15 december 2007

Kurd ji kêfan hustuyê xwe li ber ereban xwar nakin

Li ser gilî û gazinên birayê Pale yên ji serokên kurdan çend gotin.

Birayê Pale, rohniya çavê min, ez gilî û gazinên te fêm dikim. Ez jî wek te li ser goştê xwe hûr dibim û di rûnê xwe da diqijilim. Ez pir pê diêşim ku kurd hewqasî ji ereban ra dikin pişo pişo.

Lê dema meriv rewşa kurdan baş analîz dike, mriv dibîne ku kurd mecbûr in. Kurd ji kêfan naçin li ber ereban nagerin. Kurd viya ji mecbûrî dikin.

Ji ber ku kurd bê xwedî û bê pişt in, çarhawêlî kurdan çembereke ji êgir e, di rojeke xerab da dereke ku berê xwe bidinê, xwe lê bisitirînin tuneye.

Jixwe sebê ku kurdan heta nuha nikanîbûne welatê xwe rizgar bikin jî ev e. Gava kurdan li beşekî welatê xwe zora dijminê xwe birine, du dijminên din lek bi lek çûne gazî û hawara dijminên wan.

Kurd li hember sê dêwên herêmê şer dikin.

Dîrok şahid e, bêyî kurdan, tu miletekî din nikanîbûye li hember van hersê dêwên herêmê xwe ragirin û wek milet wenda nebin. Bêyî kurdan hemû miletên din wek çortên helandine û kirine pişêfk.

Li herêmê tenê kurd wek kela Diyarbekrê nehedimîye û heta nuha li ser nigan maye. Ev yek mêrxasî û meziniya miletê kurd nîşan dide.

Van "hersê dêwên herêmê" ne bi hêzên leşkerên xwe yên bi milyonan û ne jî kultur û çandên xwe nikanîbûna zora vî miletê mêrxas û esîl bibin. Em kurd divê vî aliyê meselê jî bibînin û bi liberxwedanên bav û kalên xwe gelkî serbilind bin.

Wek tê dîtin, ne tirk, ereb û faris tenê, cîhan li kurdan hatiye hev, dijmin ne yek e, ne dudu ye. Li cîhanê kes nabêje, wele mafê kurdan jî heye wek her miletî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Tu dewlet vî mafî wek heqekî kurdan nabîne.Bala xwe bidê, ji Emerîka bigre heta bi Yekîtiya Ewrûpa, (Rûsya, Sirbîstan û Girekî ne têda) her kes bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kosovayê dike. Kosavî bi xwe li ortê tunene, cîhan serxwebûna wan dixwaze.

Ma kosoviyan bi qasî kurdan xebat kirine, xwîn rijandine?

Na, mesele lêhatine, ji wan ra lê hatiye.

"Xwediyên dinyayê" dixwazin sirban basko bikin, loma jî ewê Kosovayê bi hawakî ji sirban bistînin.

Lê dema dor tê kurdan, ne dijmin tenê "dost" jî li dij in, her kes dibêje nabe ku kurd ji Îraqê veqetin.

Dema kurd ji Îraqê veqetin ewê Şerê Cîhanê Yê Sêyem derkeve.

Yanî bi kurtî ev tişt, bindestî jî, serxwebûn jî bi hêzê dibe.

Mixabin hêza kurdan jî tuneye ku guh nede kesî û bi ya dilê xwe bike.

Hemû dewletên cîran wek gurên devbixwîn ên ku xwe da bin ber berxekî li ber makê, xwe dane ber kurdan û dixwazin wan bixwin.

Îcar ji bo ku gurên har yên devbîxwîn wan nexwe kurdên reben ji mecbûrî hustuyê xwe li ber Emerîka û ereban xwar dikin.

Dibe ku hin caran kêmasî û şaşiyên serokên kurdan jî hebin, lê meseleya esasî ne ev e. Mesele dijminên kurdan pir in û ji kurdan gelkî xurttir in.

Û dostên wan yên ji dil û can jî tunene.

Yên hene jî pir ne saxlem in, dostên menfeeta xwe ne, meriv nikane zêde baweriyê pê bîne.

Dostê kurdan wek dîwarê ji tepika ye, dema baran bibare meriv nikane pişta xwe bispêrê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE