14 december 2007

Tiştê Qedafî ji bo kurdan dixwaze kurd ji bo xwe naxwazin

Hûn werin liv ê ecêb û li vê sosiretê binêrin, titştê Qedafî ji bo kurdan dixwaze, kurd ji bo xwe naxwazin.

Do êvarê heyetek ji partiyên kurdên başûr çûn Serokê Libyayê Muamer Qedafî li Parîsê ziyaret kirin. Qedafî, di hevdîtinê da careke din piştgiriya xwe bi doza gelê kurd ya serxwebûn û azadiyê ra dubare kir û wiha got:

”Ez tim li gel gelê kurd bûme û min ev helwesta xwe qet neguhertiye. Û ji ber vê piştgiriya min ya bi gelê kurd ra li her çar parçeyên Kurdistanê gelek rexne li min hatiye girtin.”

Qedafî li ser rexneyên ku ji ber vê meseleyê li wî tên girtin jî got:

”Tirkiye, Sûriye û dewletên din ji ber helwesta min ya li hember kurdan bi dijwarî min rexne dikin, lê min gotiye û tim jî dibêjim, gelê kurd li ser axa xwe dijî, wek gelên din yê kurdan jî mafê diyarîkirina çarenivîsa xwe heye.

Qedafî, li ser mijara serxwebûna Kurdistanê jî bêdeng nemaye, bi mêranî gotiye:

”Berevajiya xelkê ku tirsa wan ji avabûna dewleteke kurd heye. ku vê yekê wek xeter bi nav dikin, bi ya min avabûna dewleta kurd qet ne xeter e û mafê gelê kurd e. Çimkî kurd li ser erd û ava bav û bapîrên xwe dijîn, axa kesî jî dagîr nekirine.”

Qedafî dû ra jî ji heyeta kurdan ra gotiye:

”Li ser meseleya piştgiriya min a ji bo avabûna dewleteke kurd, gelek rexne li min tên girtin, heta ji min re dibêjin tu ji kurdan zêdetir daxwaza dewleteke kurd dikî. Tu daxwaza dewleta kurd dikî lê partiyên kurdistanî daxwaza federaliyê dikin.”

Bawer bikin camêr rast gotiye. Berî salên 1980-î hemû kurdên Kurdistana Tirkiyê, PKK jî tê da Kurdistaneke Sosyalîst yekbûyî serbixwe dixwstin. Lê nuha gelekên wan(PKK û DTP)tew doza otonomiyê jî nakin. Mesele daxistine dereka mafê însanî. Yanî yên bi hêz ji bo ku birayên xwe yên tirk aciz nekin tiştekî naxwazin û yên bê hêz jî gelek tiştan dixwzin lê hêza wan tuneye.

Berê me digot, kes piştgiriya doza me nake, lê nuha xelk dike em naxwazin. Kurdên beşên din ne têda lê PKK û DTP dewleteke kurd ya serbixwe êdî wek paşverûtiê dibînin, dibêjin daxwazên wiha milîyetçîtiye.Dema van daxwazan buhurî ye. Însanên modern êdî qala dewletên serbixwe nakin.

Tiştê ez dizanim alban wa ye li Kosovayê di demek nêz da serxwebûna îlan dikin. Lê ji me kurdan ra heram e, nabe, ne rast e.

Ku serokên me ev serok bin emê hîn gelek ecêbên giran bibînin.

1 kommentar:

  1. ma ez dbem gere meriv hinek sujine li seroke meyi basjur ji nexe.. Ezim lazime meriv wan ji rexne bike. U rexneye tuj gere meriv li wan bike. Cjima her daim ereb van dur dikin ew xwe bizor bi Irake gredidin.. Areb heji kurda wek bindeste xwe hesab dikin. Federaliya ku dane kurda ji simbolike tu maddeye we bicih naynin . Gere her daim serok u wezireme di riya baxdaye heren u werin..Ev buxe 200 sal bere wek vexta Osmaniyaye..

    SvaraRadera

PARVE BIKE