24 oktober 2007

Gur ji baranê bitirsiya wê ji xwe ra kulavek çêkira

Serokê Meclîsa Tirkiyê Koksal Toptan jî do(22/10) wek sernivîskarê rojnameya Hurrîyetê Ertugrul Ozkok û mezinên tirkan yên din gelek gef li kurdên başûr xwar û wek sûtal û zirzopekî got:

-Emerîka ewê rojekê ji vir here, hûnê li wir û emê jî li vir bimînin.
Ertugrul Ozkok jî rojekê berê, bi rengekî pir bêmistewa gelek heqaretên mezin li kurdan û li serokên kurdan kiribû û gotibû:
-Êdî hedefe me Barzanî ye. Hûn bisekinin, qey Emerîka ewê rojekê ji vir here.
Gefên bi vî rengî di nava serok û medîa tirkan da êdî bûye mode, kî dengê xwe dike, kurdan rojekê bi çûna Emerîka tehdît dike.

Yek jê, bi van tehdîdên tirkan diyar dibe ku heger tirk rojekê fersendê bibînin, wek ku naziyan anîn serê cihûyan, bi rastî ewê jî bixwazin koka kurdan biqelînin.
Lê îro darê wan di xênî hilnayê, loma jî wek gurên har diranên xwe bi me ra diqirçînin.

Ev nêta tirkan divê ji alî me hemû kurdan ve bête zanîn. Tirk, roja ku fersendê bibînin ewê qet texsîr nekin.

Li alî din, tirk bi zanetî hevkariya kurdên başûr bi Emerîka ra ji me kurdan ra dikin serhevde. Ev 60 sal in xêra Emerîka û Xerbê wek dewlet mane wiya nabêjin. Dema Emerîka bi wan ra hevkariyê bike, alîkariyê bide wan xweş e, tu çewtî tuneye, lê dema bide kurdan “xerab” e.

Lê helbet tirk dizanin ku kurdan tu carî bi xêra alîkariya kesî serî hilnedaye. Ev serê 150-î salî ye ku kurd li hember tirk, faris, ereb û hevalbendên wan yên Xerbî ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe bi qehremanî şer dikin.

Tirk, faris û ereban bi saya serê Xerbê kanîbûne hata niha kurdan bindest bihêlin. Heger ne alîkariya Xerbê û Sovyetê bûya, kurdan niha ji zû da welatê xwe rizgar kiribûn.

Bêguman serok û mezinên tirkan vê rastiyê baş dizanin, lê ji zindiqî û bêbavîyê derewan dikin, buhtanan li kurdan dikin. Ji bo ku moral û psîkolojiya kurdan xera bikin, wan biçûk bixînin.

Tirk li hember me kurdan li gel şerê çekdarî, şerekî psîkolojîk yê pir mezin jî didin meşandan. Birîn û seqetiyên ku ev şer di ruh û mejiyê me da vedike ji birînin guleyên Kelenşînkofan jî gelkî xedartir in.

Ji ber vê yekê ye ku dewlet û medîa tirk giraniyeke pir mezin didin vî şerê psîkolojîk.

Pisika Mam Celal tirk dîn û har kir
Bersîva Mam Celal ya ku “em pisikeke kurdan jî nadin tirkan”, bi tirkan gelkî tahde hat. Loma jî çi tê ber devên wan dibêjin, gelkî hêrs bûne. Lê bi hêrsê ra aqil jî di serê wan da nemaye. Tenê çêran dikin.

Ew çi bêedebiyê dikin bira bikin, bersîva Mam Celal wek xencerekê di dilê wan da çikiya .

Yanî derbê ciyê xwe girt.

Esas Mam Celal, di nimûneyê da pir comerdî kiriye, divê bigota, “em kelmêşeke kurdan jî nadin we.”

Îcar pisik?

Ma dinya jî xera bibe kurd qet pisika xwe didin “Satilmiş Dîlbaz”!

Serokên tirkan û aqil

Dema ez li serok û girre girrên tirkan guhdarî dikim, ez ji xwe ra matmayî dimînin. Ez dibêjim Xwedêo, di nava miletekî da çawa dikane hewqas kêmaqil hebin?

Ev milet çawa dikane ji dîrokê û rastiyên cîhanê yên îro hewqasî bêhay û bêpar be?
Lê gotinek heye, dibêjin:

-Kêmaqil, ji biaqilan kêm tiştan fêr dibin. Lê kesên biaqil gelek tiştî ji kêmaqilan fêr dibin.

Ji ber ku serokên tirkan yên îro kêmaqil in loma jî nikanin ji biaqilan tecrûbeyan bigrin.

Eflatûn dibêje:
-Kêmaqilî bi du şiklan dibe: yek ji ber dînîtiyê, ya din jî ji br cahiliyê.
Gelo serok û rêberên tirkan kêmaqilên çi ne?

Dewlet û miletê mezin

Serokên tirkan her cara devê xwe vedikin, bi dengekî blind dibêjin: “TIRK MILETEKî MEZIN E, TIRKIYE DEWLETEKE MEZIN e”!

Yê ehmeq li hespê siwar bûye gotiye qey ew mîr e.

Tirk jî bêhemdî bûn xwedî dewlet, dibêjin belkî bi yekê ew bûne miletekî medenî û xwedî tore û edeb.

Heger bi rastî hûn miletekî “mezin” bûna we yê her roj hemwelatiyên xwe li kolanan lînc nekira, we yê bi sedan kes navîta ser bînayên partiyên demokratîk û ew talan nekira.

Ya rast hûn ji medeniyet û însaniyetê gelkî dûr in.

Tirk bi qîjewîj, bi gef û fortan dixwazin kurdan bitirsînin.
Kurd dibêjin,tirsa gur ji baranê hebûya ewê ji xwe ra kulavek çêkira...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE