16 november 2007

Lêkolîner: Bi şefa xwe ra razên karîyera xwe bilind bikin !

Ez bi xwe merivekî neteweperest im. Dixwazim kurd(helbet kurdên li kurdayetiya xwe xwedî derdikevin) di her warî da serkeftî û jêhatî bin. Hemû kurd xwedî mal û hal û dewlemend bin, zana û meşhûrê cîhanê bin.

Ji ber ku ez merivekî hewqas neteweperest û xêrxwazê gelê xwe me, loma jî ez dixwzim di vê nivîsa xwe da xebereke xêrê bidim gernas û egîdên kurdan.

Min xeber do di rojnameya Metro(14/11-07)da xwend. Min çer xeber xwend, min ji xwe ra got, dibê ez kurdan ji vê xebera xêrê hadar bikim, belkî xêra wê di çend kurdan jî bigire.

Li gor xeberê, profesorê psîkolojiyê Paul Moxnes gotiye, li Ewrûpa bi nêzbûna noelê ra gelek şahî û aheng jî çêdibin. Di van şahiyan da piştî çend qedeh şerab, ji nişka ve dilbijokiyek mezin bi her kesî digre û hev û du vir da û wê da xewle dikin, di quncikên tarî da li halê hev
dipirsin.

Yanî wek kurdan gotiye, ”pîrê ji bênefsî, kalo ji bêkesî, herduyan li halê hev pirsî”, swêdî jî di van şahiyan da, hinekên wan ji bênefsî û hinekên wan jî ji bêkesî, baş li hal û xatirê hev dipirsin.

Îcar ji ber ku ev ”lêpirsîn” çêdibe, loma jî birêz profesor Paul Moxnes gotiye, heger hûn dixwazin di karîyera xwe da bi pêş kevin, di şahiyên wiha da bi nazdarî li halê şefa xwe bipirsin û îşê hev biqedînin. Birêz Paul Moxnes, hinekî din jî pêş da çûye û gotiye, heger mimkûn be:

”Li ser masa noelê îşê xwe biqedînin. Çimkî evîndariya bi şefê ra gelek feydeyên wê hene.”

Dû ra jî profesorê hêja, feydeyên vê evîndariyê yek bi yek rêz kirine û gotiye, di meke kin da dikane him rutbe û him jî meaşê meriv zêde bibe.

Xêra Xwedê?!

Êdî xwendina bi salan, xebata bi şev û rojan jî ne hewce ye.

Min li ciyê kar xeber nîşanî çend kesan(çend xanim jî di nav da) da û min got, weleh ez jî dixwazim "karîyera" xwe hinekî bilind bikim. Xaniman berê çav li sernivîsê gerandinû dû ra jî bi awirekî dudil gotin:

-Heyran em ne şef in, here nîşanî şefa xwe bide.

Min xeber ji rojnameyê kiriye û kiriye bîrîka xwe, ez li bende şahiya noelê me. Dema bi xêr ew roj hat ezê hêdîka nîşanî şefa xwe bidim.

Hela ka Xwedê çi dike?

Ez bi bêsebriyeke mezin li bende wê rojê û wê bîstikê me.

Lê ez naxwazim “karîyera” min tenê bilind bibe, di nava kurdan da ez tenê serkeftî bim.

Ez dixwzim hemû kurd, bi taybetî jî hin kurdên ku yekê wan nabe dudu û kabê wan tu carî mîr nayê, feqîran tu carî nebûne xwedî “karîyer”, belkî bi vê xebera xêrê çêyiyekê bi wan jî bikim, bira ew jî ji vê îmkanê bêpar nemînin.

Helbet ev pêşniyara profesorê psîkolojiyê birêz Paul Moxnes ne ji bo Swêd tenê ye, li her derê cîhanê derbas dibe. Ji ber ku însan li her derê însan e û “karîyer” jî li her derê “karîyer” e.

Lê li Swêd helbet dibê meriv di bilindkirina “karîyerê” da hinekî bi temkîn be, zêde nelezîne.

Ji ber ku roja din, meriv dikane bi du gotinên şefê, malikê li xwe biviritîne û têkeve qulikê. Dibe ku hin kurd qanûnên vî welatî nizanibin. Ez bibêjim. Li gor ku rojnameya Stockholm City(16/11-07) îro dinivîse, li vî welatî qanûn wiha ye:

-Bi hevdu şabûn nayê maneya erê ji seksê ra.
-Rojekê bi hev ra razan nayê maneya erêya ji bo careke din jî.
-Bi yekî ra çûna malê nayê maneya erê ji seksê ra.
-Bêdengmayin û liberxwenedana di dema kirinê da nayê maneya qebûlkirina seksê.
-Flortkirin nayê maneya ji seksê ra erê.
-Raketina bi yekî ra nayê maneya ku ewê wî îşî jî pê ra bike.
-Di dema kirinê da negotina na, nayê maneya erê.

Yanî em bibêjin ku ji bo karîyera xwe, we şefa xwe bir mal, hûn herdu şût û tazî bi hev ra ketin nav nivînan û dû ra jî we li hal û demên hev pirsî. Ev nayê wê maneyê ku we her tişt li gor qanûnê kiriye.

Qanûn gotina şefê ye, ew çi bibêje qanûn ew e.

Li gor qanûnê dema jinik roja din telefonî pûlis bike û bibêje:

-Erê em herdu şût û tazî bi hev ra raketin û me têr li halê hev jî pirsî û dema me ew îş kir jî min negot na. Ji ber ku min newêrîbû bigota na. Di esasê xwe da bê dilê min bû, bi zor kir.

A piştî vê îfadeyê êdî hûn çi bibêjin jî pere nake, ya girîng gotinên şefa we ye.

Loma jî rica min ji we, ji bo ku li vî welatî hûn hinekî bibin xwedî ”karîyer” malikê li xwe neşewitînin û ”karîyera” heye jî wenda nekin.

Her çiqas profesorê hêja pêşniyar nekiriye jî, ji ber ku li Swêd rewş ev e, ezê bikim. Bi ya min, berî bilidkirina "karîyerê " divê meriv kaxeteke îmzekirî jê bistîne û dû ra karîyera xwe bilind bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE