31 december 2007

Sala we ya nû pîroz be !

"Bi hêviya ku hûn sersalên xwe bi evîn û bextewariyê bixemilînin, daxwaz û hêviyên xwe bi serfiraziya welatê xwe bikemilînin."

Ev pîrozbahiya jorîn şaira kurd ya bi nav û deng , ya dilzîz û xemxura welatê xwe û li ba min jî gelkî ezîz û giranbuha, Fatma Savcî ji min ra şandiye.

Pir kin gotiye lê gelkî xweş gotiye.

Bêyî destûra wê, ez van gotinên hingivîn û mişt hesret û evîna welatekî azad û serbixwe ne dikim mesaja malpera xwe ya 2008-an.

Bi hêviya hemû xem û xeyalên we di sala nû da bi rast bigerin û miletê kurd rastî tu bela û bobilatan neyê.

30 december 2007

Ocalan dîsa şîret li dewleta tirk kir

Serokê PKK-ê, ”rêberê” gelê kurd û xwêrxwazê dewleta tirk Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawiyê da bi riya abûqatên xwe dîsa agir bera erdê da, dîsa gelek şîretên dostane li dewleta tirk kir.

Ocalan, wek her tim di vê hevdîtina xwe da jî gotiye, tu feydeyeke Tirkiyê di operasyonên li hemberî PKK-ê da tuneye. Divê dewleta tirk dev ji şerê li dijî PKK-ê berde, heger PKK were tasfiyekirin wê demê ewê xeta neteweperestan, xeta kesên ku dewleteke kurd ya serbixwe dixwazin, yanî xeta Mesûd Barzanî û Celal Talebanî bi ser keve û di netîcê da jî ewê li başûrê Kurdistanê dewleteka kurd ava bibe.

Ecêba giran!

Xwedê dinyayê ji vê felaketa mezin bisitirîne!

Îcar kê bîra xwe û dewleta kurd kurro?

Avabûna dewleta kurd îşrate roja qiyametêye.

Heger li başûrê Kurdistanê kurd bibin xwedî dewlet bi rastî jî ne ji bo tirkan tenê, kurro ji bo hemû dinyayê jî felekatek pir mezin e.

Xwedê dinyayê bisitirîne!

Divê hemû dinya hêza xwe bike yek û rê li ber vê dewleta kurd bigrin.

Wek Bavê Nazê negot, ”wa weylê”!

Ma qey em kurd dikin bibin sebebê 6-7 milyar însan?

Wek birêz Ocalan jî jê ditirse, avabûna dewleteke kurd dikane bibe axirdewra dinyayê. Xwedê di serî da tirkan û dû ra jî hemû însaniyetê ji vê felaketa dewleta kurd bisitirîne.

Birêz Ocalan ji vê felaketa mezin çiqasî bitirse heqê wî heye(!)

Kurd û dewlet?

Wey kevir bibare!

Tobe tobe!

Ji bo ku roja qiyametê zû neyê divê dewleta kurd çênebe û kurd jî tim bindest û kole bimînin.

Belkî bi vî hawî dilê Ocalan hinekî rehet bibe.

Em vegerin ser gotinên Ocalan, serok û rêberê miletê kurd.

Ocalan, operasyonên Tirkiyê jî şirove kiriye û gotiye, tu feydeyek tirkiyê di van êrîşan da tuneye, êrîş tenê bi kêrî Emerîkayê tên, bi kêrî YNK û PDK tên, heta bi kêrî Îranê tên.
Li gor Ocalan, Emerîka baş dizane ku PKK bi van operasyonan naqede, loma jî alîkariyê dide Tirkiyê, ji bo ku belayeke hîn mezintir bîne serê Tirkiyê.

Lê şîreta Ocalan li dewleta tirk ya herî girîng gotiye, ”qedandina PKK-ê jî jixwe ne li berjewendiya Tirkiyeyê ye. Dema PKK were tasfiye kirin, ewê alternatîfa avabûna dewleta netewî ya bi desteka Emerîka û îngilîzan li Başûr têkeve dewrê û derbasî perçeyên din bibe.

Bala xwe bidinê, camêr li perçên din yên Kurdistanê rizgariya kurdan wek ji bo Tirkiyê wek xeterekê dibîne. Û hîn jî ”serokê” gelê kurd e.

Ocalan piştî gelek şîret û pêşniyar gotiye di nava kurdan da du xet hene:

”Yek, xeta dewleta netewî ye ku li Başûr Emerîka piştgiriya wê dike. Ewê vê xetê li Başûr bikemilînin û îxracî hemû kurdan bikin.

Xeta duyem jî xeta me ye, xeta konfederalîzma demokratîk e. Tirkiye nizane ku heger PKK biqede ewê çi were serê Tirkiyeyê. Bi vê siyasetê dixwazin him dewleta tirk, him PKK-ê bigrin bin kontrolê.”

Bi van gotinên xwe Ocalan, PKK-ê wek artêşa Tirkiyê dibîne, dibêje heger artêşa we belav bibe ewê malik li we bişewite.

Ez nizanim çi bibêjim?

Hema Xwedê kurdan ji bêtarên girantir bisitirîne!

Wek tê zanîn ev ne cara pêşî ye ku Ocalan, li Başûr avabûna dewleteke kurd û bi giştî jî tevgera kurd ya netewî ji bo dewleta tirk wek tahlûkeyeke mezin dibîne. Û dixwaze dewlet esas berê xwe bide vê ”tahlûkeyê.”

Ocalan, di hemû azaftinên xwe da ji dewleta tirk ra dibêje, divê hûn ji min û ji PKK-ê netirsin, em ji we ra ne tahlûke ne, hebûna me li menfeeta we ye, dema em tunebin hûnê bêtir zirarê bibibînin. Ji bo we, tahlûkeya herî mezin Mesûd Barzanî, Celal Talabanî û tevgera kurd ya millî ye.

Gelo ji bo çi Ocalan her tim Barzanî, Talabanî û tevgera kurd ya netewî wek tahlûke nîşanî dewleta tirk dide?

Bê guman sebeb pir eşkereye û Ocalan dizane çi dike.

Li ba me kurdan kulturek, tradîsyonek heye, di şerên eşîran da, dema meriv heyfa xwe digre, meriv li her kesî naxe, meriv diçe li SERÎ dixe, li wî kesê ku av jê sar û germ dibe. Kesê ku dikane tiştan li hev ragire, dikane pêşengiyê bike wî ji ortê radike.

Meriv li ”serî” dixe ji bo ku dijmin bê serî bimîne, bibe wek laşê bê serî. Û laşê bê serî jî jixwe miriye, tu zirar jê nayê.

Ocalan jî dizane ku li başûrê Kurdistanê serê tevgera kurd ya netewî îro ev hêz in , ev kes in. Dema Barzanî, Talabanî û tevgera wan ya niştimanperwer were tasfiyekirin kurd ê bibin wek pezê bê şivan, 40-50 salên din jî ewê wek koleyan bijîn û belkî jî heta wê demê biqedin.

Lê bi hebûn û yekîtiya PDK û YNK-ê û tevgera netewî ya li pişt wan kurd dikanin li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî maf, xwedî desthilat, heta xwedî dewleteke serbixwe.Û ev hêz bêguman hêdî hêdî ewê li hemû beşên Kurdistanê yên din jî belav bibe.

Yanî li Başûr avabûna dewleteke kurd ya jî hebûna federesyoneke kurd û ereban ji bo hemû kurdan dibe wek sengerekî pir qewî, bi saya vî sengerî kurd dikanin şerê xwe hîn baştir, hîn xurttir bikin û di rojên teng da jî dikanin xwe baştir biparêzin.

Wek rewşa PKK-ê ya îro. Bê şik Heger ne hebûna Kurdistana Federe bûya nuha ji zû da tirk, ereb û emerîkiyan hêzên PKK-ê ji wan herêman derxistibûn, zirarên mezin dabûn wan.

A Ocalan ji bo ku ruhê xwe xelas bike, dixwaze bi vê ”tehlûkeyê” yanî bi çêbûna dewleteke kurd tirkan bitirsîne.

Hêviya Ocalan ew e ku dewleta tirk ji dêlî mirinê ewê bi tayê razî bibe û wî efû bike.

Loma jî xelasiya xwe ya şexsî ji xelasiya miletê xwe girîngtir dibîne.

Loma jî gav û seetê ji tirkan ra dibêje, heger hûn dixwazin kurd li başûrê Kurdistanê nebin xwedî dewleteke serbixwe û dû ra jî perçeyê di bin destê we da ji we negrin, divê hûn min berdin û PKK-ê jî zeîf nexînin. Zeîfiya min û PKK-ê xurtbûna Barzanî, Talabanî û avabûna Kurdistaneke mezin e.

Ocalan bela sebeb xwe li aqilmendiya tirkan radikşîne û li ber baranê şil dike. Jixwe ji bo kurd li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî maf û desthilat çi ji destê tirkan tê mêrêkan dikin. Yanî tirk ne hewcedarê şîretên Ocalan in.

Lê li alî din bi van beyanên Ocalan, kurd dibînin ku Ocalan jî wek dijmin, naxwaze kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Ocalan jî mafekî wiha layiqî kurdan nabîne.

29 december 2007

Destê Erdogan ji Buyukanit nabe

Mideta wezîfeya Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Buyukanit, di tebaxa 2008-an da diqede, lê destê Serokwezîr Erdogan jê nabe.

Li gor hin agahiyên Cafesiyasetê ji hin çavkaniyên nêzî hukûmetê bidest xistine, Erdogan û hukûmeta AKP-ê ji ber hemahengiya bi Serokerkaniyê ra naxwaze Serokerkan Buyukanit teqawit bibe, bi taybetî Erdogan dixwaze dema Buyukanit salek din dirêj bike.

Li gor nûçeya Cafesiyasetê, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, ji xebat û têkoşîna Buyukanit ya li dijî ”terorê gelkî memnûn e” , di vî warî da hemahengiyek pir baş di nabêna wan da heye, loma jî Erogan dixwaze ”saleke din jî ji xizmetên Buyukanit yên giranbuha feydeyê bibîne”.

Erdogan ev demeke ku vê meseleyê bi kesên der û dora xwe ra minaqeşe dike û dîtinên wan digre.

Lê dema Buyukanit saleke din jî li ser karê xwe bimîne, ev yek ewê bi hawakî negatîf tesîrê li Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Îlker Başbug û Fermandarê Cendirman Orgeneral Sabahatîn Işik Koşaner bike. Ji ber ku ev her du qumandar jî li bendî kursiya Serokerkaniyê ne, dema Buyuanit saleke din jî bimîne wê demê divê Îlker Başbûg were teqawitkirin.

Lê ji bo ku ev dirêjkirin zirarê nede rewşa qumandarên din Serokwezîr Erdogan, li formulekê digere, dixwaze dilê kesî ji xwe nehêle. Çimkî ji hemû qumandaran û xebatên wan yên li dijî terorê gelkî razî ye.

Heta nuha ji bal hin der û ran dihat îddîa kirin ku Xwedêgiravî Erdogan û hukûmeta wî ”ji siyaseta Buyukanit ya şerxwaz”, ya sert ne razîne û dixwazin zûtirîn wext jê xilas bibin.

Lê derdikeve ortê ku new isa ye, di nabêna hûkûmetê û artêşê da di mesela kurdan da tu dubendî û berberî tuneye. Bi vacayî herdu alî jî ji kirinnên hev hewqas razî ne ku destên wan ji hev nabe, dixwazin zewaca xwe saleke din jî dirêj bikin.

Ji bo Erdoganê sûtalê Kasimpaşayê û Gulê koknediyar(bê esil û bê fesil) ya girîng ew e ku general wek Necmettîn Erbekan guhê wan nekşînin û wan jî neqerinîn. Generalan heta nuha tiştekî wiha nekirine. Herdu serî jî wa ye hêdî hêdî fêrî hev dibin û li hev dibanin. Ji leşkeran qebûlkirina Recep Û Abullah gelkî zahmet bû, bi wan zor dihat. Lê binîadem mexlûqekî pir xerîb e, zû xwe întîbaqî şertan dike.

Wek min berê jî gotibû, ”şerê”(!) hukûmeta AKP-ê û leşkeran şerê dê û dotiyê. Kurdan gotiye dê û dotê şer kir, kêmaqilan jê bawer kir. Bi rastî jî hinek kurdan jê bawer kir, lê min bi xwe tu carî bawer nekir.

Wezîrê tirk qetlîama êrmeniyan zimnen webûl kir

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Vecdî Gonul, ji ber cahilî û ehmeqiya xwe qetlîama gelê êrmenî zimnen(bi hawakî sergirtî)qebûl kir. Ji xwe tirk tu carî tiştekî bi rehetî, wek meru î însanan qebûl nakin, ya divê meriv bi zora bi wan bide qebûlkrin, ya jî ew ji ber ehmeqiya xwe qebûl dikin.

Nimûnye herî dawî Wezîrê Parastinê Vecdî Gonul e.

Sefîrê Emerêkayê yê Anqereyê Ross Wîlson, bi minasebeta hatina Endamên Meclîsa Nûneran do li Anqerê ziyafetek da. Gelek parlamenter, siyasetmedar û wezîrên tirk jî wek mîvan beşdarî vê xwarina Wîlson bûn.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Vecdî Gonul jî yek ji van mîvanên Wîlson bû. Di sohbetê da heyeta emerîkî li ser mesela Qibrisê, Îraqê, kurdan, midaxeleya Îranê û qetlîama êrmeniyan hin pirs ji siyasetmedar û berpirsiyarên tirkan kirin û di heqê van pirsan da li dîtinên wan guhdarî kirin.

Li ser pirsa qetlîama êrmeniyan Wezîrê Parastinê Vecdî Gonul kurd wek berpirsiyarê vê ”qetlîama êrmeniyan” nîşan da û got, ”dema êrmenî di rê da bûn eşîrên kurdan erîşî wan kirin û ew kuştin û osmaniyan jî ew parastin.” Tiştê çapemeniya tirk nivîsîye Gonul li ser vê meselê wiha gotiye:

”Di wan salan da rûsan êrmenî organîze kirin. Di roja me ya teng da ji para li me xistin. Osmanî jî mecbûr man tedbîrê bigrin. Biryar hat girtin ku di nava sînorên osmaniyan da ciyê êrmeniyan werin guhestin. Di vê nabênê da gelek însanî jiyana xwe wenda kir. Wê demê li wê herêmê êrmenî û kurd hebûn. Êrmenî li bajaran diman û bi karê ticaretê mijûl bûn û gelkî dewlemend bûn. Gava bajar hatin valakirin û di riyan da êrmenî marûzî êrîşên eşîrên kurdan bûn. Osmaniyan li hember van êrîşê kurdan, êrmenî parastin.”

Piştî belavbûna van gotinên Gonul, hin parlamenterên mixalefetê rexneyên pir tûj li Gonul girtin û gotin ”ev gotinên Wezîr li dijî teza Tirkiyê ye.” Alîkarê Serokê CHP-ê parlamenterê Stenbolê Mustafa Ozyurek, ji binavkirina hebûna kurdn û piraniya wan ya li Kurdistanê gelkî aciz bû û got, ”her kesê di nava sînorên Tirkiyê da dijî tirk e, mafê tu kesî tuneye milet bike du beş û hin navan lêke.”

Parlamenterê DSP yê Stenbolê Hasan Macit jî îtirafên Gonul rexne kir û got:

“Tarîfkirinên etnîkî yên wek tirk, kurd, êrmenî li dijî ruhê vê coxrafiyayê ye. Wek Ataturk gotiye, her kesê li Enedolê tirk e û heta ebediyatê jî ewê di bin ala tirk da bijîn.”

Em vegerin ser hevdîtina heyeta emerîkî û gotinên Wezîrê Parastinê Vecdî Gonul.

Emerîkî pînc in, dizanin mar bi rehetî ji qulê derdikeve. Di sohbetê da emerîkiyan li ser tu meseleyê yek gotin jî negotine, tenê hinekî dane bi çengê tirkên nezan û cahil û dû ra jî li wan guhdarî kirine. Û bi vê siyaseta nerm tiştê xwestine bi Wezîrê tirkan dane gotin.

Wezîrê Parastinê Gonul, di axaftina xwe da bi rengekî pir vekirî û zelal qebûl kiriye ku:

1-Ji ber ku êrmeniyan bi alîkariya rûsan doza mafên xwe yên netewî û demokratîk kirine osmaniyan êrîş biriye ser wan û ew mecbûrî koçberiyê kirine, û navê vê jî ”tedbîr e.”
2-Osmaniyan, bi darê zorê êrmenî ji cî û warên wan rakirine.
3-Ji ber ku ev guhestin bi darê zorê bûye gelek însanî jiyana xwe wenda kiriye. Lê ev ne tirk, êrmenî bûne. Çimkî yên bi erz û eyalên xwe ve bi darê zorê mecbûrî koçberiyê bûne ne kurd û tirk, êrmenî ne. Loma jî yên ”jiyana xwe ji dest dane êrmenî ne.
4-Wê demê li Kurdistanê tenê kurd û êrmenî hebûne, tirk wek milet tunebûne. Yanî tirkên îro li Kurdistanê hene piştî qetlîama êrmeniyan û piştî Serîhildana Şêx Seîd ji bo guherandina demografiya Kurdistanê li hin herêm û bajarên Kurdistanê hatine bicîkirin.
5-Ne tenê gund, bajar jî ji êrmeniyan valakirine.
6-Di riyan da gelek êrmenî ji sermayê, birçîbûn û nexweşiyê telef bûne û gelek jî bi merivên xwe, (wek koriciyên îro) dane kuştin.

Helbet Vecdî Gonul, bi wî totikê xwe yê vala dixwaze qetlîama êrmenîyan têxe hustuyê kurdan, lê ji ber cahiliya xwe, li xwe mukir tê, xwe dide dest. Çimkî her kes dizane ku wê demê kurd li Kurdistanê ne desthilatdar in, ne dewleta kurdan heye û ne jî artêşa wan. Yên xwedî dewlet, artêş, cendirme, milîs, tank, top û çekên giran osmanî ne. Heger hin kurdan sûc kiribin jî ev yek dîsa dewleta osmanî ji sûc rizgar nake. Dewlet mecbûr e ewlekariya mal û canê hemwelatiyên xwe biparêze.

Ya din bi sedan belge û şahid hene ku her tişt bi organîze û bi emrê Îtihatçiyan û paşayên wa Enver, Cemal û Talat bûye. Heta ji bo ku kurd zarokên êrmeniyan jî veneşêrin qanûna bidardekirinê derxistine. Gelek kurdî mirina xwe girtiye çavaê xwe û êrmenî û zarokên wan li ba xwe veşartine.

Numûneyên wiha gelek in û nayên înkarê.

Xwdê kir ku ehmeqên wek Vecdî Gonul di nava tirkan da gelek in, bi saya mukirhatinên wan hin sûcan qebûl dikin.
Xwedê hejmara xwan zêde bike

28 december 2007

Hukûmeta AKP-ê ji şerê li hember kurdan ra got dewam

Heyeta Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê îro civîna xwe ya dawî ya sala 2007-an di bin serokatiya Abdullah Gul da pêk anî.

Di civîna îro da jî HEN,(MGK ya tirk) bi awayekî berfireh li ser têkoşîna li hember PKK-ê rawestiya û mihasebeya êrîşên dawî kir.

Piştî civînê belavokek hate belavkirin. Di vê belavokê da tê gotin ku êrîşên ser ”PKK-ê” pir serkeftî bûne û loma jî ”dema pêwîst” be divê berdewam bin.

Li gel bi sedan dîmenên telewîzyonan yê gundên bombekirî, cesedên xelkên sivîl, raporên heyetan, beyanên berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê û ziyareta heyeta Neteweyên Yekbûyî jî, di belavokê da zirardîtina herêmên sivîl maddî û canî nayê qebûlkirin. Di belavokê da tê îddîakirin ku di operasyonan da herêmên sivîl hîç zirar nedîtine û tu kesên sivîl jî nehatine kuştin.

Û dû ra jî tê gotin ku:

”Dema pêwîst were dîtin operasyonên bi vî rengî ewê bi biryardarî werin meşandin.”

Di belavokê da bi kinî li ser rewşa Îraqê jî tê rawestan û ji ber ku ”yekparetiya axa Îraqê û yekîtiya wê ya siyasî” li gor daxwaza Tirkiyê hatiye parastin, yanî ji ber ku maddeya 140-î di wextê da nehatiye bicîanîn û Kerkûk û herêmnên din jî tevî Kurdistanê nebûne dewleta tirk gelkî kêfxweş e û ji van pêşketinên razî ye.

Di vê nuxteyê da mêrikan bi rastî bi ser ketin û nehîştin maddeya 140-î di wexta xwe da were bicîanîn. Yanî di vir da gihîştin miradê xwe. Loma jî çiqasî kêfxweş bin jî heqê wan e. Bi bicîneanî maddeya 140-î kurdan tawîzek gelkî mezin û pir jî bi rîsk dan Emerîka û tirkan. Înşelah piştî 6 mehan bikaribin bicî bînin. Ya na, ji bo kurdan felaketeke mezin e.

Hemû leşker, pûlis û siyasetmedarên tirk û bi taybetî jî yên desthilatdar mytoman yanî di dereceya nexweşiyê da virek/derewçîn in.

Heger meriv ne ”mytoman” be(yanî ne nexweşê derewan be) li hember rastiyeke hewqas berbiçav, hewqas bi dîmen û belge divê meriv nikanibe bibêje di êrîşan da ”kesên sivîl tu zirar nedîtine”. Qey dîmenên telewîzyonan û hemû belgeyên heyî anîmasyonên zarokan e. Lê ne xema tirkan e, derew bûye sinetê wan.

Ma heta do ne digotin kurd û zimanê kurdî tuneye?

Ma îro hîn jî nabêjin Kurdistan tuneye?

Ev înkar jî derwek wek van derewan e. Yanî sinetê xwe îcra dikin.

Di belavoka HEN-ê da tiştekî din jî bala meriv dikşîne, ew jî gotina ”dema pêwîst were dîtin” ewê operasyonan bimeşînin û li ser vê prensîbê jî hukûmet û leşker mitabiq bûne.

Diyar e Emerîka hevsarê wan hinekî ragirtiye. Çimkî ji wîtêsê avêtibûn, pir bi suret diçûn. Bi îhtîmalek mezin Emerîka pê li firêna wan kir.

Ji ber ku do Berdevkê Qesra Sipî Scott Stanzel, di daxwiyaniyeke çapemeniyê da got Amerîkayê ji hukumeta tirkiyê ra gotiye "ew ji ber oparasyonên li hember PKK-ê bi endîşe ne, berdewamiya wan dikane hin gelşan derxe."

Wek tê zanîn, kurdan 3-4 roj berê bi sefîrê Emerîka yê Îraqê ra civînek çêkirin û eşkere xwestin ku divê di zûtirîn wext da Emerîka pê li firêna tirkan ke. Dibe ku teşebusên kurdan netîce dabe.

Emerîka fêm kiribû ku psîkolojiya tirkan pir xera bûye, avêtina çend bombeyan û kuştina çend kurdan ji bo aşbûna wan têr dike.

Ne xwe ewê xwe bixwarana, hewcedariya wan bi çend fortan hebû, ji bo ku hinekî aş bibûna û bihatana ser hişê xwe, divê "mêraniyek" bikirana, ji ber ku wek zarokan hewcedariya wan bi fort û quretiyeke wiha hebû. Belkî Emerîka gotibe, "temam, qurretî bes e"! Loma jî ew dibêjin "dema hewce were dîtin."

Çimkî heta du roj berê jî di lîteratura hukûmetê û leşkeran da ”dema pêwîst were dîtin” tunebû, bi vacayî tacîz û bombebarankirina her roj hebû. Digotin emê her roj lêxin. Yanî heger êrîş berdewam bike jî bi destûr û emrê Emerîka ye û neke jî. Ji ber ku kurd jî dizanin ku hefsarê artêşa tirkan di destê Emerîka da ye loma jî rawestandina êrîşa tirkan ji Emerîkayê dikin.

Wek ku dijmin kurdek kuştibe
Ez pir û pir li ber kuştina Benazir Buto ketim. Ji do da ye wer di bîra min da ye. Ji ber ku him xwarziya kurdan bû min jê hez dikir û him jî miroveke hewqas mezin bû ku xwe bi biçûkan jî û mezinan jî xwe dabû qebûl kirin. Ji bo ke meriv yeka wek Benazir Buto bikuje divê meriv ne însan lê cenawar be.

Benazir xanimê bi devê xwe jî çend caran gotibû "divê hûn bizanibin ku dilê min bi we ra ye"!
Benazir xanim, bawer bike em hemû kurd jî bi kuştina da gelkî xemgîn bûn.

27 december 2007

Dewleta tirk dixwaze kurd dev ji zimanê xwe berdin û bibin tirk

Ji ber ku Serokê Belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr, dawetnameya bi kurdî şandiye ji kesên vexwendî ra, edaleta tirk dixwaze wî 3 sal û 6 mehan di hefsê da birizîne.

Li gor ku çapemeniya kurd û tirk îro dinivîse, Serdozgerîya Cumhûriyetê ya Diyarbekrê lêpirsîna xwe ya ji ber belavkirina dawetnameyeke bi kurdî di heqê Serokê Belediya Mezin ya Diyarbekirê Osman Baydemîr de dabû destpêkirin qedand û ji bo Baydemîr 3 sal û 6 meh cezayê zindanê xwest.

Prosesa mahkimekirina Baydemîr di rojên pêş da ewê dest pê bike.

Serokê Belediya Mezin Osman Baydemîr, di 24-ê gulana îsal da ji bo kokteyla vekirina 7-emîn Festîvala Çand û Hunerê a Diyarbekrê dawetnameyek şandibû ji Serdozgerê Cumhûriyetê yê Diyarbekrê Durdu Kayak ra jî û ew jî wek mîvan dawetî kokteylê kiribû.

Dawetname bi kurdî û tirkî hatibû nivîsîn û ji ber vê yekê jî di heqê Baydemîr da lêpirsîn hatibû vekirin.

Li gor edaleta dewleta tirk, nabe serokê belediyekê ji dozgerekî dewleta tirk ra bi kurdî binivîse. Divê mamûr û kesên resmî tu carî fêrî tiştên wiha nebin, fêrbûna tiştên wiha gelkî tahlûkeye, çimkî dikane bibe adet û kesên din jî bidin ser vê şopê.

Elo Welo binivîse dîsa tişt nabe, lê serokê belediyeke wek ya Diyarbekrê xwe fêrî tiştên wiha bike pir tahlûkeye, loma jî divê bi çend sal ceza çavê wî were tirsandin.

Yanî seb ev e. Divê em kurd bizanibin dewlet çima wiha dke?

Helbet ev ne cara pêşî ye ku dewleta tirk di heqê serokên belediyên ku di destên DTP-ê da dozê vedike. Çendakî berê di heqê serokê belediya Surûcê Ethem Şahîn û çend belediyên di da jî ya ji ber axaftina bi kurdî ya jî ji ber navê kuçe û kolanên bi kurdî doz hate vekirin.

Bê guman divê kurd di vî warî da gavê paşda navêje û di axaftina bi kurdî da israr bike, heta ku dewlet qebûl dike.

Dewleta tirk ji bo ku kurdan hîn baştir bixapîne dixwaze kanaleke telewîzyonê veke.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse, li ser daxwaza Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep tayyip Erdogan, li Tirkiy ewê bi zimanê kurdî, farisî û erebî kanaleke televîzyonê were vekirin.

Di vê kanalê da ewê xizmet û xebatên dewletê bi kurdan werin nasandin û ewê hewil û xebat bê kirin ku tirk bêtir tesîrê li kurdan bikin. Ji ber ku kanal ewê bi destê dewletê were îdarekirin, loma jî propagandeya dewletê ewê esas be.

Ji xwe rojnameye Bugunê di sernivîsa xwe da gotiye, li gel şerê li hember terorê, di cepheya kulturî da jî ewê şer were kirin.

Lê dewletê hîn biryara xwe ya dawî nedaye. Erdogan bi hin hamî hama û xwediyê aqil û faman dişêwire û dixwaze kar û zirara vî îşî baş hesab bikin.

Yanî heger dewlet gaveke wiha bavê je jî ne ji nêteke xêrê ra ye, armanc ew e ku kurdan bi lez û bez bikin tirk. Ji ber ku eceleya tirkan heye, dibêjin em gelkî dereng mane, divê heta nuha kurd wek miletên din ji zûda hatibana qedandin.

Hebûna kurdan berdewamiya milet û dewleta tirk jî xistiye tehlûkeyê. Çimkî êdî her kes dizane ku li Tirkiyê tirk di hindikayiyê da ne, hejmara wan ji sedî ne-dehê nufûsê ye.

Yanî wek dizê roj lê hilê, êdî her kes dizane ku dewleta tirk di esaê xwe da ya mahcirên Balkan û Kafkasyayê ye. Navê tirkan heye, lê tirk bi xwe li piyasê tunene.

26 december 2007

Aysel Tuglukê dîsa berê tîrên xwe yê jahrî da kurdan

Ez bawer dikim hemû kurdên ku bi siyasetê mijûl dibin kêm zêde Aysel Tuglukê nas dikin.

Tugluk, jineke kurd e, ji Dêrsimê ye û berê abûkata Ocalan bû.

Tugluk, ji kontajana Ocalan di hilbijartinên 22-ê temûzê da ji lîsteya DTP-ê ji Diyarbekrê wek parlamenter hate hilbijartin û nuha xwedêgiravî li ser navê kurdan di meclîsa tirkan da ye.

Tiştê herî normal, dema yek kurd be û li ser navê kurdan wezîfeyekê bigre ser milê xwe, bi kêmanî divê xêra gelê xwe bixwaze, menfeet û berjewendiya miletê xwe biparêze û ji bo wê bixebite.

Axir tew tiştek ji destê însan neyê, divê di roja herî xerab û herî teng da ew jî bi dijmin ra êrîşî pêşengên gelê xwe, êrîşî kes û rêxistinên gelê xwe yên ku doza serxwebûn û azadiyê dikin neke.

Yanî bi dijmin ra neyartiya gelê xwe neke.

Lê Tugluk dike û Xwedê heye qet jî texsîr nake.

Tugluk, ji roja ku ketiye piyasê û virda, gava keys û fersendê dibîne ji dewleta tirk ya barbar û nîjadperest bêtir êrîşî kurdan, rêxistin û serokên wan dike, ji nîjadperestî û faşîstiya dewleta tirk bêtir, bela xwe di kurdperweriya kurdan dide.

Di platformên dijmin da bi rengekî pir sînsî, pir keysperest û bi uslûbeke ku teqdîr û aferîniya dijmin bigre berê tîrên xwe dide sîng û dilê kurdan, dixwaze kurdan birîndar bike û ji dijmin ra bavîje erdê.

Welatperwerîya kurdan û nîjadperestiya tirkan wek hev dibîne.

Tu ferqê naxe nabêna Mesûd Barzanî Dewlet Bahçelîyê faşîst, îdeolojî û armancên herduyan jî wek hev tahlûke dibîne. Li gel ku yek Bahçelî dixwzaze li ser koka kurdan rûne û Barzanî jî dixwaze kurd jî wek her miletî bigihîjin mafên xwe yên netewî.

Ji tirkan ra dewletê wek heqekî herî normal û însanî, lê ji kurdan ra vê daxwazê wek "mîllîyetçîtiyeke paşverû", "kevneperest dibîne.

Tuglukê heta nuha çend caran di çapemeniya tirkan da bi rengekî bê ujdan, bê exlaq û bê heya, ji panturkîzim û panîslamîzma tirkan bêtir, tim êrîş biriye ser niştimanperwerî û kurdperweriya kurdan.

Û mixabin di rojnameya Radîkalê da careke din jî eynî dijminatiya xwe didomîne.

Aysel Tugluk, di eka rojnameya Radîkalê ya vê heftê da(Radîkal2, 23/12/2007) dîsa êrîşê dibe ser niştimanperweriya kurdan û van hest û daxwzên miletê kurd yê bindest û mezlûm, wek îdeolojiya “millîyetçîtiyeke paşverû” rexne dike.

Tuglik, di nivîsa xwe ya bi navê “Pozîtîf mîllîyetçîlik/neteweperestiya pozîtîf” da tevgera kurd ya millî li her çar perçeyên Kurdistanê wek nîjadperestiya tikan pir xeter dibîne. Li gor Tuglukê, miletperweriya miletê bindest tunye, ew jî wek ya miletên serdest paşverûye û divê meriv li dij derkeve.

Li gor Tuglukê, “mîllîyetçîtiya kurd” bi destê “Kurdistana Federe û hevkariya Emerîka û bi xuliqandina hemû sembolên netewî” tê xurtkirin û belavkirin.

Tugluk dibêje, "hêzên emperyalîst wek taktîkeke îdarekirinê û şer vê mîllîyetçîtiya kurdan tahrîk dike."

Tugluk, vê şiyarbûna kurdan jî wek "kabûsekî" dibîne û dixwaze tedbîr li hember were girtin. Yanî tiştê tirk jê ditirsin û li dij in, Tugluk jî jê ditirse û li dij e.

Tukluk, gava qala Kurdistana Federe dike, wek tirkên dijminên gelkê kurd, dibêje,
”çêbûna/dezgeha Bakurê Îraqê”, yanî wek dijmin tehemaul nake bibêje “kurd” û “Kurdistan”, dibêje “Kuzey Irak'taki oluşum”, yanî dezgeha, teşekula li Bakurê Îraqê.

Bala xwe bidinê, dinya li kurdan hatiye hev, tirk her roj bi tonan bombeyên ku çiya û baniyan dihêrin bi ser serên kurdan da dibarînin, mal û gundên wan wêran dikin, Tugluk xanim di rojeke wiha da li van zalim û qatilan rexne nagre, siyaset û îdeolojiya wan nake armanca tîrên xwe yên jahrî, bela xwe di "mîllîyetçîtiya" kurdên reben dide.

Hey bêexlaq û kêra di bîrîka dijmin da, ma tu çi ji kurdên reben dixwazî, tu çima di rojeke wiha da ji hundur da êrîşî kurdan dikî û dixwazî moral û manewiyata wan xera bikî?

Ma qey tiştê kurd dixwazin ji yê her kesî xirabtir e?

Ma li vê dinyayê kurd jî bibin xwedî dewlet, qey ewê dawiya dinyayê were, qey ewê ji asîmanan kevir bibare?

Çel (40) milyon kurd li welatê xwe bi qasî koleyan jî mafê wan tuneye. Tu kurd î û parlamenter î, lê tu hîn jî nikanî navê welatê xwe hildî, tu nikanî bibêjî Kurdistan!

Tu çima bi vê neheqiyê naêşî, naqehirî, fedî nakî û rexne li vê hovîtiya tirkan nagrî?

Kurd hîn li tu beşekî welatê xwe ji bindestî û koletiyê rizgar nebûne, ma millîyetçîtiya wan ewê
ewê çi be?

Kî di bin destê wan da ye, zulmê li kê dikin?

Mafê kê xwarine?

Diyar e li ba Tuglukê hestên kurdayetiyê û însanetiyê kor bûne, zilma li vî miletî dibe wê qet naêşîne.

Kurdan gotiye, kurmê darê ne ji darê be dar narize. Tugluk jî di nava kurdan "kurma darê" ye, wê wezîfeyê dibêne.

Serokwezîr Erdogan, hedefa xwe careke din bi bîra kurdan xist:"yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet"

Artêşa tirk her çuqasî çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dike û her roj çend kurdan jî ji bo ku tirk pê kêfxweş bibin dukeje jî têr nake, mixalefet rexne li hukûmetê digre, dibêje hûn hindikî dikujin, "heta ku hûn Barzanî nekujin ev mesele hel nabe."

Hukûmet jî bi erd û asîman sond dixwe û dibêje, em ji we bêtir dixwazin koka kurdan biqelînin, lê ev îş bi carekê da nabe, em hêdî hîdî û bi usûl dikin. Erdogan îro li hember van rexneyên mixalefetê, siyaseta xwe ya derbarê kurdan da, siyaseta îmha û înkarê careke din dubare kir û got:

"Em li ser tiştekî pir bi israr disekinin. Çi ye ew tiştê em li ser disekinn? Em dibêjin ku, yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet. Emê tu carî emeliyatê bi viya nedin kirin, emê tawîzeke herî biçûk jî di vî warî da nedin."

Lê gelek kurd ji van gotinên Eredogan bawer nakin, dibêjin erê wiha dibêje lê ya dilê wî ne ev e. Dibe ku haya van kurdan ji derekê hebe. Ya din jî ji xwe em çi bibêjin jî ferq nake, mêrikan wa ye bi alîkariya kurdên xwe û yên wek Tuglukê hêdî hêdî me dikin "yek milet", ya nî Tirk. Heger ev alîkariya duqolî wiha dom bike pêşeroja me tirkbûne. Ji nuha da li me pîroz û bimbarek be,

25 december 2007

Fort û êrîşkariya tirkan ji ber zeîfiya wan e

Serokerkanîya tirk di derbarê êrîşên xwe yên di 16 û 22-yê çileyê pêşîn da îro di malpera xwe da bi beyanekê belav kir.

Serokerkaniya tirk wek her tim di vê beyanê da jî ji miletê tirk ra dîsa gelkî pesnê xwe dide, dûr û dirêj qala mêranî û qehremaniya artêşê dike.

Serokerkanî îdîa dike ku wan di van herdu êrîşên xwe da li 200 hedefên leşkerî, lostîk, şargeh û nizanim çi xisitne û bi kêmanî 150-175 ”terorîst” jî kuştine.

Yek cesd jî di destên wan da tuneye lê hejmara kurştiyan dizanin. Çimkî ji tirkan ra reqemên gerîllayên kuştî gelkî girîng in. Bi bihîstina van reqeman demekê be jî kêfa wan tê.

Serokerkaniya tirk, di dawiya beyana xwe da Serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî, ji ber ku gotiye di êrîşê da kesên sivîl hatine kuştin, bêyî ku navê wî bide bi van gotinên jêrîn jî tehdît dike:

”Di 24-ê vê mehê da di civîneke çapemeniyê ku li ser navê bakurê Iraqê û hukumeta merkezî hatiye kirin da, berpirsiyarekî gotiye ku ’di operasyona hewayî da gelek sivîlan jiyanên xwe ji dest dane’. Ev îddîa bi temamî ji rastiyê dûr e. Îddîayên bi vî rengî yên bê bingeh ku cesaretê didin terora dijminê însaniyetê, tenê zerarê didin xwediyên xwe.”

Piştî vê beyena serokerkaniyê, Serokwezîr Erdogan jî eynî tehdîdên serokerkaniyê dubare kir, wî jî bi beyanekê gelek zirt dan xwe û wiha got:

Kî dibêje Tirkiyê zirar daye sivîlên ku li Bakurê Îraqê dijîn derewan dike. Yên viya dibêjin diyar in. Çavkaniya van buhtanan dîsa rêxistina terorê ye. Li hember cîranên me tu şêleke me ya hasmane tuneye. Lê kesên ku li hemberî me şêleke hasmane bigrin divê hêza Tirkiyê bibînin, ev yek ewê li menfeeta wan be. Hedefa me ew e ku em vê terorê ji ser vê cografyayê/nexşeyê rakin.”

Li ser gotinên birêz Mesûd Barzanî û Talabanî, do jî dîtina Erdogan hatibû pirsîn, lê zirteke wiha ji serê bavê xwe mestir nedabû xwe, tiştên hîn nermtir gotibû. Diyar e qumandaran guhê wî kişandin û hin gotinên girantir jê xwestin. Ew jî li ser vî emrê amîrên xwe ji mecbûrî fortekê dide xwe.

Tirk îro mihtacî fêrt û tehdîdên wiha ne, ji ber ku pir di dengasiyê da ne, li der û hundur roj bi roj cî li wan teng dibe. Mesela kurd û daxwazên wan yên rewa û însanî êdî bûye meseleyeke navnetewî, hêdî hêdî dikeve rojeva Neteweyên Yekbûyî. Tirk veşêrin jî ev yek wiha ye, êdî nizanin çi bikin. Loma jî li hember kurdan bi riya çapemeniyê şerekî psîkolojîk didin meşan din, bi riyê dixwazin qelsî û bêçaretiya xwe veşêrin. Lê êdî rim di çewêl hilnayê. Bi saya vê siyaseta wan ya înkarê êdî hemû kurd bûne yek, kurdên Îraq, Îran û Sûriyê jî êdî baş fêm kirine ku heta zora vê dewleta tirk ya ceberrût nebin li tu beşekî din yê Kurdistanê rehetî ji wan ra tuneye. Ji bo ku li beşekî din kurd bigihîjin azadiya xwe, divê zora dewleta tirk ya mahciran bibin û wê basko bikin.

Û ev roj jî hêdî hêdî nêz dibe.

Lê gotina "hedefa me ew e ku em vê terorê ji vê nexşeyê rakin" gelkî girîng e, maneya wê ya esasî li vê cografyayê qedandina miletê kurd e. Ji bo ku vê nêt û hedefa xwe eşkere nekin gotina "terorê" didin pêş, bi vî rengî reaksiyonên li hember xwe kêm dikin.

Li ser êrîşên artêşa tirk û zayiatên gerîlla ji berpirsiyarên PKK-ê Rûbar Andok jî îro di malpera HPG-da beyanek da dibêje:

"Ji 100 ton bombeyên ku artêşa tirk bi ser Çiyayê Qendîl da barandine gelekên wan neteqiyane. Gerîlla heta nuha “herî hindik 1 ton TNT ji van bombeyên kazan yên ku neteqiyayî bi dest xistiye û ewê jî têra wan î çend salan bike.”

Rûbar Andok di beyana xwe da, êrîşa balafirên tirk wek êrîşeke vala û bi serneketî bi nav dike û dû ra jî dibêje, “balafiran herêmên ku ew nas nakin, herêmên vala û sivîl bombebaran kirine, Emerîkiyan kîjan hedef dabin wan, wan jî li wan hedefan xistine.”

Andok dû ra jî dibêje, “yê ku rêberê wî etetok/qijik be pozê wî tu carî ji nava gû dernakeve.”

Bûyereke din ya gelkî girîng ku îro di çapemeniya kurd û tirk da olan da, gilînameya Mahmût Alinak bû.

Parlamenterê DEP-ê yê kevn, endamê DTP-ê û Berdevkê Meclîsa Gel yê Qersê Mahmût Alinak, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ra gilînameyek şandiye.

Alinak, di gilînameya xwe ya li ser navê “Peyvdarê Meclîsa Gel ya Qersê” da dibêje kurd di dîroka xwe ya hezar salan da tim marûzî zulmê hatine û îro jî li Tirkiyê ziman û nasnameya wan tune tê hesêb û rû bi rûyî qetlîamekê ne.

Alinak, di di gilînameya xwe da giliyê Serokwezîr Erdogan û Serokerkan Orgeneral Buyukanit bi Neteyên Yekbûyî dike û dixwaze ev herdu şexs di mahkemeyeke navnetewî da werin darizandin.

Alinak di gilînameya xwe da wiha dibêje:

“Ev gelkê ku bêyî aşîtiyê tu tiştekî din naxwaze, gava doza mefakî herî biçûk jî bike di nava sînorên Komara Tirkiyê da bi pêkanîna jenosîdan ji ortê tê rakirin. Asîmîlasyon bi rengekî herî bê merhetmet tê meşandin... Vê qetlîam/jenosîd û asîmîlasyonê jî nuha Serokwezîr Erdogan û Serokerkanê Artêşê Buyukanit bi hev ra pêk tînin. Ji bo ku Neteweyên Yekbûyî midaxeleyî vê trajediyê bike ma divê şerekî navxweyî derkeve?"

"Miletê kurd di bin zulmeke nedîtî da dijî. Temaşevaniya rêxistinên navnetewî ya vê zulmê ji bo serdema me lekeyek reş e."

”Esareta ku kurd îro tê da dijîn li cîhanê nimûneyeke wê tuneye. Wek me li jor jî destnîşan kir, di demên berê yên kevnar da jî nav û nasnameya her gelî hebû. Lê di vê sedsala modern de ziman û nasnameya kurdan tune tê hesêb. Heger mistemleke bûn jî di dîrokê da ziman û nasnameya tu miletî nehatiye înkarkirin. Îro jî li ruyê cîhanê yek welatê, yek miletê ku navê wî qedexeye tuneye. Lê navê miletê kurd û navê welatê wî Kurdistanê qedexe ye. Ev qedexeya derî aqilan, berhemeke rûreşiyê ya dewletên ku Peymanê Lozanê îmze kirine û ji însaniyetê ra hîştine. Bi yek herfê be jî meriv nikane nameyeke kurdî ji meqamên dewleta tirk ra bişîne., sûc e. Di nivîseke tirkî da jî herfên “W, Q, X” sûc tê qebûlkirin.Li Qers, Diyarbekir, Anqere û li gelek bajarên din bi sedan doz hatine vekirin. Her kesê ku li Tirkiyê doza nasnameya xwe bike tê kuştin, ya jî tê zindankirin.”

Alinak, di dawiya gilînameya da dibêje:

Serowezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokerkan Yaşar Buyukanit vê zulmê û vê qetlîamê bi hev ra dimeşînin, loma jî divê ev herdu şex jî ji alî mahkemeyeke Neteweyên Yekbûyî ve werin darizanidin û cezakirin.Ji bo paşdedana mafên kurdan yên netewî û însanî divê Neteweyên Yekbûyî di nabêna kurd û tirkan da nabêncîtiyê bike.”

Ev gilîname gelkî girîng e û divê ji zûda bihata kirin. Li ser vê meselê min nivîsek jî nivîsî bû. Esas divê ne şexsek tenê, bi çûk û mezin, hemû rêxtin kurdan, hemû şexsiyet, edîb, nivîskar û hunermendên kurdan bi hev ra gilînameyeke bi vî rengî bişînin ji Neteweyên Yekbûyî ra û doza mafên xwe bikin.

Gilînameya birêz Alinak destpêkeke gelkî baş e, divê zûtirîn wext kurd gilînameyeke wiha amade bikin û bişînin ji Neteweyên Yekbûyî ra.

Mesela TKSP, HAK-PAR, DTP, PKK, Kongra Gel axir divê zûtirîn wext yek dest pê bike, ya jî bi hev ra dest bi xebateke wiha bikin.

Di vê em baş bizanibin ku xebatên wiha li cîhanê ji şerê çekdarî bêtir olanê didin.

24 december 2007

AKP dixwaze bi sedeqeyên tirkan kurdan bikire

Bi minasebeta Cejna Qurbanê ez li Kurdistanê û li Tirkiyê(Mêrsînê) bi malbat û birayên xwe ra peyivîm.

Li ser van bûyerên dawî, êrîş û dijminatiya li Tirkiyê li hember kurdan tê kirin min ji hemûyan hin pirs kirin.

Min ji hemû kesên ku ez pê ra peyivîm pirsî, gelo van êrîşên artêşa tirk yên ser Kurdistana Federe, bombebarankirina Çiyayê Qendîl û kuştina gelek kesên sivîl, êrîş û heqaretên di çapemeniya tirk da li kurdan tên kirin, qurretî û çavsoryên Erdogan û siyasetmedarên tirk yên din ku her roj li kurdan dikin, çi tesîrê li milet dike, çi tesîr lê kiriye?

Dijminatiya li Tirkiyê li hember kurdan tê meşandin, lînckirinên ku li kolanan kurd her roj dibin şahid, gelo çi tesîr li ruh û hestên kurdan dike?

Gelo ev bûyerên han kurdan bêtir nêzî hev dike ya jî dibe sebebê tirs û çewisandinê, dibe sebebê ku bêtir xwe veşêrin û kurdayetiya xwe înkar bikin?

Ew kurdên ku di 22-ê temûzê da bi hêviya ku îktîdara Erdogan ewê rê li ber aşîtîyê û demokrasiyê veke, ewê rê li ber êrîşa leşkeran ya ser Kurdistana Federe bigre ray dabûn AKP-ê, îro li hember vê êrîşkarî û şerxwaziya AKP-ê çi dibêjin, reaksiyona wan çi ye?

Li gor dîtin û mişahadeyên kesên ku ez pê ra peyivîm, kurdên metropolan li hember van êrîşan bêtir nêzî hev dibin, bêtir dibin kurd.

Yanî êrîşên tirkan, hestên kurdan yên netewî yên jar, yên mirî bêtir disû, bêtir geş û gurr dike.

Kesên berê digotin, ”kurd, tirk fereq nake, em hemû bira ne, heger ne ji xerabiya siyasetmedaran be kurd û tirk ewê bikanibin wek birayan bi hev ra bijîn”, îro êdî wiha nafikirin, dibêjin kurd û tirk êdî nikanin bi hev ra bijîn, divê ji hev biqetin. Çimkî tirk ji kurdan hez nakin, wan wek dijmin dibînin.

Lê li alî din, di nava kurdên metropolan da(mesela li Mêrsînê)bêkarî, xizanî û hejariyeke pir mezin heye. Ji ber vê rewşa xerab gelek keç û xortên kurdan dikevin kar û riyên xerab. Dewlet jî vê rewşa koçberên kurd bi hosteyî îstîsmar dike, bi hin xêr û sedeqeyan wan mihtacî xwe dike, bi xwe va girê dide.

Û hêzên kurd jî ji bo başkirina rewşa van kurdên koçber qet tiştekî nakin, tenê wexta hilbijartinan diçin li wan dipirisin. Ev yek jî dibe sebebê gilî û gazinên pir mezin.

Lê tiştê herî balkêş û girîng xebata dewlet û AKP-ê ya li Kurdistanê ye. Dewlet jî AKP jî baş dizanin ku tenê bi zorê, bi girtin, zindakirin, kuştin û şer nikane zora kurdan bibe, bi vê sîlehê tenê nikane kurdan biqedîne. Loma jî li gel êrîş û teroreke sîstematîk, giranî dane pêşkêşkirina alîkarî û menfeetên şexsî. Alîkariyê didin malbatan û zarokên wan.

Mesela berî Cejna Qurbanê AKP-ê pênc hezar(5000) karsaz û dewlemendên tirk şandiye hemû bajarên Kurdistanê ji bo ku xêr û xêratên xwe li kurdan belav bikin. Her bajarekî Kurdistanê li dora 200-300 kesî şandinê û van kesan boraqên xwe li wir şerjêkirine û dû ra jî birine mal bi mal li feqîran belav kirine. Bêyî goştê boraqan şekir, birinc, rûn û tişt miştên din jî li dane feqîran û ew bi vî hawî dilşa kirine. Diyarbekir jî di nava van bajaran da ye.

Mesela dîsa li Diyarbekrê bi sedan qursên Quranê vekirine û di bin xêliya van qursan da dest davêjin kesên feqîr û nezan û bi çend quriş pere, bi zikat û fitreyên xwe, wan dikin dijminê qewmê wan, dikin hevalê dewletê.

Yanî kurdan berê bi darê zorê, bi riya terorê ji erd û avên wan derdixin û mecbûrî jiyana getoyên bajaran dikin. Di bajaran da jî zarokên kurdan dixin kuçan, dikin diz, dikin qahpik, birçî û tazî dihêlin, wan dikin parsekê pariyek nan û çêniyek goştê xwe.

Û tiştê herî xerab jî li hember vê xebata dijmin ya pir tahlûka û pir bi hînî partiyên kurdan, hêz û rêxistinên kurdan yên li Kurdistanê tu reaksiyonê nîşan nadin, tu xebat û deşîfrekirneke berbiçav nakin.

Min bi xwe heta nuha di çapemeniyê da li ser vê meseleyê tu xebateke hêzên kurdan nedîtiye.

Esas ev xebata AKP-ê ya sinsî ji şerê dewletê yê çekdarî jî tahlûketir e.

Dema yek, zilmê û neheqiyê li meriv bike, li meriv xe, meriv bikuje normal meriv jê hez nake, meriv pê ra nabe dost. Bi vacayî merivê jê nefret bike û pê ra bibe dijmin.

Û ji xwe heta nuha tiştê di nabêna kurd û tirkan da bûye jî ev e.

Tirkan zilm li kurdan kiriye, kurd kuştine.

Û kurd jî tim li dijî vê zilmê derketine, şerê dewleta tirk kirine.

Lê dema bi ”dostiyeke xayinî ”, bi dana hin alîkariyan nêzî hejar û xizanên kurdan bibin (ku ev xizan jî berhemên wan in), ev xetereke gelkî mezin e, divê hêzên kurd yên siyasî vê siyaseta dijmin eşkere bike.

Bêdengî û sistgirtina li hember vê siyaseta AKP-ê di rojên pêş da dikane gelek netîceyên xerab bi xwe ra bîne; dikane li Kurdistanê belediyên gelek bajaran ji destê DTP-ê derxe. AKP, bela sebeb nabêje di hilbijartinên mehelî da emê Diyarbekrê û gelek bajarên din ji destê kurdan derxin.

Bi kurtî dewleta tirk tiştê ku bi şer û çekan nikane bi dest xe, dixwaze bi sedeqeyên tirkan feqîrên kurdan bikire û bi vê riyê jî li Kurdistanê bibe xwedî hêz.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, îro berî civîna Heyeta Wezîran bi telefonê bi Serok Bush ra peyivî û rapora xwe ya heftê pêşkêş kir. Wisa diyar e ku Erdogan berî civînê xwestiye bizanibe ku di civînê da ewê ji wezîran ra çi bibêje û çi mesajê bide wan.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse, Bush gotiye, dijminatiya me ya li hember PKK-ê hîn berdewam e.

Tirk bi vê mizgîniya Erdogan îro jî gelkî kêfxweş bûn. Çimkî wan jî êdî baş fêm kiriye ku bêyî alîkariya Emerîka ew ne tiştek in, ne tayê kurdan e.

23 december 2007

Tirk bi ramîsana Emerîka gelkî kêfxweş in

Axê bala xwe dayê ku xulam di kar û bar da qelpiyan dike. Bang kirê, di guhê
wî da got:

-Kûçik !

Kêfa xulêm gelekî ji vê xebera axê re hat. Çimkî ji bo wî ya girîng ew bû ku axa pê ra bipeyive, jê ra dibêje kûçik ya jî merheba qet negirîng e.

Ya tirkan jî bûye ev mesele, piştî ku Bush di van demên dawî da ji Erdogan ra gotiye ”merheba” û destûra kuştina çend kurdan da wan, gelkî kêfa wan hatiye, ji kêfan dikin bifirin, gav û seetê qurretiyê li serê kurdan dikin, dibêjin sebra Emerîka bêyî me nayê.

Erdogan dema qala têkiliyên Tirkiyê û Emerîkayê dike, gelkî fortan dide xwe, wek dansozên profesyonel xwe li ser kursiyê vir da û wê da çerx dike û dibêje Tirkiye welatekî pir mezin e, Emerîka nikane dev ji me berde. Fena ku jineke qahpik, bibêje ez zanim, yarê min heft jinan jî bîne lê dîsa jî dev ji min bernade, çimkî gelkî ji min hez dike, dinya jî xera bibe ewê dîsa vegere himêza min.

Dewleta tirk jî eynî bi vî rengê dîlbazekê xwe pêşkêşî Emerîka dike. Berdevkên hukûmetê û hin qelemşorên xwe firoş, xwe harac û mazat dikin, dibêjin erê Emerîka yekcarnan poz bi me neke, ji me bixeyide jî lê qet terka me nake

Li ser êrîşa tirkan ya hewayî û beyana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê vê êrîşa da, rojnamevanan dîtina Erdogan pirsîn. Erdogan bi qurretiyeke çeqelan, bêyî ku navê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bigre ser zimanê xwe got:

''Hukûmeta Îraqê ya merkezî mixatabê me ye. Em bi serokê hêzên pirnetewe Emerîka ra peyivîne. Bêyî ku em têkevin kompleksa qehremaniyê em welatê xwe diparêzin. Mixatabê me hukûmeta merkezî û Emerîka ye. Bûyer ev e.''

Yanî mêrikan him gundên kurdan bombebaran dikin û xelkê sivîl dikujin û him jî dibêjin, “ em we ra napeyivin”, em bi “axayê xwe ra” peyivîne, me destûr jê stendiye.

Do, dema Emerîka rû nedida wan û nedihîşt êrîşê bibin ser kurdan, Emerîka pir xerab bû, lê dema destûra kuştina kurdan dide wan, Emerîka gelkî baş e û bi vê mitefîkiyê jî gelkî xwe dinepixînin.

Yanî heta ku dewletek alîkariya wan bike ew dewlet baş e, lê dema alîkariya kurdan bike xerab e û li herêmê nerindiyê dike.

Heta do, ji ber ku Emerîka wek mêrê poz bi dostika xwe neke, rû ne dida wan dikra dîn û har bibûna, digotin Emerîka çawa dikane dev ji me berde û bibe dostê kurdan. Lê îro bi ramûsan û evîna Emerîka ya nuh gelkî kêfxweş in.

Kurdan heta nuha gelek bêbextî, dijwarî û badîreyên wiha dîtine û derbas kirine, ev rojên deng jî ewê derbas bin.

Kurd çawa ku heta îro li herêmê bi saya Emerîka li ser nigan nemane, ji îro û pê da jî ewê bi saya wan ne nemînin. Gelê kurd berî her tiştî ewê hêza gelê xwe, bi saya yektî û têkoşîna xwe ya qahremane têkoşîna xwe bidomîne û welatê xwe rizgar bike.

Rojek ewê were tirk ê ji vê şalûziya xwe ya bi Emerîka ra gelkî şerm bikin. Lê miletê kurd bi şêla Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya li hember Emerîka û rûneniştina bi Rîce ra ewê gelkî serbilind be.

Ehmeq ew ez im
Satilmişê tirk dema cixareyek ji qutya xwe ya bi neynik derxist çavê wî bi neynikê ket. Hevalê wî Dîlbaz li kêleka wî bû, neynik dirêjî wî kir û got:

-Law Dîlbaz, ev meriva ha bi min xerîb nayê.

Dîlbaz neynik ji destê Satilmiş girt û bi dîqeteke mezin îcar wî bala xwe dayê û dû ra jî ji Satilmiş ra got:

-Ehmeq, helbet ewê bi te xerîb neyê, çimkî ew ez im.

Ne xwezî û ne jî perê te qîm dike
Dibêjin li Anqerê cezayê tûkirina erdê pêncsed lîrayê Tirkiyê bûye. Yekî kurd bi rê de rastî zabîteyê belediyê hat, jê ra got:

-Bibore, minê tiştek bipirsiya. Li gor ku min bihîstiye cezayê tûkirina erdê pêncset lîra ye, gelo cezayê tûkirina ruyê “însanan” ,cuqas e?

Zabita keniya û got:

Li vî bajarî merivên ku tu tû yî ruyê wan bikî hewqas pirr in ku ji bo karekî wiha ne xwezî û ne jî perê te qîm dike.

22 december 2007

Kurdistan û fobiya tirkan

Ev sê roj in ku Gumruka Mersînê dest daniye ser hin malên Kurdistana Başûr ku ji Bendera Misrê hatine şandin. Di kargoyan da 35 perçe malzemeyên ji bo rafînerîyên petrolê hene. Ji ber ku adresa kargoyê û di belgeyên wê de navê ”Kurdistanê” hatiye nivîsîn, loma jî bepirsiyarên Gumruka Mêrsînê gelkî tirsiyane, ketine panîkî û tavilê dest danîne ser kargoyê û nehîştine malzeme ji gumrukê derkeve.

Li gor milet û dewleta tirk ji ber ku welatekî bi navê ”Kurdistanê” tuneye loma jî nehîştine malzeme here bigihîje Kurdistana Federe.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse, malzeme li meydanekê danîne ser hev û ser navê ”Kurdistanê” jî bi boyaxeke reş baş boyax kirine, meriv bi mercegê jî lê binêre nayê xwendin.

Û dû ra jî xeber dane Anqereyê, gotine li ser tiştan navê ”Kurdistanê” heye, em çi bikin?
Esas ev ne cara pêşî ye ku dewleta tirk, ji ber navê Kurdistanê dest dide ser malê kurdan û paş da dişîne.

Wek nivîskareke tirk jî gotiye, li ser korgoyê ji dêlî Kurdistanê ve ”Qaşo Kurdistan” bihata nivîsîn, gelo wê demê ewê bişandana?

Wek tê zanîn tirk, dema ji mecbûrî qala Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Serokê Kurdistanê û hwd. dikin, ji bo biçûkxistinê tim gotina ”qaşo” yanî xwedêgiravî pêva dikin. Diyar e gotina ”qaşo” tirsa wan hinekî direvîne, rastiya hebûna kurd û Kurdistanê ji bo wan dike xeyal, tiştekî tune.

Çimkî heta çend sal berê miletekî bi navê kurd jî tunebû. Kurd, tirkên serê çiya bûn, dema qala kurdan dikirin eynî wek nuha, wê dema jî digotin ”qaşo mesela kurd.” û ”qaşo” nizanim çi…

Êdî ji bo hebûn û têkoşîna kurdan nikanin bibêjin ”qaşo”, lê ji bo Kurdistanê hîn nikanin dev ji ”Qaşoyê” xwe berdin.

Edeta tirkan e, tu carî bi rehetî û wek însanan tiştekî qebûl nakin, divê meriv bi zorê bi wan bide qebûlkirin.

Hemû generalên dijminên kurdan yên qanî qanî ku heta do bi erd û asîmanan sond dixwarin û digotin kurd tunene, yên hene jî di eslê xwe da tirk in, tenê zimanê wan hinekî xera bûye, îro ketine dorê û xwedêgiravî rexne li xwe digrin, dibêjin ”bi înkarê me şaşî kir”, divê me hebûna kurdan ji bin da înkar nekira, hin mafên kulturî bida wan û wesaîre.

Tirk li alîkî xwedêgiravî him bi riya generalên xwe rexne li siyaseta xwe ya înkarê digrin, lê li alî din jî eynî siyasetê li hember Kurdistana Federe dimeşînin. Çawa ku do ji bo têkoşîna kurdên xwe digotin ”qaşo mesela kurd”, îro jî ji bo Kurdistana Federe dibêjin ”qaşo Kurdistan”, yanî eynî tas eynî himam ya jî kurmê şîrî heta pîrî.

Bi reşkirina navê Kurdistanê li gor wan Kurdistana û têkoşîna ji bo wê namîne.Ev yek jî nîşan dide ku tirk çuqasî ji navê kurdistanê ditirsin, dema navê Kurdistanê li ser pakêtekê jî dibînin ziravbizyayî dibin.

Ji bo çi?

Çima hewqasî ji navê Kurdistanê ditirsin?

Ji ber ku tirsa wan ew e ku dema kurd li başûr bibin xwedî federasyon ya jî dewleta xwe ya serbixwe ava bikin ewê tesîrê li kurdên bakur jî bikin, piştî demekê kurdên Kurdistana Tirkiyê jî ewê doza serxwebûnê li wan bikin û bere bere hêzên dagîrker ji welatê xwe biqewirînin.

A sebebê ku tirk naxwazin kurd li Îraqê bibin xwedî federasyon ya jî dewleteke serbixwe ev tirs e, ev xof e.

Tirsa avabûna Kurdistaneke serbixwe ji bo tirkan bûye fobiyeke sipesîfîk, kabûsekî wan yê daîmî, ew bi vê tirsê radikevin û bi tirsê radibin.

Çawa ku hin însan li hember hin lawiran, mesela li hember beqan ya jî mişkan fobiyên wan hene û tu carî nikanin destê xwe bidin beqekî ya jî mişkekî, dema meriv beqekî ya jî mişkekî nêzî wan bike di cî diqutifin, cunî û ziravqetyayî dibin; tirk jî wek vê, avabûna Kurdistanê ji bo wan bûye wek fobiyekê, dema navê Kurdistanê li ser kaxetekê jî bi ber çavên wan dikeve, gurrûzî digre bedena wan, dilerizin û xwe wenda dikin.

Ev heyştê sal in ku ji ber vê fobiya kurdistana serbixwe tirk bi hemû hêz û îmkanên xwe dixebitin ku kurd li tu beşekî Kurdistanê jî xelas nebin, divê wek kurdên Tirkiyê tim bindest û belengaz bin. Kurd li Îraqê, li Îran û Sûriyê çuqasî bindest û bêmaf bin ev yek ji bo dewleta tirk ya unîter hewqasî baş e.

Yanî hebûna Tirkiyê û bextewariya miletê tirk, girêdayî tunebûna Kurdistaneke serbixwe û bindestî û koletiya miletê kurd e ji bo wan.

Ji bo ku însanek ji fobiya çûna ser tuxtorê diranan xelas bibe divê here ser tuxtor û tuxtor hêdî hêdî tirsa wî birevîne. Ji bo ku însanek ji fobiya mişk xelas bibe divê psikolog jê ra bibin alîkar û ji bo ku tirk ji fobiya Kurdistanê xelas bibin divê kurd rojekê berî rojekê Kurdistanekê ava bikin. Wekî din tu çara tuneye.

Li alî din, Serokê Herêmê Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro cara pêşî serdana gundiyên koçberbûyî yên ji ber bomberana arteşa tirk kir. Serok Barzanî, bi gundiyên koçberbûyî ra civînek çêkir û axaftineke gelkî girîng kir. Barzanî di axaftina xwe da got:

“Sedemê bombebarankirina wan ew e ku ew kurd in, yan na ewê ew bombebaran nekirana. Em her tim destê dostaniyê dirêjî cîranên xwe dikin û daxwazin bi her kesî ra di nav dostatiyê da bijîn, lê eger hin bixwazin bi zora tanq û top û balafiran serî li me bitewînin bila bizanibin ku ewê tu carî nikaribin îradeya me bişkînin. Di van nêzikan da emê li gel Hêzên Hevpeymanan û Serokomarê Iraqê bo guftûgokirina sînorbezandin û bombebarana vê dawîyê ya Tirkiyeyê li hev bicivîn.”
Civîneke wiha pêwîst e, divê kurd gotina dawî ji hevpeymanan ra bibêjin.

21 december 2007

Zebeşê bêdendik

Ji sedî 93-ê jinên tirkan tu carî nebûne xwedî pasaport
Li gor ankêteke van rojên dawî, li Tirkiyê ji sedî 93-ê jinên tirkan bê pasaport in û di jiyana xwe da jî tu carî nebûne xwedî pasaport û neçûne welatekî din nedîtine.

Ez bawer dikim ji xwe hewcedariya wan jî bi pasaportê tunye. Ji ber ku piraniya jinên tirkan rebenan nikanin bi tena serê xwe herin bajêr, ji bo ku ji mal derkevin û herin çarşiyê divê Satilmiş wek dîkekî bide pêş. Îcar pasaport û dervayî welêt ji rebenan kêm e….

Rekora tirkan...
Dîsa li gor ankêteke din li Tirkiyê salê serê ferd 200 kîlo nan tê xwarin. Û bi vê nanxwariniya xwe Tirkiyê li cîhanê rokor şikan û ket Kitêba Guinness ya Rekoran ya sala 2007-an. Berpirsiyarê Kitêba Guinness ya Rekoran yê Tirkiyê gotiye, şikir ji Xwedê ra me REKOREK şikand. Ji ber ku ji tunebûnê çêtir e.
Nuha mriv fêm dike, çima aqil li ba "birayên" me yên tirk kêm e, malneketan bêyî nanê tisî tiştekî naxwin ku dirhemek aqil têkeve serê wan.


Bi kuştina kurdan dilê wan rehet dibe
Qumandarê Ordiya 2-yem Hasan Igsiz, li ser êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana Federe û kuştina çend kurdan îro di civînekê da kêfxweşiya xwe anî zimên û got, ”operasyonê dilê hemwelatiyan rehet kir.”

Wey zalimê kurê zalima, kurro ev serê 80 salî ye ku hûn wek celladan wer kurdan dukujin, ma hîn jî dilê we rehet nebûye?
Ma hûn vampîr in ku hûn ji xwînê têr nabin ?

Zebeşê bê dendik
Yekî Dayirbekrî zebeşekî mezin ji Erdogan ra şand. Erdogan gelekî kêfxweş bû. Ev cara pêşî bû ku Erdogan zebeşekî wiha mezin didît. Kêr da orta zebeşê xwe û kir du felqe. Bala xwe dayê ku bavo çi bibîne, di hundurê zebeş de hebek dendik jî tuneye. Erdogan mit û mat ma, çimkî heta wê gavê tu carî zebeşekî bê dendik nedîtibû, lema jî jê re gelekî balkêş hat. Rabû şand pê yê Diyarbekrî, bir ba xwe. Jê re got:

-Sipas ji bo zebeşê te! Lê di zebeşê te de hebek dendik jî tunebû, ma zebeş cara bê dendik dibe ?
Yê Diyarbekrî keniya û got:

-Dibe çima nabe? Zebeşê min jî wek demokrasiya we ye, çaxa navê vê rejîma we demokrasî be, ewê zebeşê min jî bê dendik be.
Yanî ne karê aqilan e lê rast e!

20 december 2007

Diyaneta tirk nimêja li ser miriyan jî li kurdan qedexe dike

Esas min nêt hebû ku vê roja bimbarek tiştekî nenivîsim û we xwendevan hinekî rehet bihêlim.

Hema ji bo rojekê be jî zulm, zalimî û hovîtiya tirkan û dewleta wan ranexim ber çavên we û kul û derên we zêde tevranekim.

Lê mixabin mêrikan nahêlin, neheqiyên wiha li gelê me dikin ku hema bi qasî serê derziyê jî xîret û namûs bi meriv ra hebe, meriv nikane bê deng bimîne.

Dema hûn bûyera jêrîn bixwînin hûnê heq bidin min.

Di 28-ê adarê da li Diyarbekrê di cenazeyê gerîllayekî da hin bûyer derketin û hin kes hatin girtin. Abûqata girtiyekî, Cîhan Aydin, ji bo ku delîlan di lehê miwekîlê xwe da top bike, ji Serokatiya Diyanetê Beşa Fetwayê ra nameyek şandiye û gotiye:

“Miwekîlê min çûye li ser cenaze nimêj kiriye, ma çûna ser cenazeyekî û li ser cenaze nimêjkirin qey sûc e?

Alîkarê Serokê Karê Diyanetê Mehmet Kaya Kurt jî bi nameyekê bersîva abûqata kurd Cîhan Aydin daye. Diyanet, di bersîva xwe da dibêje:

“Çawa ku nimêj li ser cenazeyên kesên ne Musliman(xeyrî muslîm) nayê kirin, her wisa li ser cenazeyê kesên ku dê û bavên xwe bikujin, kesên rêbir, kesên ku li hember hêzên dewletê yên meşrû rabin jî nayê kirin.”

Ev bersîv, ev fetwa, ev dîtina ne însanî û nîjadperest ji alî kesekî faşîst ve nayê gotin, xwediyê van gotinan Diyanet e.

Dema kurd pûlis û leşker bin û ji bo dewleta tirk dê û bavên xwe, bira û xwengên xwe bikujin(û dikujin jî) dibe, roja werin kuştin nimêj li ser cenazeyê wan tê kirin. Lê dema ji bo welatê xwe şehîd ketibe nabe.

Ev jî nîşan dide ku Diyanet ne ji bo Xwedê lê ji bo dewleta xwe dixebite. Dewlet ji kê ra bibêje dijmin, Diyanet jî diêje dijmin.

Serokê Diyanetê ne qûlê Xwedê, qûlê dewleta xwe ye, dewlet çi emrî bidê bi cîh tîne.

Diyanetê emrê dewletê ji emrê Xwedê girîngtir e. Loma jî i rengekî nîjadperestî dijminatiya miletê kurd dike.

Dewleta tirk ya dîktator û mîlîtarîst li vir û li wir, bi rengekî wahşiyane zarokên me dukuje û Diyaneta wan jî divê gere hûn nimêje li ser cenazeyên zarokên xwe nekin, wan wek lawiran hema bin ax bikin.!

Ev dîtina Diyaneta tirkan jî nîşan dide ku ew jî wek dewleta xwe çuqasî bê ûjdan, bê merhemet, zalim û heta Xwedênenas in jî.

Ji ber ku ne ji zindiyên me tenê, ji miriyên me jî nefretê dikin.

Heger di nava kurdan da bawermendên bi xîret û namûs hebin divê li hember vê bê edebî û nîjadperstiya Diyanetê bê deng nemînin.

Nimûneya jorîn dîtina Diyanetê bû, ez dixwazim nimûneyekê jî ji dîtina miletê tirk bidim, ji bo kurd bibînin “birayê wan yê tirk” ji bo wan çi difikire?
Tirkekî din jî gotiye:

“Ez ne merivekî alimê dîn im, li ser cenazeyê kê nimêj tê kirin, li ser yê kê nayê kirin ez pê nizanim. Tiştê ez dizanim, meriv nikane PKK-liyan têxe dewsa mirovan. Dev ji nimêjê berdin, di esasê xwe da divê li vî welatî axa ku lê werin veşartin jî tunebe ji bo wan. Bira Bakurê Îraqê vala bikin û bibin li wir veşêrin. Mafê wan tuneye li axa vî welatî werin veşartin."

Belê ev jî dîtina miletê tirk e. Min xwest kurd bizanibin.

19 december 2007

Rayên kurdan bûn bombe û bi ser wan da barî

Xwendevanên hêja, sibe Cejna Qurbanê ye, roja kêf û şadiyê ye. Lê wek gelek kurdî, di vê şeva bimbarek da ez jî ne kêfxweş û dilşa me. Ez gelkî xemgîn û dilbikul im.

Dewleta tirk ya xwînxwar û zalim îsal jî nehîşt miletê kurd yê mezlûm û bindest wek her miletî di nava aştî û aramiyê da, bê şîn û girî cezna xwe pîroz bike.

Dewleta tirk ya zalim û ceberrût ev sê roj in ku ji asîmanên Kurdistana Îraqê agir bi ser gelê me yê Başûr da dibarîne, keç û xortên me, zarokên me dikuje.

Ji ber ku tirk xwedî tank û top in, xwedî bombe û balafir in, xwedî milyonek hêzên çekdar in loma jî çavê wan me dibire, ji çavsorî, ji bo hestên xwe yên nîjadperest tatmîn bikin zulmê li me dikin.

Ji bo ku nîşanî cîranên xwe û cîhanê bidin ku ew pir mêr in, pir qehreman in û ji me kurdan gelkî xurttir in vê zulmê û barbariyê li me dikin.

Fermandarê Hêzên Esmanî yê Tirkiyê Orgeneral Aydogan Babaoglû, îro bi serbilindiyeke gelkî mezin qala êrîşa xwe kir û bi quretiyeke bêmistewa wiha got:

“Di cîhanê de kêm dewlet dikanin di tarîya şevê da êrîşeke bi vî rengî pêk bînin. Em gihîştin armanca ku me dabû ber xwe. Em bi hêza xwe bawer bûn me dizanibû ku teknîk û îmkanên me yên ji bo êrîşeke bi vî rengî heye. Me bi vê yekê hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da.”


Di van êrîşên dewleta tirk da bi dehan gund hatin wêrankirin, gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin û bi dehhezaran xelkê sivîl jî ji bo ewliyiya canê xwe mal û gundên xwe terk kirin û koçber bûn, di vê sar û seqemê da li serê çiyan di çadiran da dijîn.

Dewleta tirk dewleteke pir bê exlaq û bê heya ye, piştî hewqas zirar û ziyana mal û canê xelkê sivîl, Orgeral Babaoglu hîn jî dikane bibêje:

Ez bi israr dibêjim, yek hedefa sivîl jî nehat lêxistin. Tiştên tên gotin propagandeya terorîstan e, ne rast e.”

Hukûmeta herêma Kurdistanê, navê çar kesên sivîl û du zarokên ku di êrîşê da harine kuştin eşkere kir. Telewîzyon ev sê roj in dîmenên gundên wêrankirî û cendekên bi sedan terşên laşên wan perçe bûne nîşan dide, lê generalê tirk bi rengekî bêar dibêje derew e, me li hedefên sivîl nexistiye.

Ji kesên zalim ra derew wek fisên tajiyan e, qet ne xema wan e, çimkî ji zulmê, bêbextiyê û derewan tamara eniya wan ya arê(tamara heya yê, fedîkirinê)qetiya ye. Loma jî dikanin her derewê bikin. Yanî derew, mizawirî, bêbextî êdî bûye karê serokên tirkan.

Lê tiştê herî balkêş, bêdengiya kurdên me yên piştevan û dilxwazên AKP-ê ye. Qet deng ji wan dernakeve.Wek tê zanîn van der û doran gelek teorî li ser başiya AKP-ê çêdikirin, digotin ancax AKP kanibe rê li ber êrîşa ser Kurdistana Başûr bigre. Loma jî divê kurd rayên xwe nedin DTP-ê, bidin AKP-ê. Û di netîceyê da bi rayên kurdan AKP li Kurdistanê bû partiya yekem.
Wek birêz Mahmût Kilinc jî di nivîsa xwe da gelkî xweş gotiye:

Dengê mirovê Kurd bû bombe û li ser serê miletê Kurd barî. Dengên ku AKP-ê stend, bûn gulle li mirovê Kurd vegerîyan. Bila em zanibin her dengê Kurdekî ku ji partîyên tirka re tê dayîn, dê bibe gulle û li wî vegere.”

Ji xwe hemû mesele ev e. Heger kurdan ev yek fêm bikira nuha halê me ne ev hal bû, 75 kurd nedibûn parlamenterên dijminê xwe, bi rayên xwe, xwe nedikirin bidiest û xulamên tirkan. Nuha AKP, xwîna zarokên wan dirjîne û ew jî wek êsîr û koleyên bêxîret li bedenên wan yên perçe perçekirî temaşe dikin, hîn jî bi qatilên miletê xwe ra hevaltiyê, kêf û laqirdiyan dikin.

Kurdan bela sebeb negotiye, kesê kêmaqil riya şaş û xerab ber hevalê xwe dixe. Ya jî xeta xwar ji gayê pîr e.

Bi hêviya ku ev topên Erdogan û Gul bi ser serê kurdan da barandin ji bo van kesan bibe derzek bi feyde.

Cejna Qurbanê li hemû kurdên bi xîret, bi namûs, ne heval û dostê dijiminê zalim, pîroz dikim.

18 december 2007

Mesûd Barzanî: Xwîna gelê kurd hewqasî ne erzan e

Wek dihat payin, li hember êrîşa tirkiyê ya asmanî protestoya herî xurt ji teref Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat nîşandan.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, do di civîneke çapemnîyê da êrîşa artêşa Tirk ya balafiran bi xurtî û bi gotinên gelkî giran şermezar kir.

Barzanî, nîşanî dost û dijminan da ku kurd serê xwe,Tirkiye û Emerîka jî tê da li ber tu dewletê natewînin. Destê tu kesî ranamîsin. Siyaseteke bi namûs û bi heysiyet dajon. Gelê kurd bi vê siyaseta bi heysiyet gelkî serbilind e.

Serokê Kurdistanê Barzanî, îro li havîngeha Selahedîn bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Miliband ra hevdîtinek pêk anî. Piştî sê seet civîn, Serokê Kurdistanê û Mîlîband, bi hev ra civîneke çapemeniyê çêkirin. Barzanî di axaftina xwe ya vê civînê da pir sert peyivî, got:

”Tirkiyê sûc kir û em viya bi şîdet protesto dikin. Heger Emerîka destûr neda, Tirkiyê nikanîbû ev yek bikira. Di vê operasyonê da xelkê sivîl mirin û birîndar bûn. Ev yek jî sûc e û ne mimkûn e ku ji alî me ve were qebûlkirin. Li hember parastina serweriya mirov, gelên Iraqê û bi taybet jî gelê herêma Kurdistanê berpirsiyariyek Emerîka ya exlaqî û yasayî heye.
Dixwazim bînim bîra her kesî ku xwîna gelê Kurdistanê hewqasî ne erzan e. Divê Emerîka berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û siyasî ji çav derbas bike.”

Li ser pirseke gelo haya Emerîka ji êrîşê heye ya na, Barzanî got, ”ne mimkûn e ku bêyî haya Emerîka Tirkiye bikanibe vê êrîşê bike. Çimkî Berpirsiyariya seha herêmê ya hewayê di destê Emerîka da ye.”

Lê nerazîbûna Serokê Kurdistanê Barzanî, bi vê jî neqediya, şêla herî girîg û sert nedîtina Wezîra Derve ya Amerîkayê Rice bû.

Wezîra Derve ya Emerîka Condoleezza Rice, piştî Konferansa Filîstinê ya li Parîsê vê sibehê ji nişka ve çû Kerkûkê. Li gor programê divê Barzanî û Roce, îro li Bexdayê hev û du bidîtana. Lê Serokê Kurdistanê wek nerazîbûneke li hember êrîşa Tirkiyê çûna xwe îptal kir û Rice nedît.
Bêguman ev şêleke gelkî sert e, lê di cî da ye.

Ji ber ku bi qasî kurd muhtacî Emerîka ne, Emerîka jî hewqasî muhtacî kurda ye. Loma jî divê kurd ji nuha da sînorên ”tawîzên” ku kanibin bidin nîşanî emerîkiyan bidin. N xwe dikane felaketên gelî mezintir were serê wan.

Ya din jî ev şêla Emerîka ji bo kurdan divê bibe wek zengilekî tehlûkê, divê kurd ji vê şêla emerîka derzeke baş bigrin û sedî sed baweriya xwe bi Emerîka neynin.

Bêyî Mesûd Barzanî, beyana Nêçîrvan jî gelkî baş bû. Serokwezîrê Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî jî li ser êrîşê di civana xe ya çapemeniyê da got:

”Şêla Tirkiyê şêleke dijminane ye. Em hêvî dikin ku êrîş dubare nebe. Heger çareke din bibe ewê mesele pir fireh bigere, mezin bibe.”

Serokkomar Gul jî îro çepik ji êrîşa artêşê ra lêxt û kêfxweşiya xwe anî zimên.Gul jî wek siyasetmedarên tirk yên din kêfxweşiya xwe diyar kir û got:

Ewê heta dawiyê here. Tiştê divê bihata kirin hatiye kirin. Di nabêna hemû organên dewlwetê da lihevkirin, hevkarî û plankirineke gelkî baş heye.”

Serowezîr Erdogan jî îro dîsa li ser êrîşê rawestiya û got:

”Tiştê hewce çi be artêşa me wiya dike û ewê di kirina xwe da jî berdewam be.”

Gelek zana û siyasetmedarên kurd digotin Gul û Erdogan li dijî leşkeran e, dixwazin têkevin YE, ne li dijî Kurdistana Başûr in, loma jî divê meriv raya xwe bide AKP-ê. Yanî ji dil û can dixwestin AKP were ser hukim.

Ê va ye Xwedê dua wan qebûl kir, AKP hat ser hukum û eynî wek wan dixwest Gul bû Serokkomar, Erdogan jî dîsa bû Serokwezîr.

Lê netcî jî li ber cava ye…

Dema meriv dost û dijminê xwe ji hev negerîne meriv wiha perîşan dibe.

17 december 2007

Miletê tirk ji însaniyetê dûr dikeve

Min bala xwe dayê miletê tirk îro pir dilşad û bextewar bû. Çimkî artêşa wan do bi şev bi rengekî bêbext û çeqelwarî 9-10 keç û xortên kurd yên ku ji ber zulm û zora wan reviyabûn serê çiyan kuştibûn û çend heb jî birîndar kiribûn. Civata tirk bi vê qehremaniya artêşa xwe gelkî serbilind bû.

Miletê tirk, hemû rojname û telewîzyonên wan, Serokwezîr û hemû siyasetmedarên din, ji vê xeza(şerê pîroz)artêşa xwe pir memnûn bûn. Ji kêfa devê kesî nediket hev.

Serokwezîr Erdogan, bi dilşadiyeke pir mezin hestên xwe wiha anî ziman:

“Di serî da Serekerkan û hemû fermandarên me, hemû pîlotên me yên qehreman û hemû mensûbên Artêşa Tirk, li ser navê xwe, li ser navê hukûmeta xwe û li ser navê miletê xwe pîroz dikim.”

Tirkekî din jî ji êrîşî gelkî memnûn bû lê ji nîşannedana kuştiyan gazin dikir û digot:

“Temam me lêxist, me şewitind, me wêran kir rind e, baş e, lê divê hûn berateyên wan raxin ber çavan, ji bo ku ji dost û diminan ra bibe îbret û dilê vî miletî hinekî honik bibe.!”

Çend sed keç û xortên kurd ji bo bidestxistina azadî û serxwebûna welatê xwe, bidestxistana mafên xwe yên însanî ji ber zulma dewletê reviyane û derketine serê çiyan. Ev 24 sal in ku wek lawiran di şikeftan da dijîn.

Dewleta tirk, vê jiyanê jî ji wan ra pir dibîne, nahêle li wir jî rehet bijiîn, di tariya şevê da bi 50 balafirên şer do girt ser wan û 100 ton bombe bi ser wan da barandin.

Lê miletê tirk dibêje kuştin têra nake, divê em “berateyên wan bibînin, da ku dilê me rehet be.”

“Berate”, wek tê zanîn ji heywanên mirî ra tê gotin, ji însanan ra meriv nabêje “berate”. Lê miletê tirk, êdî kurdan însan jî nahesibîne, bi çavê heywanan li wan dinêre û dixwaze wek sadîstan li termên kurdên ku kuştine temaşe bikin, ji bo ku bi vê yekê dilê xwe honik bikin.

Bala xwe bidin kîn û nefreta ji miletê kurd!
Xwediyên van hestan êdî ji mirovatiyê dûr ketine, êdî nexweş in.

Berdevkên dewleta tirk ji do da ye wer meth û senaya êrîşa xwe didin. Yek ji devê yekî digre, dorê nadin hev. Ji bo pesindana artêşê û qehremaniya pîlotan siyasetmedar û pispor xwe di ber hev ra dikin.

Mesele çi ye?

Çi mêranî, çi qehremanî kirine?

Kîjan kela ji destê dijmin derxistine?

Na, tu kela feth nekirine, tenê ji asmanan bi tonan bombe bi ser çend keç û xortên kurd da barandine û 5-6 heb kuştine. Sebebê kêfa wan ev e.

Li gor gotinên berdevkên artêşê, bi destûr û alîkariya înformasyonên Emerîka 50 balafirên şer wek di tariya şevê da çeqelan çûne li çiyayê Qendîl hin şargehên gerîlla bambebaran kirine. Li hember wan tank, top, arbijî û çekên giran, balafir û helîkopterên şer di destê gerîlla da tunene.

Di destê gerîlla da tiving heye. Tiving li hember balafir û bombeyan.
Wek yekî ku meriv di rîngê da dest û nigên wî girê bide û dû ra jî pê ra boksê bike.

Û ji viya ra jî dibêjin mêranî?

Ev serê 24 salan e ku dewleta tirk bi yek milyon hêzên çekdar li hember 3-4 hezar xortên kurd rezîl û riswa bûye. Vê yekê psîkolojiya wan xera kiriye, di dilê tirkan da bûye kul.

Loma jî Serokwezîr û generalên tirk her roj diherin xwe diavêjin bextê emerîkiyan, gunnê Bush miz didin ji bo ku ji wan ra bibin alîkar. Û ev êrîş jî bi saya vê bêbextî û bê exlaqiya Emerîka hate kirin. Heger ne destûra Emerîkiyan bûye bê guman tirkan nikanîbûn ev êrîş bibirana ser kurdan.
Min îro bala xwe da sernivîsên hin rojnameyên tirk. Ji rojnamevanî û bê terefiya xeberê bêtir, wek ku çapemeniyê bi xwe serfermandariya êrîşê kirbe manşêt avîtine. Ezê li jêr çend nimûneyan bidim:

-Di tariya kor da em li hustuyên wan siwar bûn. Divê cîran bizanibin destê me giran e.(Hurrîyet)
-Me li Qendîl xist. Artêşa tirk balyoz lê da.(Akşam)
-Bombeya vegere mala xwe. (Taraf)
-Bombeya nîvê şevê(Radîkal)
-Êrîşa bazan ya nîvê şevê(Vatan)
-Êrîşa pakêt ya ser kunê terorê(Bugun)
-Sergirtina Qendîl(Star)
-Me Qendîl vemirand(Guneş)
-Terorîst di nabêna efûyê û êgir da(Yenî Mesaj)
-Me bi taktîka dîrokî lêxist(Mêllîyet)
-Çiya û banî hatin bombe kirin(Yenî Asya)
-Me di kunê wan da lê da(Turkiye)
-Şeva kabûsê xayinan(Tecuman)
-PKK di kunê(qulika) xwe da hat lêxistin.(Ortadogu)
-Kampên Îxanetê bi erdê ra bûn yek(Mîllîyet)

Di van du rojên dawî da min careke din jî dît ku dijminatiya bi gelê kurd ra miletê tirk hêdî hêdî ji hemû hest û mefhûmên însanî dûr xistiye.

Ne tenê ferd, civat jî dikane bibe şîzofren û paranoyak. Civatên wiha wek însanên dîn in, divê werin tedawî kirin.

Bi baweriya min tedawiya miletê tirk jî bi xelasbûna gelê kurd ve girêdayî ye, heta ku kurd dewleta xwe ava nekin, tirk nikanin werin ser hişê xwe û wek însanên normal hereket bikin, roj bi roj ewê ji însaniyetê dûr kevin.

16 december 2007

Êrîşkariya tirkan ji tirsê ye

Destên generalên tirk dîsa di xwîna kurdan geriya.

Berbanga vê sibehê seet li dora 02:00-an hêzên asmanî yên artêşa Tirkiyê bi dehan balafirên şer deverên ser sînor, çend gundên Kurdistana Federe bombebaran kirin. Di vê bombebarana balafirên tirk da li gor agahiyên çapemeniyê jineke kurd şehîd ket, çar kes birîndar bûn, gelek gund û dibistanek jî hatin wêrankirin.

Hukûmeta Kurdistana Federe, êrîşa dewleta tirk, kuştin û birîndarkirina xelkê sivîl bi xurtî şermezar kir.

Wezareta Derve ya Îraqê jî êrîşa Tirkiyê ya asmanî protesto kir û notayek da Tirkiyê.

Piştî êrîşê, Hêzên Parastina Gel(HPG) jî bi beyanekê diyar kir ku dewleta tirk, piştî demeke dirêj ya keşfa firokeyên îstixbaratên yên DYA-yê, bi gelek balafirên şer êrîş birine ser Çiyayê Qendîl, Xinêre, Xakurk, Avaşîn, Zap, Çemço û Metîna û bi tonan bombe barandine herêmê.

HPG di beyana xwe da dibêje di encama êrîşa ezmanî ya balafirên tirk da, 5 gerîlla û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 3 gerîlla jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê, di xeberên êvarî da min li Serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê pêxwas(lumpen) guhdarî kir. Erdogan, dema qala êrîşê kir ji kêfa dikira bifiriya û şorik ji devê wî diherikî, wek qeşmerokekî ser sifra leşkeran ji ber êrîşê û kuştina çend kurdan gelkî pesnê artêşê da û dû ra jî sipasî Serokerkan Buyukanit kir. Ji ber ku artêşê çend kurdên din jî kuştibûn Erdogan gelkî kêfxweş bû.

Li gor beyanên hin berpirsiyarên tirkan, êrîşa asmanî bi alîkarî û destûra Emerîkayê bûye.

Berpirsiyarê Emerîka yê leşkerî jî got, berî êrîşê Tirkiyê ew agahdar kirine.

Yanî bi sestûra wan ev êrîş pêk anîne. Ji xwe bêyî destûra Emerîka tirk newêrên xîçekî jî bavîjin ji wî alî da. Her kes bi vê yekê dizane.

Min berê jî çend caran ninivîsî ye, tirk bi rehetî dev ji kurdan bernadin. Li vê cîhanê bûne mukir, bûne bela û ketine deriyê me.

Xwedê bela wan ji ber nigê wan bide wan!

Tu dibêjî qey sebebê hebûna vê dewletê tenê dijminatiya miletê kurd e. Wekî din tu karekî wan tuneye.

Ev sîh sal in dewleta tirk bi şev û roj wer bi kurdan ra mijûl e, wekî din tu karekî nake.

Mijara meclîsa wan kurd in, her roj li ser kurdan dipeyin.

Artêş, bi şev û roj li pey nêçîra kurda ye. Ji xwîna kurdan têr nabe.

MîT, wek kûçikê bînê bigerîne, wer li dû kurda ye.

Pûlis, cendirme li pey kurdan e, copên wan ji ser serê kurdan ranabin.

Girtîxaneyên wan ji bo kurdan hatine çêkirin. Di nava van 6 mehên dawî da 10 hezar kurd xistine zindanê. Li gor gotina wan nuha zêdeyî 11o hezar însan di girtîxaneyên wan da ne. Bê guman piraniya van girtiyan kurd in.

Zanîngeh wek hêlînên nîjadperstiyê li dijî kurdan dixebitin.

Dîyanet ji bo dijminatiya kurdan Xwedê jî daye aliyekî û Pêxember jî, ji bo çewisandina kurdan her babet zulmê li kurdan rewa dibîne.

Çapemenî, wek dezgeyek nazîzmê li dijî kurdan propaganda û ajîtasyonê dike.

Welhasil hemû dem û dezgehên dewleta tirk, biçûk û mezin li dijî kurdan dixebitin û dixwazin kurdan bindest bihêlin.

Tu dibêjî qey vî miletî xwe ji ûjdan, merhamet, heq, huqûq û edaletê şuştiye, dema dibe kurd, ji serokê dîyanetê bigre heta bi serokê partiya karkiran, her kes dibe zalimekî bê emsal.

Kurd ne tenê li hember dewleta tirk, li hember Îran, Îraq û Sûriyê jî têkoşînê didin, şer dikin.

Lê ne faris û ne jî ereb, wek tirkan dijminatiya kurdan nakin. Yanî wek tirkan ji "adetê" dernaxin.

Tirk, li hemberî her tiştê kurdan e.

Li hember hebûna kurdan e.

Dema li Almanya jî fêm dikin ku şofêrê texsiya ew lê siwar bûne kurd e lêdixin, nikanin li texsiya şofêrekî kurd siwar bin.

Ev ne mirovatiye, wahşet e!

Însan çawa dikane hewqasî dijminê miletekî be?

Ev haletî ruhiya tirkan ji paranoyayê jî xerabtir e.

Tiştê meriv her roj dibîne, li hember miletê kurd, kîn û nefretek mezin di dilê tirakan da wek gulokekê kom bûye.

Çima?

Bi ya min ji tirsê ye.

Ji kurdan pir ditirsin

Kurd dikanin bi rizgarbûna xwe kerran bi guh bike.

Ji ber vê yekê jî ji kurdan hunavê wan diqete, dibizin.

Loma jî pir dikin qajewaj.

Wek tê zanîn, ewtîna kûçik ya zêde ji tirsê ye.

Her wisa êrîşkariya tirkan jî ji tirsê ye.

Ji kurdan ditirsin, ji ber ku kurd tenê li ber pozê wan mane. Hemû miletên din helandine, kirine tirkên naylon.

Dema kurd bigihîjin mafên xwe, azadî û serxwebûna xwe bidest xin, ewê rê ji miletên din ra jî vebe. Di pêşerojê da miletên din jî ewê doza mafên xwe bikin.

Çimkî tirk baş dizanin ku li Tirkiyê tenê ji %9-10-ê nufîsê tirk in, yên mayî miletên din in. Tirk hîn do hatin herêmê û bi xêra kurdan li wir bicî bûne. Loma jî li dijî her tiştê kurdan e, naxwazin mafekî herî biçûk jî bidin.

Lê tu zulm û bêedaletî ne ebedî ye. Hemû zulm û zalimî di esasê xwe da ji tirs û zeîfiyê tê. Çawa ku tu jîn ne ebedî ye, her wisa tu dîktatorî jî ne ebdî ye, zû ya dereng ev rejîma zalim û ceberrût jî miheqeq ewê tar û mar bibe û miletê kurd jî wek her miletî, ewê bigihîje azadî û serxwebûna xwe.

15 december 2007

Kurd ji kêfan hustuyê xwe li ber ereban xwar nakin

Li ser gilî û gazinên birayê Pale yên ji serokên kurdan çend gotin.

Birayê Pale, rohniya çavê min, ez gilî û gazinên te fêm dikim. Ez jî wek te li ser goştê xwe hûr dibim û di rûnê xwe da diqijilim. Ez pir pê diêşim ku kurd hewqasî ji ereban ra dikin pişo pişo.

Lê dema meriv rewşa kurdan baş analîz dike, mriv dibîne ku kurd mecbûr in. Kurd ji kêfan naçin li ber ereban nagerin. Kurd viya ji mecbûrî dikin.

Ji ber ku kurd bê xwedî û bê pişt in, çarhawêlî kurdan çembereke ji êgir e, di rojeke xerab da dereke ku berê xwe bidinê, xwe lê bisitirînin tuneye.

Jixwe sebê ku kurdan heta nuha nikanîbûne welatê xwe rizgar bikin jî ev e. Gava kurdan li beşekî welatê xwe zora dijminê xwe birine, du dijminên din lek bi lek çûne gazî û hawara dijminên wan.

Kurd li hember sê dêwên herêmê şer dikin.

Dîrok şahid e, bêyî kurdan, tu miletekî din nikanîbûye li hember van hersê dêwên herêmê xwe ragirin û wek milet wenda nebin. Bêyî kurdan hemû miletên din wek çortên helandine û kirine pişêfk.

Li herêmê tenê kurd wek kela Diyarbekrê nehedimîye û heta nuha li ser nigan maye. Ev yek mêrxasî û meziniya miletê kurd nîşan dide.

Van "hersê dêwên herêmê" ne bi hêzên leşkerên xwe yên bi milyonan û ne jî kultur û çandên xwe nikanîbûna zora vî miletê mêrxas û esîl bibin. Em kurd divê vî aliyê meselê jî bibînin û bi liberxwedanên bav û kalên xwe gelkî serbilind bin.

Wek tê dîtin, ne tirk, ereb û faris tenê, cîhan li kurdan hatiye hev, dijmin ne yek e, ne dudu ye. Li cîhanê kes nabêje, wele mafê kurdan jî heye wek her miletî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Tu dewlet vî mafî wek heqekî kurdan nabîne.Bala xwe bidê, ji Emerîka bigre heta bi Yekîtiya Ewrûpa, (Rûsya, Sirbîstan û Girekî ne têda) her kes bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kosovayê dike. Kosavî bi xwe li ortê tunene, cîhan serxwebûna wan dixwaze.

Ma kosoviyan bi qasî kurdan xebat kirine, xwîn rijandine?

Na, mesele lêhatine, ji wan ra lê hatiye.

"Xwediyên dinyayê" dixwazin sirban basko bikin, loma jî ewê Kosovayê bi hawakî ji sirban bistînin.

Lê dema dor tê kurdan, ne dijmin tenê "dost" jî li dij in, her kes dibêje nabe ku kurd ji Îraqê veqetin.

Dema kurd ji Îraqê veqetin ewê Şerê Cîhanê Yê Sêyem derkeve.

Yanî bi kurtî ev tişt, bindestî jî, serxwebûn jî bi hêzê dibe.

Mixabin hêza kurdan jî tuneye ku guh nede kesî û bi ya dilê xwe bike.

Hemû dewletên cîran wek gurên devbixwîn ên ku xwe da bin ber berxekî li ber makê, xwe dane ber kurdan û dixwazin wan bixwin.

Îcar ji bo ku gurên har yên devbîxwîn wan nexwe kurdên reben ji mecbûrî hustuyê xwe li ber Emerîka û ereban xwar dikin.

Dibe ku hin caran kêmasî û şaşiyên serokên kurdan jî hebin, lê meseleya esasî ne ev e. Mesele dijminên kurdan pir in û ji kurdan gelkî xurttir in.

Û dostên wan yên ji dil û can jî tunene.

Yên hene jî pir ne saxlem in, dostên menfeeta xwe ne, meriv nikane zêde baweriyê pê bîne.

Dostê kurdan wek dîwarê ji tepika ye, dema baran bibare meriv nikane pişta xwe bispêrê.

14 december 2007

Tiştê Qedafî ji bo kurdan dixwaze kurd ji bo xwe naxwazin

Hûn werin liv ê ecêb û li vê sosiretê binêrin, titştê Qedafî ji bo kurdan dixwaze, kurd ji bo xwe naxwazin.

Do êvarê heyetek ji partiyên kurdên başûr çûn Serokê Libyayê Muamer Qedafî li Parîsê ziyaret kirin. Qedafî, di hevdîtinê da careke din piştgiriya xwe bi doza gelê kurd ya serxwebûn û azadiyê ra dubare kir û wiha got:

”Ez tim li gel gelê kurd bûme û min ev helwesta xwe qet neguhertiye. Û ji ber vê piştgiriya min ya bi gelê kurd ra li her çar parçeyên Kurdistanê gelek rexne li min hatiye girtin.”

Qedafî li ser rexneyên ku ji ber vê meseleyê li wî tên girtin jî got:

”Tirkiye, Sûriye û dewletên din ji ber helwesta min ya li hember kurdan bi dijwarî min rexne dikin, lê min gotiye û tim jî dibêjim, gelê kurd li ser axa xwe dijî, wek gelên din yê kurdan jî mafê diyarîkirina çarenivîsa xwe heye.

Qedafî, li ser mijara serxwebûna Kurdistanê jî bêdeng nemaye, bi mêranî gotiye:

”Berevajiya xelkê ku tirsa wan ji avabûna dewleteke kurd heye. ku vê yekê wek xeter bi nav dikin, bi ya min avabûna dewleta kurd qet ne xeter e û mafê gelê kurd e. Çimkî kurd li ser erd û ava bav û bapîrên xwe dijîn, axa kesî jî dagîr nekirine.”

Qedafî dû ra jî ji heyeta kurdan ra gotiye:

”Li ser meseleya piştgiriya min a ji bo avabûna dewleteke kurd, gelek rexne li min tên girtin, heta ji min re dibêjin tu ji kurdan zêdetir daxwaza dewleteke kurd dikî. Tu daxwaza dewleta kurd dikî lê partiyên kurdistanî daxwaza federaliyê dikin.”

Bawer bikin camêr rast gotiye. Berî salên 1980-î hemû kurdên Kurdistana Tirkiyê, PKK jî tê da Kurdistaneke Sosyalîst yekbûyî serbixwe dixwstin. Lê nuha gelekên wan(PKK û DTP)tew doza otonomiyê jî nakin. Mesele daxistine dereka mafê însanî. Yanî yên bi hêz ji bo ku birayên xwe yên tirk aciz nekin tiştekî naxwazin û yên bê hêz jî gelek tiştan dixwzin lê hêza wan tuneye.

Berê me digot, kes piştgiriya doza me nake, lê nuha xelk dike em naxwazin. Kurdên beşên din ne têda lê PKK û DTP dewleteke kurd ya serbixwe êdî wek paşverûtiê dibînin, dibêjin daxwazên wiha milîyetçîtiye.Dema van daxwazan buhurî ye. Însanên modern êdî qala dewletên serbixwe nakin.

Tiştê ez dizanim alban wa ye li Kosovayê di demek nêz da serxwebûna îlan dikin. Lê ji me kurdan ra heram e, nabe, ne rast e.

Ku serokên me ev serok bin emê hîn gelek ecêbên giran bibînin.

13 december 2007

Generalê tirk: Civak bê şivan û bê kûçik îdara nabe

Generalê teqawit Osman Pamukoglu, îro li Unîversîteya Stenbolê ya Teknîkê konferansek da xwendevanên zanîngehê.

Xwendevanekî li hin dîtinên Pamukoglu yên yekalî rexne girt û ji generalê teqawit mesela kurd pirsî, got:

”Ji bo çi tu li ser mafê kurdan yê siyasî û kulturî jî ranawestî?”

Li ser vê pirsê, Pamukoglu xwe gelkî aciz kir û got:

”Ji xwe min dewleta xwe di nava tunebûnê da li hember heft duwelan bi şerkirinê ava kiriye. Îcar dema nuha yê rabe sîlehê li min bikşîne, ezê namliyê têkim devê wî.”

Li gor dîtina Pamukoglo, li Tirkiyê çar meseleyên esasî hene. Ew mesele jî ev in:

”PKK, hebûna hêzên emperyalîst li Rojhilata Navaîn û li Bakkurê Îraqê hebûna dewleta kurd.”
Pamukoglu(yanî lawê pembo), li Îraqê avabûna dewleta kurd jî wek meseleyeke Tirkiyê ya hundur dibîne û dixwaze bi vî çavî lê were nêrîn. Yanî ha Kurdistana Federe, ha PKK ji bo wan qet ferq nake.

Dema Kurdistana Federe û PKK yek û eynî tişt be, dibe gelşeke Tirkiyê ya hundur. Wê demê mafê Tirkiyê heye ku midaxele bike, çimkî hukûmeta kurd jî wek PKK-ê ”gelşeke” Tirkiyê ya hundurîn e.

Helbet ev dîtin ne ya Pamukoglu tenê ye, dewleta tirk jî û miletê tirk jî wiha difikire. Ji bo wan PKK, PDK, YNK qet ferq nake, hemû jî kurd in û tahlûke ne.

Li gor tirkan kurd miletek in, li kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila bibe qet ferq nake, dibê ji bin zilm û zorê xelas nebin. Dema li beşekî xelas bibin, ewê tesîrê li beşê din jî bike, bi demê ra ew beş jî ewê şiyar bibe û doza azadiya xwe bike.

Loma jî îro tirk ji Ocalan bêtir li dijî Medûd Barzanî ne, ji PKK-ê bêtir li djiî hukûmeta kurd in.
Kurd jî êdî bere bere vê nêt û siyaseta tirkan dibînin. Ev pêşketineke baş e.

Lê Pamukoglu dîtina xwe ya herî balkêş li ser civakê û lîder(pêşewa, serok) anî zimên. Li gor Pamukoglu, hewcedariya civakê bi şivanekî baş û kûçikê şivên heye. Ji ber ku tirk ji şivan û kûçikekî baş yê gurxenêq mehrûm in loma jî halê wan ne tu hal e, tim li dû xelkê ne, tim paşdamayî, birçî, nezan û cahil in.

Çimkî civaka tirk bê şivan û bê kûçikê gurxenêq e.

Pamukoglu, dîtina xwe ya di vî warî da bi van gotinên wecîz, bi vê nimûneya jêrîn pêşkêşî xwendevanê zanîngeha bilind kir:

”Şivanekî baş ji bo ku civakê baş îdare bike, kûçikê şivên jî ji bo ku civakê biparêze pêwîst e.”

Wek tê dîtin, Pamukoglu miletê tirk wek keriyekî pez, serokan wek şivanan û artêşê yanî ordiyê jî wek kûçikê kerî dibîne. Dîtineke gelkî balkêş e.

Bi rastî jî kerî bê şivan û bê kûçik nabe. Heger kerî bê şivan û bê kûçik here çêrê ewê gur pê keve û ji hevûdu tar û mar bike.

Generalekî ku hîn bi vî çavî li civatê binêre, numûne û sîmbolên wî hîn kerî, şivan û kûçik bin, ma ewê ji wê civata ku ew îdare dike çi were payin?

Bi rastî jî heger civata tirk ne kerî bûya divê bi çavê qehremanekî li Pamukoglu nenêriya. Lê diyar e camêr civata xwe ji me baştir nas dike, loma jî li gor civatê dipeyove.

Pamukoglu di nabêna salên 1993-1995-an da li Çolemêrgê qumandarê Tûgaya Çiya û Komandoyan bû û bi operasyona xwe ya ”Pola 1” tê naskirin. Pamukoglu di dijminatiya kurdan da gelkî bi nav û deng e û li ba tirkan bi çavê qehremanekî lê tê nêrîn.

12 december 2007

Kurdekî rêberê dijmin

Min îşev di kanaleke tirkî da bîstekê li Dengir Mîr Mehmet Firat Cîgirê Serokê Ak Partiyê guhdarî kir. Dengîr Mîr Mehmet Firat kurdekî berfiratî, ji Semsûrê, ji qeza Kexteyê ye.
Dengîr, nuha ji AKP-ê parlamenterê Mêrsînê ye.

Dengîr, di nava parlamenterên AKP-ê da kurdekî ku kurdayetiya xwe înkar nake û yekcarnan ji bo reklam û propagandeya AKP-ê dibêje “ez kurd im.”

Heta ne tenê ev jî, min gelek caran ji devê hin kesan bihîstiye, dibêjin Dengîr, merivekî “kurdperwer”e û xêra kurdan dixwaze, dixwaze kurd jî bigihîjin mafên xwe.

Lê Dengîr Mîr Mehmet Firatê ku min îşev lê guhdarî kir, min dît ku Kurdayetiya wî pir ne ji xêrê ra ye. Erê Dengerîr dema hewce be dibêje ez kurd im, lê meriv û şûrkêşêkî tirkan yê temam e. Kurdayetiya wî ji bo xapandina kurda ye. Di nava kurdan da rêberê dijmin e. Dixwaze bi kok û zimanê xwe kurdan ji ser rê da bixinî, bike hevalbendê dijmin.

Hema kî dibe bila bibe, dema ez dibînim ku kurdek ji bo helandin û xapandina gelê xwe ji dijmin ra rêberiyê dike dilê min li hev dike, verşiya min tê. Ez nikanim heta dawiyê lê guhdarî bikim, ji hêrsa laşê min duxre.

Program li ser “teror”, “terorîst” û têkiliya bi kurdan ra bû. Yanî merivê çawa bike ku kurdan ji “terorîstan” û hevalbendên wan dûr bixe û bike heval û dilxwazê dewletê.

Dengîr bi şewq û heyecaneke mezin qala xebata partî û hukûmeta xwe ya li dijî “terorîstan” dikir. Bi heyecan û zewqeke mezin, nimûne li pey nimûneyê rêz dikir, dogot, me rê, av û ceyran biriye hemû gundan, me têkilî bi milet ra xurt kiriye, me di nava milet da tirsa ji dewletê şiknandiye, bi xebat û xizmetên xwe, me milet kiriye hevalê deletê. Digot, çimkî em li derdê wan guhdarî dikin, daxwazên wan bi cîh tîtin. Êdî kes bi çavê dijmin li dewletê nanêre.

Dengîr, bi serbilindiyeke mezin digot, ji bo îzolekirina “terorîstan” xizmet û têkiliyên nerm û însanî bi qasî şerê çekdarî girîng e. Digot, em bi van têkilî û xizmetên xwe milet dikin hevalê dewletê. Û bi vê xizmeta ji dijmin ra xwe gelkî serbilind his dikir. Xapandina gelê xwe ji bo xwe wek şerefê didît!
Dema li ba însan xîret nemîne dikane bi xizmeta ji dijnin ra jî xwe serbilind his bike.

Û gelek nimûneyên din. Min zêde tehamul nekir ku heta dawiyê li programê guhdarî bikim.

Kurdan bela sebeb negotiye, kew dijminê serê xwe ye. Dengîr û kesên wek wî jî kewên di destên dijmin da ne, ji bo xapandinê dixwînin.

Hinek bi çekan û hinek jî bi siyasetê rêberiyê ji dijmin ra dikin. Armanca her du grûban jî ew e ku gelê wan ji bin vê zilmê û vê wahşetê xelas nebe, bihele bibe tirk.

Serdozgerîya Komarî ya Diyarbekirê ji sebebê ‘pesindarîya suc û sucdar’ derheqê 54 şaredarên DTPê ji qanûna cezayê ya tirk xala yekê doz vekir. Serdozgerî di doznameyê de ji bo her şaredarekî du sal cezayê zindanê dixwaze.

11 december 2007

Referandûma Kerkûkê ma rojeke ne diyar

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû ku bi îhtîmaleke mezin referandûma Kerkûkê û bicîanîna Madeya 140-î ewê were taloqkirin. Di vî warî da sinyala herî cidî îro ji serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî hat.

Serokê Kurdistana Federe birêz Barzanî, îro di axaftina xwe ya li Konferasa Cîhanî ya Xwandina Bilind a Iraqê da li ser madeya 140-î jî rawestiya û di vî warî da wiha got:

”Taloqbûna madeya 140-î nayê wê wateyê ku made nayê bicihanîn. Bi bicihanîna madeya 140-î, hin xelk ji Kerkûkê nayên derxistin.Bi bicihanîna vê madeyê ew kesên ku mafên wan hatiye stendin ev mafê wan paş da tê dayin. Bi bicihanîna vê madeyê Iraqê hîn yekgirtîtir bimîne.”

Ji van gotinên Serokê Kurdistanê birêz Barzanî jî meriv fêm dike ku paşdexistina referandûma Kerkûkê û bicihneanîna Madeya 140-î di wexta diyarkirî da êdî ji alî hukûmeta Kurdistanê ve jî hatiye qebûlkirin.

Lê Serokê Kurdistanê nabêje, ji ber çi û heta kînga hatiye taloqkirin?

Li alî din jî, îdiaya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Alî Babacan, ku do gotibû ”me referandûma Kerkûkê da rawestandin” ne derew, rast bûye.

Ev jî tê wê maneyê ku di mesela Kerkûkê da tirkan raunda pêşî qezenc kirin û gihîştin armanca xwe. Ev serkeftin di rojên pêş da ewê tirkan hartir bike, ewê siyaseteke êrîşkartir bimeşînin.

Ez hêvî dikim ku ez şaş bim, lê bi baweriya min kurdan bi vê tawîzê girtina Kerkûkê xistin tehlûkeyeke gelkî mezin. Ji ber ku nîşanî dijmin dan kul i hember ”zorê” dikanin gavê paş da bavêjin.

Parlamentera DTP-ê Aysel Tugluk jî ji avabûna dewleteke kurd wek bela serê tirkiyê dibîne.

Li gor xebera malpera Nefelê, Parlamentera Diyarbekirê Aysel Tugluka DTP-yî îro li parlamentoya tirkan axaftinek kiriye û di axaftina xwe da van gotinên jêrîn gotiye: Kurdistanê hedef nîşan da.

”Li bakurê Iraqê dewletek ava dibe û ev bi destê dewletên mezin çê dibe. Ev dewlet dê bibe belaya serê Tirkiyeyê, werin em berjewendiyên Tirkiyeyê nekin qurbana îhtirasên xwe. Ev dewlet dê bibe Îsraîleke nuh û ne di berjewendiyê Tirkiyeyê de ye. Ji bona biserneketina vê projeyê jî çareyek tenê heye ko tirk bi kurdên xwe re [qest PKK ye] hevkariyê bikin.”

Dema min xeber xwend derengê şevê bû, ez di medya tirkan da li çavkaniya wê geriyam lê min xebereke tam bi vî rengî nedît. Dibe ku xeberên din ketibe ser û ew wenda bûbe. Lê heger bi rastî jî Tuglukê wiha gotibe rezaleteke mezin e. Gerçî berê jî çend caran dîtinên nêzî vê anîbû zimên. Bê guman ev dîtin yê Ocalan in jî. Bi piranî Tugluk, berdevkiya dîtinên Ocalan dike.

Tugluk jî wek tirkekeke nîjadperset, avabûna dewleteke kurd wek ”belaya serê Tirkiyê dibîne.”

Tugluk û kesên wek wê koriciyên di nava siyasetê da ne. Beşekî koriciyan bi hêzên dijmin ra li dijî keç û lawên miletê xwe şer ddikin, her roj xwîna wan diherikînin. Diyar e Tuglik jî di saha legal da korîcîtiya siyasî dike, ew jî wek koriciyan di vê sahê da li dijî qewmê xwe şer dike.

Kurdan gotiye, kurmê darê ne ji darê be dar narize. Vana kurmê darê ne.

10 december 2007

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Me referandûma Kerkûkê neda çêkirin

Êdî baş diyar bû ku referandûma Kurkûkê ewê careke din jî were taloqkirn.

Li gor destûra Îraqê divê di 31-ê vê mehê da referenduma Kerkûkê bihata kirin. Do Komisyona Bilind ya Madeya 140-î rapora xwe pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kir. Min li rapora komisyonê û li minaqeşeyên li ser wê guhdarî kir. Meriv ji hemû minaqeşûeyan û bi taybetî jî ji gotin û dîtinên Dr. Mehemed Îhsan, nunerê hukumeta Kurdistana Federe yê di Komîsyona Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140-î fêm dikir ku referandûma Kerkûkê îsal çê nabe.

Referandûm, xwedêgiravî ”ji ber hin kêmasiyên teknîkî” ewê çend mehan were texîrkirin.

Lê îdîaya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Alî Babacan, ya ku îro di Parlamentoya Tirkiyê da kir tiştekî din e. Li gor îdiaya Alî Babacan, taloqkirina referanduma Kerkûkê encama zixtên Tirkiyeyê ye.

Babacan bi pozbilindî dibêje, ”Tirkiyeyê berê jî ji welatên têkildar û hemû grûbên Îraqî ra gelek caran gotiye ku pirsa Kerkûkê bi referandumê çareser nabe” û netîce referandûma ku divê di dawiya sala 2007-an da bihata kirin hatiye paşdaxistin.

Babacan dû ra jî axafitna xwe wiha domand, ”Vanan ji ber xwe nabin. Grûbên Bakurê Îraqê jî tê da, diyaloga û temasa me bi hemû beşên gelê Îraqê ra heye.”

Her çiqas di van rojên dawî da sinyalên paşdaxisitinê hatibin dayin jî lê heta nuha tu berpirsiyarekî kurd bi rengekî resmî negotiye referandûma Kerkûkî îptal bûye. Ya din ji xwe biryara vê paşdaxistinê jî ji xwe ewê Parlamentiyo Kurdistanê bide. Û Parlamentoyê jî hîn biryareke wiha negirtiye.

Lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Alî Babacan, ji îro da dibêje, ”referandûm hatiye paşdaxistin.”

Babacan çawa dikane bi rengekî hewqas ji xwe bawer vê yekê bibêje?

Gelo hukûmeta Kurdistanê sozeke wiha daye tirkan?

Tawîzên wiha bê guman ewê bêtir hêviya ”zor pere dike” bide tirkan, ewê di siyaseta xwe da bêtir êrîşkar û bê kompromîs hereket bikin. Yanî heger kurd wiha zû werin ”îmanê” ewê tim ”serê ço” nîşanî kurdan bidin. Ji xwe hebûna 200.000 leşkerên wan yên ser sînorê Kurdistanê jî wek ”Şûrê Demokles” ji bo vê armancê li wir in. Dixwazin bi wê hêza xwe ya leşkerî zoreke psîkolojîk li kurdan bikin, wan bitirsînin.

Li ser ”acizî” û midaxeleya tirkan, do jî nexşeya Kurdistanê ji ser wasiteyên pûlisên trafîkê hatibûn ra kirin. Li gor îdiaya medya tirk, li ser dikanan kirîn û firotana wê jî hatiye qedexekirin.
Tawîzên wiha ne ji xêrê ra ne û tu carî jî tirkan nerm nakin. Divê em vê yekê baş bizanibin.

Tirk tenê dikanin bi tiştekî nerm bibin, ew jî dibê kurdên başûr des tji hemû destkeftiyên xwe berdin û vegerin dema berê, dema Saddam. Yanî ew jî wek kurdên Tirkiyê, ji tirkan ra bibin xulam, xixmetkar û kole. Tiştê dewlet û miletê tirk layiqî kurdan dibîne û dikane pê werin serî qebûlkirina jiyaneke wiha ye.

Siyaseta dewleta tirk ya li hember kurdan îro ev e. Divê kurd ne li Kurdistanê û nej î li dereke din bi qasî serê derziyê jî nebin xwedî maf û desthilat. Divê hêdî hîdî, wek berfa ku roj bide ser, bihelin, wek milet nemînin.

Û divê em jî bi dsiyasetê, bi dîplomasiyê, bi zorê axir bi çi dibe bilea bibe, nîşanî tirkan bidin ku di vê siyaseta xwe ya li hember me ya înkar û îmhayê da ew şaş in û nikanin bi ser kevin.

Yanî heta ku tirk, di vê siyaseta xwe ya ”înkar û îmhayê” da ji karê bêtir zirarê nebînin dev ji me bernadin.

Divê em vê yekê nîşanî tirkan bidin. Ne xwe em tiştekî bi ser avê naxin.

09 december 2007

Li ser daxwaza tirkan nexşeya Kurdistanê hat qedexekirin

Tirkan nexşeya Kurdistanê li Kurdistana azad qedexe kirin.

Çavê me hemû kurdan ronî be, tirkan piştî Tirkiyê û Kurdistanê Tirkiyê, li Kurdistana azad jî bikaranîn û bidardekirna nexşeya Kurdistanê li kurdan qedexe kirin.

Nexşeya(xerîteya)Kurdistanê ya li ser hin wasîteyên pûlisên trafîkê, piştî protestoya Tirkiyê, bi emrê hukûmeta Kurdistanê hat rakirin. Lê sînorên vê “qedexeyê” nehatiye eşkerekirin.

Gelo ev qedexe ji bo hemû dahîre û dezgehên dewletê yên din jî derbas dibe yan na?

Gelo ji nuha û pê va kesên sivîl jî ewê bikanibin nexşeya Kurdistanê li mal û dikanên xwe bi darde kin, li ser wasiteyên xwe çêkin ya na?

Divê hukûmeta Kurdistanê di vî warî da tamîmekê belav bike, ji bo ku xelk bizanibe çi qedexe ye û çi ne qedexe ye?

Ya din, gelo ev qedexe sûc e yan na û heger sûc be cezayê wê çuqas e?

Li gor ku rojnameya tirkî Mîllîyet dinivîse, dibêje ne ji ser wasiteyên pûlisan tenê hate rakirin, li dikanan jî kirîn û firotina wê hatiye qedexkirin.

Weleh divê meriv tirkan pîroz û teqdîr bike. Mêrikan ne tenê li welatê xwe, li welatekî din yê serbixwe jî nahêlin însan nexşeya welatê xwe bi darde kin.

Piştî ku mêrikan daxwaza xwe ya qedexekirina nexşeyê hewqasî bi hêsanî dan qebûlkirin ez bawer dikim sibe jî ewê dor were qedexekirina alê.

Ji bo xatirê “vê dema nazik û kêmkirina reaksiyona tirkan”, sibe ala Kurdistanê jî li kurdan neyê qedexekirin baş e.

Serokê MHP-ê Bahçelî, kurdan bi qetlîameke mezin tehdît dike

Serokê MHP-ê(partiya faşîst)Devlet Bahçelî, ji ber gotinên Serokwezîr Erdogan yên ku du roj berê di derbarê vegera gerîllayên PKK-ê da gotibûim n hErdogan û him jî miletê kurd dehdît kir.

Erdogan, du roj berê di axaftineke xwe da gotibû:

” Em dixwazin rê li ber derkitina serê çiyê bigrin, em ji wan kesên ku li çiyê ne û tevî terora bixwîn nebûne ra dibêjin werin ba dê û bavên xwe.”

Bahçelî, van gotinên Erdogan “wek lîstika bi agir” şirove dike û dibêje:

“Ev gotinên Serokwezîr tenê tê maneya efûkirina xayinan û kirinên wan jî ewê ji wan ra kar bimîne. Divê Serokwezîr dev ji lîstika bi êgir berde. Ez pir vekirî dibêjim, cî û meqamê wî çi dibe bila bibe ewê hêza tu kesê têr neke ku vê yekê bike.(...) Komara Tirkiyê bi alîkariya şiyarbûna milet ewê bersîveke pêwîst bide terorîstan, berê ewê pişta îxanetê bişkîne û dû ra jî ewê koka wê biqelîne/zuha bike.”

Wek tê dîtin, mêrik pir vekirî him Serokwezîr tehdîti dike û him jî dibêje, piştî ku me PKK-e qedand, emê “koka wê biqelînin” yanî miletê kurd ji ortê rakin, tiştê anîn serê êrmeniyan bînin serê kurdan jî.

Wekî din tu îzahek van gotinên Bahçelî tuneye. Çimkî “koka” PKK-ê gelê kurd e, “qelandina kokê” qetlîama kurdan e.

Ev alîyekî meselê ye, aliyê din yê meselê jî gotinên wî yên ji Serokwezîr ra ye. Ne Erdogan û ne jî dozgerek nabêje.

-Tu çawa û bi çi selahiyetê dikanî Serokwezîrê welatekî wiha tehdît bikî?

Heger xwediyê van tehdîtan ne Bahçelî lê yekî kurd bûya, bêguman nuha ji zûda dozgeran di der heqê wî da doz vekiribûn û hemû medya tirk rabûbû pêdarê.

Li Tirkiyê bi şertê ku divê li dijî kurdan be, her babet sûc, curim û bêqanûnî serbest e.

08 december 2007

Ez îro xwe sûcdar his dikim !

Min îro çûna civîneke gelkî girîng û gelkî manîdar ji bîr kir. Kitêbxaneya Kurdî li Swêd, îro deh saliya xwe bi programeke gelkî dewlemend pîroz dikir û ez jî hatibûm vexwendin. Û min gotibû ku erê, ezê bi kêfxweşî werim.

Lê min ji bîr kir, ez neçûm...

Dema hevalekî ji kitêbxaneyê telefonî min kir û got, ”ma ka tu li ku yî ?”, ez bi rengekî bê hed fedîkar û xemgîn bûm. Ji ber vê bêhişiya xwe, min ji xwe ”nefret” kir, heger zarok û xanim ne li dora min bûna minê hurmizkek baş li serê xwe yê bêhiş xista.Hêrseke ecêb, wek aveke şîrgerm li laşê min belav bû.

Ji şansê xerab ra zarok îro mîvanê me bûn. Hişê min wer li ser wan bû. Biraziya min Hêvîdar, ev sê-çar roj in hatiye ziyareta birayê xwe, zavayê min. Îro ew û zarokên me, giş hatibûn ba me. Min j iwan ra masî çêdikir. Loma jî civîn min ji bîr kir.

Lê ya rast, ne ev mesele bûya jî min ji bîr kiribû. Esas di van du-sê salên dawî da ez gelkî bîrok bûme, bûyeran ne, lê tiştên ku ezê bikim ez ji bîr dikim. Tiştan li şûna xwe dihêlim, wext û zeman ji bîr dikim.

Yanî bi kurtî hafiza min yekcarnan wek îro bêbextiyê min ra dike.

Min gelkî dixwest ku li bîranînên li ser Nedîm guhdarî bikim. Lê nebû qismet.

Nedîm kurdekî gelkî hêja û jêhatî bû. Merivê kar û xebatê bû, dikanîbû tiştekî ji gelê xwe ra bixuliqîne.

Li Swêd avakirina kitêbxaneyeke kurdî karekî wisa ne hêsa ye, ji bo avakirian dezgejeke wiha girîng xebateke pir mezin, hostayî û zîrekî lazim e, danîna têkilyên gelkî xurt lazim e. Nedîm, bi tena serê xwe wek rêxistinekê dixebitî. Eserê ku Nedîm li Swêd, li surgûniyê li pey xwe hîştiye îro hemû kurd pê kêfxweş û serbilind in. Xwezî li her wealtekî Ewrûpa çend kesên me yên wek Nedîm hebûna.

Nedîm Dagdevîren, di 2-ê adara îsal da piştî nexweşiya demeke pir kin, di temenekî pir xort da(54 salî) wefat kir.

Min hîn jî "mirina" Nedîm wek rastiyekê qebûl nekirye. Nizanim çima, lê min hîn jî e-maila wî neavêtiye. Her cara ku ez dikevim herfa "N" ez rastî navê wî têm û bi vî rengî wî bibîr tînim. Roj heye belkî 5-6 caran di kompîtora xwe da rastî navê wî têm û bi vê riyê wî tînim bîra xwe.

Bêyî Nedîm, çend kesên din jî hene ku wefat kirine lê ez wan jî wek Nedîm ji deftera xwe navêjim, bira wer têda bimînin.

Nedîmê gorbuhişt, yek ji wan kurdan e ku kanîbûye li pêy xwe esereke gelkî giranbuha bihêle. Eve ser him ji bo wî û zarokên wî û him jî ji bo hemû kurdan hêjayî teqdîr û şanaziyê ye.

Nedîm kurdekî welatparêz, xebatkar, şair, ajîtator, xatîb û zarxweş bû. Min ji sohbet û henekên wî hez dikir. Ji ber ku îro ez beşdarî civîna bîranîna wî nebûm ez xwe sûcdar his dikim. Ez hêvî dikim ku ewê vê yekê bide bîrokiya min.

06 december 2007

Bi qusandinê kûçik nabe tajî

Wezîrê Hawîrdorê Kurşat Tuzmenê mahcir, îro di axaftina xwe ya meclîsê da li nav çavên parlamenterên DTP-ê nêrî û wek çeqelekî kuçan got:

”Du rastî hene. Yek jê, hevalên me yên kurd, birayên me yên bi şeref in. Rastiya din, PKK rêxistineke bêşeref ya terorê ye. Em vê cudahiyê dixwazin, divê ev cudahî were kirin. Divê rastî wiha were gotin.”

Tuzmenê ku kes nizane bezê guhê wî ji ku ye, ji DTP-ê ra dibêje, divê hûn ji PKK-ê ra bibêjin “bêşeref !”

Helbet her cewrikê biewte ne hewce ye ku kurd keviran bajîjinê. Lê divê yekcarnan bibêjin oşt !
Meriv çi bike jî pere nake, çimkî kûçik bi qusandinê nabe tajî!

Tirkan malpera Rizgarî hack kirin
Tirkan îro malpera Rizgarî hack kirin û tiştên pir xerab jî nivîsî bûn. Heqaretên gelkî mezin li kurdan kiribûn.

Tirk, mêrikan li dijî her tiştên me ne, tehamul nakin em bibin xwedî tu tişt. Nahêlin kurd li derva jî bibin xwedî malpereke înternetê. Malperekê jî ji kurdan ra pir dibînin.

Herzelê cihû di dawiya sedsal 19-an da dema dît ku li cîhanê kes rehetiyê nade cuhuyan, her kes heqaret û zilmê li wan dike, ji gelê xwe ra got, ”ya emê wek hemû cîhanê bibin ya jî emê cîhanê wek xwe bikin.”

Yanî, ya emê jî wek her kesî bibin xwedî dewlet û rehet bikin, ya jî emê her kesî wek xwe bikin bêdewlet, bê al û bê sînor.

Ya me kurdan jî hatiye vê nuxtê. Tirk li vê dinyayê rehetiyê nadin me, ji bo ku em rehet bikin divê em jî wek wan bibin xwedî dewlet û ji bin vê zilm, taqîbat û terorîzekirina wan xelas bibin.

Ne xwe mêrikan nahêlin em tiştekî herî biçûk jî şa bibin.

Heger em zora tirkan bibin hemû Kurdistan jî rehet rizgar dibe.

Bîrand ji bo sihata Apo dua dike
Nivîsa rojnamevanê tirk Mehmet Alî Bîrand ya do”Em dua bikin ku Apo nemre(!)” gelkî balkêş bû. Bîrand dibêje, hefta borî ew beşdarî civîneke li ser kurdan û PKK-ê bûye. Civînê çar seetan ajotiye û kesên beşdar jî hemû pisporên PKK-ê û kurdan bûne.

Li gor gotina Bîrand, şertê civînê ew bûye ku ewê navê kesên beşdar neyê eşkerekirin. Û loma jî ew bi xwe jî navê xwediyê dîtinan nabêje. Tenê qala hin dîtinan dike, lê navê xwediyên wan nabêje.

Bîrand, pir pesnê mustewa civînê dide û dû ra jî dua û hêvî dike ku tiştek bi Ocalan neyê. Bîrand di dawiya nivîsa xwe da wiha dîbêje:

”Bi mirina Ocalan ra ewê her hêzeke PKK-ya xwe ava bike û ewê kontrol bi temamî ji dest derkeve.”

Wek tê dîtin yek ji aqilmendên dewleta tirk yê girîng jî naxwaze Ocalan bimre ya jî ji ortê were rakirin. Li gor Bîrand, bi mirina Ocalan ra ”kontrol” ewê ji dest derkeve û rewşê hîn xerabtir bibe. Loma jî Bîrand, hebûna Ocalan ji bo selameta dewleta xwe baştir dibîne û dixwaze dewlet ”bi mejiyekî nuh” nêzî meselê bibe û vê îmkanê baş bi kar bîne.

Ê piştî ku Bîrand jî ji bo menfeeta dewleta xwe bibe duaçiyê birêz Ocalan, êdî ez bawer nakim tiştek pê were. Kuxuk û zuhabûna gewriyê ne têda lê bi îzna Xwedê ewê emrê wî gelek dirêj be.

Di nivîsa xwe ya do da min qala lêkolîneke OECD-ê kiribû û gotibû ”Tirkiye dîsa ji dawiyê da bû yekem.”

Meriv ceh bicîne meriv nikane genim rake
Li gor lîkolîna OECD-ê di nava 57 welatan da xwendevanên tirk yên herî cahil û nezan in. Tenê Meksîka ji wan xerabtir e. Yanî dema xort lîseyê diqedînin bi qasî zarokekî diçe sinifa 3-4-an jî zanîna wan tuneye. Medya tirk îro dîsa li ser vê meselê gelek tişt nivîsiye û cî daye hin gotinên
Wezîrê Perewerdeyê Huseyîn Çelîk. Husên Çelîk kurdekî ji Wanê ye û îdeologekî AKP-ê ye.

Çleîk, li ser perwerdeya tirkan û lêkolîna OECD-ê wiha gotiye:

”Kesî ev yek empozeyî me nekiriye, ji bo ku hinek neynikê bidin ber ruyê me, em daxilî vê programê bûn. Ji bo vê programê em salê 400.000 dolar didin. Ji bo ku kontroleleke ji der ve qalîteya perwerdeya ma bipîve.”

Wey malneket, ma hewceye ku hûn peran bidin xelkê ji bo ku ji we ra bibêjin ”hûn ji hemû cîhanê nezantir û paşdatir in”!

Hema bêyî tirkekî we ji kê jî bipirsiya ewê eynî tişt ji w era bigota û him jî belaş.
Lê tiştê herî xweş Çelîk, ji netîcê gelkî memnûn e, dibêje:

”Ji xwe me netîceyeke din nedipa. Heger Tirkiye ciyê xwe biparêze, em wiya jî wek pêşketinekê qebûl dikin. Dema hûn ceh biçînin hûn nikanin li bendî çinîna genim bin. Hûn çeh biçînin, hûnê ceh rakin.”

Çelîk dizane ku ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, loma jî ji netîceyê gelkî razî ye. Û ne tenê raziye jî, di nava 57 welatan da ji dawiyê da duyembûnê tew wek pêşketinekê dibîne.

Xwedêjêrazî ma ji sifirê jî xerabtir heye? Diyar li gor baweriya Wezîr, rewsa tirkan ji vê netîceyê ji xerabtir e.