19 december 2007

Rayên kurdan bûn bombe û bi ser wan da barî

Xwendevanên hêja, sibe Cejna Qurbanê ye, roja kêf û şadiyê ye. Lê wek gelek kurdî, di vê şeva bimbarek da ez jî ne kêfxweş û dilşa me. Ez gelkî xemgîn û dilbikul im.

Dewleta tirk ya xwînxwar û zalim îsal jî nehîşt miletê kurd yê mezlûm û bindest wek her miletî di nava aştî û aramiyê da, bê şîn û girî cezna xwe pîroz bike.

Dewleta tirk ya zalim û ceberrût ev sê roj in ku ji asîmanên Kurdistana Îraqê agir bi ser gelê me yê Başûr da dibarîne, keç û xortên me, zarokên me dikuje.

Ji ber ku tirk xwedî tank û top in, xwedî bombe û balafir in, xwedî milyonek hêzên çekdar in loma jî çavê wan me dibire, ji çavsorî, ji bo hestên xwe yên nîjadperest tatmîn bikin zulmê li me dikin.

Ji bo ku nîşanî cîranên xwe û cîhanê bidin ku ew pir mêr in, pir qehreman in û ji me kurdan gelkî xurttir in vê zulmê û barbariyê li me dikin.

Fermandarê Hêzên Esmanî yê Tirkiyê Orgeneral Aydogan Babaoglû, îro bi serbilindiyeke gelkî mezin qala êrîşa xwe kir û bi quretiyeke bêmistewa wiha got:

“Di cîhanê de kêm dewlet dikanin di tarîya şevê da êrîşeke bi vî rengî pêk bînin. Em gihîştin armanca ku me dabû ber xwe. Em bi hêza xwe bawer bûn me dizanibû ku teknîk û îmkanên me yên ji bo êrîşeke bi vî rengî heye. Me bi vê yekê hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da.”
Di van êrîşên dewleta tirk da bi dehan gund hatin wêrankirin, gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin û bi dehhezaran xelkê sivîl jî ji bo ewliyiya canê xwe mal û gundên xwe terk kirin û koçber bûn, di vê sar û seqemê da li serê çiyan di çadiran da dijîn.

Dewleta tirk dewleteke pir bê exlaq û bê heya ye, piştî hewqas zirar û ziyana mal û canê xelkê sivîl, Orgeral Babaoglu hîn jî dikane bibêje:

Ez bi israr dibêjim, yek hedefa sivîl jî nehat lêxistin. Tiştên tên gotin propagandeya terorîstan e, ne rast e.”

Hukûmeta herêma Kurdistanê, navê çar kesên sivîl û du zarokên ku di êrîşê da harine kuştin eşkere kir. Telewîzyon ev sê roj in dîmenên gundên wêrankirî û cendekên bi sedan terşên laşên wan perçe bûne nîşan dide, lê generalê tirk bi rengekî bêar dibêje derew e, me li hedefên sivîl nexistiye.

Ji kesên zalim ra derew wek fisên tajiyan e, qet ne xema wan e, çimkî ji zulmê, bêbextiyê û derewan tamara eniya wan ya arê(tamara heya yê, fedîkirinê)qetiya ye. Loma jî dikanin her derewê bikin. Yanî derew, mizawirî, bêbextî êdî bûye karê serokên tirkan.

Lê tiştê herî balkêş, bêdengiya kurdên me yên piştevan û dilxwazên AKP-ê ye. Qet deng ji wan dernakeve.Wek tê zanîn van der û doran gelek teorî li ser başiya AKP-ê çêdikirin, digotin ancax AKP kanibe rê li ber êrîşa ser Kurdistana Başûr bigre. Loma jî divê kurd rayên xwe nedin DTP-ê, bidin AKP-ê. Û di netîceyê da bi rayên kurdan AKP li Kurdistanê bû partiya yekem.
Wek birêz Mahmût Kilinc jî di nivîsa xwe da gelkî xweş gotiye:

Dengê mirovê Kurd bû bombe û li ser serê miletê Kurd barî. Dengên ku AKP-ê stend, bûn gulle li mirovê Kurd vegerîyan. Bila em zanibin her dengê Kurdekî ku ji partîyên tirka re tê dayîn, dê bibe gulle û li wî vegere.”

Ji xwe hemû mesele ev e. Heger kurdan ev yek fêm bikira nuha halê me ne ev hal bû, 75 kurd nedibûn parlamenterên dijminê xwe, bi rayên xwe, xwe nedikirin bidiest û xulamên tirkan. Nuha AKP, xwîna zarokên wan dirjîne û ew jî wek êsîr û koleyên bêxîret li bedenên wan yên perçe perçekirî temaşe dikin, hîn jî bi qatilên miletê xwe ra hevaltiyê, kêf û laqirdiyan dikin.

Kurdan bela sebeb negotiye, kesê kêmaqil riya şaş û xerab ber hevalê xwe dixe. Ya jî xeta xwar ji gayê pîr e.

Bi hêviya ku ev topên Erdogan û Gul bi ser serê kurdan da barandin ji bo van kesan bibe derzek bi feyde.

Cejna Qurbanê li hemû kurdên bi xîret, bi namûs, ne heval û dostê dijiminê zalim, pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE