06 november 2007

Erdogan li Emerîka pûş kuta

Xirecira gerra Erdogan ya Emerîkayê di çapemeniya tirk da îro jî bi qîjewîjeke mezin dom kir. Serokên mixalefetê Bahçelî û Baykal wek her tim dîsa hukûmet bi teslîmiyetê îtham kirin û xwestin midaxeleya leşkerî tavilê dest pê bike.

Serokê partiya nîjadperest Devlet Bahçelî got, ”netîca civînî ji bo Tirkiyê hezîmet û xusran e.”
Serokê CHP-ê jî xwest ku di demeke herî kin da midaxele were kirin.


Tiştê îro meriv di çapemeniya tirkiyê da dibîne, tirk ji çûna xwe poşman bûne. Her kes qebûl dike ku wan piştgiriya êrîşeke leşkerî ji Emerîka negirtiye.


Serok Bush, tenê soza parvekirina îstîxbaratê û Orgeneral Ergin Saygunê tirk jî ewê bikanibe telefonî du generalên emerîkî bike û hin tiştan j iwan bibirse.


Yanî meriv dikane bibêje ku Erdogan li Emerîka pûş kuta, Bush ji wan ra got, hinekî sakin bin û me zêde nerehet nekin.


Wek min berê jî çend caran nivîsîbî, heta Emerîka destûrê nede, tirk bi rexmê Emerîka nikanin tu tiştekî bikin. Yanî niha ji bo demekê be jî Bush pê li firêna tirkan kir û ew dan rawestandin.


Lê ev nayê wê maneyê ku tirkê bela xwe ji kurdan vekin. Na, tirk di demek nêz da bela xwe ji kurdan venakin, heta ji wan bê ewê bixwazin xerabiyê bi kurdan bikin û zirarê bidin kurdan.


Çimkî hîn nêta hukûmet û dewleta tirk tuneye ku mafekî herî biçûk jî bidin kurdên xwe. Roja ku Anqere bi kurdên başûr ra têkiliyên siyasî deyne û Kurdistana Fedre nas bike, ev tê wê maneyê ku ewê kurdên xwe jî nas bike û hin mafan bide wan jî.


Loma jî siyaseta tirkan ya li hember kurdên başûr di esasê xwe da dewama siyaseta li hember kurdên bakur e.


Êrîşkariya tirkan ya li hember kurdên abaşûr ji vir tê, dewleta tirk, naskirina hukûmeta kurdên başûr wek naskirina kurdên Kurdistana Tirkiyê dibîne.


Bala xwe bidinê, di roja ku Îran li Hewlêr û Silêmaniyê konsulosxaneyên xwe vedike, Tirkiyê bi dil û can dixwaze êrîşê bibe ser Kurdistanê û bi kurdan ra têkeve şerekî mezin.

Îranî jî dijmin in, lê dikanin bi kêfxweşiyek mezin qala Serok û Serokwezîrê Kurdistanê bikin, pesnê pêşketin û aramiya li Kurdistanê bidin, ala Kurdistanê li kêleka ala xwe bilind bikin.


Tiştekî wiha îraniyan dîn û har nake.


Lê tirkan dike.


Tirk bi bihîstina navê Kurdistanê, bi dîtina ala kurdî şepleyî dibin, xurî li laşê wan dide der.


Tirk wek dewlet hîn ne amadane ku yekî kurd di heyeteke Îraqê da jî qebûl bikin.

Ez van nimûneyan ji bo fêmkirina şêla tirkan didim. Yanî tirkê hîn demek din jî serî li me û li xwe bigrînin.


Lê hindik maye, pir ne dûr e, ewê mecbûr werin îmanê û bi kurdan ra rûnin, mafên wan yên netewî qebûl bikin.


Bes heta wê demê ewê ji nerindiyên xwe nemînin. Loma jî divê kurdên başûr li hember tirkiyê pir şiyar bin, pir bi hazirî û bi tedbîr bin.

Berî her tiştî dibê kurdên başûr bizanibin ku tirk bi hemû hêz û îmkanên xwe dixebetin ku zirarê bidin wan, hemû destkeftiyên wan ji dest wan derxin.

Dibê kurdên başûr bizanibin ku dewleta tirk bi hemû dezgehên xwe yên resmî û xeyrîresmî bi şev û roj li dijî kurdên başûr dixebite. Ji zirara herî biçûk bigre, heta bi ya herî mezin, dixwaze her babet ziraê bide kurdên başûr.

A dibê kurdên başûr li gor vê, bi rêxistinî, bi ser û ber siyaseta tirkan û kirinên wan yên li der û li hundur bişopînin û li gor wê jî tedbîrên xwe bigrin.

Heger tirk îro êrîş nekin ev nayê wê maneyê ku wan dev ji kurdan berdaye û êdî bi çavên dostan li wan dinêrin, na, heger îro êrîş nakin miheqeq ji ber bêîmkaniya wan e, ji ber ku nikanin.


Ji ber ku Emerîka destûrê nade. Nikanin bêemriya emerîkiyan bikin, çimkî çewal di destê wan da ye.Lê roja ku fersenda kuştina me bibînin ewê qet texsîr nekin, ewê me bikuj

1 kommentar:

  1. Your way of telling the whole thing in this post is in fact pleasant, all can effortlessly know it,
    Thanks a lot.

    my web-site ... anti cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE