26 oktober 2007

Malperên kurdî û Ordîxanê Celîl

Pênc roj berê(20/10-07) rewşenbîr, dîrokzan, lêkolîner û folklorîstê kurd yê giranbiha Prof. Ordîxanê Celîl li Sankt Petersbûrgê di 75 saliya xwe da ji nava me koç kir û çû ser dilovaniya xwe. Bira ciyê vî xebatkar, zana, alim û berhemdarê kurd yê welatperwer Buhuşt be.

Ev pênc roj in ez bi dîqet bala xwe didim hemû malperên kurdan yên nas û bi nav û deng. Heta niha yek malpereke kurd jî ji bo vî xebatkarê hêja yê zargotina kurdî quncikekî peyamên sersaxiyê venekir, kesî nivîseke bi ser û ber li ser nenivîsand.
Bira vekirina quncikê peyamên sersaxiyê li wir bimîne, kesî zahmet nekir xebera wefata wî jî bi xwe binivîsîne. Hemû malperên bi nav û deng, nivîsa Ezîzê Cewo yan bi tevayî ya jî bi kurtkirin wek xeber weşandin.

Yanî di xwe ra nedîtin yek rêzê jî bi xwe binivîsin. Ji dêlê va nivîsa xelkê weşandin.

Ev, kêmasî şermeke mezin e.

Ya xerabtir, hin malperên kurdan tew hewce nedîtin ku xebera wefata wî jî bidin.
Ev şêl û xemsariya malperên kurdan ya li hember Ordîxanê gorbuhuşt bê guman neheqî û bê wefayiyeke meizin e.

Ordîxan û hemû ferdên malabata wî yên din, di warê dîrok û zargotina kurdî da ji gelê xwe ra gelek xebatên bêhempa kirine û gelek berhemên hêja li pey xwe hîştine.
Bi saya Ordîxan, birayê wî Celîl û bavê wan Casimê Celîl, bi hezaran kilam, gotinên pêşiyan, çîrok û metelok ji mirin û wendabûnê xelas bûn û wek kitêb bi cildan di kitêbxaneya kurdî da ciyên xwe giritin.

Em hemû kurd bi van berhemên Mamoste Ordîxan gelkî kêfxweş û serbilind in. Ji ber ku wî beşek ji zargotina kurdî xelas kiriye, ji gelê xwe ra kiriye berhemeke nemir.
Li gor vê, di rojên pêwîst da divê meriv qedir û qîmetê jî bide xwediyên van xebatên hêja.

Lê çi heyf ku malperên kurdan girngîya dan Mehmet Ûzûn, ji sedî yekê wêvjî nedan Ordîxanê Celîl.

Çapemeniya kurdî bi giştî li hember Ordîxan neheqî û bê wefayiyeke mezin kir.
Bixwaze nexwaze meriv vê pirsê ji xwe dike:

Çima alaqeya nîşanî wefata nivîskarekî din dan, nîşanî Ordîxan nedan?

“Gelo ji ber ku ”xwedî” û ”merivên” Ordîxan tunebûn loma tu malperê zêde çî neda wefata wî ya jî wî bi qasî Mehmet Ûzûn ji gelê xwe ra xebat nekiribû loma ?”

Him di dema nexweşiyê da û him jî piştî wefata Mehmet Ûzûn, hema hema hemû malperên kurdan xwe di ber hev ra dikirin, her yekê ji bal xwe va quncikên peyaman vekirin.
Xebra cenazeyê Mehmet Ûzûn gelekan bi risim û bi vîdeo dan.

Lê çima ji bo cenazeyê Ordîxan ev yek nekirin?

Çima ji bo wî qunçikên peyaman venekirin?

Ma qey Ordîxan jî bi qasî Mehmet Ûzûn ji gelê xwe ra xebat nekiriye?

Çapemeniya kurd dive di weşana xwe da bêterf û adil be û miameleya “zarokê hewiyê” bi kesî ne.

Bi baweriya min, ev xemsarî û neheqiya çapemeniya kurdî ya li hember Ordîxanê Celîl ne rast e û divê were rexnekrin.

Çimkî rexne tunebe meriv bi kêmasiyên xwe jî nahese.

Bi hêviya ku careke din ev neheqî dubare nebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE