04 december 2007

Tirkiye welatekî sosiret e

Serekerkanê Tirkiyê Yaşar Buyukanit, li ser hin pirsên rojanamevanan yên derbarê kuştina
Gerîllayên PKK-ê da wiha got:

"Belê terorîst jî dimrin. Dixwaze bira dehhezar(10.000) terorîst bimrin, lê dibê yek Mehmetcîk(yanî yek leşker)jî şehîd nekeve."
Wek tê dîtin, dilekî bê ûjdan û bê merhemet ji destên pîskopatekî destbixwîn jî xerabtir e. Serekerkanê Artêşa Tirkiyê Buyukanit, ji însanekî bêtir, wek cenewarekî bêhest difikire.
Kuştina dehhezar kurdî jê ra qet ne derd e.
Xwedê kurdan ji vî zalimî bisitirîne!
Tirk kurdan boykot dikinKovara ”Turk Solu/Çepê Tirk” ya nîjadperest di hejmara xwe ya dawî da(hej.164/ 071203) li dijî kurdan kampaniyek nîjadperest daye destpêkirin. Kovarê li ser rûpela xwe ya pêşî wiha nivîsîye:
” Ez kirîn û firotina xwe ji tirkan dikim, pereyê min naçe ji PKK-ê ra.”
Kovarê ev manşeta jor kiriye rozet û li Stenbolê li tirkan belav dike. Di bin vê sernivîsê da bi nivîsekê ji tirkan tê xwestin ku ew her tiştê kurdan, heta bigihîje dikan û aşxaneyên wan jî boykot bikin û tiştekî j iwan nekirin. Kovar dibêje:
“Divê em li tirk û tirkîtiyê xwedî derkevin. Ji ber vê yekê jî kirîn û firotina xwe ji tirkan bikin. Divê li tu derê bêyî tirkî em zimanekî din bikar neynin û li hember kesên bikar tînin jî misemahayê nîşan nedin. Divê em li muzîka tirkî guhdarî bikin, xwarinên tirkî bixwin.”

Xwediyê van gotinên nîjadperest xwedêgiravî çep e. De îcar ku çepên tirk wiha bifikirin gelo rast û faşîstên wan ewê ça bin?

Mixabin, dijminatiya miletê kurd hemû îdeolojî û fraksyonên tirkan gîhandiye hev, êdî bi mercegê jî meriv nikane wan ji hev bigerîne. Bûne wek goşt û nenûkê.

Kurd dibêjin, yê binî disekine yê ser nasekine.

Yê me û tirkan jî bû ev mesele, ji dêlî ku em wan boykot bikin, ew me dikin. Diyar e xîreta me ji ya wan kêmtir e.
Kurd zû bi zû xwe nas nakin, ez hêvî dikim ku bi van êrîşên tirkan yên nîjadperest hinekî xwe nas bikin.
Erdogan û kamilîSerokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di her fersendê da DTP-liyan wek ”kafirên qetla wan helal” nîşan dide û naxwaze navê wan jî bigre ser zimanê xwe, qey ji bo ku devê wî heram nebe.
Erdogan dema qala DTP-ê dike, dibêje ”hinek, hin kes, hin der û dor” û gotinên wiha.
Lê îro di meclîsa da tew hinekî din jî pêş da çû, dema Fatma Kurtalan û Hesîp Kaplan peyivîn, Erdogan salona Heyeta Giştî terk kir û derket derve, ji bo ku li wan guhdarî neke. Piştî ku parlamenterên TDP-ê axftinên xwe qedandin û şûnda Erdogan vegeriya û çû li ciyê xwe rûnişt.
Serokwezîr nikane li raqibê xwe guhdarî bike, çep kurdan boykot dikin, xwendevanê tirk keç û xortên kurd li zanîngehan lînc dikin.
Û xwdêgiravî ev welat li Rojhilata Navîn welatê herî demokratîk e. (!)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE