29 november 2007

Li ser giliyê DTP-ê Emerîka gav paş da avêt

Sefîrê Emerîka yê Anqerê ewê îro bi serokê ODP-ê Ufuk Uraz û çar parlamenterên kurd yên AKP-ê ra xwarinek bixwara û li ser mesela kurd û PKK-ê li dîtin û pêşniyarên wan guhdarî bikira.

Lê ev civîn îro ji nişka ve ji bo demeke ne diyar hate taloqkirin.

Li gor nûçeyên di çapemeniyê da belav bûne Sefîrê Emerîka Ross Wîlson, yeko yeko li kesên ku ewê beşdarî xurîniyê bibûna geriya ye û xebera îptalbpûna civînê daye wan.

Bêyî Ufuk Urasê çerkez, parlamenterê AKP-ê yê Batmanê Mehmet Emîn Ekmen, parlamenterê AKP-ê yê Sêrtê Mehmet Yilmaz Helvacioglu, parlamentera AKP-ê ya Wanê Gulşen Orhan û parlamenterê AKP-ê yê Şirnexê Abdullah Velî Seyda ji bo xurîniyê hatibûn vexwendin.

Li gor hin îdîayan di rojên pêş da bi hin kesên din ra jî civînên wiha ewê werin çêkirin.

Lê helbet heger kurd bihêlin. Ji ber ku her kurd dixwaze Emerîka bi wî ra jî rûne.

Tiştê balkêş, ji tirkên kemalîst û nîjadpereset bêtir(bêyî nameyeke komela generalên teqawit ji tirkan kesî dengê xwe dernexist)hin endamên DTP-ê ji bo ku ew jî nehatine vexwendin reaksiyonek mezin nîşan dan û ji bêdengiya hukûmetê gazin kirin.

Serokê Grûba Meclîsê yê DTP-ê Ahmet Turk, li hember vê însîyatîfa Emerîka xwe gelkî aciz kir û got:

”Ji hukûmetê deng dernakeve, Emerîka hevdîtinan dike. Emerîka bi erkeke taybet dikeve dewrê, ev yek li hember Tirkiyê bêhurmetî ye. Emerîka viya li ser navê kê dike?”

Sirri Sakik jî wek Ahmet Turk aciziya xwe nîşan da û got, ”çima hûn bi wan ra eşkere lê bi me ra bi dizî dipeyivin?”

Sakik dibêje, emerîkiyan bi wî ra jî hevdîtinek kiriye lê ev yek bi dizî bûye. Ji ber ku ya wan bi dizî û ya kurdên din eşkere ye loma jî qebûl nakin.

Yanî çi ferq dike, ha bi dizî, ha eşkere?

Ya mihîm wa ye bi we ra jî rûniştine.

Lê diyar e derdê Turk û Sakik ne ev, derdê wan çima bi kurdên din ra jî rûdinin?

Gotinek me kurdan heye, dibêje ”kurmê darê ne ji darê be, dar narize.”

Bala xwe bidinê, ji dewletê ra dibêjin çima hûn dihêlin Emerîka bi kurdan ra rûne?

Nuha Ahmet Turk, ji Emerîka ra bigota, ”çima hûn bi me ra jî rûnanin ?” û ji ber vê yekê xwe aciz bikira meriv fêm dikir û heta meriv dikane heq jî bidê.

Lê rexneya wî ne di vê çarçewê da ye, ji Emerîka ra dibêje, çima hûn bi karekî wiha radibin?
Vê hewildana Emerîka ”li hember Tirkiyê wek bêhurmetiyê” dibîne. Û dixwaze dewleta tirk bêdeng nemîne.

Malneket ma şerf û hurmeta dewleta tirk bi te ketiye?

Tu çima xwe aciz dikî?

A tiştê meriv pê diêşe ev e.

Xwdêgiravî ev biaqilê malê ye!

Ji bo ku bi te ra jî rûneniştiye rexne bike, lê nebîje tu çima bi karekî wiha radibe, nebêje ev yek li hember Tirkiyê ”bêhurmetî ye”!

Wek tê zanîn Emerîkiyan heta nuha belkî deh caran bi Ahmet Turk û hevalên wî ra hevdîtin wiha pêk anine, bêyî ku bi kurdên din ra jî rûnin û dîtinên wan jî bigrin.

Û ji ber vê yekê jî tu kesî giliyê Emerîka bi dewleta tirk nekiriye.

Ya girîng ne ew e ku Emerîka bi kê ra rûdine, ya girîng dixwaze alîkariyeke çawa bike, ji bo kurdan ji Tirkiyê çi dixwaze?

Yanî armanc û naveroka hevdîtinan girîng e.

Ji xwe li alî din jî derket ortê ku hemû kesên beşdarî civînê bûne gotine, tunebûna DTP-ê kîmasiyeke, divê ew jî bihatana vexwendin.

Yanî bi qasî ku DTP li dijî kurdên din e, kurdên din li dijî wan e.

Lê di netîcê da wa ye giliyê DTP-ê pere kir, Emerîka gav paş da avêt, civîn îptal kir.

Yanî nuha çi kurk li Ahmet Turk û Sirri Sakik bû?

Serokê Kurdistanê hîn jî ne diyar e
Sebebê nediyarbûnaSerokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro jî baş nehat fêmkirin. Do rojnamevanekî tirk nivîsîbû, gotibû min ew li Îtalyayê li otêlê dîtiye. Dû ra ew û heyeta xwe çûne dikaneke gelkî meşhûr û ji xwe ra kinc kirîye.

Lê kurdan bi xwe heta nuha resmî tiştek negotine.

Tenê îro Serokê Hukûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Kurdistanî Niwê da dibêje, ”Serokê herêmê jî ku êsta be ziyareteke zor zor şexsî le derewe ye.”
Lê nabêje li ku ye û ewê kînga vegere?

28 november 2007

Divê kurd ji bo rojên pêş amade bin

Ambasadê Emerîkayê yê Anqerê Ross Wilson û du endamên Kongreya Emerîka do bi çend siyasetmedarên kurd yên ne DTP-yî ra civînek li ser pirsa kurd û rewşa PKK-ê pêk anîn. Bê guman ev însîyatîv gelkî girîng e.

Li gor xeberên çapemeniyê, serokê KADEP-ê Şerafettin Elçî, Serokê Hak-Parê Sertaç Bucak, parlamenterên AKP-ê yên Diyarbekirê Ihsan Arslan û Abdurahman Kurt, yê Sêrtê Afîf Demîrkiran, ji CHP-ê Mesud Deger û parlamenterê kevn Haşim Haşimî beşdsarî civînê bûne.

Piştî civînê ambasadê Emerîka yê Anqerê Ross Wilson got:

“Endamê Kongireyê Chris Shays, dixwaze dîtinên siyasetmedarên kurd yên derbarê PKK-ê û mesela kurd da bibihîze û li pêşniyarên wan guhdarî bike. Ji bo vê jî, berî gera xwe ya Kurdistanê bi van şexsiyetên kurda ra sohbetek kir.”

Ji beyan û agahiyên ku heta niha li ser civînê di çapemeniya tirk û kurdan da belav bûne, meriv fêm dike ku heyeta Kongreya Emerîkî dixwaza bêyî DTP-ê raya kurdên bakûr ya li ser PKK-ê, riyên çareseriya mesela kurd û operasyona li derveyî sinorê Tirkiyê bizanibe, dîtin û rayên wan yê di van waran da fêr bibe.

Heyet, piştî gera xwe ya Diyarbekir, Cizîr û Silopiyê dûra jî ewê here Kurdistana Federe û li wir jî hin hevdîtinan pêk bîne.

Dîsa li gor îddîayên medya tirk, ambasadê Emerîka Ross Wîlson, sibe jî (roja pêncçemiyê)ewê bi Serokê ODP-ê Ufuk Uras, çar parlamenterên AKP-ê yên din ra jî(Mehmet Emîn Ekmen-Batman-, Mehmet Yilmaz Seydaoglu –Sêrt-,Gulşen Orhan-Wan-, Abdullah Velî -Seyda -Şirnex-) hevdîtinê pêk bîne û li wan jî guhdarî bike.

Diyar e di rojên pêş da ewê li Tirkiyê û li Kurdistanê hin bûyerên nuh yên xêrê rû bidin. Ziyareta endamên Kongreya Emerîkî ya Tirkiyê û Kurdistanê û hevdîtinên bi hin siyasetmedarên kurd ra îşareta hin rûdan û bûyerên nuh in.

Erê berê jî ambasadê Emerîkayê tim yekcarnan diçû Kurdistanê û li hin kurdan guhdarî dikir. Lê însîyatîfa îcar hinekî cihê ye, berê tim diçûn ba serokên belediyan, berpirsiyarên rêxistinên meslekî û sivîl, li dîtinên wan guhdarî dikirin.

Lê îcar neçûn yek DTP-yî jî nedîtin. Di siyaseta Emerîka da ev tiştekî nuh e, berê bi kesên nêzî PKK-ê ra jî rûdiniştin, miheqeq serokên belediyan ziyaret dikirin. Lê îcar DT P li derî vê hîştin. Meriv dikane viya wek bertîleke ji tirkan ra qebûl bikle. Lê li alî din di vê rewşê da sûcê DTP-ê jî pir e. DTP ji bin emreê Ocalan dernakeve. Heger DTP, dev ji vê siyaseta xwe bernede Yekîtiya Ewrûpa jî di rojên pêş da ewê eynî miameleyê bi wan ra bike.

Tiştekî din yê nuh jî, di vê ger û hevdîtinên emerîkiyan da îcar ne hukûmetê û ne jî çapemeniya tirk, zêde êrîşî nebirin ser. Çapemenî pir bi kibarî qala ger û hevdîtinên heyetê dike.

Ev jî tiştekî nuh e. Diyar e ji jor wiha emir girtine.

Tehdîda operasyona tirkan blof derket, balona wan zû teqiya.

Wek tê zanîn, heta du hefte berê jî gelek kurd ketibûn hev û digotin tirkê êrîşî Kurdistana Federe bikin. Min çend caran nivîsî û got, blof e, nikanin tu jahrê jî bixwin. Texmîna min rast derket.

Helbet gelkî baş bû ku tehdîda wan vir derket.. Kurd û emerîkiyan wek Sûriyê ev blof ”nexwarin” û restê tirkan qebûl kirin.

Piştî ku tirkan fêm kirin ku ewê bi gefan nikanibin tiştekî ji kurdan û emerîkiyan bigrin, loma jî dest bi siyaseteke nuh kirin. Nuha jî qala ”îzolekirina” PKK-ê dikin. Tu dibê qey berê ji bo vê nedixebitîn.

Propagandeya operasyonê û ewê dinyayê li kurdan teng bikin êdî qediya. Di rojên pêş da ji dêlî operasyon û şer, pir ne dûr e ku hin gavên xêrê werin avêtin. Însîyatîva Emerîka îşareta vê yekê dide.

Lê di çepha PKK-ê da ewê gelek tevlihevî û teşxele derkevin. Divê DTP bikanibe ji bin însîyatîva Ocalan derkeve û di saha siyasî da wek partî rola xwe bilîze. Dema wiha neke ewê rû bi rûyî gelek gelşan bibe. Boykota Emerîkiyan ji bo wan xebereke ne baş e.

Helbet ji bo kurdan jî îzolebûn û bêînsîyatîfmana hêzeke hewqas mezin ne baş e. Ev yek bîna tirkan jî fireh dike.

27 november 2007

Krîterên Anqerê

Ne hemû, lê kêfa hin xwendevanan ji pêkenînên min ra tê. Min ji çend heban meylên pesindariyê girtin. Ji ber vê yekê jî ez îşev jî ji bo xatirê wan, van her çar pêkenînan dinivîsim. Ez hêvî dikim bi dilê we be..

Heyran ev milet jî ecêb e! Ji meriv ra nanivîsînin ku meriv bizanibe ji çi hez dikin û ji çi heznakin?

Bira îşev jî wiha be.

Krîterên AnqerêSerokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, di civîna bi endamên partiya xwe ra li ser endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê(YE) dipeyivî û agahdarî dida.

Erdogan, di dawiya axaftina xwe da dengê xwe hinekî bilind kir û bi awirê çaqokêşekî Kasimpaşayê got:

-Heger Tirkiyê negrin Yekîtiya Ewrûpayê emê jî navê Krîterên Kopenhagê bikin Krîterên Anqerê.

Kalekî kurd li li dawiyê rûniştibû, rabû ser piya, gotina wî birî û got:

-Ez benî, piştî ku te ”krîter” bi cî neanîn tu çi navî lê dikî lê ke, qet ferq nake! Tu pir mêr î bibêje Krîterên Anqerê ewê ji yên Kopenhagê baştir û pêşdetir bin.

Şerê ji bo tiştê li ba meriv tuneDi civîneke NATO da, Serbazekî Tirk ji serbazekî Îngilîz ra got:

-Hû mêrikê Îngilîz tenê ji bo peran şer dikin. Derdê we tenê pere ye. Lê em Tirk ji bo şan û şerefê şer dikin, ji bo me pere qet ne girîng e, şan û şeref ji peran girîngtir e.

Serbazê Îngilîz keniya û got:

-Ê weha ye. Her kes ji bo ku bibe xwediyê tiştê li ba wî tuneye şer dike.

Satilmiş û heba garis

Satilmiş Dîlbazê tirk xwe wek heba garis didît, digot qey ew hebek garis e. Demeke dûr û dirêj di nexweşxaneya aqil da tedawî bû û dû ra jî tabûrcî kirin. Tixtoran jê ra gotin, êdî tiştekî te nemaye.

Satilmiş got baş e û ji nexweşxaneyê derket û çû. Lê piştî çend deqîqeyan dîsa bi lez vegeriya nexweşxaneyê û çû li ser ciyê xwe rûnişt.

Tixtoran gotin:

-Xêr e, tu çima paş da vegeriya?

Satilmiş got:

-Li derî nexweşxanê rastî mirîşkan hatim.

Tixtoran gotin:

-Kurro ne êdî tu ne heba garis î ha… Ma tu vi ya nizanî?

Satilmiş keserek kûr kişand û got:

-Erê ez dizanim, lê gelo mirîşk jî dizanin?

Tirk û Endametiya Yekîtiya EwrûpaSal 2050 ye. Serokê Komisyona Yekîtiya Ewrûpa li oda xwe rûniştiye û dixebite. Alîkarê wî ji nişka ve bi heyecaneke mezin ket hundur û got:

-Tirkiyê hemû daxwazên me bi cî anîn. Ma emê bikin endam?

Serokê YE got:

-Na heyran, hîn nabe. Here bibêje dive hemû tirk îngilîzî fêr bibin.

Alîkarê serok got:

-Pênc sal berê ev wezîfa xwe jî anîn cî. Êdî hemû tirk îngilîzî fêr bûne. Ma qey te ji bîr kir?

-Ê wê demê bira navên Satilmiş(yê hatiye firotin, xwefiroş), Dîlbaz û Done, fîncan, Ayşe Donsuz(yanî Eyşa bê derpê)werin qedexekirin.

Alîkarê serok got:

-Di sala 1005-an da dev ji van navan berdan. Êdî hew van navan li zarokên xwe dikin.

-Kurro bira dev ji xwarina hûr bûbbaran berdin. Bibêje xwarineke pîs e, ne li gor normên Ewrûpayê ye.

Alîkarê reben dîsa bi hustuxwarî got:

-Ji sala 2040-î vir da dev jê berdane.

Li ser vê serok hinekî fikirye û gotiye:

-Ê wê demê Yekîtiya Ewrûpa belav bikin çêtir e. Çimkî dema bibin endam ji xwe ewê pê da birrîn û xera bikin. Hema em bi destê xwe belav bikin baştir e.

26 november 2007

Bûne parlamenter lê newêrin bibêjin em kurd in

Erdogan, çend roj berê di civîneke partiya xwe da ji bo ku ji cîhanê ra bibêje kurd xwedî hemû mafî ne, gotibû ”Di nava partiya min da 75 parlamenterên kurd hene.”

Erdogan berê jî carê, di vê serdana xwe ya dawî ya Emerîka da di civîneke çapemeniyê da ji bo ku nîşan cîhanê bide ku li Tirkiyê neheqî li kurdan nebe, hemû mafên wan hatiye dayin, eynî propaganda kiribû û gotibû di nava AKP-ê da 75 parlamenterên kurd hene.

Berdevkê partiya nîjadperest MHP-ê Mehmet Şandır, rexne li van gotinên Erdogan girt û got:"Ev gotin şaş e. Di têkoşîna li dijî terorarê da dîtineke seqet e. Di Qanûna Bingehîn û qanûnên din da bi tu hawî tarîfa parlamenteriya kurd, hemwelatiyên kurd tuneye. Îdîakirina hebûna vê ya jî îfadekirina vê cudakarî ye.”

Helbet faşîstekî wek Şandir ewê wiha bibêje, ewê nexwaze kes gotina kurd jî bigre ser zimanê xwe.

Meriv vê fêm dike.

Tiştê meriv diqeherîne bêdengî û pepûkiya Xwedê giravî ”75 parlamenterên kurd” e, yek jî newêre bibêje:

-Law ma qey derew e, helbet em kurd in! Ma qey em jî rabin wek te eslê xwe înkar bikin, xwe bikin tirk?

Diyar e insan carê dest ji ber xwe berde, carê xwe pîs û bêşeref bike êdî tehamulî her babet azar û heqaretê li dilê xwe dixe.

Bifikire, Xwedêgiravî bûye parlamenter lê hîn newêre bibêje ez kurd im.

Parlamenteriya wî bertîla înkara eslê wî ye.

Ji bo parlamenteriya xwe kurdayetiya xwe, esl û feslê xwe înkar dike û ”şewqeyê tirkîtiyê” dide serê xwe.

Tirk mêrikan tu kursiyê belaş nadin kurdan, berê rezîl û bêheysîyet dikin û dûra dibêjin:
-De nuha kerem ke rûne!

Mesela Mesûd Barzanî îro jî zelal nebûMesela betabûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, îro jî zelal nebû. Tirkan çend tiştên virên ser masê nivîsîne lê derew in. Ji xwe ji ber vê xebera derew, peyamnêrekî tirk (peyamnêrê ajansa nûçeyan ya Tirkî IHA/Ihlas Haber Ajansi) yê bi navê Sadik Kahraman ji Kurdistanê hate derxistin.

Sadik Kahraman do di xebera xwe da gotibû, ”Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gel Murat Karayilan û Cemîl Bayik di ser Tirkiyê ra derbasî Italyayê bûne. Sadık Kahraman îro ji Kurdistanê hate derxistin.

Lê ne telewîzyonên û ne jî malperên wan di vî warî da tu tiştekî nabêjin. Tiştekî pir xerîb e!
Mi îro di telewîzyonan da bala xwe baş da şêl û tevgerên kesên berpirsiyar, min şêl û tevgera tu kesî da tu anormaliyeke his nekir. Fena ku her tişt normal be û tu bûyereke cidî neqewimî be.
Hêviya meriv jî ew e ku îddîa “birîndarbûnê” derew be.

Bûyereke din ya girîng.

Îro civîna Heyeta Wezîran ya hukûmeta AKP-ê hebû. Li gor medya tirk dinivîse, civînê 3 seet û 45 deqîqe ajotiye û piştî civînê jî tu beyan nehatiye dayin. Normal piştî her civînê, berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçekê mahcir beyanek kurt dida. Lê îro tişt nehat gotin.

Gelo mesele çi ye?

Gelo li ser kurdan dîsa hin biryarên girîng yên ne ji xêrê ra girtine ya jî di hin biryaran da hîn baş li hev nekirine?

Sibe ewê diyar bibe.

25 november 2007

Şerê çekdarî êdî ji karê bêtir zirarê dide PKKê û kurdan

Hemû bûyerên dawî nîşan didin ku li hember PKK-ê ewê operasyoneke leşkerî ya jî operasyoneke çekdanînê were çêkirin. Çiyayê Qendîl bi rengekî ewê were valakirin.

Çûn û hatinên generalên emerîkî ya Tirkiyê jî meriv dikane wek amadekariyên berî operasyonê qebûl bike.

Bes çarçewe, wext û hêzên ku ewê tevî vê operasyonê bibin hîn baş ne kifş in. Diyar e xebata li ser vê meselê hîn temam nebûye.

Hin bûyer û beyanên kurdên başûr yên van rojên dawî meriv hinekî dixist nava tirs û fikaran. Meriv ditirsiya ku li hember PKk-ê ew jî tevî êrîşeke leşkerî bibin.

Lê gotinên Sefîn Dizeyî (berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê) yên do di rojnameya tirkî Milliyetê da van tirs û fikaran ji ortê radike.

Sefîn Dizeyî dibêje, hemû tedbîrên hukûmeta Kurdistanê yên li ser tixûb ji bo parastina xelkê ye û ewê li hember PKK-ê beşdarî tu xebatên hevbeş yên Tirkiye û Emerîkayê nebin. Sefîn Dizeyî di hevpeyvîna xwe ya bi Dengê Radyoya Almanya ra jî şêla hukûmeta Kurdistanê ya li hember operasyoneke leşkerî baş ronî dike û dibêje, ”mezinayiya wê çi dibe bila bibe, em bi germayî li tu operasyonan mêze nakin û tu ultîmatoman jî rast nabînin.”

Dizayî dibêbe: “Wek min berê jî got, wek pirensîp, mezinayiya wê çi dibe bila bibe, em bi germayî li tu operasyonê nanêrin.”
Dizayî şêla PDK-ê û hukûmetê jî baş diyar dike û dijberiya kurdan ya beramberî operesyoneke leşkerî wiha tîne zimên:

“Bi Tirkiyê ra gelek menfeetên me yên hevbeş hene. Ne mesela emê li dijî PKK-ê şer bikin ya nekin. Ez dana ultîmatomeke “ya hûn bi me ra ne ya ne bi me ra ne rast nabînim.
Li ber me tabloyek reş û sipî tuneye. Tiştê em dibêjin ev e:
Ji dêlî dana ultîmatoman em rûnin bipeyivin û çareseriyên ku ji bo me hemûyan dikanin werin qebûlkirin bibînin.
Nuha li Tirkiyê riyeke derî operasyoneke leşkerî tê minaqeşekirin. Çareseriyeke siyasî û aştîyane tê minaqeşekirin. Emê piştgirya hemû çareseriyên aştiyane bikin. Li derî vê, wek pirensîp, em li dîjî alternatîfa leşkerî ne. Tiştên berê qewimîn nîşan daye ku ev ne çareserî ye. Li derî vê, divê hin gavên sosyal, aborî û siyasî bên
avêtin.”

Van gotinên Dizeyî yek, tirs û fikara “gelo kurd dîsa şaşiyekê nekin” ji navê radike û ya din jî îddîayên hin berpirsên PKK-ê ku dibêjin, “kurdên başûr li hember wan ketine nava komployekê” derew derdixe.

Ji bo hemû kurdan siyaseta herî rast ev e. Dibê kurdên başûr, çi bi tirkan ra û çi jî bi emerîkiyan ra êrîşê nebin ser PKK-ê û di operasyoneke wiha da cî negrin û dijayetiya xwe jî eşkere bikin.

Ji ber ku wek Dizeyî jî gotiye, bi rastî jî operasyonên leşkerî ne çareserî ne û nikanin PKK-ê biqedînin. PKK di warê leşkerî da biqede jî mesela kurd li Tirkiyê naqede. Bi kuştina kurdan, tirk nikanin mesela kurd çareser bikin. Dibê kurd vê rastiyê ji tirk û emerîkiyan ra bibêjin. Ev aliyekî meselê ye.

Aliyê meselê yê din jî nêt û hesabê tirkan e, dibê kurdên başûr van hesabên tirkan jî baş bizanibin û siyaseteke li gor wê bimeşînin.

Erê tirk îro ji kurdên başûr şerê li dijî PKK-ê dixwazin, lê ev taktîk e.

Bi vê taktîkê tirk dixwazin PKK-ê wek hêzeke çekdar bi darê zorê ji ber xwe da bixînin û bi vî rengî jî kurdan qudûmşikestî bikin yanî moral û manewiyata wan ya micadelê ji bo demekê be jî zeîf bikin.

Ya din jî ji bo ku kurdan bi hev bidin kuştin, wan bikin dijmin û neyarên hev, piştgirî û sempatiya li hember Barzanî di nava kurdên Tirkiyê da kêm bikin.

Dibê kurd neyên vê lîstikê. Kurdê herî kêmqil û nezan jî êdî dizane ku derdê tirkan yê esasî û yekem ne PKK- ye, tasfîyekirina Kurdistana Federe ye. PKK-ê tiştek bi dest nexistiye ku bi şer jê bistînin.

Lê kurdên başûr hukûmeteke kurd ava kirine, hêdî hêdî berbî dewletbûnê va diçin. Loma jî tirk dixwazin li çaviyê xin, nehêlin kurd li Îraqê xwediyên van maf û îmkanan bimînin. Yanî meriv dikane bibêje ku tirk dixwazin destên xwe li tasa tije xin, ne li tasa vala. PKK ji bo wan îro tasa vala ye.

Li hember zixtên Tirkiyê, divê kurdên başûr bibêjin, di nava PKK-ê da yek kurdê başûr jî tuneye, ji sedî nod hemwelatiyên we ne û yên din jî hemwelatiyên Îran û Sûriyê ne. Dema hûn, Îran û Sûrî rê li ber hemwelatiyên xwe bigrin, nehêlin werin vî alî, ji vî alî jî kesên werin aliyên we ewê tunebin. Hûn wek dewlet nikanin rê ne li ber çûna wan û ne jî li ber hatina wan bigrin, lê vî karî ji me dixwazin. Ev yek ne karê meye.

Şerê çekdarî êdî ji karê bêtir zirarê dide PKK-ê û kurdanDema ez dibêjim divê kurdên başûr li hember PKK-ê tevî operasyonke leşkerî nebin, helbet ev nayê wê maneyê ku divê piştgiriya şerê PKK-ê yê çekdarî bikin. Na, bêguman divê ne tenê nekin, divê bi hemû îmkanên xwe bixebitin ji bo ku PKK dev şerê çekdarî berde. Şerê çekdarî êdî ji karê bêtir, zirarê dide PKK-ê û tevgera kurd ya millî. Serokên PKK-ê divê vê rastiyê bibînin. Ji bo serkeftina wan ev yek gelkî girîng e.

Şerê çekdarî yê PKK-ê di destpêkê da rola defa sihorê lîst, bi milyonan însan ji xeweke bêbinî şiyar kir, rakir “sihorê”, bicîanîna vatiniyên metewî bi bîra wan xist.

Yanî meriv dikane bibêje ku di van 25 salan da şerê çekdarî rola xwe ya pozîtîf û dîrokî lîst.

Heger îro kurdan 20 parlamenter xistine meclîsa Tirkiyê, li Tirkiyê û li Kurdistanê 54 belediye di destê wan da ne û bi milyonan kurd jî bi rengekî canfîdane rabûne ser piyan û doza mafên xwe yên netewî dikin, bêguman di van destkeftinan da rola şerê çekdarî gelkî mezin e.

Kurd li Kurdistanê êdî xwedî hêzeke rêxistinî ya pir mezin in. Ev hêza bi rêxistin û polîtîze, dema baş were îdarekirin dikane Tirkiyê bihejîne, tu hêz nikane wê pûç bike û ji ortê rake.

Tirk ji nuha da ketine tirsa vê.

Dema şerê çekdarî nemîne ewê çi bikin?

Wê demê ewê çi navî lêkin?

Dema milyonek kurd li dervayî welêt û bi milyonan kurd jî li Tirkiyê û li Kurdistanê bi riyeke demokratîk û aştîyane, bi tevgerên demokratîk û sivîl doza mafên xwe yên netewî bikin kî dikane wan neheq bike?

Kî dikane mohra “terorê” li wan xe?

Kîjan hêz dikane wan rawestîne?

Çawa ku şerê çekdarî di destpêkê da feydeyek mezin gîhand kurdên Tirkiyê û wek defa sihorê milet ji xewa mirinê şiyar kir, îro jî êdî belovacî destpêkê zirarê dide kurdan û feydeyê digihîne dijmin.

Heger îro dewleta tirk li hember PKK-ê li der û li hundur di warê siyasî û dîplomatîk da hin mewzî û serkeftin bidestxistibin bê şik xêra hebûna vî şerê çekdarî ye.


Heger şerê PKK-ê yê çekdarî tunebûya Tirkiyê li derve ewê nikanîbûya li hember tevgera kurd ya netewî hewqas piştgirî bigirta.

Bi xêra şerê PKK-ê yê çekdarî dewleta tirk li derve edebiyata masûmiyet û mexdûriyetê dike û bi vê riyê bi kêmanî di warê moral û exlaqî da hin pozîsyonên baş bi dest dixe, rewşa xwe xurttir dike.

Heger kurd dixwazin di demeke nêz da zora vê dewleta çete û pînc bibin, divê vê karta “terorîzmê” ji destê dewleta tirk bigrin.

Şerê çekdarî jî awayekî, curekî siyasetê ye, hin caran lazim e û hin caran jî ne lazim e; hin caran feydeyê digihîne meriv û hin caran jî zirarê.

Îro him li der û him jî li hundur hebûna şerê çekdarî bûye qeyd û merbend û ketiye nigê tevgera kurd ya demokratîk û legal.

Ne partî û ne jî rêxistineke din ya demokratîk nikane li hember vê dewleta çete xebateke bi ser û ber, xebateke li gor hêza xwe bike.


Ji ber ku mohra “terorîzmê” hêza PKK-ê ya legal basko kiriye, çi dike jî nikane ji vê mohrê rizgar bibe.

Û di rojên pêş da qabîliyeta manewraya vê hêzê ewê hîn jî kêmtir bibe. Hemû bûyer sinyalên vê yekê didin.

Loma jî divê PKK bi xwe vê handîkapa şerê çekdarî bibîne û rojekê berî rojekê xwe jê xelas bike.
avêtina gaveke wiha ewê umrê dewleta çete kêm û serkeftina kurdan jî gelkî nêztir bike.

24 november 2007

Îddîa ku Serokê Kurdistanê birîndar e îro jî pûç nebû

Di mesela birîndarbûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî da îro jî tu tiştekî ciddî û berbiçav nehat gotin.
Tenê li gor xebera malpera Avesta, "Çavkaniyeke pêbawer ragihandiye ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelekî baş e û tu pirsgirêkeke wî ya tendurustî tune ye. Ew ji bo rehetiya salane çûye derveyî welat û niha li paytexta Utrîş(nemsa) li Vîyenayê ye."
Avesta dibêje, kêfa Serokê Kurdistanê gelkî ji Wîyenayê ra tê û her dema ku ew derdikeve derveyî welêt ew diçe li Wîyenayê him îstirehet dike û him jî di bin kontroleke tenduristî ra derbas dibe.
Tiştê balkêş bêyî Avestayê, Pûkmedîa û Peyamnêr jî tê da tu malpereke din di vî warî da xebere neweşand. Ev yek jî meriv gelkî xemgîn dike. Heger bi rastî li Wîyenayê ye wê demê çima preskonferansekê çênake?
Axir tiştek heye, lê cidiyeta wê çi ye meriv nizane. Înşelah îdîa birîndarbûnê derew be. Min do jî gotibû, xwedê neke hefer tiştekî wiha rast be divê meriv li ser tiliya tirkan rawest e.
Bûyera îro ya herî girîng, Fermandeyê Hêzên DYAyê yên li Ewrûpayê Orgeneral Bantz Craddock bi Serokerkanê Tirkiyeyê Orgeneral Yaşar Buyukanit re hevdîtinek pêk anî. Diyar e li hember PKK-ê amadeyiya hin êrîşan dikin. Şêla kurdên başûr pir baş e. Bi taybetî beyana Sefîn Dizeyî meriv kêfxweş dike.
Li ser vê meselê sibe ezê tiştekî binivîsim.

23 november 2007

Gelo bi rastî Mesûd Barzanî li derveyî welêt e?

Li gor hin xeberên îro di çapemeniya kurd û tirk da derket, dibêjin Mesûd Barzanî di êrîşekê da birîndar bûye.
Piştî belavbûna nûçeyê, berdevkê hukûmeta Kurdistanê Fuad Hisên daxuyaniyeke taybet da PUK media û got.:
"Di hin kanalên ragihandinê da hatiye belav kirin ku serokê herêmê ribûriyê hewleke terorkirinê bûye. Lê tu rastiya van nûçeyan tuneye ku dibêjin serokê herêmê di êrîşeke terorîstî da birîndar bûye."
Her weha sekreterê PDK Fazil Mîranî jî ev nûçe red kir û got:" Nûçeyên wiha dûrî rastiyê ne."
Wek tê dîtin, çavkaniyên resmî vê îddîayê red dikin, dibêjin tu bingeheke vê îddîayê tuneye.
Meriv hêvî dike ku tekzîb rast bin.
Lê li alî din, çima ne ew bi xwe dikeve hember raya giştî û ne jî beyanekê dide. Ev yek meriv hinekî ditirsîne. Lê heger bûyer rast be sedî sed tiliya dewleta tirk di vê êrîşê da heye. Divê kurd li ser vê îhtîmalê rawestin.
Li gor ku berdevkê serokatiya Kurdistanê ragihandiya, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo serdaneke taybetî "li derveyî welêt e."
Lê berdevkê serok nabêje Mesûd Barzanî li kîjan welatî ye. Heta seet 23.30-î jî di vî warî da tu tiştekî nuh nehat gotin.
Ez êvarî hinekî dereng hatim mal, loma jî min li xeberan guhdarî nekir, lê di malperên kurdî da dema min ev nivîs nivîsî hîn tu xebereke nuh tunebû.
Dinya alem dibe dewlet kes dengê xwe nake, lê dema dor tê kurdan dinya radibe pêdarê, tirk, ereb, faris û hemû xulam û dûvikên wan wek gurên har êrîşê dibin ser kurdan û dixwazin me ji hev dabarînin.
Ez nizanim vî meletî çi bi dinyayê kiriye?

22 november 2007

Tirk bi bertîlê nabin dost

Îro piştî kar ez çûm semînera Wezîrê Gencan û Sporê yê Kurdistanê Berwarî. Teha Berwarî ev demeke li Ewrûpayê him kurdan û him jî bîrûraya giştî ya Ewrûpayê derbarê wezareta xe da agahdar dike.

Berwarî, berî ku par bibe wezîr, berpirsiyarê PDK-ê yê Îskandînavyayê bû. Merivekî gelkî jîr û jêhatî ye. Li Swêd xebatek pir baş kirye û ji kurdan ra gelek dost qezenc kiriye. Kêfa min gelkî jê ra tê, merivekî nerm û sosyal e.

Min xwest bi vê wesîla semînerê, him xêrhatinekê bidimê û him jî lê guhdarî bikim.

Min û Mamoste me li bajêr hevdu dît û em bi hev ra çûn.

Nîvseetekê hîn ji civînê ra hebû, ji bo ku em wextê biborînin li ser rê em dageriyan dikneke kirtasiyefiroş(Esselte. Dikaneke defter, qelem û tiştên wiha difroşe). Dikan tije bû, reqlema hin tiştan dikirin, gelek tişt erzan kiribûn. Û li çend ciyan jî şekir û şeraba germ(glogg) bi mewîjê bêdendik û bi bihîvan ra belaş li mişteriyên xwe belav dikirin.

Ji ber ku Swêd sar e, swêdî di Noelê(Julê) da vê şerabê bi germî vedixwin.

Xatûneke pir delal ”glogg” belav dikir. Ji bo xatirê wê, min û Mamoste me her yekî tasikek şeraba xwe girt. Min xwe ranegirt, min jê ra got, ez ji bo xatirê te vedixwim. Xanim keniya, sipas kir.

Bawer bikin ew ne şerab, zelindar bûya, axû bûya jî minê dîsa ji destê wê vexwara.

Min mesele hinekî belav kir. Esas ez werim ser meselê.

Me got, ji bo çi hûn van tiştan belav dikin, mesele çi ye, xêr e?

Xanimê got:

-Wele em 150 saliya xwe pîroz dikin.

Dema got, “em 150” saliya xwe pîroz dikin” ez matmayî mam, devê min hirinekê ji hev çû?

Bifikirin, dikaneke kirtasiyefiroş 150 salî îstîkrar nîşan daye, nehatiye girtin, nav neguherandiye?

Min ji Mamoste ra got:

-Mamoste, li ba me ne dikan, dewleteke temenê(umrê) wê 150 sal tuneye. A îstîkrar ji viya ra tê gotin. Di vir da meriv ferqa xwe û ewrûpiyan dibîne.

Qaşo minê qala semînera Teha bikira.

Belê, ez serê we neêşînim, em çûn civînê.

Gelek kes hatibûn. Ez bawer dikim li dora 100-150-î kesî hebûn.

Teha bi swêdiyeke bilind û pir mikemel 50 deqîqeyî li ser karê wezareta xwe û rewşa dawî ya Kurdistanê, gelşên bi Tirkiyê ra hin agahî dan.

Piştî axaftina wî, guhdaran gelek pirs jê kirin. Di bersîvên xwe da jî serkeftî bû. Bersîvên maqûl dide. Yanî ne xerab bû.

Tiştê min ji axaftin û bersîvên wî fêm kir, şêla wan li hember PKK-ê hatiye guhertin, li gor berê, nuha bêtir li dij xwanê ne.

Di axaftina xwe da qala mecbûriya parastina sînorên Kurdistanê kir, got em qebûl nakin tu kes axa Kurdistanê li hember cîranên me bi kar bîne. Dema bikar bîne em qebûl nakin û mecbûr in hin çareyan bibînin.

Min ji axaftina wî wer fêm kir ku ji ”bikaranîna zorê ra jî vekirîne”, qet negot emê zorê bikar neynin û nehêlin hinekên din jî bikar bînin.

Bi min wiha hat, dema emerîkî û tirk bi hev ra hin operasyonan bikin, heger ew bi xwe tevê nebin jî, bi kêmanî ewê bêdeng bimînin. Ev siyaseteke nuh e. Mesûd Barzanî heta nuha her tim eksê vê gotiye, gotiye emê tu carî berê tivinga xe nedin kurdan.

Bi baweriya min heger Hukûmeta Kurdistanê, Partî ya jî Yekîtî, di şerê li dijî PKK-ê da cî bigrin ne rast e û şaşiyeke mezin e. Erê îro tirk ji wan viya dixwazin, lê ev taktîk e, ji bo ku PKK-ê ji ber xwe da bixin viya didin pêş. Derdê tirkan yê esasî û yekem ne PKK- ye, tasfîyekirina Kurdistana Federe ye. Û mêrikan vê hedefa xwe venaşêrin jî, generalên teqawit û berdevkên dewletê her tim vê armanca xwe eşkere dikin. Loma jî bi ya min qet ne hewce ye ku meriv têkeve bazareke wiha.

Heger bikanibin bi rehetî ji wir derxin, bira derxin. Lê bi şer çewt e û ewê zirareke mezin bide kurdan.

Ez hêvî dikim ku kurd nexapin û PKK-ê belaş tasfîye nekin.

Tiştekî wiha di warê siyasî, netewî û rûhî da jî ewê zirarên gelkî mezin bigihîne tevgera kurd ya netewî.

Kêfa min nîvçe ma

Do êvarî tu nemabû ku ez kompîtora xwe hema rakim û li erdê xim, perçe perçeyî bikim û xwe jê xelas bibim.

Piştî maça Swêd-Letlandê min rabû çend rêz nivîsan. Lê înterneta min nexebitî, min heta seet 030-î jî li ber da nehat girêdan. Ji mecbûrî min dev jê berda. Loma jî ez nuha, berî biçim kar nivîsa do diximê.


Kêfa min nîvçe ma

Hema bêyî çivên vir da û wê da ezê rast bibêjim: Min îşev ne kurdî û ne jî tirkî zêde tiştek nexwend. Loma jî ez nizanim îro çi xeberên girîng hene.

Ji ber ku min îşev li du maçên futbolê temaşe kir.


Maça Swêd-Letlandê û Tirkiye-Bosnayê.


Kêfa min gelkî ji futbolê ra tê, dema keys hebe ez bi dilşadî lê temaşe dikim.


Îşev min dixwest Swêd qezenc bike û Mehmetcikên tirk jî li hember Bosniyan têk biçin. Lê dua min nîvçe qebûl bû, Swêd 2-1 zora Letlandê bir, lê heyf û mixabin Mehmetcikan 1-0 berra Bosnayê dan.

Şansê kurda ye, kêfa wan tim nîvçe dimîne.

Kî çi dibêje bira bibêje, bi ya min Bosniyan ew gol bi zanetî xwarin.Yanî serkeftina "Mehmetcîkan " şîke bû, wan maç ji merivên xwe kirînbûn.


Ev texmîna min e.


Yên kanibin eksê vê yekê îspat bikin, bira kerem bikin û delîlên xwe raxin ber çavan.


Dema min li maçê temaşa dikir, min taximê Kurdistanê jî xeyal kir. Kurdistan maye fînalê û bi Tirkiyê ra dilîze. Alên kesk û sor û zer di destên bi dehhezaran keç û xortên kurda da hêl dibin!


E wê çiqasî xweş bûya!

Berî mirina xwe ez dixwazim wê rojê bibînim.

20 november 2007

Ma rojnamevanî wergera xeber û derewên tirkan e?

Berê pêkenînek.
Jinik çû ba mele, jê ra got:
-Mele heger ez bi mihendizekî ra razêm ezê çend salan di cehnimê da bimînim?
Mele got:
-Cezayê viya 5 sal in, tu yê 5 salan di cehnimê da bimînî.
Jinikê got:
-Ya dema ez bi tixtorekî ra razêm gelo ewê çend sal bin?
Mele hinekî serê xwe xurand û got:
- Çar(4) salan.
-Ya dema ez bi abûqatekî ra razêm, ewê çend sal bin?
Mele got:
-Cezayê abûqat hinekî zêde ye, tu yê 7 salan di cehnimê da bimînî.
Li ser vê jinikê got:
-Ê baş e, lê dema ez bi meleyekî ra razêm gelo ewê çend sal bin?
Mele keniya û got:
-Haaa, nuha min fêm kir, tu dixwazî raste rast herî cinnetê.



Ma rojnamevanî wergera xeber û derewên tirkan e?

Ev demeke ez dixwazim li ser siyaseta hin malperên kurdî ya nûçedanê çend gotinan bibêjim.
Ez bala xwe didim hin malperên kurdî, berdevkên dewlet û hukûmeta tirk çi dibêjin ew jî wan derew û heqaretên wan, bêyî ku bi xwe tiştekî bibêjin, şiroveya xwe têxinê raste rast werdigerînin kurdî û diweşînin.

Di rewşên wiha da meriv nizane malper jî van dîtin û beyanên berdevkên hukûmetê rast dibîne ya na? Ji ber ku li ser rastî û şaşiya wan beyanan ji xwendevanan ra tu tiştek nayê gotin, tenê zimanê tekstê ji tirkî dibe kurdî û hew.

Yanî her kurdê bi tirkî dizane derew û çêrên tirkan carê bi tirkî dixwîne û cara duduyan jî bi kurdî. Diyar e ji bo ku kurd baş fêrî heqaretên tirkan bibin ”rojnamevaniyeke” bi vî rengî tê kirin.

Berpirsiyarên tirkan ji me kurdan ra xeberên nemayî didin, heqeretê li me dikin, derewên pir mezin dikin. Meriv viya fêm dike, çimkî karê xwe dikin.

Lê tiştê meriv fêm nake siyaseta hin malperên kurd e. Hin malperên kurdî, ji dêli ku van derewên serok û berpirsiyarên tirkan derxin meydanê, xwendevanên xwe şiyar bikin, radibin ew jî wan gotinan bi kurdî dubare dikin.

Ev ne metodeke rast e, wezîfeya malperê ne wergera derewên tirkan e, dibê bi kurtî be jî nûçeya rast were dayin, derew werin îfşakirin.

Em dizanin ku tirk li ser kurd û Kurdistanê tu tiştekî rast nabêjin. Tiştê dibêjin bi piranî derew in, buhtan in, çêr û heqaret in.

Çepemeniya tirk jî ji ber ku terefgîr û berdevkê dewleta xwe ye, loma jî hemû çêr û derewên li hember kurdan bi kêfxweşî diweşîne. Di vir da wezîfeya malperên kurdan ew e ku van derew û bêbextiyên tirkan belovacî bikin, raxin ber çavên xwendevanan ya jî bi kêmanî hin pirsan di sere xwendevanan da peyda bikin.

Yanî divê ferqeq di nabêna me û çapemeniya tirk da hebe.

Çawa ku li hember kurdan siyaseteke çapemeniya tirk ya li ser esasê derew û xapandinê heye, divê wek vê, siyaseteke me jî hebe. Ne ku em jî wek wan derewan bikin. Na, divê em jî li hember van derewên çapemeniya tirk, bixwazin rastiyê pêşkêşî xwendevanên xwe bikin. Ne xwe tu ferqek me ji wan namîne.

Malepereke kurdî divê wek ajanseke nûçeyan weşanê neke, tirkan çi gotin ew jî wan xeberan neke kurdî û neweşîne. Dema weşand, divê wê xeberê wek maddeyek xam nede, divê bistirê, şiklekî bidê û dû ra bide xwndevanên xwe.

Hela ji kerema xwe ra li vê xebera jêr binêrin û porê xwe nerûçikînin:

”Wezîrê hundur Beşîr Atalay berî civînê daxuyaniyek da çapameniyê û diyar kir ku ew wek hukûmet qedr û qîmet didin demokrasîyê, edalet û pêşdeçûnê.
Atalay herwiha ragihand ku ev 25 sal in teror li welat dimeşe, teror can distîne, ew naxwazin can bidin, şehîdan bidin, ew dixwazin bi hizûr li her quncê welatî di nav refahê de bijîn, bi birayetî bijîn.
Atalay got hin hene ku naxwazin ev xizmet bigihên welatiyan, ji azadî û demokrasiya fereh nîgeran in, ew dixwazin ku ev destkeftî kêm bibin, ev war teng bibin. Dixwazin problem hebin, bêhizûrî hebe. Wî got lê em ê derfetê nedin vê, em demokrasîyê fedayê terorê nakin. Ji bo ku em warên azadiya ferdî teng nekin çi ji destê me bê em ê bikin.
Atalay got ”Tirkiye dewleteka mezin e em ê li gor vê mezinayiyê tevbigerin, em ê rêz li kultur û baweriya xelkê bigirin.”


Piştî van gotinên Atalay yên ji serî heta dawî giş vir, xeber diqede. Li ser van gotinên Wezîrê Hundur yê Tirkiyê, amadekarê nûçeyê yek gotinê jî nabêje, bi yek rêzê jî şiroveyekê nake.


Ê ya nî çi?

Beşîr Atalay di beyana xwe da gotiye:

“Hukûmet qedr û qîmet dide demokrasîyê, edaletê.”
Ma ev rast e? Ma ev ne dereweke ji serê Atalay jî mezintir e?
Îcar hukûmeta AKP-ê dixwaze li Kurdistanê demokrasî hebe. Kuro kurd hîn nikanin bi zimanê diya xwe du gotinan bibêjin, îcar demokrasî?

Atalay gotiye:

”Ev 25 sal in teror li welat dimeşe, teror can distîne, ew naxwazin can bidin, şehîdan bidin, ew dixwazin bi hizûr li her quncê welatî di nav refahê de bijîn.”
Ez fêm nakim malpereke kurd çawa dikane van gotinên Wezîrê Hundur yê Tirkiyê, bêyî ku tiştekî li ser bibêje wek xeber biweşîne? Mêrik qala zilm û zor û terora dewleta xwe nake, lê ji xebat û têkoşîna kurdan ra jî dibêje ”teror”. Û em jî bêyî ku tiştekî bibêjin van derew û bêbextiyên wî diweşînin.

Ji bo çi ?

Ev gotinên Atalay, eynî bi vî rengî di çapemeniya tirk da jî derket.

Û me jî bê şirove ew kir kurdî û weşand.

Wê demê ferqa me û malpereke tirk çi ye?

Gelo rast e xeberên me û Hurrîyetê wekî hev bin?

Atalay gotiye:

”Hin hene ku naxwazin ev xizmet bigihên welatiyan, ji azadî û demokrasiya fereh nîgeran in, ew dixwazin ku ev destkeftî kêm bibin, ev war teng bibin.

Yanî dewleta tirk dixwaze xizmetê bibe ji kurdan ra, Kurdistanê ava bike, lê hin kurdên ku ji azadî û demokrasiya fireh aciz in nahêlin dewlet vî karê xwe bibe serî.

Ma ev îddîa Atalay rast e!

Heger ne rast e, wê demê jî divê meriv ji xwendevanên xwe ra bibêje, ev propagandeya vala ya. Kîjan kurd qala azadî û demokrasiyê dike di cî da dibe“parvekar û xayin” û copên pûlisan ji ser serî ranabe.

Atalay di dawiyê da jî gotiye:

-Ewê derfetê nedin vê, ewê demokrasîyê fedayê terorê nakin.”

Demokrasiya Atalay qal dike, terora dewletê ye, ew dibêje, ewê vê terorê kêm nekin û miletê kurd miheqeq bihelînin.

Heger ez her gotin û beyanên tirkan yên di telewîzyonan da tên gotin, bêyî şirovekirin ji zarokên xwe ra wergerînim ezê malikê li wan bişewitînim.

Ewê çawa bizanibin çi rast e, çi derew e?

Ma ne sebebê hebûna çapemeniya kurdî jî ew e ku xwendevanên kurd ji bin tesîra propagande û derewên tirkan xelas bike?!

19 november 2007

Desthilanîn tim baş e

Do derengê şevê bi tesadufî min li beşê dawî ya programa Mehmet Alî Bîrand 32.êGunê(Roja 32-an) temaşa kir.Çar rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, Ferîdûn Yazar, Metîn Metîner, Muhsîn Kizilkaya, Umît Firat û li ser navê DTP-ê jî Sirrî Sakik bi telefonê beşdarvanê programê bûn.

Min program ji serî da temaşe nekir, loma jî zêde nikanim tiştekî li ser bibêjim. Bi kurtî tiştê min dît, program li ser çareseriya mesela kurd, têkiliyên PKK-ê û DTP-ê û DTP çima ji PKK-ê ra nabêje terorîst bû?

Di programê da tiştekî bala min kişand. Bîrand, di dema pirs û axftinên xwe da pir bi rehetî ji PKK-ê ra digot, ”terorîs” û kirinên wan jî wek terorîzmê şirove dikir. Li gor Bîrand, dema dewlet 14 keç û xortên kurd bi rengekî sadîstî dikuje ne teror e, lê dema gerîlla li seriyê çiyan leşkerekî dikujin ”teror” e.

Ji beşdarvanan tu kesî ji Bîrand ra negot:

”Tu dixwazî DTP û hemû kurd ji PKK-ê ra bibêjin terorîst. Hukûmet jî viya dixwaze. Lê PKK ne terorîst e ku DTP û kurd jê ra bibêjin terorîst.”

Heger bi rastî jî PKK rêxistineke terorîst bûya, dewletê bixwesta nexwesta jî divê me jê ra bigota rêxistineke terorîst e.

Sibe hêzeke din jî dest bi şereê çekdarî bike, dewleta tirk ewê eynî tiştê ji bo wan jî bibêje.
PKK ne rêxistineke terorîst e û kirinên wê yên li hember dewletê, hin îstîsna ne tê da ne terorîzm e. PKK, tevgereke çekdar ya millî ye û ji bo kurdan doza hin mafên demokratîk û netewî dike. Program û daxwazên PKK-ê ji dûr û nêzîk va têkiliya wan bi ”terorê” û terorîzmê tuneye.

PKK dixwaze:

-Hebûna miletê kurd bi rengekî resmî were qebûkkirin û ev yek têkeve qanûna esasî.
-Zimanê kurdî bibe zimanekî resmî û yê perwerdê.
-Efûyeke giştî derkeve û kurd bikanibin di warê legal da rêxistinên xwe ava bkin û siyasetê bikin.
-Serokên wan Ocalan were berdan.
-Operasyonên li Kurdistanê bisekinin.
-Sîstema cerdevaniyê rabe.

Û hin dixwazên wek van.

Baş e ne divê meriv ji Bîrand bipirsiya, bigota devtûtik, çi têkiliya van daxwazan bi terorê heye?
Dema kurd(kî dibe bila bibe)van pirsan ji dewleta tirk û berdevkên wê bikin bêguman kes nabe dilxwaz û hevalê PKK-ê. Em çaxa wiha bibêjin em qala rastiyekê dikin, ne propaganda PKK-ê.

Helbet divê her kes bîr û baweriyên xwe yên derbarê PKK-ê û serokê wê da bibêje, wê rexne bike. Evy ek şert e û dibê meriv di vî warî da tawîzê nede.

Lê heger ewê qala terorê werekirin, esas PKK-ê ji dewletê bêtir, li hember heval û kurd û rêxistinên derî xwe zor, şîdet û teror bikar aniye û gelek caran jî ew kuştine. Mafê kurdan heye ji van kirinên PKK-ê ra bibêjin tero, lê nej i bo şerê li hember dewletê.

Şerê çekdarî wiha ye, meriv însanan dikuje.

Ev li her derê cîhanê wiha ye.

Tirk ji flistînî, çeçen, arnawit û gelek tevgerên din ku ew jî wek PKK-ê çekan bikar tînin, nabêjin ”terorîst”, lê ji PKK-ê ra dibêjin.

Divê DTP û kurdên din biwêribin vê rastiyê ji tirkan ra bibêjin. Dema em nebêjin ne rast e û li her derê zimanê me kin dibe.

Lê bi taybetî jî divê DTP vir da û wê da çerx neke, ji bo çi ji PKK-ê ra nabêje “terrorist” dibê bi rengekî ilmî îzah bike.

Bîrand, bi rengekî bêperwa ji hemû daxwazên PKK-ê yên netewî ra dibêje “terror”, ji xwe parastina çend gerîllayên serê çiyan ra dibêje ”terorîzim” û nizanim çi…

Li hember van êrîşên dewletê rev, bêdengmayin, bersîvnedan ne çareye. Çareya herî baş divê bersîv û argumentên meriv hebin û meriv biwêribe bibêje.

Desthilanîn fereca xêrê ye.

Tirsonek tim li paş in.

PARVE BIKE