15 november 2007

Çaxa ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe

Hukûmeta AKP-ê şerê xwe yê psîkolojîk yê li hember kurdên başûr îro hinekî sist kir. Çimkî dît ku netîcê nade. Ne kurd û ne jî Emerîka nexapiyan û wek Sûriyê teslîm nabûn.

Ew çiqasî qîriyan û kirin qîjewîj jî, Emerîka guh neda fortên wan yên vala, tim j iwan ra got, giran bin û min nerehet nekin.

Min heta nuha çend caran got, heta ku Emerîka destûrê nede tirkan, ew nikanin bihostekê jî têkevin sînorên Kurdistana Federe.

Ji gotinên Erdogan û yên Fermandarê Hêzên Bejahîyê Orgeneral Îlker Başbug jî tê fêmkirin ku zirtên vala hêdî hêdî ewê kêm bibin. Ji îro û pê va ewê êdî kêm qala ”operasyonê” bibe.

Erdogan, di dema çûna xwe ya Komara Çek da li balafirxaneya Esenboga ya Anqerê li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê ”oprerasyoneke dervî sînor” da hin tiştên nuh û balkêş gotin. Li ser ”operasyonê” Erdogan got:

”Nuha hêzên me yên ewlekariyê li herêmê, di hundurê hidûdê welatê me da, di çarçeweya tedbîrên herêmê da bi hessasiyet tedbîrên xwe digirin, operasyonan dikin. Lê belê operasyoneke li derveyî hidûd ne mewzûbahis e. Di van opersasyonan de jî şêla me ew e ku çek bên danîn.”

Di vir da meriv pir vekirî dibîne ku merivên me ji mecbûrî dev guherandin.Heta nuha hela helayek wiha rakiribûn, meriv digot ji êrîşa wan ra tenê çend saet mane, her gav dikanin êrîş bikin. Yanî hewayek wer didan.

Û ev yek jî bi riya çapemeniya nîjadperest, bêexlaq dikirin.

Wek tê zanîn, çapemeniya tirk di vî şerîda ne bê teref e, ew pir vekirî dijminatiya kurdan dike. Û di vê terefgirîya xwe da jî pir bê ûjdan, bê merhemet û bê rû hereket dike. Bi hawakî bênabên li hirobiya şer dixe, ji bo êrîşê bibe ser kurdan tim halanan di artêşê hil dide. Ji artêşê jî bêtir ajîtasyon û berdevkiya şer dike.

Diyar e qey êdî ne hewce ye, loma jî Orgeneral Başbug jî wek Erdogan, îro wî jî bi heraret qala ”operasyonê” nekir, ji dêl wê va li çapemeniyê rexne girt û got:

“Tezkere derket. Êdî bicîanîna vê tezkereyê ewê kînga bibe, çawa bibe ew mijareke din e. Lê ez dibêjim ku di vê pêvajoyê da bi taybetî jî çapemeniya me, divê kesên berpirsiyar rehet bihêle.

Ez bawer dikim wek kûçikê ji emrê xwediyê xwe dernekeve, ji îro û pê va ewê zêde li defa şer nexin.

Lê helbet Emerîka malê xwe nas dike, dizane ku welweleyek vala ye, blof e. Loma jî zêde guh neda tehdît û fortên wan.

Tenê di derbarê qetlîama êrmeniyan da dilê wan hinekî xweş kir. Esas emerîkî her sal wiha dikin. Berê bi amadekirina pêşniyarê tirkan hinekî ditirsînin û dû ra jî radiwestînin û wan aş dikin.

Nivîskarê rojnameya Millîyetê Hasan Cemal, di nivîsa xwe ya îro da qala hin hewildanên kurd û emerîkiyan dike. Hasan Cemal, qala ”nivîsandina senaryoyekê” dike, dibêje:

(1) Emerîka, ewê PKK-ê mecbûrî îlankirina agirbesteke ciddî bike.
(2) Dîsa Emerîka ewê PKK-ê ji Tirkiyê bikşîne û bi riya PJAK-ê berê wê bide Îranê.
(3) Di vê nabênê da hukûmetê ji bo Rojhilatê Başûr(Kurdistanê) pakêteke nuh veke.
(4) Bi Bakurê îraqê ra di mistewa herî bilind da ewê deriyê diyalogê vebe.
(5) Ji bo daxixtina PKK-ê ji çiyê ewê dor were guherandinê yasayî.
(6) Piştî avêtina hin gavên aborî, civakî, siyasî û leşkerî ewê PKK tecrîd bibe û ji bo ku bi temamî dev ji çekan berde zor lê were kirin.

Li gor Hasan Cemal, bicîanîna vê senaryoyê çiqasî mimkûn e meriv nizane. Lê pêşeroz ewê vê yekê nîşanî me bide.

Ya girîng dewleta tirk hêdî hêdî tê îmanê. Êdî fêm dike ku ev îş bi zorê û bi gefan nabe. Bi zorê, bi kuştinê kurd naqedin. Divê riyeke din hilbijêr e, riya diyalogê hilbijêre. Divê mafê kurdan bide.

Axaftinên generalên teqawid û gotinên Baykal yên hefta borî helbet ne bê sebeb bûn. Di siyaseta dewleta tirk da ev yek xeteke nuh e. Dewleta tirk hêdî hêdî hêviya xwe ji çekan dibire. Hatina vê nuxtê gelkî girîng e.

Divê tirk bawer bikin ku em NABIN tirk ! Divê hêviya xwe ji vê xeyalê bibire.

Ev gelî girîng e.

Dewleta tirk ji nuha û pê va ewê bixwaze bi hin riyên din serî li kurdan bigerîne, bi hin gavên pir biçûk yên xapînok kurdan bixapîne Loma jî divê kurd ji nuha da daxwazên xwe yên netewî baş formule bikin.

Divê tirk jî û hemû cîhan bizanibe ku em wek milet çi dizwazin?

1 kommentar:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera

PARVE BIKE