03 oktober 2007

Derewên bi boçik

Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, îro li Strasburgê li Meclîsa Parlamenteran ya Konseya Ewrûpayê axaftinek sosiret kir.Gul, di axaftina xwe û bersîvên pirsan da tam wek tirkekî peyivî. Gul got, li Tirkiyê îşkence tuneye, ji ber fikir û baweriyên cuda neheqî li kesî nabe, her kes fikrên xwe bi hawakî azad tîne ziman, kes ji ber fikrên xwe nakeve hefsan, kurd azad in û neheqî li wan nabe û gelek virên din.
Li ser mesela kurd bi rengekî bê heya got, li Tirkiyê mesela kurd tuneye, radyo, telewîzyon û rojnameyên kurdî hene. Zimanê kurdî serbest e. Û gelek tiştên din.
Ez zêde dirêj nekim, camêr got tu kêmasiyeke me ji ewrûpiyan tuneye, li welatên Ewrûpa çi maf û azadî hebin, li welatê me jî heman maf û azdî hene.
Li hember van derewên bi boçik meseleya mêrikê zaza hat bîra min.
Li Swêregê, di xutba roja îniyê da mele qala xweşikiya Cinnetê dikir. Digot Cinnet dereke hewqas xweş e ku qet jê nayê gotin. Ji pirbûna bax û bexçeyan, ji her babet darên fêkî tîrêjên rojê jî bi serê meriv nakeve. Hejîrên Cinnetê tu dibê lep in. Hebên tirî wek bêçiyên meriv dirêj in. Sêv wek yên Meletyê tu dibê cimcime ne. Her hinarek bi qasî seriyê însanekî mezin e. Hirmê wek hingivê Belîsê, hema di devê meriv da dihelin…
Li hember vê tarîfa mele ya Cinnetê, ji nav cimatê zazayekî ji Qetinê xwe ranegirt, got:
-Mele mele! ma tu çima hewqas dirêj dikî, hema bêje Qetîn e û xelas...
Ez li ciyê civînê bûma mine jî wek mêrikê Qetînî bigota:
-Gul effendi, zêde dirêj neke, hema bibêje Tirkiye Cinneta maf û azadiyan e û temam.!
Tiştê herî tirajî-komîk her kes dizane ku azadiya Gul tuneye di ziyaretên resmî da pîreka xwe bi xwe ra bigerîne. Serokkomar û Serokwezîrên Tirkiyê nikanin xanimên xwe bi xwe ra bibin meclîsê, lê li gel vê jî li paytexta demokrasiya Ewrûpayê dikane bê fedî û heya pesnê demokrasiya Tirkiyê bide û bibêje li welatê me her kes azad e, ji ber fikir û nasnameyê neheqî li kesî nabe(!)
Ez bawer dikim her derewek bi qurişekî bûya jî nuha Tirkiye ji zûda bat bûbû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE