28 oktober 2007

Meriv kûçik çuqasî biqusîne jî nabe tajî

Êdî kurd li erdê, di nav nigên tirkan da ne. Li Tirkiyê jiyana her kurdî di bin tehdîdek pir mezin da ye.

Terora ku îro li bajarên Tirkiyê li hember kurdan tê meşandin salên 1937-1938-an ya dema Naziyan tîne bîra meriv.

Roj tuneye ku xebera talankirina çend dikanên kurdan û teşebusa lînckirina çend kurdan di çapemeniya tirk û kurdan da nebe manşêt.

Li gelek bajarên Tirkiyê wek dema Naziyan bi sedan, bi hezaran faşîst bi hev dikevin û êrîşî kurdan, mal û dikanên wan dikin.

Kî ala tirk bi erebeya xwe ve, bi ser dikan û mala xwe ve neke, dibêjin ev ”xayin e” û wek gurên har yên devbixwîn dajon ser xelkên sivîl.

Do û îro, li Bûrsayê, li Îzmîrê, li Anqerê, li Stenbblê û li gelek bajarên din gelek dikan û mexazeyên kurdan talan kirin.

Ev êrîşên tirkan yên ser mal û canê kurdan ne li Tirkiyê tenê, li gelek welatên Ewrûpayê jî tên meydanê. Heta niha li Bruksel, Koln, Kopenhamn û li gelek bajarên din jî nîjadperest û faşîstên tirk êrîş birin ser komel û meşên kurdan. Li gor xebera hin malperên kurdan, dewleta Tirk ji bo van êrîşan hin generalên teqawit şandine Ewrûpa.

Bi îhtîmaleke mezin ev xeber ewê rast be.

Çimkî gotin û pîjkirinên ”yên jor” cesaretê dide faşîst û sûtalên kuçeyan.
Tu kîjan malpera tirk vedikî kurdek li erdê ye û bi sedan tirk wek hovan, wek cenawaran li dorê kom bûne û lêdixin.

Cemîl Çîçek bûye wezîr lê nebûye însan
Cemîl Çîçek him Wezîrê Dewletê ye û him jî Cîgirê Serokezîr Erdogan e. Wekî din, ew berdevkê hukûmeta AKP-ê ye jî. Yanî di nava hukûmetê da piştî Erdogan ew tê.

Rojname û telewîzyinên tirk îro hin beşên axaftineke wî weşandin. Çîçek, di vê axaftina xwe da qala hevdîtinên bi hukûmeta Îraqê ra dike û dû ra jî wek magandayekî yanî wek mirovekî bêedeb, qebe, bênezaket, bêterbiye û sûtalekî kuçeyan wiha dibêje:

-Em ji wan ra(yanî ji ereban ra) dibêjin, mêze mesele heta vira, kêr gihîşt hestî, heger hûn vê cahniya xwe, vî kûçikê xwe li derekê baş hefs nekin(yanî girê nedin), ji bo ku careke din zirarê nede, wê demê guneh ji me diçe(…)

Rast e, Cemîl Çîçek bûye Wezîrê Dewletê, berdevkê hukûmetê û Cîgirê Serokwezîr lê hîn nebûye insan. Ew ji wezîr û merivekê kamil bêtir, wek pêxwas, sûtal, çeqel û çaqokêşekî berdevê payon kerxanan dipeyive. Bi rengekî pir bêmistewa heqeratê li serok û kadirên kurdan dike, wan dike “kûçikê ereban!”

Û vê “magandayiya” xwe jî ji xwe ra wek mêraniyekê dibîne.

Ji ber ku Çîçek merivekê sûtal, bêheya û bêedeb e, loma jî qet li ber xwe nakeve, qet ji meqamê xwe jî fedî nake. Û ji ber ku merivekî ne layiqî wê kursiyê û wî meqamiye loma jî dikane bê hed û bê hesab bêedebî û bêterbiyetiyê bike.

Pêşiyên kurdan bela sebeb negotine:

-Tu kûçik çuqasî biqusîne jî nabe tajî

Di van rojên dawî da ne Çîçek tenê, hema hema hemû siyasetmedarên tirk, heqaret û sixêfên ji kurdan û ji mezinên wan ra ji bo xwe wek mêranî û mezinayiyekê dibînin. Kî devê xwe vedike heqaretekê, gotineke giran ji serokên kurdan ra dike.

Û vê yekê jî helbet bi zanetî dikin. Wek perwerdeya leşkerên xwe, dixwazin kurdan jî bêşexsiyet û bêxurûr bikin, wan fêrî heqaret û serkutiyê bikin.

Meşa Stocholmê
Îro li Stockholmê, li dijî plana Tirkiyê ya îşxala Kurdistana Federe mitîngek muhteşem û pir qelebalx çêbû. Ji çarhawêlî Swêd gelek kurd hatibûn meşê.

Di mitîngê da axaftina pêşî Seroka Federasyona Kurd Şermîn Bozarslanê kir. Axaftina wê ne dirêj bû lê gelkî baş bû. Axaftineke bi ser û ber û di warê siyasî da jî pir bi qalîte bû.

Bêyî Şermînê, Serokê Partiya Çep Lars Ohly û parlamenterê Partiya Lîberal(Folk Partiet) Fredrîk Malm jî axaftinên pir ji dil û xweş kirin. Di axftinên xwe da him Tirkiye û him jî bêdengiya hukûmeta Swêd rexne kirin.

Wekî din jî li ser navê Sosyaldemokrata jî parlamentera Yekîtiya Ewrûpayê Înger Segelstrom û ji Partiya Keskan jî Rêbiwar peyivîn û xwestin ku hukûmeta Swêd, bi taybetî jî Wezîrê Derve Carl Bîld li hember van êrîş û gefên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Bêyî axaftin û mesajên piştgiriyê, gelek stranbêjên kurd jî bi stran û marşên xwe kela dilê kesên beşdar bilind kirin. Bi taybetî jî Hîp-Hopa kurdî Chopyya dengxweş gelkî kêfa beşdaran anînin.

Do êvarî telewizyona El Erebiye bi Serok Mesûd Barzanî ra hevpeyvînek kir. Mesûd Barzanî di xaftina xae da pir eşkere dibêje, Emerîka me biparêze jî ne parêze jî emê xwe li hember êrîşa tirkan biparêzin.

Bersîvên wî moralê meriv bilind dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE