26 december 2007

Aysel Tuglukê dîsa berê tîrên xwe yê jahrî da kurdan

Ez bawer dikim hemû kurdên ku bi siyasetê mijûl dibin kêm zêde Aysel Tuglukê nas dikin.

Tugluk, jineke kurd e, ji Dêrsimê ye û berê abûkata Ocalan bû.

Tugluk, ji kontajana Ocalan di hilbijartinên 22-ê temûzê da ji lîsteya DTP-ê ji Diyarbekrê wek parlamenter hate hilbijartin û nuha xwedêgiravî li ser navê kurdan di meclîsa tirkan da ye.Tiştê herî normal, dema yek kurd be û li ser navê kurdan wezîfeyekê bigre ser milê xwe, bi kêmanî divê xêra gelê xwe bixwaze, menfeet û berjewendiya miletê xwe biparêze û ji bo wê bixebite.

Axir tew tiştek ji destê însan neyê, divê di roja herî xerab û herî teng da ew jî bi dijmin ra êrîşî pêşengên gelê xwe, êrîşî kes û rêxistinên gelê xwe yên ku doza serxwebûn û azadiyê dikin neke.

Yanî bi dijmin ra neyartiya gelê xwe neke.

Lê Tugluk dike û Xwedê heye qet jî texsîr nake.

Tugluk, ji roja ku ketiye piyasê û virda, gava keys û fersendê dibîne ji dewleta tirk ya barbar û nîjadperest bêtir êrîşî kurdan, rêxistin û serokên wan dike, ji nîjadperestî û faşîstiya dewleta tirk bêtir, bela xwe di kurdperweriya kurdan dide.

Di platformên dijmin da bi rengekî pir sînsî, pir keysperest û bi uslûbeke ku teqdîr û aferîniya dijmin bigre berê tîrên xwe dide sîng û dilê kurdan, dixwaze kurdan birîndar bike û ji dijmin ra bavîje erdê.

Welatperwerîya kurdan û nîjadperestiya tirkan wek hev dibîne.

Tu ferqê naxe nabêna Mesûd Barzanî Dewlet Bahçelîyê faşîst, îdeolojî û armancên herduyan jî wek hev tahlûke dibîne. Li gel ku yek Bahçelî dixwzaze li ser koka kurdan rûne û Barzanî jî dixwaze kurd jî wek her miletî bigihîjin mafên xwe yên netewî.

Ji tirkan ra dewletê wek heqekî herî normal û însanî, lê ji kurdan ra vê daxwazê wek "mîllîyetçîtiyeke paşverû", "kevneperest dibîne.

Tuglukê heta nuha çend caran di çapemeniya tirkan da bi rengekî bê ujdan, bê exlaq û bê heya, ji panturkîzim û panîslamîzma tirkan bêtir, tim êrîş biriye ser niştimanperwerî û kurdperweriya kurdan.

Û mixabin di rojnameya Radîkalê da careke din jî eynî dijminatiya xwe didomîne.

Aysel Tugluk, di eka rojnameya Radîkalê ya vê heftê da(Radîkal2, 23/12/2007) dîsa êrîşê dibe ser niştimanperweriya kurdan û van hest û daxwzên miletê kurd yê bindest û mezlûm, wek îdeolojiya “millîyetçîtiyeke paşverû” rexne dike.

Tuglik, di nivîsa xwe ya bi navê “Pozîtîf mîllîyetçîlik/neteweperestiya pozîtîf” da tevgera kurd ya millî li her çar perçeyên Kurdistanê wek nîjadperestiya tikan pir xeter dibîne. Li gor Tuglukê, miletperweriya miletê bindest tunye, ew jî wek ya miletên serdest paşverûye û divê meriv li dij derkeve.

Li gor Tuglukê, “mîllîyetçîtiya kurd” bi destê “Kurdistana Federe û hevkariya Emerîka û bi xuliqandina hemû sembolên netewî” tê xurtkirin û belavkirin.

Tugluk dibêje, "hêzên emperyalîst wek taktîkeke îdarekirinê û şer vê mîllîyetçîtiya kurdan tahrîk dike."

Tugluk, vê şiyarbûna kurdan jî wek "kabûsekî" dibîne û dixwaze tedbîr li hember were girtin. Yanî tiştê tirk jê ditirsin û li dij in, Tugluk jî jê ditirse û li dij e.

Tukluk, gava qala Kurdistana Federe dike, wek tirkên dijminên gelkê kurd, dibêje,
”çêbûna/dezgeha Bakurê Îraqê”, yanî wek dijmin tehemaul nake bibêje “kurd” û “Kurdistan”, dibêje “Kuzey Irak'taki oluşum”, yanî dezgeha, teşekula li Bakurê Îraqê.

Bala xwe bidinê, dinya li kurdan hatiye hev, tirk her roj bi tonan bombeyên ku çiya û baniyan dihêrin bi ser serên kurdan da dibarînin, mal û gundên wan wêran dikin, Tugluk xanim di rojeke wiha da li van zalim û qatilan rexne nagre, siyaset û îdeolojiya wan nake armanca tîrên xwe yên jahrî, bela xwe di "mîllîyetçîtiya" kurdên reben dide.

Hey bêexlaq û kêra di bîrîka dijmin da, ma tu çi ji kurdên reben dixwazî, tu çima di rojeke wiha da ji hundur da êrîşî kurdan dikî û dixwazî moral û manewiyata wan xera bikî?

Ma qey tiştê kurd dixwazin ji yê her kesî xirabtir e?

Ma li vê dinyayê kurd jî bibin xwedî dewlet, qey ewê dawiya dinyayê were, qey ewê ji asîmanan kevir bibare?

Çel (40) milyon kurd li welatê xwe bi qasî koleyan jî mafê wan tuneye. Tu kurd î û parlamenter î, lê tu hîn jî nikanî navê welatê xwe hildî, tu nikanî bibêjî Kurdistan!

Tu çima bi vê neheqiyê naêşî, naqehirî, fedî nakî û rexne li vê hovîtiya tirkan nagrî?

Kurd hîn li tu beşekî welatê xwe ji bindestî û koletiyê rizgar nebûne, ma millîyetçîtiya wan ewê
ewê çi be?

Kî di bin destê wan da ye, zulmê li kê dikin?

Mafê kê xwarine?

Diyar e li ba Tuglukê hestên kurdayetiyê û însanetiyê kor bûne, zilma li vî miletî dibe wê qet naêşîne.

Kurdan gotiye, kurmê darê ne ji darê be dar narize. Tugluk jî di nava kurdan "kurma darê" ye, wê wezîfeyê dibêne.

Serokwezîr Erdogan, hedefa xwe careke din bi bîra kurdan xist:"yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet"

Artêşa tirk her çuqasî çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dike û her roj çend kurdan jî ji bo ku tirk pê kêfxweş bibin dukeje jî têr nake, mixalefet rexne li hukûmetê digre, dibêje hûn hindikî dikujin, "heta ku hûn Barzanî nekujin ev mesele hel nabe."

Hukûmet jî bi erd û asîman sond dixwe û dibêje, em ji we bêtir dixwazin koka kurdan biqelînin, lê ev îş bi carekê da nabe, em hêdî hîdî û bi usûl dikin. Erdogan îro li hember van rexneyên mixalefetê, siyaseta xwe ya derbarê kurdan da, siyaseta îmha û înkarê careke din dubare kir û got:

"Em li ser tiştekî pir bi israr disekinin. Çi ye ew tiştê em li ser disekinn? Em dibêjin ku, yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet. Emê tu carî emeliyatê bi viya nedin kirin, emê tawîzeke herî biçûk jî di vî warî da nedin."

Lê gelek kurd ji van gotinên Eredogan bawer nakin, dibêjin erê wiha dibêje lê ya dilê wî ne ev e. Dibe ku haya van kurdan ji derekê hebe. Ya din jî ji xwe em çi bibêjin jî ferq nake, mêrikan wa ye bi alîkariya kurdên xwe û yên wek Tuglukê hêdî hêdî me dikin "yek milet", ya nî Tirk. Heger ev alîkariya duqolî wiha dom bike pêşeroja me tirkbûne. Ji nuha da li me pîroz û bimbarek be,

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE