10 oktober 2007

Tirkiye kurdan wek rehîne bi kar tîne

Do li Anqerê, Heyeta Bilind ya Têkoşîna li Dijî Terorê di bin serokatiya Serokwezîr Tayyip Erdogan da civiya û ji bo îşxala Kurdistana Federe gelek plan çêkr û gelek birayarên girîng girt.

Piştî civînê li ser navê heyetê beyanek kin hate belavkirin. Di beyanê da tê gotin ku ”operasyonên li dervayî tuxûb jî tê da”, li hember ”terorê” ewê her babet micadele were dayin.

Ji bo bicihanîna hin formalîteyên ”huqûqî” hukûmetê piştî civînê bi lez û bez tezkereyek şand parlamentoyê. Piştî ku parlamentoyê jî tezkere qebûl kir, êdî tu astengên ”huqûqî” li hember êrîşa artêşa tirk ya ser Kurdistana Federe namîne.

Di warê siyasî da ji xwe hukûmet di serî da teslîmî leşkeran bûye û amadeye ku hemû emir û daxwazên wan bicîh bîne.

Hin rojnameyên tirk îro dinivîsin, dibêjin di civîna Heyeta Bilind ya Têkoşîna li Dijî Terorê da ne tenê zemîn û şertên huqûqî ya êrîşa Tirkiyê ya dervayî sînor hate minaqaşekirin, li ser ”wext û zemanê” wê jî hin biryar hatin girtin. Yanî ewê kînga û piştî kîjan bûyeran dest bi êrîşa xwe bikin?

Li gor biryarên hatine girtin, dewleta tirk ewê van tarîxîn jêrîn û netîceyên wan jî bigre ber çavan û li gor wê hin gavan bavîje. Rojname çend tiştan rêz dikin lê ji van, du tişt gelkî girîng in. Loma jî ezê tenê li ser wan rawestim. Ew jî ev in:

* Îro di Komîtya Karên Der ya Meclîsa Nûneran ya DAY-ê da li ser qetlîama êrmeniyan biryarek tê minaqaşekrin. Netîceya ji komîteyê derê ewê siyaseta Tirkiyê ya hereketa derî sînor jî tayin bike.

*Yekîtiya Ewrûpa di 7-ê çiriya paşîn(meha 11-an) da ewê rapora xwe ya pêşketinê biweşîne. Uslûb û naveroka vê raporê ya derbarê Tirkiyê da ewê tesîrê li siyaseta Tirkiyê ya Îraqê bike.

Wek tê dîtin Tirkiye kurdan li hember Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê wek rehîne bi kar tîne. Careke din diyar dibe ku PKK tenê mahne ye. Û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe.

Mêrikan ji Emerîkiyan ra dibêjin, heger hûn biryra qetlîama êrmeniyan bigrin û ji Yekîtiya Ewrûpa ra jî dibêjin, heger hûn me rexne bikin û endametiya me dereng bixînin, emê êrîşê bibin ser kurdan û Kurdistana Federe îşxal bikin.

Pir eşkere ye, tirk ji kurdan ra dibêjin, hûn rehîneyên me ne, ji bo ku em we nekujin dibê Emerîka û Yekîtiya Ewrûpa fîdyeyê bidin me.
Tiştên din giş propaganda û derew in.

.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE