10 december 2007

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Me referandûma Kerkûkê neda çêkirin

Êdî baş diyar bû ku referandûma Kurkûkê ewê careke din jî were taloqkirn.

Li gor destûra Îraqê divê di 31-ê vê mehê da referenduma Kerkûkê bihata kirin. Do Komisyona Bilind ya Madeya 140-î rapora xwe pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kir. Min li rapora komisyonê û li minaqeşeyên li ser wê guhdarî kir. Meriv ji hemû minaqeşûeyan û bi taybetî jî ji gotin û dîtinên Dr. Mehemed Îhsan, nunerê hukumeta Kurdistana Federe yê di Komîsyona Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140-î fêm dikir ku referandûma Kerkûkê îsal çê nabe.

Referandûm, xwedêgiravî ”ji ber hin kêmasiyên teknîkî” ewê çend mehan were texîrkirin.

Lê îdîaya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Alî Babacan, ya ku îro di Parlamentoya Tirkiyê da kir tiştekî din e. Li gor îdiaya Alî Babacan, taloqkirina referanduma Kerkûkê encama zixtên Tirkiyeyê ye.

Babacan bi pozbilindî dibêje, ”Tirkiyeyê berê jî ji welatên têkildar û hemû grûbên Îraqî ra gelek caran gotiye ku pirsa Kerkûkê bi referandumê çareser nabe” û netîce referandûma ku divê di dawiya sala 2007-an da bihata kirin hatiye paşdaxistin.

Babacan dû ra jî axafitna xwe wiha domand, ”Vanan ji ber xwe nabin. Grûbên Bakurê Îraqê jî tê da, diyaloga û temasa me bi hemû beşên gelê Îraqê ra heye.”

Her çiqas di van rojên dawî da sinyalên paşdaxisitinê hatibin dayin jî lê heta nuha tu berpirsiyarekî kurd bi rengekî resmî negotiye referandûma Kerkûkî îptal bûye. Ya din ji xwe biryara vê paşdaxistinê jî ji xwe ewê Parlamentiyo Kurdistanê bide. Û Parlamentoyê jî hîn biryareke wiha negirtiye.

Lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Alî Babacan, ji îro da dibêje, ”referandûm hatiye paşdaxistin.”

Babacan çawa dikane bi rengekî hewqas ji xwe bawer vê yekê bibêje?

Gelo hukûmeta Kurdistanê sozeke wiha daye tirkan?

Tawîzên wiha bê guman ewê bêtir hêviya ”zor pere dike” bide tirkan, ewê di siyaseta xwe da bêtir êrîşkar û bê kompromîs hereket bikin. Yanî heger kurd wiha zû werin ”îmanê” ewê tim ”serê ço” nîşanî kurdan bidin. Ji xwe hebûna 200.000 leşkerên wan yên ser sînorê Kurdistanê jî wek ”Şûrê Demokles” ji bo vê armancê li wir in. Dixwazin bi wê hêza xwe ya leşkerî zoreke psîkolojîk li kurdan bikin, wan bitirsînin.

Li ser ”acizî” û midaxeleya tirkan, do jî nexşeya Kurdistanê ji ser wasiteyên pûlisên trafîkê hatibûn ra kirin. Li gor îdiaya medya tirk, li ser dikanan kirîn û firotana wê jî hatiye qedexekirin.
Tawîzên wiha ne ji xêrê ra ne û tu carî jî tirkan nerm nakin. Divê em vê yekê baş bizanibin.

Tirk tenê dikanin bi tiştekî nerm bibin, ew jî dibê kurdên başûr des tji hemû destkeftiyên xwe berdin û vegerin dema berê, dema Saddam. Yanî ew jî wek kurdên Tirkiyê, ji tirkan ra bibin xulam, xixmetkar û kole. Tiştê dewlet û miletê tirk layiqî kurdan dibîne û dikane pê werin serî qebûlkirina jiyaneke wiha ye.

Siyaseta dewleta tirk ya li hember kurdan îro ev e. Divê kurd ne li Kurdistanê û nej î li dereke din bi qasî serê derziyê jî nebin xwedî maf û desthilat. Divê hêdî hîdî, wek berfa ku roj bide ser, bihelin, wek milet nemînin.

Û divê em jî bi dsiyasetê, bi dîplomasiyê, bi zorê axir bi çi dibe bilea bibe, nîşanî tirkan bidin ku di vê siyaseta xwe ya li hember me ya înkar û îmhayê da ew şaş in û nikanin bi ser kevin.

Yanî heta ku tirk, di vê siyaseta xwe ya ”înkar û îmhayê” da ji karê bêtir zirarê nebînin dev ji me bernadin.

Divê em vê yekê nîşanî tirkan bidin. Ne xwe em tiştekî bi ser avê naxin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE