18 november 2007

Kurmê şîrî heta pîrî: Tirk dixwazin DTP-ê jî bigrin

Giregirên hêzên tirk yên dagîrker ji bo dek û dolabên nuh îro dîsa li Amedê kom bûn. Li gor agahdariyên çapemeniyê, waliyên 11 bajarên Kurdistanê(Amed/Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Çewlik/Bîngol, Xarpêt/Elezîz, Ruha/Urfa, Betlîs, Sêrt, Colemêrg/Hekarî, Wan, Mûş û Dêrsim/Tuncelî), Qumandarê Alaya Amedê û Mudûrên Emnîyetê di bin serokatiya Wezîrê Karê Hundur Beşîr Atalay da li Amedê li hev civiyan.

Tiştê meriv ji beyanên Wezîrê Karê Hundur Beşîr Atalay fêm dike, ji bo şerê li hember kurdan wan bi hev ra gelek şêwr û mişêwr kirine û li ser hin tivdîrên nuh rawestiyane.

Dewleta tirk her cara ku li hember kurdan hin biryarên nuh digre, serokên hêzên xwe yên herêmê li Amedê dicivîne û wezîfeyên wan li wan belav dike. Ev civîn jî yek ji wan civînan e, miheqeq ji bo kurdan ew hin xerabiyên din difikirin. Di rojên pêş da ewê van taktîkên xwe yên nuh têxin praktîkê.

Atalay negot wan li hember kurdan çi biryar girtine. Lê ji xwe ne hewceyî gotina wî ye, dema hewqas walî, leşker, sîxur û pûlisên tirk werin ba hev bêguman ne ji xêrê ra ye, miheqeq gorra me kolane.

Dibê em vê yekê baş bizanibin.

Kurmê şîrî heta pîrî: Tirk dixwazin DTP-ê jî bigrin

Tirk zû poşman bûn ku hîştine DTP têkeve meclîsa wan. Loma jî piştî çar mehan dixwazin tiştên di sala 1994-an da anîn serê HEP-ê bînin serê DTP-ê jî.

Yanî dîrok tekerur dike.

Serdozgerê Mahkima Bilind ya Tirkiyê, derbarê DTP-ê da doza girtinê vekir û ji serokê DTP-ê Nûretîn Demîrtaş ra jî nameyeke balkişandinê şand û got, ”nabe ku tu bibî serok ya jî endamê partiyekê.” Li gor îdîa Serdozger, ”qedexeya siyasî” li ser Demîrtaş heye û loma jî nabe ku ew bibe serokê partiyeke siyasî.

Tiştê balêş, Demîrtaş ev sal û nîveke ku (ji hezîrana 2006-an û vir da) di îdareye partiyê da ye û heta niha tu mahkemeyeke tirk jê ra negotiye, ” tu nikanî bibî rêvebirê partiyeke siyasî.” Diyar e Mahkima Bilind îro bi vî ”sûcê” Demîrtaş hesiya. Ev jî aliyekî meselê yê qeşmeriya dewleta tirk e.

Piştî vebûna doza girtina partiyê, him serokê partiyê Demîrataş û him jî hin rêvebirên din di vî warî da beyanên balkêş dan. Li gor nûçeyeka rojnameya tirkî Zamanê, rêvebirên DTP-ê li ser meseleya ku dema partiya wan were girtin ewê partiyeke din venekin li hev kirine.

Rêvebirên DTP-ê gotine, dema tirk partiya wan bigrin ewê partiyeka nuh ava nekin û ji meclîsê jî îstîfa bikin. Di rewşeke wiha da ewê her 20 parlamenterên DTP-ê jî ji meclîsê îstîfa bikin û vegerin nava gelê xwe.

Birêveberên DTP-ê gotine, heger ew partiyeka nû ava bikin maneya wê ew e ku ew siyaseta dewletê ya partîgirtinê qebûl dikin. Loma jî îcar ewê neyên vê lîstikê. Li gor rojname dinivîse, berdevkên DTP-ê gotine:

-DTP pageha(seknoka) herî dawiyê ya siyaseta me ya legal e. Heger ev jî were girtin hingê ev yek tê wê maneyê ku ji me re dibêjin “êdî siyasetê nekin, derkevin serê çiyan.”

Bi baweriya min ev beyana rêvebirên DTP-ê pir girîng e û biryareka rast û di cî da ye.

Ji ber ku di nava van çar mehan da diyar bû ku Meclîsa Tirkiyê tehamulî parlamenterên kurd nake û wan wek dijmin û xayin dibîne.

Tirk, wan nagrin civînên meclîsê, hevdîtinên formel bi wan ra nakin û bi wan ra rûnanin.

Meclîs êdî civînên bi dizî jî nake, dibêjin ji bo çi emê bi dizî bikin, çimkî em dizanin bi kêmanî di nava me da 20 xayin hene.

Her roj li nava çavên wan dinêrin û gotinên nemayî, heqaretên pir mezin li fikir û baweriyên wan, li mezin û serokên kurdan dikin.

Kurdan û mezinên wan pîs dikin, heqaretê li şeref û heysîyeta wan dikin.

Erê xwedêgiravî ew parlamenter in, nûnerê miletekî ne, ji bo berdevkiya doza miletekî çûne wir, lê nikanin bibêjin em nûnerê miletê kurd in, newêrin bibêjin zimanê diya me kurdî ye, tirkî zimanê me yê biyanî ye.

Ew mecbûr in di meclîsê da her roj li ser şerf û namûsa xwe sond bixwin ku ewê bi miletê tirk ra xiyanetê nekin, ewê yekîtiya axa Tirkiyê û miletê tirk biparêzin.

Bi kurtî tirk dixwazin van 20 kurdên êsîr di meclîsa xwe da ji desthilanîn da bixînin, di şexsê wan da miletê kurd bê heysiyet û bê şeref bike, fêrî çêr û azaran bike.

Divê DTP êdî vê zilmê, vê terora dewleta tirk qebûl neke û ji meclîsa wan îstîfa bike. Divê her 20 parlamenterên kurd bi hev ra ji tirkan ra bibêjin:

-Meclîsa we serê we bixwe! Em îstîfa dikin. Me fêm kir ku hûn naxwazin hebûna me qebûl bikin û bi me ra bijîn. Emê herin vê rastiyê ji gelê xwe ra bibêjin.

Ez bawer dikim ku ev şêla bi şeref ewê bêtir feydeyê bigihîne tev

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE