29 november 2007

Li ser giliyê DTP-ê Emerîka gav paş da avêt

Sefîrê Emerîka yê Anqerê ewê îro bi serokê ODP-ê Ufuk Uraz û çar parlamenterên kurd yên AKP-ê ra xwarinek bixwara û li ser mesela kurd û PKK-ê li dîtin û pêşniyarên wan guhdarî bikira.

Lê ev civîn îro ji nişka ve ji bo demeke ne diyar hate taloqkirin.

Li gor nûçeyên di çapemeniyê da belav bûne Sefîrê Emerîka Ross Wîlson, yeko yeko li kesên ku ewê beşdarî xurîniyê bibûna geriya ye û xebera îptalbpûna civînê daye wan.

Bêyî Ufuk Urasê çerkez, parlamenterê AKP-ê yê Batmanê Mehmet Emîn Ekmen, parlamenterê AKP-ê yê Sêrtê Mehmet Yilmaz Helvacioglu, parlamentera AKP-ê ya Wanê Gulşen Orhan û parlamenterê AKP-ê yê Şirnexê Abdullah Velî Seyda ji bo xurîniyê hatibûn vexwendin.

Li gor hin îdîayan di rojên pêş da bi hin kesên din ra jî civînên wiha ewê werin çêkirin.

Lê helbet heger kurd bihêlin. Ji ber ku her kurd dixwaze Emerîka bi wî ra jî rûne.

Tiştê balkêş, ji tirkên kemalîst û nîjadpereset bêtir(bêyî nameyeke komela generalên teqawit ji tirkan kesî dengê xwe dernexist)hin endamên DTP-ê ji bo ku ew jî nehatine vexwendin reaksiyonek mezin nîşan dan û ji bêdengiya hukûmetê gazin kirin.

Serokê Grûba Meclîsê yê DTP-ê Ahmet Turk, li hember vê însîyatîfa Emerîka xwe gelkî aciz kir û got:

”Ji hukûmetê deng dernakeve, Emerîka hevdîtinan dike. Emerîka bi erkeke taybet dikeve dewrê, ev yek li hember Tirkiyê bêhurmetî ye. Emerîka viya li ser navê kê dike?”

Sirri Sakik jî wek Ahmet Turk aciziya xwe nîşan da û got, ”çima hûn bi wan ra eşkere lê bi me ra bi dizî dipeyivin?”

Sakik dibêje, emerîkiyan bi wî ra jî hevdîtinek kiriye lê ev yek bi dizî bûye. Ji ber ku ya wan bi dizî û ya kurdên din eşkere ye loma jî qebûl nakin.

Yanî çi ferq dike, ha bi dizî, ha eşkere?

Ya mihîm wa ye bi we ra jî rûniştine.

Lê diyar e derdê Turk û Sakik ne ev, derdê wan çima bi kurdên din ra jî rûdinin?

Gotinek me kurdan heye, dibêje ”kurmê darê ne ji darê be, dar narize.”

Bala xwe bidinê, ji dewletê ra dibêjin çima hûn dihêlin Emerîka bi kurdan ra rûne?

Nuha Ahmet Turk, ji Emerîka ra bigota, ”çima hûn bi me ra jî rûnanin ?” û ji ber vê yekê xwe aciz bikira meriv fêm dikir û heta meriv dikane heq jî bidê.

Lê rexneya wî ne di vê çarçewê da ye, ji Emerîka ra dibêje, çima hûn bi karekî wiha radibin?
Vê hewildana Emerîka ”li hember Tirkiyê wek bêhurmetiyê” dibîne. Û dixwaze dewleta tirk bêdeng nemîne.

Malneket ma şerf û hurmeta dewleta tirk bi te ketiye?

Tu çima xwe aciz dikî?

A tiştê meriv pê diêşe ev e.

Xwdêgiravî ev biaqilê malê ye!

Ji bo ku bi te ra jî rûneniştiye rexne bike, lê nebîje tu çima bi karekî wiha radibe, nebêje ev yek li hember Tirkiyê ”bêhurmetî ye”!

Wek tê zanîn Emerîkiyan heta nuha belkî deh caran bi Ahmet Turk û hevalên wî ra hevdîtin wiha pêk anine, bêyî ku bi kurdên din ra jî rûnin û dîtinên wan jî bigrin.

Û ji ber vê yekê jî tu kesî giliyê Emerîka bi dewleta tirk nekiriye.

Ya girîng ne ew e ku Emerîka bi kê ra rûdine, ya girîng dixwaze alîkariyeke çawa bike, ji bo kurdan ji Tirkiyê çi dixwaze?

Yanî armanc û naveroka hevdîtinan girîng e.

Ji xwe li alî din jî derket ortê ku hemû kesên beşdarî civînê bûne gotine, tunebûna DTP-ê kîmasiyeke, divê ew jî bihatana vexwendin.

Yanî bi qasî ku DTP li dijî kurdên din e, kurdên din li dijî wan e.

Lê di netîcê da wa ye giliyê DTP-ê pere kir, Emerîka gav paş da avêt, civîn îptal kir.

Yanî nuha çi kurk li Ahmet Turk û Sirri Sakik bû?

Serokê Kurdistanê hîn jî ne diyar e
Sebebê nediyarbûnaSerokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro jî baş nehat fêmkirin. Do rojnamevanekî tirk nivîsîbû, gotibû min ew li Îtalyayê li otêlê dîtiye. Dû ra ew û heyeta xwe çûne dikaneke gelkî meşhûr û ji xwe ra kinc kirîye.

Lê kurdan bi xwe heta nuha resmî tiştek negotine.

Tenê îro Serokê Hukûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Kurdistanî Niwê da dibêje, ”Serokê herêmê jî ku êsta be ziyareteke zor zor şexsî le derewe ye.”
Lê nabêje li ku ye û ewê kînga vegere?

2 kommentarer:

  1. gellek spas iji bo ev nîvîse teyê qedir qîmet

    SvaraRadera
  2. What's up to every single one, it's really a
    fastidious for me to visit this website, it includes important
    Information.

    Feel free to surf to my web blog new cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE