20 oktober 2007

Xewnek bi roj û hesreta welêt

Ev demeke ez pir xewnan dibînim. Vê sibehê piştî xurîniyê min xwe da hember telewîzyonê û hema ji acizî vir da wê da li hin kanalan temaşe kir. Ji ber ku ez hinekî bê xew bûm, piştî demekê ez di xew ra çûm.
Min dît ku ez û biraziya xwe Dîcle xanim li qahwexaneyekê rûniştene. Qahwexaneyeke bi baxçe û pir mezin bû û dinya jî pir xweş bû. Me li ber dîwêr maseyek bi dest xistibû û li bendebûn ku garson were temiya me bigre.
Gelkî qelebalix bû, milet di ber me ra diçû û dihat.
Du xort hêdîka hatin li ber masa me rawestiyan. Pişta wan bi me da bû. Hîn min pê ra negîhandibû ku ji yê pêş xwe ra bibêjim, “xorto xwe hinekî ji ber me bidin alî”, camêr bêyî ku li me jî binêre, hema xwe bera ser masa me da.
Ji ber ku pişta wî bi me da bû min ruyê wî nedidît. Min çend caran hêdîka dahf da, da ku ji ser masa me rabe. Lê ranebû. Li ser vê, min tepek hêdî li kulêmeka wî xist û bi deng jî jê ra got:
-Ev çi ye? Ji ser maseya me rabe!
Bi vê gotina min ra ji ser masê hêzî xwe kir û berê xwe da min û got:
-Xalo, ma te ez nas nekirim?
Min bi hawakî matmayî bala xwe dayê û got:
-Li qusûra min nenêre lê min tu nas nekir.
Xort, bi awirekî xemgîn û gazinwarî got:
-Çawa dibe, hela baş bala xwe bide min, ez dişibim kê û dikanim lawê kê bim?
Min hinekî bala xwe dayê, lê min nikanîbû ew bişibanda kesî. Min bi rûyekî ken got:
-Heyran ev 27 sal in ez ji Wêranşarê derketime, belkî dema ez li wir bûm tu hîn nehatibûyî dinê. Ez rebenê Xwedê, ezê çawa bikanibim te nas bikim!
Li ser vê, xort got:
-Xalo, ez lawê Cemîlê me.
-Ez şermezar bûm.Cemîle xweng min e û min xwarziyê xwe nas nedikir.
Bi rastî zilm e.
Min got, hela hela, kuro wa ye tu bûyî zilamekî wek fêrizan.
Me xwe li hev û du piçikand.
Tam di vê taftafê da, xanimê ban min kir, got rabe, em bîstekê ji xwe ra derkevin der. Deme min çavên xwe vekir ne Dîcle, ne park û ne jî xwarziyê min hebûn. Ez ji wan hemûyan gelkî dûr, li Stockholmê, li Albya xopan, li salonê, li ser dîwanê dirêjkirîbûm.
Min fêm kir ku tiştê min dîtibûn TENÊ xewn bû. Tu têkiliyeke wan bi rastiya jiyana min ya sirgûniyê ra tunebû.
Ev 27 sal in ku ez mahkûm û sirgûnê dewleta tirk im. Dewleta tirk bi bêwîjdaniyeke mezin ez 30 salî mecbûrî dûriya ji welatê xwe kirim. Di 4-ê meha 11-an ya sala 2009-an da sirgûniya min diqede.
Dewleta tirk ji bo ku ez careke din nikanibim vegerim welatê xwe cezayê muebetê da min, xwest min ji vê maddeyê ceza bike.
Û mudeta muhrûrîzemaniya vî cezayî jî 30 sal in. Sîh sal jî di 4-ê meha 11-an ya sala 2009-an da diqede. Ez bi hawakî bê sebir û bê hedan li bende wê roja ku nigê min axa Wêranşarê bibe.
Ez bi şev û roj wê rojê xeyal dikim.
Gelo kesê min nas bike?
Gelo ezê kesî nas bikim?
Helbet ev ne cara pêşî ye ku tirk vê zilmê li kurdan dikin. Tirkan û pêşiyên wan berê jî wek min gelek kurdên kurdperwer û rewşenbîr bi vî rengê hovane mecbûrî sirgûniyê kirine.
Ez jî tenê yek ji wan im.
Sirgûnî wek kirasekî ji êgir e, gav û seetê bedena meriv dişewitîne, bîna meriv teng û dilê meriv jî zîz dike.
Meriv dibe wek zarokê nuh ji pêsîrê bibe, tim bînteng e, tim kelogirî ye. Hesret û bîriya welêt dibe wek hesreta dîtina dildarê, meriv dîn û har dike, xewên şevan li meriv dibe tûtya.
Meriv tenê dixwaze rojekê berî rojekê wê axê, wan cî û warên zaroktiya xwe tewaf bike.
Belkî jî piştî demek kin meriv xeyalşikestî bibe. Lê çi dibe bira bibe, meriv dixwaze wê bîstikê berî mirina xwe bijî. Wê hesreta bîrîkirinê wek kuleke şêrpençeyê ji dilê xwe derxe û bavêje.
Ji bo ku dil ji xwe ra rehet bike
Helbet ev sirgûnî, ev rojên mişt hesret û keser jî ewê rojekê biqedin û ezê jî bikanibim vegerim welatê xwe û van hesret û keserên salên sirgûniyê ji dilê xwe derxim.
Lê ya xerab, her ku ev dem nêz dibe, sebra min jî namîne.
Ez bûme wek mahkûmê ku bi tizbiyê rojên texliya xwe dijmêre. Bi nêzîkbûna wê rojê ra xewnên min jî zêde dibin. Êdî ne tenê bi şev, bi roj jî xewnên welêt û Wêranşarê dibînim.
Lê saweke giran jî xwe bera ser bedena min daye.
Ez ditirsim piştî hesret, keder û bîrikirina 30 salan, dema ez vegerim ne ez kesî nas bikim û ne jî kes min nas bike.
Gelo ev xewn îşareta wê rojê ye?

2 kommentarer:

  1. Xwede teala sebra Eyub pöxember bide te

    SvaraRadera
  2. bırakın bu kürt türrk gerginligini dogru dürüs yaşamaya bakın

    SvaraRadera

PARVE BIKE