20 december 2007

Diyaneta tirk nimêja li ser miriyan jî li kurdan qedexe dike

Esas min nêt hebû ku vê roja bimbarek tiştekî nenivîsim û we xwendevan hinekî rehet bihêlim.

Hema ji bo rojekê be jî zulm, zalimî û hovîtiya tirkan û dewleta wan ranexim ber çavên we û kul û derên we zêde tevranekim.

Lê mixabin mêrikan nahêlin, neheqiyên wiha li gelê me dikin ku hema bi qasî serê derziyê jî xîret û namûs bi meriv ra hebe, meriv nikane bê deng bimîne.

Dema hûn bûyera jêrîn bixwînin hûnê heq bidin min.

Di 28-ê adarê da li Diyarbekrê di cenazeyê gerîllayekî da hin bûyer derketin û hin kes hatin girtin. Abûqata girtiyekî, Cîhan Aydin, ji bo ku delîlan di lehê miwekîlê xwe da top bike, ji Serokatiya Diyanetê Beşa Fetwayê ra nameyek şandiye û gotiye:

“Miwekîlê min çûye li ser cenaze nimêj kiriye, ma çûna ser cenazeyekî û li ser cenaze nimêjkirin qey sûc e?
Alîkarê Serokê Karê Diyanetê Mehmet Kaya Kurt jî bi nameyekê bersîva abûqata kurd Cîhan Aydin daye. Diyanet, di bersîva xwe da dibêje:

“Çawa ku nimêj li ser cenazeyên kesên ne Musliman(xeyrî muslîm) nayê kirin, her wisa li ser cenazeyê kesên ku dê û bavên xwe bikujin, kesên rêbir, kesên ku li hember hêzên dewletê yên meşrû rabin jî nayê kirin.”

Ev bersîv, ev fetwa, ev dîtina ne însanî û nîjadperest ji alî kesekî faşîst ve nayê gotin, xwediyê van gotinan Diyanet e.


Dema kurd pûlis û leşker bin û ji bo dewleta tirk dê û bavên xwe, bira û xwengên xwe bikujin(û dikujin jî) dibe, roja werin kuştin nimêj li ser cenazeyê wan tê kirin. Lê dema ji bo welatê xwe şehîd ketibe nabe.

Ev jî nîşan dide ku Diyanet ne ji bo Xwedê lê ji bo dewleta xwe dixebite. Dewlet ji kê ra bibêje dijmin, Diyanet jî diêje dijmin.

Serokê Diyanetê ne qûlê Xwedê, qûlê dewleta xwe ye, dewlet çi emrî bidê bi cîh tîne.

Diyanetê emrê dewletê ji emrê Xwedê girîngtir e. Loma jî i rengekî nîjadperestî dijminatiya miletê kurd dike.

Dewleta tirk ya dîktator û mîlîtarîst li vir û li wir, bi rengekî wahşiyane zarokên me dukuje û Diyaneta wan jî divê gere hûn nimêje li ser cenazeyên zarokên xwe nekin, wan wek lawiran hema bin ax bikin.!

Ev dîtina Diyaneta tirkan jî nîşan dide ku ew jî wek dewleta xwe çuqasî bê ûjdan, bê merhemet, zalim û heta Xwedênenas in jî.

Ji ber ku ne ji zindiyên me tenê, ji miriyên me jî nefretê dikin.

Heger di nava kurdan da bawermendên bi xîret û namûs hebin divê li hember vê bê edebî û nîjadperstiya Diyanetê bê deng nemînin.

Nimûneya jorîn dîtina Diyanetê bû, ez dixwazim nimûneyekê jî ji dîtina miletê tirk bidim, ji bo kurd bibînin “birayê wan yê tirk” ji bo wan çi difikire?
Tirkekî din jî gotiye:

“Ez ne merivekî alimê dîn im, li ser cenazeyê kê nimêj tê kirin, li ser yê kê nayê kirin ez pê nizanim. Tiştê ez dizanim, meriv nikane PKK-liyan têxe dewsa mirovan. Dev ji nimêjê berdin, di esasê xwe da divê li vî welatî axa ku lê werin veşartin jî tunebe ji bo wan. Bira Bakurê Îraqê vala bikin û bibin li wir veşêrin. Mafê wan tuneye li axa vî welatî werin veşartin."

Belê ev jî dîtina miletê tirk e. Min xwest kurd bizanibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE