16 december 2007

Êrîşkariya tirkan ji tirsê ye

Destên generalên tirk dîsa di xwîna kurdan geriya.

Berbanga vê sibehê seet li dora 02:00-an hêzên asmanî yên artêşa Tirkiyê bi dehan balafirên şer deverên ser sînor, çend gundên Kurdistana Federe bombebaran kirin. Di vê bombebarana balafirên tirk da li gor agahiyên çapemeniyê jineke kurd şehîd ket, çar kes birîndar bûn, gelek gund û dibistanek jî hatin wêrankirin.

Hukûmeta Kurdistana Federe, êrîşa dewleta tirk, kuştin û birîndarkirina xelkê sivîl bi xurtî şermezar kir.

Wezareta Derve ya Îraqê jî êrîşa Tirkiyê ya asmanî protesto kir û notayek da Tirkiyê.

Piştî êrîşê, Hêzên Parastina Gel(HPG) jî bi beyanekê diyar kir ku dewleta tirk, piştî demeke dirêj ya keşfa firokeyên îstixbaratên yên DYA-yê, bi gelek balafirên şer êrîş birine ser Çiyayê Qendîl, Xinêre, Xakurk, Avaşîn, Zap, Çemço û Metîna û bi tonan bombe barandine herêmê.

HPG di beyana xwe da dibêje di encama êrîşa ezmanî ya balafirên tirk da, 5 gerîlla û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 3 gerîlla jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê, di xeberên êvarî da min li Serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê pêxwas(lumpen) guhdarî kir. Erdogan, dema qala êrîşê kir ji kêfa dikira bifiriya û şorik ji devê wî diherikî, wek qeşmerokekî ser sifra leşkeran ji ber êrîşê û kuştina çend kurdan gelkî pesnê artêşê da û dû ra jî sipasî Serokerkan Buyukanit kir. Ji ber ku artêşê çend kurdên din jî kuştibûn Erdogan gelkî kêfxweş bû.

Li gor beyanên hin berpirsiyarên tirkan, êrîşa asmanî bi alîkarî û destûra Emerîkayê bûye.

Berpirsiyarê Emerîka yê leşkerî jî got, berî êrîşê Tirkiyê ew agahdar kirine.

Yanî bi sestûra wan ev êrîş pêk anîne. Ji xwe bêyî destûra Emerîka tirk newêrên xîçekî jî bavîjin ji wî alî da. Her kes bi vê yekê dizane.

Min berê jî çend caran ninivîsî ye, tirk bi rehetî dev ji kurdan bernadin. Li vê cîhanê bûne mukir, bûne bela û ketine deriyê me.

Xwedê bela wan ji ber nigê wan bide wan!

Tu dibêjî qey sebebê hebûna vê dewletê tenê dijminatiya miletê kurd e. Wekî din tu karekî wan tuneye.

Ev sîh sal in dewleta tirk bi şev û roj wer bi kurdan ra mijûl e, wekî din tu karekî nake.

Mijara meclîsa wan kurd in, her roj li ser kurdan dipeyin.

Artêş, bi şev û roj li pey nêçîra kurda ye. Ji xwîna kurdan têr nabe.

MîT, wek kûçikê bînê bigerîne, wer li dû kurda ye.

Pûlis, cendirme li pey kurdan e, copên wan ji ser serê kurdan ranabin.

Girtîxaneyên wan ji bo kurdan hatine çêkirin. Di nava van 6 mehên dawî da 10 hezar kurd xistine zindanê. Li gor gotina wan nuha zêdeyî 11o hezar însan di girtîxaneyên wan da ne. Bê guman piraniya van girtiyan kurd in.

Zanîngeh wek hêlînên nîjadperstiyê li dijî kurdan dixebitin.

Dîyanet ji bo dijminatiya kurdan Xwedê jî daye aliyekî û Pêxember jî, ji bo çewisandina kurdan her babet zulmê li kurdan rewa dibîne.

Çapemenî, wek dezgeyek nazîzmê li dijî kurdan propaganda û ajîtasyonê dike.

Welhasil hemû dem û dezgehên dewleta tirk, biçûk û mezin li dijî kurdan dixebitin û dixwazin kurdan bindest bihêlin.

Tu dibêjî qey vî miletî xwe ji ûjdan, merhamet, heq, huqûq û edaletê şuştiye, dema dibe kurd, ji serokê dîyanetê bigre heta bi serokê partiya karkiran, her kes dibe zalimekî bê emsal.

Kurd ne tenê li hember dewleta tirk, li hember Îran, Îraq û Sûriyê jî têkoşînê didin, şer dikin.

Lê ne faris û ne jî ereb, wek tirkan dijminatiya kurdan nakin. Yanî wek tirkan ji "adetê" dernaxin.

Tirk, li hemberî her tiştê kurdan e.

Li hember hebûna kurdan e.

Dema li Almanya jî fêm dikin ku şofêrê texsiya ew lê siwar bûne kurd e lêdixin, nikanin li texsiya şofêrekî kurd siwar bin.

Ev ne mirovatiye, wahşet e!

Însan çawa dikane hewqasî dijminê miletekî be?

Ev haletî ruhiya tirkan ji paranoyayê jî xerabtir e.

Tiştê meriv her roj dibîne, li hember miletê kurd, kîn û nefretek mezin di dilê tirakan da wek gulokekê kom bûye.

Çima?

Bi ya min ji tirsê ye.

Ji kurdan pir ditirsin

Kurd dikanin bi rizgarbûna xwe kerran bi guh bike.

Ji ber vê yekê jî ji kurdan hunavê wan diqete, dibizin.

Loma jî pir dikin qajewaj.

Wek tê zanîn, ewtîna kûçik ya zêde ji tirsê ye.

Her wisa êrîşkariya tirkan jî ji tirsê ye.

Ji kurdan ditirsin, ji ber ku kurd tenê li ber pozê wan mane. Hemû miletên din helandine, kirine tirkên naylon.

Dema kurd bigihîjin mafên xwe, azadî û serxwebûna xwe bidest xin, ewê rê ji miletên din ra jî vebe. Di pêşerojê da miletên din jî ewê doza mafên xwe bikin.

Çimkî tirk baş dizanin ku li Tirkiyê tenê ji %9-10-ê nufîsê tirk in, yên mayî miletên din in. Tirk hîn do hatin herêmê û bi xêra kurdan li wir bicî bûne. Loma jî li dijî her tiştê kurdan e, naxwazin mafekî herî biçûk jî bidin.

Lê tu zulm û bêedaletî ne ebedî ye. Hemû zulm û zalimî di esasê xwe da ji tirs û zeîfiyê tê. Çawa ku tu jîn ne ebedî ye, her wisa tu dîktatorî jî ne ebdî ye, zû ya dereng ev rejîma zalim û ceberrût jî miheqeq ewê tar û mar bibe û miletê kurd jî wek her miletî, ewê bigihîje azadî û serxwebûna xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE