21 oktober 2007

Tirk li belaya xwe digerin…

Olana tezkereye cenga li hember kurdan ku roja çarşemiya borî di Meclîsa Tirkan da hate qebûlkirin berdewam e. Ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bigre, heta bi Yekîtiya Ewrûpa û Yekîtiya Eraban û Rûsyayê, hemû cîhanê nerazîbûna xwe li hember vê biryara Meclîsa Tirkiyê ya şer nîşan da û bala tirkan kişandin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon û Yekîtiya Ewrûpayê ji tirkan xwestin ku ew li derî sînorên Tirkiyê tu operasyonan nekin û nekevin nav axa Kurdistana azad. Û meselaya PKK-ê jî bi hukûmeta Îraqê û Kurdistanê ra, bi riya dîyalogê çareser bikin.

Bêyî Serokê Dewleta Sûrî Beşar Esad, heta nuha yek dewletê jî piştgirî nedaye vê daxwaza Tirkiyê ya şer.

Beşar Esad bû zilamê tirkanTiştekî pir ecêb e, ev necara pêşî ye ku Tirkiye ji nişka ve hevsar dixe hustuyê Beşar Esad û radikşîne Anqerê û hemû daxwazên xwe pê didin qebûlkirin.

Wek serokê dewleteke ereb, ev piştgiriya Beşar Esad ya bi tirkan ra helbet ji bo wî rûreşiyeke mezin e. Bavê wî Esad, serê xwe hewqas ji tirkan ra neditewand, lê Beşar bûye qûqlayê destê tirkan, tirk li gor dilê xwe wî didin lîstikandin.

Kurd divê bêdeng nemîninLi alî din, reaksiyona kurdan, bi taybetî jî kurdên başûr gelkî baş e. Ev sê roj in li seranserê Kurdistanê kurd bi girseyî rabûne ser piyan û biryara Meclîsa Tirkiyê ya êrîş û dagîririna Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.Ev reaksiyona gel pir baş e û dibê berdewam û berfirehtir bibe.

Bi taybetî jî dibê li Kurdistana Tirkiyê û li Ewrûpayê protestoyên li hember Tirkiyê sist nebin. Divê kurd li her derê nêta li pişt vê biryara Tirkiyê raxin ber çavên cîhanê û daxwaza piştgirî û alîkariyê ji wan bikin.

Bêguman beyanên serokên kurdan, şêla wan ya desthilanîn û liberxwedanê jî hêjayî teqdîrê ye. Divê kurd bi tu hawayî çavên xwe ji tirkan nekutin û li hember çavsorî û zimandirêjiya wan ya bêmustewa bêdeng nemînin.

Provakasyon ewê berdewam ninBêguman tirk di rojên pêş da ewê tim bixwazin”vê biryara Meclîsê ya şer” li hember Kurdistana Federe tim wek Şûrê Demokles bikar bînin, kurdan tim bi vê biryarê bitirsînin. Yekcarnan herêmên ser sînor bomberan bikin û bi vî rengî jî huzûra kurdan birevînin.

Çimkî ji bo hêzên tirk yên şerxwaz, şer û teşxele sebebê hebûna wan e. Ji bo ku artêş bikanibe serdestî û hukimdariya xwe ya li ser hukûmet û siyasetê bidomîne divê teşxele, teqûreq û şer raneweste, divê yekcarnan, li vir û li wir tim çend leşker û pûlis werin kuştin.

Li gor xebera CNN-Turk-ê, îro(21/10-07 seet 13.00) li herêma Colemêrgê gerîllayên PKK-ê êrîş birine ser konwoya wan ya leşkerî û li dora 16-17 leşker kuştine. Gelek leşker jî wenda û birîndar in.

Mesela êrîşa PKK-ê qet nakeve serê min, bi îhtîmaleke mezin ya wan bi çewtî li erebeyekê xistine ya jî bombeyek di erebeyekê da teqiyaye. Di nava bi dehhezaran leşker, tank, top û helîkopter da êrîşa gerîlla hinekî dûrî aqilan e. Xeberan qala 150 gerîllayî dikir. Ev jî dereweke bi boçik e. Heger jimara wan zanibin divê bi vê hêza xwe ya mezin kanibin wan bikujin jî.

Bi kurtî, ji bo ku milet li hember kurdan tahrîk bikin, bînin galayanê, artêş tiştên wiha ewê tim bike.
Sistiya Emerîka cesaretê dide tirkanLê li gel vê jî dibê kurd qet paxafê ji van gef û fortên wan nekin.
Li hember Kurdistana Federe şerekî berfireh bi şêla Emerîka ve girêdayî ye.Heta Emerîka destûrê nede wan, bêyî tacîzên biçûk ew nikanin tu jahrê jî belav bikin.

Lê dema tirk bizanibin ku li hember êrîşa wan Emerîka ewê bêdeng bimîne û bersîveke xurt nede wan, bêguman ewê tecrûbeyekê bikin. Çimkî tirk dixwazin dereceya ”bersîva Emerîka” bipîvin.

Em ji tirkan xurttir inLi alî din em kurd îro ji tirkan him bi heqtir û him jî pir bi hêztir in. Qîjewîj û fortên wan ji zeîfiya wan tê. Ew dizanin saltanata wan hindik maye. Loma jî dixwazin bi fort û gef û gurran saltanata xwe hinekî din jî dirêj û me jî ji hemû mafên me yên netewî bêpar bihêlin.

Dîsa divê em bizanibin li der jî dost û hevalên me sed qatî ji yên wan bêtir in. Ew rejîm û îdeolojiyeke riziyayî û ne li gor vê sedsalê diparêzin. Li cîhanê dost û hevalên tirkan Sûriye û Îran e, lê yên me hemû cîhana pêşverû, demokrat û azad e.

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîka li dijî nêt û planên Tirkiyê yên berberî û şer in. Êdî neem kurd tenê, hemû cîhan jî dizane ku meseleya tirkan ne PKK- ye, derdê tirkan li Başûr hebûna Kurdistana Federe ye. Tirk tehamûlî vê dewleta kurd nakin, dixwazin wê ji ortê rakin.

Berê jî min carê di quncikê xwe yê Netkurdê da nivîsîbû, ez dixwazim careke din jî li vir dubare bikim.

Wek tê zanîn tirk, kurdên Başûr, Îraq û Emerîkiyan bi teslîmnekirina serokên PKK-ê rexne dikin û ji wan ra dibêjin, çima hûn dihêlin PKK-yî li welatê we bi cî bibin û ji wir jî êrîşê bînin ser me? Û ji bo ku em van êrîşan rawestînin divê ya hûn PKK-ê biqedînin, ya jî destûrê bidin me, emê bi operasyoneke leşkerî wan biqedînin.

Li hember van îtham û daxwzên tirkan, ez fêm nakim çima kurd nabêjin:
-Kesên li çiyayên welatê me bicî bûne û li hember we şer dikin ne hemwelatiyên me, hemwelatiyên we ne. Divê hûn nehêlin hemwelatiyên we werin vî alî, ne em.

-PKK partiyeke kurdên Tirkiyê ye.Hemû serokên PKK-ê û ji sedî nodê endam û gerîlayên wê jî dîsa ji Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê ne. Ji sedî dehê din jî ji Sûrî û ji Îranê ne. Loma jî ji kurdên Başûr û Îraqê bêtir, divê Tirkiye, Sûriye û Îran li sînor û hemwelatiyên xwe xedî derkevin, ne em.
-Ji ber vê yekê jî divê kurdên Başûr û hukûmeta Îraqê ji dewleta tirk ra bibêjin, “sînorên me îhlal nekin, li hemwelatiyên xwe xwedî derkevin.”

Her kes dizane ku Tirkiye dewleteke xwedî 500 hezar leşker e, bi dehhezaran korîcîyên wê hene, xwedî bi hezaran tank, top, helîkopter û balafirên şer e, çekên cîhanê yên herî modern di destên artêşa tirk da ne, lê dîsa jî nikane sînorên xwe biparêze, vî karî ji kurdên Başûr dixwaze.

Divê ev yek jî bi israr ji tirk û cîhanê ra bête gotin.

Dema tirk ji kurdan ra bibêjin:
-Çima hûn dihêlin gerîllayên PKK-ê ji welatê we werin vî alî û li hember me şer bikin?

Divê kurd jî eynî pirsê ji wan bikin û bibêjin:
”Baş e, çima hûn bi hewqas ”hêz û ezameta xwe” dihêlin ji aliyê we derbasî aliyê me bibin?
Heger hûn nehêlin ji welatê we gerîlla derbasî aliyê me bibin, ji xwe ji aliyê me jî kesê derbasî aliyê we bibin ewê nemîne.”

Yanî nifte di destê Tirkiyê da ye. Dema Tirkiye nehêle kes bibe gerîlla û here welatekî din, ji xwe kesên ji welatekî din herin Tirkiyê jî ewê tunebin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE