25 oktober 2007

Heta tirk ev tirk bin rehetiya me kurdan tuneye

Bi rastî jî derdê van tirkan nayê kişandin. Teq û req û hela hela wan nahêle meriv ji xwe ra qala tiştekî din bike. Ji mecbûrî meriv jî bi teqala wan dikeve.
Rojnameya Hurriyetê îro manşetek avêtiye, gotiye:

-Bavê wî disekine lawê wî dest pê dike.Telewîzyona Al Jazîra bi lawê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî ra hevpeyvînek kiriye. 
Mesrûr di hevpeyvîna xwe da dibêje, şerê tirkan û PKK-ê ne şerê me ye û em naxwazin tevê bibin.Îdîa tirkan ku em alîkariya PKk-ê dikin ne rast e. 
Lê dema Tirkiye êrîşê bîne ser me, emê bi her hawî xwe biparêzin.

Çapemeniya tirk ji van gotinên Mesrûr gelkî aciz bûye. Dibêjin çawa dikane wiha bibêje?

Tirk hewqasî stûr û çavsor bûne ku dibêjin bira kurd nebêjin, “emê xwe biparêzin” jî.
Xwedê meriv nexe torra tirkan. Cahilî çiqasî xerab e!

Nûnerê Hukûmeta Kurdistanê yê Washîngtonê Qubad Talabanî jî wek Mesrûr Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Chicago Tribune da got:

-Heger Tirkiye operasyonekê li dijî PKK-ê çê bike ewê Tirkiye zirareke mezin bibîne.

Qubadî li ser hevkariya Emerîka ya bi Tirkiyê ra jî rawestiya û got:

-Heger Emerîka kampên PKK-ê bombe bike, roja din ewê seranserê bajarên Tirkiyê bişewitin.

Tirkan wek gotinên Mesrûr, xwe ji van gotinên Qubad Talabanî jî pir aciz kirin. Niha gelek tirk dibêjin, heft xwezî bi bavên heyra.

Yanî bû mesela kefendiz, aqilê tirkan hebe ewê Mesûd û Mam Celal bidin ser serên xwe. Ku mesrûr û Qubad werin ser hukim, mala tirkan şewitî.

Diyar e gotina Mam Celal, ”em pisikeke kurd jî teslîmî tirkan nakin” di dilê tirkan da bûye kul û derd, loma jî li ser navê Talabanî do hin îdîayên ne rast belav kirn. Gotin Mam Celal, ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Alî Babacan ra gotiye:

-Em dikanin serok û endamên PKK-ê teslîmî Tirkiyê bikin.

Nivîsgeha Mam Celal û îro daxuyaniyek da û got tu bingeheke vê îdîayê tuneye, Serokkomar Celal Talabanî sozek wiha nedaye tirkiyê Çimkî serok û endamên PKK-ê ne li bajaran, li serê çiya ne, loma jî ew nikanin wan bigrin. Û dema nikanibin bigrin maneya xwe nikanin teslîm jî bikin.

Yanî çapemeniya tirk wek her gav ji bo ku Mam Celal biçûk bixîne û dilê tirkanjî xweş bike, tenê derewek bi biçûk kiriye.

Xebereke din jî, çapemeniya tirk qala êrîşên hewayî dike. Li gor nûçeyên wan, îro danê nîvro du balafirên şer 40-50 km î li asîmanê Kurdistanê firiyane, heta bi herêma Amediyê çûne.

Wezîrê Dewletê û berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçek jî do qala êrîşeke hewayî û erdê kir û got balafirên F-16 li dora 40 km ketine Kurdistanê. Û xwedêgiravî haya hukûmeta Îraqê û Emerîka jî ji vê êrîşê heye.

Ne Emerîka û ne jî hukûmta Kursistanê heta nuha ev îddîayên tirkan teyid nekirine û di vî warî da tu beyan nedane. Bi vacayî, Wezîra Derve Condoleezza Rice, îdi axaftina xwe ya îro da dibêje me “bala tirkan kişandiye”, me gotiye nabe hûn operasyone leşkerî li başûrê Kurdistanê bikin. Yanî ev îdîa tirkan jî dikane propagandeya ji tirkan ra be. Çimkî tirk ji fortên wiha gelkî hez dikin.

Rojnameya Radîkalê îro nivîsîye, dibêje, “di nava sê rojan da 15 milyon al hatin firotin.”

Ma ji welatekî wek Tirkiyê ra 15 milyon al çi ye, divê 150 milyon bihata firotin. Ji ber ku Tirkiye welatê “alê”ye, her tirkek mecbûr e xwediyê çend alan be. Kurd û miletên din jî ji tirsa xwe mecbûr in ala tirk bi ser mal û dikanên xwe da kin. Dema nekin jiyana wan dikeve xeterê.

Li Tirkiyê “al”, nifteya hemû deriyan e, bi “Ala Tirk” tu dikanî hemû karên xwe hêsantir bimeşîne.

Îro (24/10) civîna MGk-ê(Konseya Ewlekarîya ya Millî)hebû. Piştî civînê beyanek kin belav kirin. Di beyanê da bi hawakî ser girtî tê gotin ku divê hukûmet li hember Kurdistana Federe li gel gelek tedbîrên din, tedbîrên aborî jî bigre. Yanî dest bi ambargoyekê bikin, ceyrana kurdan bibirin, deriyê Xabûr bigrin û hin tiştên din.

Tedbîrên leşkerî helbet negotine, ev plana wan bi diziye. Esas bibêjin nebêjin jî, kurd dizanin ku ji destê wan çi xerabî û nerindî were ewê texsîr nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE