19 november 2007

Desthilanîn tim baş e

Do derengê şevê bi tesadufî min li beşê dawî ya programa Mehmet Alî Bîrand 32.êGunê(Roja 32-an) temaşa kir.Çar rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, Ferîdûn Yazar, Metîn Metîner, Muhsîn Kizilkaya, Umît Firat û li ser navê DTP-ê jî Sirrî Sakik bi telefonê beşdarvanê programê bûn.

Min program ji serî da temaşe nekir, loma jî zêde nikanim tiştekî li ser bibêjim. Bi kurtî tiştê min dît, program li ser çareseriya mesela kurd, têkiliyên PKK-ê û DTP-ê û DTP çima ji PKK-ê ra nabêje terorîst bû?

Di programê da tiştekî bala min kişand. Bîrand, di dema pirs û axftinên xwe da pir bi rehetî ji PKK-ê ra digot, ”terorîs” û kirinên wan jî wek terorîzmê şirove dikir. Li gor Bîrand, dema dewlet 14 keç û xortên kurd bi rengekî sadîstî dikuje ne teror e, lê dema gerîlla li seriyê çiyan leşkerekî dikujin ”teror” e.

Ji beşdarvanan tu kesî ji Bîrand ra negot:

”Tu dixwazî DTP û hemû kurd ji PKK-ê ra bibêjin terorîst. Hukûmet jî viya dixwaze. Lê PKK ne terorîst e ku DTP û kurd jê ra bibêjin terorîst.”

Heger bi rastî jî PKK rêxistineke terorîst bûya, dewletê bixwesta nexwesta jî divê me jê ra bigota rêxistineke terorîst e.

Sibe hêzeke din jî dest bi şereê çekdarî bike, dewleta tirk ewê eynî tiştê ji bo wan jî bibêje.
PKK ne rêxistineke terorîst e û kirinên wê yên li hember dewletê, hin îstîsna ne tê da ne terorîzm e. PKK, tevgereke çekdar ya millî ye û ji bo kurdan doza hin mafên demokratîk û netewî dike. Program û daxwazên PKK-ê ji dûr û nêzîk va têkiliya wan bi ”terorê” û terorîzmê tuneye.

PKK dixwaze:

-Hebûna miletê kurd bi rengekî resmî were qebûkkirin û ev yek têkeve qanûna esasî.
-Zimanê kurdî bibe zimanekî resmî û yê perwerdê.
-Efûyeke giştî derkeve û kurd bikanibin di warê legal da rêxistinên xwe ava bkin û siyasetê bikin.
-Serokên wan Ocalan were berdan.
-Operasyonên li Kurdistanê bisekinin.
-Sîstema cerdevaniyê rabe.

Û hin dixwazên wek van.

Baş e ne divê meriv ji Bîrand bipirsiya, bigota devtûtik, çi têkiliya van daxwazan bi terorê heye?
Dema kurd(kî dibe bila bibe)van pirsan ji dewleta tirk û berdevkên wê bikin bêguman kes nabe dilxwaz û hevalê PKK-ê. Em çaxa wiha bibêjin em qala rastiyekê dikin, ne propaganda PKK-ê.

Helbet divê her kes bîr û baweriyên xwe yên derbarê PKK-ê û serokê wê da bibêje, wê rexne bike. Evy ek şert e û dibê meriv di vî warî da tawîzê nede.

Lê heger ewê qala terorê werekirin, esas PKK-ê ji dewletê bêtir, li hember heval û kurd û rêxistinên derî xwe zor, şîdet û teror bikar aniye û gelek caran jî ew kuştine. Mafê kurdan heye ji van kirinên PKK-ê ra bibêjin tero, lê nej i bo şerê li hember dewletê.

Şerê çekdarî wiha ye, meriv însanan dikuje.

Ev li her derê cîhanê wiha ye.

Tirk ji flistînî, çeçen, arnawit û gelek tevgerên din ku ew jî wek PKK-ê çekan bikar tînin, nabêjin ”terorîst”, lê ji PKK-ê ra dibêjin.

Divê DTP û kurdên din biwêribin vê rastiyê ji tirkan ra bibêjin. Dema em nebêjin ne rast e û li her derê zimanê me kin dibe.

Lê bi taybetî jî divê DTP vir da û wê da çerx neke, ji bo çi ji PKK-ê ra nabêje “terrorist” dibê bi rengekî ilmî îzah bike.

Bîrand, bi rengekî bêperwa ji hemû daxwazên PKK-ê yên netewî ra dibêje “terror”, ji xwe parastina çend gerîllayên serê çiyan ra dibêje ”terorîzim” û nizanim çi…

Li hember van êrîşên dewletê rev, bêdengmayin, bersîvnedan ne çareye. Çareya herî baş divê bersîv û argumentên meriv hebin û meriv biwêribe bibêje.

Desthilanîn fereca xêrê ye.

Tirsonek tim li paş in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE