29 december 2007

Destê Erdogan ji Buyukanit nabe

Mideta wezîfeya Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Buyukanit, di tebaxa 2008-an da diqede, lê destê Serokwezîr Erdogan jê nabe.

Li gor hin agahiyên Cafesiyasetê ji hin çavkaniyên nêzî hukûmetê bidest xistine, Erdogan û hukûmeta AKP-ê ji ber hemahengiya bi Serokerkaniyê ra naxwaze Serokerkan Buyukanit teqawit bibe, bi taybetî Erdogan dixwaze dema Buyukanit salek din dirêj bike.

Li gor nûçeya Cafesiyasetê, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, ji xebat û têkoşîna Buyukanit ya li dijî ”terorê gelkî memnûn e” , di vî warî da hemahengiyek pir baş di nabêna wan da heye, loma jî Erogan dixwaze ”saleke din jî ji xizmetên Buyukanit yên giranbuha feydeyê bibîne”.

Erdogan ev demeke ku vê meseleyê bi kesên der û dora xwe ra minaqeşe dike û dîtinên wan digre.

Lê dema Buyukanit saleke din jî li ser karê xwe bimîne, ev yek ewê bi hawakî negatîf tesîrê li Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Îlker Başbug û Fermandarê Cendirman Orgeneral Sabahatîn Işik Koşaner bike. Ji ber ku ev her du qumandar jî li bendî kursiya Serokerkaniyê ne, dema Buyuanit saleke din jî bimîne wê demê divê Îlker Başbûg were teqawitkirin.

Lê ji bo ku ev dirêjkirin zirarê nede rewşa qumandarên din Serokwezîr Erdogan, li formulekê digere, dixwaze dilê kesî ji xwe nehêle. Çimkî ji hemû qumandaran û xebatên wan yên li dijî terorê gelkî razî ye.

Heta nuha ji bal hin der û ran dihat îddîa kirin ku Xwedêgiravî Erdogan û hukûmeta wî ”ji siyaseta Buyukanit ya şerxwaz”, ya sert ne razîne û dixwazin zûtirîn wext jê xilas bibin.

Lê derdikeve ortê ku new isa ye, di nabêna hûkûmetê û artêşê da di mesela kurdan da tu dubendî û berberî tuneye. Bi vacayî herdu alî jî ji kirinnên hev hewqas razî ne ku destên wan ji hev nabe, dixwazin zewaca xwe saleke din jî dirêj bikin.

Ji bo Erdoganê sûtalê Kasimpaşayê û Gulê koknediyar(bê esil û bê fesil) ya girîng ew e ku general wek Necmettîn Erbekan guhê wan nekşînin û wan jî neqerinîn. Generalan heta nuha tiştekî wiha nekirine. Herdu serî jî wa ye hêdî hêdî fêrî hev dibin û li hev dibanin. Ji leşkeran qebûlkirina Recep Û Abullah gelkî zahmet bû, bi wan zor dihat. Lê binîadem mexlûqekî pir xerîb e, zû xwe întîbaqî şertan dike.

Wek min berê jî gotibû, ”şerê”(!) hukûmeta AKP-ê û leşkeran şerê dê û dotiyê. Kurdan gotiye dê û dotê şer kir, kêmaqilan jê bawer kir. Bi rastî jî hinek kurdan jê bawer kir, lê min bi xwe tu carî bawer nekir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE