13 oktober 2007

Êrîşa tirkan pir nêz e !

Diyar e tirkan ji bo êrîşeke ser Kurdistana Azad biryara xwe dane. Bi îhtîmaleke pir mezin di van rojên pêş me da ewê êrîşê bibibin ser kurdên başûr.Bûyerên van rojên dawî, kuştina 12 sivîl û 15 leşkeran jî amadekariya bingeha vê êrîşê ye. Mesele êdî ne ku ewê êrîşê bibin ser kurdan ya na, mesele kînga ye?

Erdogan di peyva xwe ya li ser operasyona dervayî sînorên Tirkiyê wiha got:
”Dema ji derên bi dehan hezar kîlometir dûr hatin li Îraqê xistin kesî ji kesî destûr negirt. Loma jî di derbarê Îraqê da ya jî di derbarê operasyoneke li wir hewcedariya me bi aqildayina tu kesî tuneye.”

”Dema em li Parlamentoyê weke hukûmet biryara operasyoneke dervayî sînor bigrin, tehamula me ya wendakirina wextê tuneye. Ji bo ku em bikanibin tavilê vê gavê bavêjin ji xwe di nava tezkereyê da çarçoweya wê hatiye diyarkirn. Teferûatên wê him bi Serfermandariya me ra, him jî bi Wezareta Derva ra ewê were guftûgo kirin û dû ra jî dema talîmatdayinê ewê were tespîkirin.”

Ji van gotinan vekirîtir biryara herbê nayê eşkerekirin. Mêrik dibêje ji bo êrîşê em ne guh didin kesî û ne jî destûrê dixwazin.

Ya din jî, dibêje em nikanin zêde bipên, divê zûtirîn wext em tezkereyê ji Meclîsê derbas bikin û tavilê êrîşê bidin destpêkrin.

Dîsa li ser pirsa rojnamevanan, gelo şêla Emerîka ewê çi be, Yekîtiya Ewrûpa ewê çi reaksiyonê nîşan bide Erdogan pir vekirî got:

”Piştî ku meriv ket vê riyê helbet hesabê wê jî hatiye kirin, fatûreya wê çi dibe bila bibe, ev bedel ewê were dayin. Dema li ba cîrên teror were kedîkirin, dema her tiştê xwe ji wir bigre û li hember vê jî ew tiştekî nekin, pêwîst e hin tiştên em bikin hebin”

Bêyî van gotinê Erdogan yên îlanî- herb, do jî, Qumandarê Orduya Duyem Orgeneral Hasan Igsiz jî di axaftina xwe ya derbarê oprayoneke mihtemel da tiştên gelkî balkêş gotin: Hasan Igsiz jî wek Erdogan îma kir ku wan li hember kurdan biryara herbê daye û di demeke pir nêz da ev tişt ewê pêk were. Hasan Igsiz qala ”honikkirina” dilê tirkan jî kir û got:

”Bi dîqet me bişopînin. Lê kirinên me hemûyan bişopînin, ne tenê tiştên negatîv. Di rojên pêş me da ez bawer dikim hin tiştên ku ewê dilê we jî honik bike, dilê gelê me jî honik bike werin meydanê”

Ji van gotinên general Hasan Igsiz jî xuya dibe ku artêşê û hukûmeta AKP-ê li ser îşxala Kurdistana Federe li hev kirine û di rojên pêş da, piştî qebûlbûna tezkereyê(tezkere roja sêşemiyê dice Meclîsê)pir ne dûr e ku Hewlêr û Meclîsa Kurdistanê di serî da, leşkerên tirk gelek bajar û nuxteyên girîng yên Kurdistanê bombardûman bikin.

Tirk di vê biryara xwe da pir cidî ne û loma jî divê em qet xwe nexapînin û xafil jî neyên girtin. Divê Hukûmeta Kurdistanê van tehdîdên tirkan pir cidî bigre û li gor wê jî hemû tedbêrên leşkerî, aborî û siyasî bigre.

Wer xuya ye ku Bush jî nêta tirkan baş fêm kiriye û loma jî îro ji nişka ve Alîkarê Wezîrê Parastinê Erîc Edelman şand Anqerê. Di çenteyê Edelman da ji bo tirkan çi pêşniyar hene em nizanin. Lê tiştek pir vekirî ye, gava tirk bibînin ku li hember êrîşa wan ya ser Kurdan, hêzên Emerîkî ewê bi wan ra nekevin şer, ewê yekê nekin dudu û tavilê têkevin Kurdistana Başûr.

Yanî her tişt bi şêla Emerîkiyan ve girêdayî ye. Çimkî bêyî Emerîka tu hêzeke din nikane rê li ber êrîşa tirkan bigre. Saniya ku Emerîkî dudilî û sistiyeke biçûk jî nîşan bidin, artêşa tirk ewê têkevin Kurdistana başûr. Û dema têkevin kurdistanê jî berî PKK-ê ewê li PDK-ê, YNK-ê û li hukûmeta kurdistanê xin. Çimkî hedefa tirkan ne Dûran Kalkan û Alî Haydar Kaytan e, hedefa wan Hukûmeta Kurdistanê ye, Mesûd Barzanî ye.

Berî PKK-ê, ewê bixwazin darbeyê li Hukûmeta Kurdistanê xin. Ji ber ku sebebê esasî yê vê êrîşkariya tirkan ne PKK ye, hebûna Kurdistana Federe ye. Tirk li Îraqê hebûna vê statuya kurdan ji bo xwe tehlûkeyek pir mezin, wek destpêka xelasbûna kurdên xwe dibînin, loma jî dixwazin ji ortê rakin.
Sebebên din giş vir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE