18 oktober 2007

Emerîka "çewal" rê tirkan da!

Li Tirkiyê bûyer hewqasî le ser hev tên meydanê, êdî meriv nizane li ser kîjanê raweste û girîngîyê bide kîjanê?

Bi kurtî li hember kurdan haşer mahşerek wer rabûye hey hawar, meriv dibêje qey vê civatê bi tevayî hişê xwe berdaye û wek nexweşekî tîmarxanê, dîn û har bûye.

Dema meriv li telewîzyonên tirkan temaşe dike, rojnameyên wan dixwîne, li serokên wan, li Serokwezîr û mezinên wan guhdarî dike, meriv matmayî dimîne. Meriv ji xwe ra dibêje Yarebî, civatek bi tevayî çawa dikane hewqasî nexweş be, miletek çawa dikane ji miletekî din hewqasî nefret bike, hewqas bitirse ?

Li gor serok û mezinên tirkan, heger kurd li Bşûrê Kurdistanê bibin xwedî dewlet, Tirkiye wek dewlet ewê ji ruyê cîhanê rabe û miletê tirk jî ewê nemîne. Îcar ji bo ku ew wenda nebin, dixwazin kurdan wenda bikin. Ev 30 sal in ku tirk bi vê psîkolojiya ku ew li ber wendabûnê ne dijîn.

Îcar ji bo ku ew wek dewlet û wek milet bijîn, dixwazin kurdan wek milet ji ortê rakin. A tezkereya îro di Meclîsê da hate qebîlkirin netîceya vê tirsê ye.

Ev çend roj bûn Tirkiye rabûbû ser nigan û li bendebûn ku Meclîsa wan bi lez û bez tezkereya hukûmetê qebûl bike. Nîhayet îro Meclîsa Tirkiyê, daxwaza hemû tirkan bi cîh anî û tezkereya ji bo êrîşa ser kurdan qebûl kir.

Bi vê tezkereyê Meclîsa Tirkiyê ji bo salekê destûr da Hukûmeta AKP-ê ku dema ew bixwaze ewê bikanibe artêşa(orduya)xwe bişîne ser Kudistana Federe.

Tezkere li gel 19 dengên red, bi 507 dengan hate qebûlkirin. Hijde(18)parlamenterên kurd yên DTP-ê li dijî tezkereyê raya red dan û sê hebên wan jî( Ayla Akat Ata, Batman/Bengî Yildiz, Batman/Fatma Kurtulan, Wan)nehatin Meclîsê.

Bêyî van 18 parlamenterên DTP, parlamenterekî CHP-ê yê Anqerê, Eşref Erdem jî dengê ”na” da. Eşref Erdem kurdên Anadoliya navîn e.

Helbet di Meclîsa tirkan da tenê 19 parlamenterên kurd tunene, bêyî parlamenterên DTP-ê, di nava partiyên din da jî bi qasî 100 parlamenterên kurd hene. Mixabin van parlamenteran jî bi faşîst û nasyonalîstên tirk ra ji bo leşkerên tirk êrîşê bibin ser gelê wan dengên xwe dan tezkereyê. Divê kurd wek milet van kesan yek bi yek nas bikin. Di divê malperên kurdan navê van kesên di malperên xwe da belev bikn. Ji bo ku miletê kurd navên van xayinên qewmê xwe di hafiza xwe da baş bi cî bike.

Belê, niha tezkere wek tapûyekê di destê Hukûmeta AKP-ê da ye, ji bo ku fermana kurdan rake, kînga bixwaze ewê emir bide leşkeran.

Piştî ku tezkere di Meclîsê da hate qebûlkirin Serokê Emerîkayê Bush li Qesra Spî civînek çapemeniyê çêkir û xwest Tirkiye sakîn be û dest bi ”tu operasyonan” neke. Bush, ji tirkan ra bi rengekî manîdar got:

”Vê sibehê li ser Tirkiyê ez bi Ryan Krocker û General Patrios ra beyivîm. Em gihîştin wê baweriyê ku operasyon ne di berjewendiya Tirkiyê da ye.”
Yanî bi aqil bin û li ciyê xwe rûnin. Min emir daye leşkerên xwe, heger hûn êrîş bikin ewê li we exin.

Ya hîn jî girîngtir, General Carter Ham jî do li Bexdayê di civîneke çapemeniyê da got:

Divê bê zanîn ku Îraq welatekî serbixwe ye, heger Tirkiye têkeve Îraqê, bêguman Îraqê serwerî û axa xwe bi rengekî pir ciddî biparêze.”
Piştî van beyanên General Carter Ham û serok Bush, tirkan ji mecbûrî dev guherandin. Niha dibêjin qebûlbûna tezkreyê nayê wê maneyê ku emê hema sibe herin têkevin Kurdistanê.

Ji ber ku General Ham, ”çewal” û ”ço” nîşanî wan da. Ji ber vê tirsiyê niha berdevkê AKP-ê rabûye qala ”macaraperestiya Îttîhatçiyan” û sebebê hilweşîna Împaratoriya Osmanî dike.

Wek min wê rojê jî di nivîseke xwe da gotibû, kûçik bi kûçiktiya xwe heger ji xwediyê xwe netirse, diçe her kesî, her kesî nerehet dike. Lê dema bitirse dibe wek keran, qed dengê xwe nake.

Artêşa tirk jî wek bonciyan gav û seetê diçe kurdan û wan nerehet dike. Kurd çiqasî bi kibarî, bi efendîtî dibêjin ”oşt” jî pere nake.

Çimkî ne ji xwediyên xwe ditirsin û ne jî ji kurdan. Lê Emerîka çer ”çewal” û ”ço” rê wan da, eynî wek bonciyekî biçûk, tavilê bû kûze kûze wan.
Ji ber ku tirs dîtin.

Loma jî hîn nuh qala ”maceraperestiya Îttîhatçiyan” dikin .
Lê ez bawer nakim tirkan ji dîroka xwe tu ders girtibin, girtibûna îro li hember kurdan ev siyaseta derî mirovahiyê nedimeşandin.

Bêguman tirkan xwestin bi van gavên avêtine tawîzê ji Emerîka bigrin. Lê Emerîka ne kurd in û ne jî Sûriye ye ku ji tehdîd û fortên tirkan bitirse. Ji mecbûrî wan jî serê ”ço” nîşanî tirkan da. Ez bawer dikim ev siyaset ewê pere bike.
Ji ber ku tirk bi xwe dibêjin:
"Ço ji Cinnetê derketiye

Yanî heta ku Emerîka di mesela parastina kurdan da ”çewal” nîşanî Artêşa Tirk bide, ewê zû bi zû newêribin êrîşê bibin ser kurdan.
Mimkûn e wek bonciyan yekcarnan bireyin û kurdan nereht bikin lê ewê newêribin rahîjin wan.
Bi hêviya ku "çewal" tim di destê General Patrios da be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE