser gelek meseleyan rawestiye. Bi taybetî li ser mesela kurdî pir vekirî got, hemû mafê kurdan hatiye dayin.

Pirsa rojnamevanekî, “gelo kurdê bibin xwediyê statuyeke taybet ya jî xwediyê mafên kêmatîyê/eqeliyetê ?”, Erdoan gelkî aci kir û bi uslûba pêxwesekî cahil wiha bersîva da:

-Ev pirs gelkî çewt e. Li welatê min hemwelatiyên min yên bi eslê xwe kurd ji min cihêtir ne xwedî tu statuyê ne. Ez wek serokwezîr Tayyip Erdogan xwediyê statuyeke çawa me hemwelatiyên min yên bi eslê xwe kurd jî xwedî eynî statuyê ne.

Van gotinên jorîn ji serê salan ve ye ku ji alî hemû nîjadperest û panturkîstên tirk va ên dubarekirin. Bahçeliyê faşîst jî, Baykalê nîjadperest jî gav û seetê eynî naqaratê dikin, “kurd xwedî hemû mafan e”.


Erdogan jî her çiqas çend caran bi rengekî sextekar û manîpulatîf çend gotinê girover ji bo xapandina kurdan gotibe jî lê ji zû da ye vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê pir vekirî û bê tirs dibêje.

Erdogan di bersîva xwe da hinekî din jî henekê xwe bi kurdan dike û wiha dom dike:

-Heger hûn ji hemwelatiyên min yên kurd pirsa hûn dixwazin bibin hindikayî? bipirsin, ewê bi sîle û pihînan we derxin der. Ji ber ku ew unsûrî eslî ne. Ew tiştekî wiha ebeden qebûl nakin. Li Tirkiyê hemwelatiyên min yên kurd bûne serokwezîr jî, wezîr jî. Di hemû dezgehên qanûnî da wezîfe girtine. Ma hîn ewê çawa be? Dema kelemek li hember vê yekê tunebe êdî mesele çi ye? Hin kes dixwazin yekîtiya welatê me ya unîter xera bikin. Emê pirîmê nedin viya.

Wek hemû serok û siyasetmedarên tirk, Erdogan jî merivekî bê heya ye. Heger ne merivekî bê rû, bê heya bûya ewê negota “heger hûn kurdan bikin hindikayî” ewê li we xin. Baş e, wê demê ev şer , ev xwîn û ev malwêranî ji bo çi ye?

Kurd çima şer dikin?

Partiyên kurdan çi dixwazin?

Bêguman Erdogan bi zanetî demagojîyê dike. Çimkî tiştekî din ê bibêje tuneye.

“Kurd li Tirkiyê bûne wezîr û serokwezîr” jî dereweke bi boçik e, kurd tu carî wek kurd nebûne muxtar, nebûne bekçiyê qereqolê jî. Dema bûna muxtar, bekçî, wezîr û serokwezîr, ne wek kurd, wek tirk bûne. Di meclîsê da her kurd mecbûr e kurdayetiya xwe înkar bike û wek tirkekî sond bixwe.

Heger kurd jî wek tirkan dibin wezîr û serokwezîr, wê demê Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle û Selîm Sadak ji bo çi 10 salan di zindanan da hatin rizandin?

Ma Leyla Zana ne ji bo xatirê du gotinên kurdî 10 salan hefs raza.

Heger kurd jî wek tirkan xwedî her mafîn e wê demê çima kurd nikanin wek parlamenterên tirk di meclîsê da bi zimanê xwe bipeyivin?

Çima zarokên kurdan bi kurdî perwerde nabin?

Çima telewîzyonên kurdan tunene?

Çima zimanê kurdî wek tirkî li her derê ne serbest e?

Ne heweceye meriv zêde dirêj bike, her kes dizane tu mafekî kurdan yê netewî tuneye,

Erdogan di axaftina xwe da bi taybetî li ser serkeftina AKP-ê ya li Kurdistanê di hilbijartinên dawî da rawestiya û got, ev jî îspata wê yekê ye ku piraniya kurdan bi me ra ye, siyaseta me rast dibînin û doza tu tiştekî din nakin.

Li gor Erdogan, heger siyaseta wan şaş bûye ewê kurdan ray nedana wan. Ji wan kesên ku li ba xwe hin hêviyan ji AKP-ê dikin Erdogan pir eşkere got, kurd mird, hindikayî mindikayî, maf û nizanim çi hemû lîstik in û em tu carî tiştên wiha qebûl nakin. Erdogan got:

-Kurd li her dera Tirkiyeyê dijîn, lê bi piranî li Başûrê Rojava hene. Li vê herêmê yekemîniya partiya min ne bûyereke laletayin/basît e. Dêmeg ez bi gelê xwe yê esilkurd ra bûme yek, pê ve mihiya me. Li ba me milîyetçîtiya etnîkî/nîjadî, herêmî, dînî qedexe ye. Hindikayiyên cihê ne, nizanim çi ye miye, em di nava lîstikên wiha da cî nagrin. Û em tu carî jî nahîlin kes dev bavîje ji hebûna me ya unîter da.

Parlamenterên AKP-ê yên kurd di nava milet da digeriyan, bi kurdî ji milet ra digotin, heger AKP were ser hukim ewê mafê kurdan yê netewî bide. Kurd jî bi vê propagandeyê xapiyan û AKP li Kurdistanê kirin partiya yekem.

Û ev rayên kurdan jî nuha wek senedekê înkarê di destê Erdogan da ye. Erdogan dibêje heger kurdan doza kurdayetiyê û hin mefên netewî bikira ewê ray nedana min û partiya min nekirana yekem.

Erdogan rast dibêje, çimkî şîara wî ya hilbijartina "yek milet, yek dewlet, yek welat û yek al" bû. Û tiştê nuha dike jî tam li gor van hedefên wî ne. Yanî camêr kes nexapandiye, tiştê berî hilbirtinan gotibû nuha tenê dubare dike û helbet gav bi gav bi cî tîne.

15 januari 2008

Çapemeniya tirk kûreya derewan e

Do (14/1) li paytexta Kurdistanê Hewlêrê li Parka Şehîd Samî Abdurrehman, bi minasebeta anîna cenazeyên 365 şehîdên enfalê merasîmek mezin hat çêkrin. Hemû tabût bi alên Kurdistanê hatibûn pêçan û li kêlek hev hatibûn rêzkirin.

Dîmenên merasimê muhteşem bû. Gurrûzî digirt laşê meriv!

Li başûr bi rastî jî miletê kurd ji jenosîdeke hîn mezintir xelas bûye, heger Seddam neketa ewê qira kurdan bianiya.

Meriv dikane bibêje ku kurdên mane ji mirinê xelas bûne.

Di merasîmê da serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Cîgirê serok Kosret Resûl, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî , serokê parlementoyê Ednan Muftî , şandeya îtalî û berpirsiyarên gelek hîzb û rêxistinan jî amade bûn.

Mesûd Barzanî, di merasîmê da axaftinek hestdar û dilzîzane kir û got:

-Hîn jî li Îraqê hin alîyên ereb hene ku dixwazin tawanên jenosîd û enfalkirina kurdan cardin dubare bibe , lê ev xewna wan derbas bû, êdî tu kes û tu alî nikane careke din tawaneke wisa li dijî gelê me bike. Heger ji destên wan bê ewê bi xwe jî van tawanan bikin.Lê tiştê esas ez dixwazim li vir qal bikim ne ev merasim e, xebereke tirkan ya li ser vê merasimê ye.

Îşev(15/1) di malpereke tirkan da(gelek malperan eynî xeber dabûn) li ser vê merasima 365 şehîdên enfalê xebereke wiha nivîsîbûn:

-Barzanî ji PKK-îyan ra merasimeke taybetî çêkir
Serê pêşemergeyan Barzanî ji bo xayinên di operasyona hewayî da birîndar bûbûn û dû ra jî di nexweşxaneyan da miribûn merasima cenaze çêkir.
Bi sedan kes tevî merasimê bûn, lê Barzanî beşdar nebû. Xwendevanan di rêzên pêşî da cî girtin. Tabûtên terorîstan jî bi xwendevanan dan rakirin. Di merasimê da mersiye hatin gotin û şiîr hatin xwendin.
Aqilê meriv nagire, rojnamevanek çawa dikane hewqasî bêexlaq û rezîl be?


Însan, hema bi qasî dirhemekê jî exlaq û ûjdan pê ra mabe çawa dikane derewên hewqas rezîl û bêmistewa bike?

Civatek, dezgeyek çawa dikane hewqasî birize?

Dijminatiya miletê kurd, çapemeniya tirk rizandiye, kiriye çapemeniya derewan.

Bi medya tirk ra êdî ne exlaq maye û ne jî ar û heya! Damara arê ya(damara şermê)çapemeniya tirk qetiyaye, loma jî ji tu tiştî fedî nakin.

Medyaya tirk ji alî grûbek mytoman ve tê îdarekirin. Ji ber vê yekê jî derew li ba wan wek fisên tajiyan e.

kurd şerekî man û nemanê didin
Wezîra derve ya Emerîkayê Condoleezza Rice, vê sibehê ji Riyadê ji nişka ve çû Bexdayê.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Salih, herdu cîgirên serkomarê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Tariq Haşimî û Celal Talebanî li Bexdayê bi wezîra derve ya Amerîkayê Condoleezza Rice ra hatin ba hev.

Dîsa îro serok Talebanî, serok Barzanî û cîgirê Talebanî Tariq Haşimî jî civîneke sêqolî pêk anîn. Naverok baş nayê zanîn.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî do êvarî li Selaheddîn pêşwazîya fermandarê hêzên firehnijad David Petrayus û şandeya pê re kir.

Serokê duyem yê serokerkaniya Tirkiyeyê Ergîn Saygûn jî îro çû Bexdayê û bi cîgirê serokerkanê Iraqê Nasir Abadî û fermanderê giştî yê hêzên firehnijad David Petrayus ra civiyan.

Dema Rîce bi Talebanî û Mesûd Barzanî ra di civînê da bû balafirên tirk dîsa gelek deverên Kurdistanê bombebaran kirin.

Demeke pir krîtîk e, her kes dixwaze zora kurdan bibe û dishilata wan kêm bike. Diyar e îro jî li Bexdayê bi ereb, tirk û emerîkiyan ra şerê vê desthilatê hat kirin.

Îşê kurda zor xuyaye. Xwdê bi xêrê bigerîne.

PARVE BIKE