28 november 2007

Divê kurd ji bo rojên pêş amade bin

Ambasadê Emerîkayê yê Anqerê Ross Wilson û du endamên Kongreya Emerîka do bi çend siyasetmedarên kurd yên ne DTP-yî ra civînek li ser pirsa kurd û rewşa PKK-ê pêk anîn. Bê guman ev însîyatîv gelkî girîng e.

Li gor xeberên çapemeniyê, serokê KADEP-ê Şerafettin Elçî, Serokê Hak-Parê Sertaç Bucak, parlamenterên AKP-ê yên Diyarbekirê Ihsan Arslan û Abdurahman Kurt, yê Sêrtê Afîf Demîrkiran, ji CHP-ê Mesud Deger û parlamenterê kevn Haşim Haşimî beşdsarî civînê bûne.

Piştî civînê ambasadê Emerîka yê Anqerê Ross Wilson got:

“Endamê Kongireyê Chris Shays, dixwaze dîtinên siyasetmedarên kurd yên derbarê PKK-ê û mesela kurd da bibihîze û li pêşniyarên wan guhdarî bike. Ji bo vê jî, berî gera xwe ya Kurdistanê bi van şexsiyetên kurda ra sohbetek kir.”

Ji beyan û agahiyên ku heta niha li ser civînê di çapemeniya tirk û kurdan da belav bûne, meriv fêm dike ku heyeta Kongreya Emerîkî dixwaza bêyî DTP-ê raya kurdên bakûr ya li ser PKK-ê, riyên çareseriya mesela kurd û operasyona li derveyî sinorê Tirkiyê bizanibe, dîtin û rayên wan yê di van waran da fêr bibe.

Heyet, piştî gera xwe ya Diyarbekir, Cizîr û Silopiyê dûra jî ewê here Kurdistana Federe û li wir jî hin hevdîtinan pêk bîne.

Dîsa li gor îddîayên medya tirk, ambasadê Emerîka Ross Wîlson, sibe jî (roja pêncçemiyê)ewê bi Serokê ODP-ê Ufuk Uras, çar parlamenterên AKP-ê yên din ra jî(Mehmet Emîn Ekmen-Batman-, Mehmet Yilmaz Seydaoglu –Sêrt-,Gulşen Orhan-Wan-, Abdullah Velî -Seyda -Şirnex-) hevdîtinê pêk bîne û li wan jî guhdarî bike.

Diyar e di rojên pêş da ewê li Tirkiyê û li Kurdistanê hin bûyerên nuh yên xêrê rû bidin. Ziyareta endamên Kongreya Emerîkî ya Tirkiyê û Kurdistanê û hevdîtinên bi hin siyasetmedarên kurd ra îşareta hin rûdan û bûyerên nuh in.

Erê berê jî ambasadê Emerîkayê tim yekcarnan diçû Kurdistanê û li hin kurdan guhdarî dikir. Lê însîyatîfa îcar hinekî cihê ye, berê tim diçûn ba serokên belediyan, berpirsiyarên rêxistinên meslekî û sivîl, li dîtinên wan guhdarî dikirin.

Lê îcar neçûn yek DTP-yî jî nedîtin. Di siyaseta Emerîka da ev tiştekî nuh e, berê bi kesên nêzî PKK-ê ra jî rûdiniştin, miheqeq serokên belediyan ziyaret dikirin. Lê îcar DT P li derî vê hîştin. Meriv dikane viya wek bertîleke ji tirkan ra qebûl bikle. Lê li alî din di vê rewşê da sûcê DTP-ê jî pir e. DTP ji bin emreê Ocalan dernakeve. Heger DTP, dev ji vê siyaseta xwe bernede Yekîtiya Ewrûpa jî di rojên pêş da ewê eynî miameleyê bi wan ra bike.

Tiştekî din yê nuh jî, di vê ger û hevdîtinên emerîkiyan da îcar ne hukûmetê û ne jî çapemeniya tirk, zêde êrîşî nebirin ser. Çapemenî pir bi kibarî qala ger û hevdîtinên heyetê dike.

Ev jî tiştekî nuh e. Diyar e ji jor wiha emir girtine.

Tehdîda operasyona tirkan blof derket, balona wan zû teqiya.

Wek tê zanîn, heta du hefte berê jî gelek kurd ketibûn hev û digotin tirkê êrîşî Kurdistana Federe bikin. Min çend caran nivîsî û got, blof e, nikanin tu jahrê jî bixwin. Texmîna min rast derket.

Helbet gelkî baş bû ku tehdîda wan vir derket.. Kurd û emerîkiyan wek Sûriyê ev blof ”nexwarin” û restê tirkan qebûl kirin.

Piştî ku tirkan fêm kirin ku ewê bi gefan nikanibin tiştekî ji kurdan û emerîkiyan bigrin, loma jî dest bi siyaseteke nuh kirin. Nuha jî qala ”îzolekirina” PKK-ê dikin. Tu dibê qey berê ji bo vê nedixebitîn.

Propagandeya operasyonê û ewê dinyayê li kurdan teng bikin êdî qediya. Di rojên pêş da ji dêlî operasyon û şer, pir ne dûr e ku hin gavên xêrê werin avêtin. Însîyatîva Emerîka îşareta vê yekê dide.

Lê di çepha PKK-ê da ewê gelek tevlihevî û teşxele derkevin. Divê DTP bikanibe ji bin însîyatîva Ocalan derkeve û di saha siyasî da wek partî rola xwe bilîze. Dema wiha neke ewê rû bi rûyî gelek gelşan bibe. Boykota Emerîkiyan ji bo wan xebereke ne baş e.

Helbet ji bo kurdan jî îzolebûn û bêînsîyatîfmana hêzeke hewqas mezin ne baş e. Ev yek bîna tirkan jî fireh dike.

1 kommentar:

  1. Li gor ve nivisa te ne bulof e.

    "Tirk di vê biryara xwe da pir cidî ne û loma jî divê em qet xwe nexapînin û xafil jî neyên girtin. Divê Hukûmeta Kurdistanê van tehdîdên tirkan pir cidî bigre û li gor wê jî hemû tedbêrên leşkerî, aborî û siyasî bigre."

    SvaraRadera

PARVE BIKE