06 december 2007

Bi qusandinê kûçik nabe tajî

Wezîrê Hawîrdorê Kurşat Tuzmenê mahcir, îro di axaftina xwe ya meclîsê da li nav çavên parlamenterên DTP-ê nêrî û wek çeqelekî kuçan got:

”Du rastî hene. Yek jê, hevalên me yên kurd, birayên me yên bi şeref in. Rastiya din, PKK rêxistineke bêşeref ya terorê ye. Em vê cudahiyê dixwazin, divê ev cudahî were kirin. Divê rastî wiha were gotin.”

Tuzmenê ku kes nizane bezê guhê wî ji ku ye, ji DTP-ê ra dibêje, divê hûn ji PKK-ê ra bibêjin “bêşeref !”

Helbet her cewrikê biewte ne hewce ye ku kurd keviran bajîjinê. Lê divê yekcarnan bibêjin oşt !
Meriv çi bike jî pere nake, çimkî kûçik bi qusandinê nabe tajî!

Tirkan malpera Rizgarî hack kirinTirkan îro malpera Rizgarî hack kirin û tiştên pir xerab jî nivîsî bûn. Heqaretên gelkî mezin li kurdan kiribûn.

Tirk, mêrikan li dijî her tiştên me ne, tehamul nakin em bibin xwedî tu tişt. Nahêlin kurd li derva jî bibin xwedî malpereke înternetê. Malperekê jî ji kurdan ra pir dibînin.

Herzelê cihû di dawiya sedsal 19-an da dema dît ku li cîhanê kes rehetiyê nade cuhuyan, her kes heqaret û zilmê li wan dike, ji gelê xwe ra got, ”ya emê wek hemû cîhanê bibin ya jî emê cîhanê wek xwe bikin.”

Yanî, ya emê jî wek her kesî bibin xwedî dewlet û rehet bikin, ya jî emê her kesî wek xwe bikin bêdewlet, bê al û bê sînor.

Ya me kurdan jî hatiye vê nuxtê. Tirk li vê dinyayê rehetiyê nadin me, ji bo ku em rehet bikin divê em jî wek wan bibin xwedî dewlet û ji bin vê zilm, taqîbat û terorîzekirina wan xelas bibin.

Ne xwe mêrikan nahêlin em tiştekî herî biçûk jî şa bibin.

Heger em zora tirkan bibin hemû Kurdistan jî rehet rizgar dibe.

Bîrand ji bo sihata Apo dua dikeNivîsa rojnamevanê tirk Mehmet Alî Bîrand ya do”Em dua bikin ku Apo nemre(!)” gelkî balkêş bû. Bîrand dibêje, hefta borî ew beşdarî civîneke li ser kurdan û PKK-ê bûye. Civînê çar seetan ajotiye û kesên beşdar jî hemû pisporên PKK-ê û kurdan bûne.

Li gor gotina Bîrand, şertê civînê ew bûye ku ewê navê kesên beşdar neyê eşkerekirin. Û loma jî ew bi xwe jî navê xwediyê dîtinan nabêje. Tenê qala hin dîtinan dike, lê navê xwediyên wan nabêje.

Bîrand, pir pesnê mustewa civînê dide û dû ra jî dua û hêvî dike ku tiştek bi Ocalan neyê. Bîrand di dawiya nivîsa xwe da wiha dîbêje:

”Bi mirina Ocalan ra ewê her hêzeke PKK-ya xwe ava bike û ewê kontrol bi temamî ji dest derkeve.”

Wek tê dîtin yek ji aqilmendên dewleta tirk yê girîng jî naxwaze Ocalan bimre ya jî ji ortê were rakirin. Li gor Bîrand, bi mirina Ocalan ra ”kontrol” ewê ji dest derkeve û rewşê hîn xerabtir bibe. Loma jî Bîrand, hebûna Ocalan ji bo selameta dewleta xwe baştir dibîne û dixwaze dewlet ”bi mejiyekî nuh” nêzî meselê bibe û vê îmkanê baş bi kar bîne.

Ê piştî ku Bîrand jî ji bo menfeeta dewleta xwe bibe duaçiyê birêz Ocalan, êdî ez bawer nakim tiştek pê were. Kuxuk û zuhabûna gewriyê ne têda lê bi îzna Xwedê ewê emrê wî gelek dirêj be.

Di nivîsa xwe ya do da min qala lêkolîneke OECD-ê kiribû û gotibû ”Tirkiye dîsa ji dawiyê da bû yekem.”

Meriv ceh bicîne meriv nikane genim rakeLi gor lîkolîna OECD-ê di nava 57 welatan da xwendevanên tirk yên herî cahil û nezan in. Tenê Meksîka ji wan xerabtir e. Yanî dema xort lîseyê diqedînin bi qasî zarokekî diçe sinifa 3-4-an jî zanîna wan tuneye. Medya tirk îro dîsa li ser vê meselê gelek tişt nivîsiye û cî daye hin gotinên
Wezîrê Perewerdeyê Huseyîn Çelîk. Husên Çelîk kurdekî ji Wanê ye û îdeologekî AKP-ê ye.

Çleîk, li ser perwerdeya tirkan û lêkolîna OECD-ê wiha gotiye:

”Kesî ev yek empozeyî me nekiriye, ji bo ku hinek neynikê bidin ber ruyê me, em daxilî vê programê bûn. Ji bo vê programê em salê 400.000 dolar didin. Ji bo ku kontroleleke ji der ve qalîteya perwerdeya ma bipîve.”

Wey malneket, ma hewceye ku hûn peran bidin xelkê ji bo ku ji we ra bibêjin ”hûn ji hemû cîhanê nezantir û paşdatir in”!

Hema bêyî tirkekî we ji kê jî bipirsiya ewê eynî tişt ji w era bigota û him jî belaş.
Lê tiştê herî xweş Çelîk, ji netîcê gelkî memnûn e, dibêje:

”Ji xwe me netîceyeke din nedipa. Heger Tirkiye ciyê xwe biparêze, em wiya jî wek pêşketinekê qebûl dikin. Dema hûn ceh biçînin hûn nikanin li bendî çinîna genim bin. Hûn çeh biçînin, hûnê ceh rakin.”

Çelîk dizane ku ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, loma jî ji netîceyê gelkî razî ye. Û ne tenê raziye jî, di nava 57 welatan da ji dawiyê da duyembûnê tew wek pêşketinekê dibîne.

Xwedêjêrazî ma ji sifirê jî xerabtir heye? Diyar li gor baweriya Wezîr, rewsa tirkan ji vê netîceyê ji xerabtir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE