05 november 2007

Tirkan nazî jî derbas kirin

Berê çend gotin li ser hevdîtina Erdogan û Bush.

Hevdîtina Erdogan bi Serok Bush ra îro danê êvarê pêk hat. Piştî hevdîtinê Erdogan û Bush bi hev ra derketin hember çapemeniyê. Di civînê da Bush got:

” PKK dijminê Emerîka, Tirkiyê û Îraqê yê mişterek e. Û ji niha û pê da ewê hîn baştir îstîxbaratê bidin hev, hevkariya di vî warî da ewê pêşda bibin.”

Li ser pirsa operasyoneke li derî sînorên Tirkiyê jî Bush got:

”Ez naxwazim bersîva pirsên li ser îhtîmalan bidim.” û dû ra jî qala girîngiya îstîxbarata mişterek kir.

Erdogan jî got, ”Emerîka li hember terorê ewê piştgiriya wan bike û di gelek meseleyên esasî da jî li hev kirine.”

Di mesela gelo ewê di demek nêz da operasyonekê bikin ya na, piştî hin gotinên grover Erdogan got. ”Li hember PKK-ê me bi Emerîka re biryara herekateke bi hev ra girt.”

Û ev operasyon ewê tenê li dijî terorê be, ew îstîkrara ”bakurê Îraqê” yanî ya Kurdistanê jî wek îstîkrara xwe dizainin.

Tiştê meriv ji gotinên Bush û Erdogan fêm dike Emerîka pê li firêna tirakan kiriye, ji wan ra gotiye NA!. Lê hin soz jî dane wan.

Yanî tirkan dîsa kortika hustuyê xwe xurandin û ji Emerîka destûra êrîşî negiertin, destvala vedigerin.

Helbet di rojên pêş da sozên ji Emerîka girtine jî ewê baştir diyar bibin. Gelo bi rastî Emerîka soza ”êrîşeke mişterek” daye tirkan, ya jî Erdogan ji gotinên Bush ev netîce derxistiye? Evy ek di rojên pêş da ewê derkeve holê.

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da li ser axaftina Wezîrê Edaletê Mehmet Alî Şahîn ya derbarê berdana 8 leşkerên wan da û dîtinên hin tirkan rawestim.

Wek tê zanîn, ev serê du heftan e ku(ji kuştina 12 leşkeran û virda) çapemeniya tirk heqaretên gelkî mezin li kurdan dikin.

Ji lîberalên bigre, heta bi dîndarên wan, kîjan devê xwe vedike gotinên nemayî ji kurdan ra dikin. Di dîtinên nîjdadperestiya li hember kurdan da êdî nazî jî li ba wan wek milayketan dimînin. Her cara ku li ser kurdan xeberek derdikeve, bi sedan tirk şiroveyên wer dinivîsin ku meriv dibêje heft xwezî bi naziyan.

Ezê ji M. Alî Şahîn dest pê bikim.

Do, piştî berdana 8 leşkeran, M.Alî Şahîn di kanala telewîzyoneke tirkan da wiha peyivî:

”Çûna leşkerekî tirk bi çend çapûlciyan ra (rêbir, eşqiya, pêxwas) ez gelkî nerehet kirm. Berî her tiştî, ji ber ku leşkerekî me ya jî grûbek ketine destê rêxistina terorîst û parvekar wek hemwelatiyekî Komara Tirkiyê ez pir li ber ketim. Dibê tu ferdekî Artêşa Tirk neketa vî halî. Ji ber vê yekê jî ez bi azadbûna wan kêfxweş nebûm.”

Ev miswedê însanan xwedêgiravî Wezîrê Edaletê ye! Lê bira edalet, însaniyet û merhabet li wir bimîne, wek mirovekî hov, xedar û bêûjdan dipeyive. Ji bo wî kuştina 8 xortan qet ne girîng e. Ya girîng divê leşekerê tirk xwe bikuje, bide kuştin lê nekeve destê gerîlayên kurd. Însanê ku bi azadbûna 8 xortan kêfxweş nebe êdî ew ji însaniyetê derketiye. Dijminatiya miletê kurd, Şahîn ji însaniyetê derxistiye.

Îcar dema însan wiha bêûjdan û bêmerhemet li welatekî bibin wezîr gelo ewê miletê wî çawa be?

Niha jî çend nimûne ji dîtinên tirkan yên derbarê kurdan da.

Kurdan du roj berê li Qamîşloyê li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana Federe meşek çêkirin. Hêzên ewlekariya Sûriyê êrîş birin ser meşvanan, yek kuştin(tirkan gotin 3 kes) û gelek kes jî birîndar kirin. Rojnameya tirk Hurrîyetê bi diminatiyeke mezin ev xeber da û fena ku bibêje baş kirine. A di bin vê xeberê da miletê tirk ev şiroveyên jêrîn kirin. Ez jê çend heban pêşkêşî we xwendevan dikim:

”Heger eynî protesto li Tirkiyê jî bibin dibê emrê kuştinê bidin pûlisan. Dibê koka pîsiyê paqij bikin.”

”Destê wan sax be, sê mîkrobên din hatin rakirin.”

”Dostî wiha dibe. Bravo ji bo cesareta Sûriyê.”

”tiştê ku Tirkiye nikane bike ew dikin. Helal be ji wan ra.”

”Pir baş bûye. Xwezî hêzên ewlekariya Sûriyê hemû bikuştana.”

”Oxxx, pir baş bûye! Her bijî pûlisê sûriyê.!”

”Xwedê bi destê te ra be Sûriye. Lê xwezî zêdetir bikuşta ewê baştir bûya”

“Bira bênamûsan bikujin.”

“Aqîbet li serê yên Tirkiyê be.”

“Yûh be ji me ra, em nikanin bi qasî Sûriyê jî bibin.”

“Xwedê qewetê bide we cîran.”

“Çi cîranên me yên baş hene! Pir baş bûye. Divê dewam bikin. Ya rast ez li ber guleyan dikevim. Bi ya min divê ya meriv gazê bikar bîne ya jî birçî bihêle ji bo ku janê bikşînin, birizin. Divê em hatina xwe ya millî bi gulleyan li van deyûzan serf nekin.”

”Xwezî bombeyek bavîtana orta wan.”

”Dixwazin me bi zor rakin ser tapanan ku em hemûyan birjînin Basrayê. Lê divê bizanibin ku em dikanin bi wê jî neyên serî.”

”Edaleta îlahî tecellî kiriye. Aqîbeta kesê ku bibe dijminê tirk û tirkîtiyê ev e. Divê em çepikan ji pûlisên Sûriyê ra lêxin. Xwezî gelekên din bikuştana.”

“Oxxx pir baş bûye, xwedê hêzê bide destê wan. Bi vî ya jî wî hawî, her ewê geber bibin.”

“Divê meriv hêzên ewlekariya Sûriyê pîroz bike. Xwezî hemû kesên beşdar îmha bikirana. Çimkî vana jî hevalbendên Barzanî, Talabanî û yên terorîstênme ne. Divê hemû werin îmhakirin.”

“Kêfxweş bûm lê hindik geber bûne, xwezî hîn pirtir bûna.”

“Midaxele wiha dibe, baş e emê kînga midaxele bikin?”

“Rastî ev e. Min dixwest yên li wir hemû geber bibûna.”

”Xwedê bi destê wan ra be.Ev milet bela serê hemû welatan e. Fêr bûne wek parazîtan bijîn. Divê em, Sûriye, Îraq û Îran bibin yek û wan jî wek êrmeniyan tehcîrî çolekê bikin.”

Ez van dîtinên miletê tirk pêşkêşî wan kurdên ku dibêjin ”em û tirk biryên hev in” dikim. Ji bo ku bibînin ”birayên” wan ji bo wan çi difikirin û çi xêrê dixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE