22 december 2007

Kurdistan û fobiya tirkan

Ev sê roj in ku Gumruka Mersînê dest daniye ser hin malên Kurdistana Başûr ku ji Bendera Misrê hatine şandin.
Di kargoyan da 35 perçe malzemeyên ji bo rafînerîyên petrolê hene. Ji ber ku adresa kargoyê û di belgeyên wê de navê ”Kurdistanê” hatiye nivîsîn, loma jî bepirsiyarên Gumruka Mêrsînê gelkî tirsiyane, ketine panîkî û tavilê dest danîne ser kargoyê û nehîştine malzeme ji gumrukê derkeve.
Li gor milet û dewleta tirk ji ber ku welatekî bi navê ”Kurdistanê” tuneye loma jî nehîştine malzeme here bigihîje Kurdistana Federe.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse, malzeme li meydanekê danîne ser hev û ser navê ”Kurdistanê” jî bi boyaxeke reş baş boyax kirine, meriv bi mercegê jî lê binêre nayê xwendin.

Û dû ra jî xeber dane Anqereyê, gotine li ser tiştan navê ”Kurdistanê” heye, em çi bikin?
Esas ev ne cara pêşî ye ku dewleta tirk, ji ber navê Kurdistanê dest dide ser malê kurdan û paş da dişîne.

Wek nivîskareke tirk jî gotiye, li ser korgoyê ji dêlî Kurdistanê ve ”Qaşo Kurdistan” bihata nivîsîn, gelo wê demê ewê bişandana?

Wek tê zanîn tirk, dema ji mecbûrî qala Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Serokê Kurdistanê û hwd. dikin, ji bo biçûkxistinê tim gotina ”qaşo” yanî xwedêgiravî pêva dikin. Diyar e gotina ”qaşo” tirsa wan hinekî direvîne, rastiya hebûna kurd û Kurdistanê ji bo wan dike xeyal, tiştekî tune.

Çimkî heta çend sal berê miletekî bi navê kurd jî tunebû. Kurd, tirkên serê çiya bûn, dema qala kurdan dikirin eynî wek nuha, wê dema jî digotin ”qaşo mesela kurd.” û ”qaşo” nizanim çi…

Êdî ji bo hebûn û têkoşîna kurdan nikanin bibêjin ”qaşo”, lê ji bo Kurdistanê hîn nikanin dev ji ”Qaşoyê” xwe berdin.


Edeta tirkan e, tu carî bi rehetî û wek însanan tiştekî qebûl nakin, divê meriv bi zorê bi wan bide qebûlkirin.

Hemû generalên dijminên kurdan yên qanî qanî ku heta do bi erd û asîmanan sond dixwarin û digotin kurd tunene, yên hene jî di eslê xwe da tirk in, tenê zimanê wan hinekî xera bûye, îro ketine dorê û xwedêgiravî rexne li xwe digrin, dibêjin ”bi înkarê me şaşî kir”, divê me hebûna kurdan ji bin da înkar nekira, hin mafên kulturî bida wan û wesaîre.

Tirk li alîkî xwedêgiravî him bi riya generalên xwe rexne li siyaseta xwe ya înkarê digrin, lê li alî din jî eynî siyasetê li hember Kurdistana Federe dimeşînin. Çawa ku do ji bo têkoşîna kurdên xwe digotin ”qaşo mesela kurd”, îro jî ji bo Kurdistana Federe dibêjin ”qaşo Kurdistan”, yanî eynî tas eynî himam ya jî kurmê şîrî heta pîrî.

Bi reşkirina navê Kurdistanê li gor wan Kurdistana û têkoşîna ji bo wê namîne.Ev yek jî nîşan dide ku tirk çuqasî ji navê kurdistanê ditirsin, dema navê Kurdistanê li ser pakêtekê jî dibînin ziravbizyayî dibin.

Ji bo çi?

Çima hewqasî ji navê Kurdistanê ditirsin?

Ji ber ku tirsa wan ew e ku dema kurd li başûr bibin xwedî federasyon ya jî dewleta xwe ya serbixwe ava bikin ewê tesîrê li kurdên bakur jî bikin, piştî demekê kurdên Kurdistana Tirkiyê jî ewê doza serxwebûnê li wan bikin û bere bere hêzên dagîrker ji welatê xwe biqewirînin.

A sebebê ku tirk naxwazin kurd li Îraqê bibin xwedî federasyon ya jî dewleteke serbixwe ev tirs e, ev xof e.

Tirsa avabûna Kurdistaneke serbixwe ji bo tirkan bûye fobiyeke sipesîfîk, kabûsekî wan yê daîmî, ew bi vê tirsê radikevin û bi tirsê radibin.

Çawa ku hin însan li hember hin lawiran, mesela li hember beqan ya jî mişkan fobiyên wan hene û tu carî nikanin destê xwe bidin beqekî ya jî mişkekî, dema meriv beqekî ya jî mişkekî nêzî wan bike di cî diqutifin, cunî û ziravqetyayî dibin; tirk jî wek vê, avabûna Kurdistanê ji bo wan bûye wek fobiyekê, dema navê Kurdistanê li ser kaxetekê jî bi ber çavên wan dikeve, gurrûzî digre bedena wan, dilerizin û xwe wenda dikin.

Ev heyştê sal in ku ji ber vê fobiya kurdistana serbixwe tirk bi hemû hêz û îmkanên xwe dixebitin ku kurd li tu beşekî Kurdistanê jî xelas nebin, divê wek kurdên Tirkiyê tim bindest û belengaz bin. Kurd li Îraqê, li Îran û Sûriyê çuqasî bindest û bêmaf bin ev yek ji bo dewleta tirk ya unîter hewqasî baş e.

Yanî hebûna Tirkiyê û bextewariya miletê tirk, girêdayî tunebûna Kurdistaneke serbixwe û bindestî û koletiya miletê kurd e ji bo wan.

Ji bo ku însanek ji fobiya çûna ser tuxtorê diranan xelas bibe divê here ser tuxtor û tuxtor hêdî hêdî tirsa wî birevîne. Ji bo ku însanek ji fobiya mişk xelas bibe divê psikolog jê ra bibin alîkar û ji bo ku tirk ji fobiya Kurdistanê xelas bibin divê kurd rojekê berî rojekê Kurdistanekê ava bikin. Wekî din tu çara tuneye.

Li alî din, Serokê Herêmê Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro cara pêşî serdana gundiyên koçberbûyî yên ji ber bomberana arteşa tirk kir. Serok Barzanî, bi gundiyên koçberbûyî ra civînek çêkir û axaftineke gelkî girîng kir. Barzanî di axaftina xwe da got:

“Sedemê bombebarankirina wan ew e ku ew kurd in, yan na ewê ew bombebaran nekirana. Em her tim destê dostaniyê dirêjî cîranên xwe dikin û daxwazin bi her kesî ra di nav dostatiyê da bijîn, lê eger hin bixwazin bi zora tanq û top û balafiran serî li me bitewînin bila bizanibin ku ewê tu carî nikaribin îradeya me bişkînin. Di van nêzikan da emê li gel Hêzên Hevpeymanan û Serokomarê Iraqê bo guftûgokirina sînorbezandin û bombebarana vê dawîyê ya Tirkiyeyê li hev bicivîn.”Civîneke wiha pêwîst e, divê kurd gotina dawî ji hevpeymanan ra bibêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE