31 oktober 2007

Em bi zor xwe dikin "birayê" dijminê xwe

Li Tirkiyê 500 hezar leşker, bi sedhezaran cendirme, pûlis, cerdevan, tîm û sîxur têr nakin, niha jî jinên malan û futbolciyên bi nav û deng, yên wek Hakan Şukur û gelekên wek wî dixwazin bibin leşker û li dijî kurdan şer bikin.

Li gor hin rojnameyên tirk, Hakan Şûkur, do ev daxwaza xwe li Qesra Çankayayê ji Serokwîzîr Erdogan ra gotiye.

Li Tirkiyê êdî her kes ji tirsan be jî ji xwe ra dibêje ”mehmetcîk” yanî leşker. Yanî ez amede mel i dijî kurdan şer bikim. Hakan Şukur jî ji xwe nîjadperestekî nas e.

Esas her tişt bi destê ”dewleta kûr” tê meşandin.

”Dewleta kûr” bi riya çepemeniyê civatê li hember kurdan mobîlîze dike, tahrîh dike. Her tişt di destê wan da ye, ji merkezekê îdare dikin. Pêla terora li hember kurdan geh bilind dikin, geh dadixin. Wer xuyaye heta çûn û hatina Erdogan ya Emerîkayê ewê li ser vê mînwalê terora xwe bidomînin.

Hukûmeta AKP-ê îro li hember Kurdistana Federe biryara ambargoyê girt. Peyvdarê Hukûmetê û Wezîrê Dewletê Cemîl Çîçek, piştî civîna Heyeta Wezîran, civînek çapemeniyêli dar xist û di vê civînê da got:

-Em li dijî terorê û terorîstan di her warî da micadeleya xwe didomînin. Di warê leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî da emê emê bi hev ra bidomînin.

Bi van gotinên Çîçek, meriv fêm dike ku di rojên pêş me da li gel, şerê psûkolojîk, bombebarankirina gundên ser sînor, di gelek warên din da jî ewê şerên xwe bidomînin. Ji xwe çend roj berê, leşkeran jî daxwaza ambargoya li hember kurda ji hukûmetê kiribû. Hukûmetê jî îro ev daxwaza leşkeran kir biryar.

Bi ambargoyê dikanin deriyê Xabûr bigrin ya jî astengiyan derxin.Elektirîka didin kurdan bibirin. Çûyin û hatinan zahmet bikin û hin tiştên din.

Yanî çi xerabî û nerindî ji wan bê ewê bikin. Lê nikanin bigihîjin tu netîceyê.
Dibê kurd di van waran da jî tedbîrên xwe bigrin.

Bi rastî jî tirk mêrikan di siyaseta xwe ya li hember kurdan da pir bi biryar in û qet twîzê nadin kesî. Dijminatî, kîn û nefreta xwe ya li hember kurdan venaşêrin, li her derê dibêjin. Li gor xebera hin rojnameyan tirkan li Mêrsînê belavok belav kirine, ji tirkan ra gotine neçin ji dikanên kurdan tiştan nekirin. Ji xwe ev tişt ne nuh e, li gelek ciyên din jî belavokên wiha belav kirin û di praltîkê da jî vê yekê bi cî tînin.

Min îşev di xeberên Roj Tv-ê da guhdarî kir, hin şufêr jî dan peyivan din, şofêran got, bi rê da tirk êrîşî otobozên me dikin.

Yanî tirk di her warî da êrîş û dijminatiya xwe didin der, wan xwe nas kiriye, yê xwe nas nekiriye em kurd in.

Mêrikan çiqasî dijminatiya me dikin, li me dixin jî pozê me naşewite, em ar nakin. Em tim dibêjin”em birayên” hev in.(!) Kuro birayê çi halê çi, mêrikan dixwazin wek gurên har me bixwin. Dev vê çîroka biratiya derewan berdin.

Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul efendî jî do bayek ji ber xwe berda, wî jî kurd bi çûna Emerîka tehdît kir, got:

“Li vê herêmê kî ewê bimîne, kî ewê here diyar e. Dibê Barzanî êdî tercêha xwe bike.”

Kuro hema Emerîka hebe jî kurd ji we natirsin, tunebe jî natirsin. Dîroka kurdan ya 150 salên dawî îspata vê qehremaniya kurdan e. Lê baş e ku hûn nêta xwe dibêjin.
Yanî roja hûn kanibin bi me, hûnê fena êrmeniyan koko me jî biqelînin, di viya da çik tuneye.

30 oktober 2007

Qey ”Xwedê” miletan dibîne û li gor wê serokan dide wan

Hemû nîjadperest û faşîstên tirk bi uslûbeke pir bêedeb êrîşî kurdan, lê bi taybetî jî êrîşî Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî dikin.

Çapemeniya tirk, wî wek dijminê tirkan yê yekem nîşan dide.

Siyasetmedar, serokên partiyan û rêvebirên tirkan bi kîn û nefreteke mezin navê Mesûd Barzanî digrin ser zimanê xwe.

Însan, ya ji tiştên jê ditirsin ya jî ji tiştên ku ew heyran û dilbijokên wan in nefretê dikin.

Însanê ku meriv wî bi tiştekî nehesibîne meriv ne jê ditirse û ne jî jê diqehere.

Lê kesê ku meriv jê şayişê bike, jê bitirse meriv dikane jê kîn û buxdê bigre, jê nefret bike.

Tirk wek milet ji kurdan ditirsin.

Loma jî ji kurdan qet hez nakin, hetta ji gotina ”kurd û Kurdistanê” jî nefret dikin.

Generalên tirk, serok û rêvebirên dewleta tirk jî ji Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ditirsin.

Loma jî di her fersendê da êrîşî wî dikin.

Lê li alîkî din jî di hundurê xwe da heyranê mezinayî, mêranî û cesareta wî ya medenî ne.

Ji ber ku di mustewa wî da serok û siyasetmedarekî tirk tuneye, loma jê pir dibuxudin, jê nefret dikin.

Ji ber ku xêrnexwaz û dijmin in, vê heyraniya xwe ya li hember mêraniya wî bi êrîşên dijminane vedişêrin.

Naxwazin heyraniya xwe bidin der.

Tirk û serokên wan dibînin ku Mesûd Barzanî, pênc pereyê xwe jî di zirt û gefên wan nade.

Ev yek tirkan dîn û har dike.

Ji xwe ra dibîjin, 500 hezar leşker, bi hezaran tank, top û balafirên şer, çawa dibe ev ”kurdê serhişk” natirse?

Lê Serokê Kurdistanê natirse, ji ber wan danaxwe.

Ji ber ku bi heq e, doza serxwebûn û azadiya gelê xwe dike.

Bav û kalên wî jî netirsiyabûn, wan jî li hember hûtên herêmê bi qehremanî serî hildabûn.

Tirk viya dizanin. Loma jî bi taybetî ji wî pir ditirsin. Û lomajî jê pir nefret dikin.

Serokê Kurdistanê li alîyekî wek serok û siyasetmedarekî mezin û dûrbîn, bi zimanekî pir maqûl û siyasî ji tirkan ra dibêje, em şer naxwazin, em dixwazin hemû meseleyên xwe bi riyeke aştîyane bi w era guftûgo û çareser bikin. Lê dema hûn vê riyê qebûl nekin û bixwazin welatê me dagîr bikin, bê guman emê li ber xwe bidin û şerê we bikin.

Tirk bi van gotinên Serokê Kurdistanê, xwe dîno mîno dikin, bi sedhezaran leşker dikşînin ser sînorên Kurdistana azad, her roj provakasyonekê çê dikin, ji bo ku tesîrê li wan bikin û Serokê Kurdistanê bitirsînin.

Lê serokê Kurdistanê natirse, ji tirkan ra nake pişo pişo; bi dengekî berz û bi uslûbeke mêrane ji rojnamevanê rojnameya Millîyetê Hasan Cemal ra(30/10-07)van gotinên jêrîn, bêyî ku dengê xwe daxîne ya jî bi zimanê ”ezop” îma bike, pir vekirî dibêje:

”Ma wendakirna min ewê bibe çareserî? Gelş ewê biqedin? Ev uslûb nikane were qebûlkirin. Ez li gel biratiyê me. Li gel aştî û dostaniyê me. Li dijî şîdetê me. Lê mafê gelê xwe jî heta dawiyê diparêzim. Ez ji vê jî natirsim. Ez hustuyê xwe li hember tu kesî xwar nakim. Ji zimanê şantajê, tehdîdê hez nakim, min qet hez jî nekir. Ez dostê Tirkiyê me. Lê ne ji Tirkiyê, ji tu kesî jî talîmatê nagrim.”

Di telewîzyona El Arabiya da jî bê tirs û dîsa pir zelal, wiha dibêje:

”Li hemû perçeyên Kurdistanê ez li gel bidestxistina mafê kurda me. Em bibêjin ku me got PKK rêxistineka terorîst e, ê qey 50 milyon kurd jî terorîst in? Bila hukûmeta tirk carekê tenê riya çareseriya aştiyane bixwaze, eger PKK-ê red kir, wê demê emê wan di xaneya terorîstî da bihejmêrin.”

Ez wek kurdekî, bi van gotinên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî gelkî serbilind im. Ez gelkî kêfxweş im ku yekî wek Mesûd Barzanî îro Serokê Kurdistana Federe ye.

Ez bawer dikim ne ez tenê, hemû kurd, bi vê şêla Serokê Kurdistanê ya li hember hêzên dagîrker dilşa û serbilind in.

Ev şêla Serokê Kurdistanê, dibe sebebê qewîbûna moral û manewiyata miletê kurd.

Kurdan gotiye, ”Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne!”

Diyar e qey ”Xwedê” miletan jî dibîne û li gor wê serokan dide wan.

Dema meriv serokên tirkan tîne ber çavên xwe, meriv ji xwe ra dibêje, ev miletê hewqas ne medenî, hewqas bêhurmet û bê ûjdan tam misteheqî van serokên cahil û zirzop in.

Kî dizane, dibe ku ”Xwedê” tirk dîbin û li gor wê jî ev serok dabin wan.

29 oktober 2007

Tirkiye wek gola xwînê sor dike

Teror û êrîşên tirkan yên li hember kurdan li gelek welatên Ewrûpayê îro jî dom kirin. Li gor xeberên Roj TV, grûbeke çakdar li Moskovayê avêtine ser komel ya jî avahiyeke kurdan û kurdek kuştine û du kurd jî birîndar kirn.

Êrîşkar reviyane, nehatine girtin.

Li gelek bajarên din jî, heta bigihîje camiyên kurdan jî bûne hedefên êrîşên tirkên nîjadperest û faşîst. Di van êrîşan da jî gelek kes birîndar bûne.

Tu were vê ecêbê, vê sosiretê!

Em kurd ji ber zilma wan rewiyane, hatine Ewrûpa, mêrikan nahêlin em li vir jî bisitirin.

Zilma li Kurdistanê û li Tirkiyê li me dikin pê nayên serî, mêrikan dixwazin li vir jî serkutiyê li me bikin, li vir jî me terorîze bikin.

Kurdên li Tirkiyê dijîn ji xwe nuha wek ku di nava cendereyekê da bin. Terorek mezin li ser wan heye. Ji alîkî da dewlet û ji aliyê din da jî çeteyên faşîst wan terorîze dikin. Jiyan li kurdan kirine zindan. Wiha here ewê gelek kurd ji mecbûrî vegerin welatên xwe . Helbet ev jî hewqas ne hêsa ye.

Li Bûrsayê çend mexazeyên yekî kurd şewitandin û talan kirn. Mêrik 70 sal berê ji Mêrdînê çûye li wir bicî bûye, lê dîsa jî ji êrîşên tirkan xelas nabe.

Eslê xwe înkar bike jî kurd e, divê neyê efûkrin. Ev îdeolojiya Naziyan e.

Helbet du alî û du netîceyên vê terora dewleta tirk hene. Aliyek, ji ber ku zilm li însanên meriv dibe, meriv pê diêşe, pê xemgîn dibe.

Aliyê din jî ev terora tirkan, însanan bi zor bi kurdatiya wan dihesîne. Gelek kêsên ji zûda biryara xwe dabûn ku bibin tirk, loma jî qet li kurdîtiya xwe xwedî dernediketin, ewê ji niha å pê ve vegerin ser koka xwe.

Zilma û terora tirkan ewê wan mecbûr bike.

Ji ber ku kurd bi van êrîşan dibînin ku xweînkarkirin jî pere nake, meriv carê kurd were dinê meriv kurd dimîne û kurd dimre.

Ji ber ku mkî tirk îro wek Naziyan difikirin, dibêjin pîvaz çi sor çi sipî, qet ferq nake, piştî ku kurd e dijmin e!

Dibê were kuştin!

Bêguman faşîstên MHP-ê pêşengiya van êrîşan dikin, lê ez bawer nakim ew bi tena serê xwe bin. Hemû tevgerên tirkan yên li dervayî Tirkiyê her tim ji bal konsulosxaneyên wan ve tên organîze û îdarekdirin. Bêyî haya dewletê ne mimkûn e ku li hewqas welat û li hewqas bajarî bi vî rengî êrîşê bibin ser kurdan.

Îro 29-ê Cotmehê, Cejna Cumhûrîyeta Tirkiyê ye. Min li xeberan mêze kir, seranserê Tirkiyê bûye ”gola xwînê”, di destê her însanî da alek heye, li ser her dikanê, her malê, her erebeyê alek sor li ba dibe.

Tirkiye sor dike.

Însan sor dikin. Çimkî her kesî sor li xwe kiriye.

Bîna sor dikin. Tu dibêjî qey te hemû bîna di xwînê da kirine.

Gorra Ataturk(Anit Kabîr) wek deryayek ji xwînê sor dike.

Gurûzî digre canê meriv.

Bîna meriv diçike.

Hebûna kurdan psîkolojiya tirkan xera kiriye.

Xwedê meriv ji civateke wiha nexweş bisitirîne.

Di êrîşên tirkan yên li Ewrûpa, bûyerekê bala min kişand. Du roj berê tirkan li Brukselê jî êrêş biribûn ser dikanên kurd û êrmeniyan û ew talan kiribûn. Pûlisê Belçîkî gelek êrîşkar girtibûn. Ji van girtiyan xortekî 15 salî bi navê Firat ji rojnameyeke tirk ra wiha gotiye:

-Ji min ra gotin ku tu ji kurdan hez dikî? Min got ”erê”, bavê min kurd e lê ez ji PKK-ê hez nakim.Gotin tu çawa hez nakî? Min got, ”ji ber ku ew terorîst in.” Ji min ra gotin, ”terorîst tu yî” û li min dan.

Helbet lêdan ne rast e û nayê parastin, lê reaksiyona pûlis pir di cî da û pir şeref e.

Her çiqas pûlis merivekî xerîb e jî lê dîsa jî kerîtî û bêxîretiya xort pê zor tê, loma jî wek ku bi wê lêdanê jê ra bibêje:

-Hey bêxîret û bêşeref, tu wek kurdekî çawa dikanî bi tirkan ra êrîşê bibî ser miletê xwe?

Mixabin Ehmeqî ne bi peran e.

Li gor xeberên çapemeniya tirk yên îşev, li herêma Şirnex û Sêrtê di nabêna gerrîla û leşkeran da şer derketiye, 6 leşkerên tirk hatine kuştin.

Diyar e ji bo ku artêş Emerîka û kurdan zêdetir di bin zixtên psîkolojîk da bihêle ewê hîn gelek leşker bide kuştin. Tirkiye dixwaze bi avan bûyeran Emerîka û kurdan mecbûrî hin tawîzan bike.

28 oktober 2007

Meriv kûçik çuqasî biqusîne jî nabe tajî

Êdî kurd li erdê, di nav nigên tirkan da ne. Li Tirkiyê jiyana her kurdî di bin tehdîdek pir mezin da ye.

Terora ku îro li bajarên Tirkiyê li hember kurdan tê meşandin salên 1937-1938-an ya dema Naziyan tîne bîra meriv.

Roj tuneye ku xebera talankirina çend dikanên kurdan û teşebusa lînckirina çend kurdan di çapemeniya tirk û kurdan da nebe manşêt.

Li gelek bajarên Tirkiyê wek dema Naziyan bi sedan, bi hezaran faşîst bi hev dikevin û êrîşî kurdan, mal û dikanên wan dikin.

Kî ala tirk bi erebeya xwe ve, bi ser dikan û mala xwe ve neke, dibêjin ev ”xayin e” û wek gurên har yên devbixwîn dajon ser xelkên sivîl.

Do û îro, li Bûrsayê, li Îzmîrê, li Anqerê, li Stenbblê û li gelek bajarên din gelek dikan û mexazeyên kurdan talan kirin.

Ev êrîşên tirkan yên ser mal û canê kurdan ne li Tirkiyê tenê, li gelek welatên Ewrûpayê jî tên meydanê. Heta niha li Bruksel, Koln, Kopenhamn û li gelek bajarên din jî nîjadperest û faşîstên tirk êrîş birin ser komel û meşên kurdan. Li gor xebera hin malperên kurdan, dewleta Tirk ji bo van êrîşan hin generalên teqawit şandine Ewrûpa.

Bi îhtîmaleke mezin ev xeber ewê rast be.

Çimkî gotin û pîjkirinên ”yên jor” cesaretê dide faşîst û sûtalên kuçeyan.
Tu kîjan malpera tirk vedikî kurdek li erdê ye û bi sedan tirk wek hovan, wek cenawaran li dorê kom bûne û lêdixin.

Cemîl Çîçek bûye wezîr lê nebûye însan
Cemîl Çîçek him Wezîrê Dewletê ye û him jî Cîgirê Serokezîr Erdogan e. Wekî din, ew berdevkê hukûmeta AKP-ê ye jî. Yanî di nava hukûmetê da piştî Erdogan ew tê.

Rojname û telewîzyinên tirk îro hin beşên axaftineke wî weşandin. Çîçek, di vê axaftina xwe da qala hevdîtinên bi hukûmeta Îraqê ra dike û dû ra jî wek magandayekî yanî wek mirovekî bêedeb, qebe, bênezaket, bêterbiye û sûtalekî kuçeyan wiha dibêje:

-Em ji wan ra(yanî ji ereban ra) dibêjin, mêze mesele heta vira, kêr gihîşt hestî, heger hûn vê cahniya xwe, vî kûçikê xwe li derekê baş hefs nekin(yanî girê nedin), ji bo ku careke din zirarê nede, wê demê guneh ji me diçe(…)

Rast e, Cemîl Çîçek bûye Wezîrê Dewletê, berdevkê hukûmetê û Cîgirê Serokwezîr lê hîn nebûye insan. Ew ji wezîr û merivekê kamil bêtir, wek pêxwas, sûtal, çeqel û çaqokêşekî berdevê payon kerxanan dipeyive. Bi rengekî pir bêmistewa heqeratê li serok û kadirên kurdan dike, wan dike “kûçikê ereban!”

Û vê “magandayiya” xwe jî ji xwe ra wek mêraniyekê dibîne.

Ji ber ku Çîçek merivekê sûtal, bêheya û bêedeb e, loma jî qet li ber xwe nakeve, qet ji meqamê xwe jî fedî nake. Û ji ber ku merivekî ne layiqî wê kursiyê û wî meqamiye loma jî dikane bê hed û bê hesab bêedebî û bêterbiyetiyê bike.

Pêşiyên kurdan bela sebeb negotine:

-Tu kûçik çuqasî biqusîne jî nabe tajî

Di van rojên dawî da ne Çîçek tenê, hema hema hemû siyasetmedarên tirk, heqaret û sixêfên ji kurdan û ji mezinên wan ra ji bo xwe wek mêranî û mezinayiyekê dibînin. Kî devê xwe vedike heqaretekê, gotineke giran ji serokên kurdan ra dike.

Û vê yekê jî helbet bi zanetî dikin. Wek perwerdeya leşkerên xwe, dixwazin kurdan jî bêşexsiyet û bêxurûr bikin, wan fêrî heqaret û serkutiyê bikin.

Meşa Stocholmê
Îro li Stockholmê, li dijî plana Tirkiyê ya îşxala Kurdistana Federe mitîngek muhteşem û pir qelebalx çêbû. Ji çarhawêlî Swêd gelek kurd hatibûn meşê.

Di mitîngê da axaftina pêşî Seroka Federasyona Kurd Şermîn Bozarslanê kir. Axaftina wê ne dirêj bû lê gelkî baş bû. Axaftineke bi ser û ber û di warê siyasî da jî pir bi qalîte bû.

Bêyî Şermînê, Serokê Partiya Çep Lars Ohly û parlamenterê Partiya Lîberal(Folk Partiet) Fredrîk Malm jî axaftinên pir ji dil û xweş kirin. Di axftinên xwe da him Tirkiye û him jî bêdengiya hukûmeta Swêd rexne kirin.

Wekî din jî li ser navê Sosyaldemokrata jî parlamentera Yekîtiya Ewrûpayê Înger Segelstrom û ji Partiya Keskan jî Rêbiwar peyivîn û xwestin ku hukûmeta Swêd, bi taybetî jî Wezîrê Derve Carl Bîld li hember van êrîş û gefên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Bêyî axaftin û mesajên piştgiriyê, gelek stranbêjên kurd jî bi stran û marşên xwe kela dilê kesên beşdar bilind kirin. Bi taybetî jî Hîp-Hopa kurdî Chopyya dengxweş gelkî kêfa beşdaran anînin.

Do êvarî telewizyona El Erebiye bi Serok Mesûd Barzanî ra hevpeyvînek kir. Mesûd Barzanî di xaftina xae da pir eşkere dibêje, Emerîka me biparêze jî ne parêze jî emê xwe li hember êrîşa tirkan biparêzin.

Bersîvên wî moralê meriv bilind dike.

27 oktober 2007

Hevîrê tirkan ewê hîn gelek av hilkişîne

Êrîşên Tirkiyê yên rojên dawî careke din jî nîşan didin ku tirk bi rehetî dev ji miletê kurd bernadin.

Û heta zorê nebînin ewê tu carî jî bernedin.

Carê divê ne em kurdên Tirkiyê tenê, hemû kurd, wek milet vê dijminatiya tirkan ya pir kûr û bêderman bizanibin.

Û hesabê xwe jî li gor wê bikin.

Em nîjadperest û faşîstên tirkan bidin aliyekî, tirkên normal jî hebûna miletê kurd, di nava sînorên dewleteke din da be jî wek sebebê mirin û tunebûna xwe dibînin.

Faşîstên wan jî wiha difikirin, çend îstîsna ne tê da, hemû dîndar û çepên wan jî wiha difirin.

Di van 30 salên dawî da me kurdan ji îktîdara leşkeran bigre, heta bi ya sosyaldemokrat û dîndaran gelek îktîdar dît, gelek partiyên cuda hatin ser hukim, lê li hember kurdan hemûyan jî her eynî siyaset meşandin:

-Teror, înkar, îmha û xapadin.

Jiyanê bi hukûmeta AKP-ê jî nîşanî gelek kurdên saf, nezan û kêmaqil da ku di mesela dijminatî û wendakirna kurdan da di nabêna CHP-ê û AKP-ê da, di nabêna Baykal û Erdogan da ferqeke herî biçûk jî tuneye.

Di vî warî da divê em xwe nexapînin û ji ba xwe “ferqên” tune îcad nekin.

Berê min ji xwe ra digot, belkî keftarên wek Ecevît, Demîrel, Erbekan, Baykal û yên di salên wan da bimrin, piştî wan hin cîlên nuh rabin, ewê bêtir medenî û însan bin, ewê bêtir demokrat bin û bi riyeke demokratîk mafê kurdan bidin.

Lê dema meriv bala xwe dide serok û cîlên tirkan yên nuh, meriv dibêje heft xwezî bi yên kevn.

Heger yên berê gur bûn, evên nuh keftar in. Yanî ji pêşiyên xwe hartir û zalimtir in.

Êrîş û meşên miletê tirk yên van rojên dawî, gotin û gefên siyasetmedarên wan, heqaret û sixêfên ji me kurdan ra tên kirin îspata dike ku tirk wek dewlet, wek hukûmet û wek milet ne amadene ku mafekî millî yê herî biçûk jî bidin me.

Yanî ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.

Tirs û xofa avabûna dewleta kurd wek kabûsekî ketiye ser dilê her mirovê tirk. Li gor her tirkî, çêbûna dewleteke kurd, têkçûn û wendabûna dewleta Tirkiyeyê ye.

Û ji bo ku dewleta kurd, ne niha û ne jî di pêşerojê da çênebe, divê li ruyê cîhanê miletekî bi navê “kurd” jî nemîne.

Loma jî nahêlin wek milet em li welatekî din jî bibin xwedî maf û desthilat.

Loma jî tu carî naxwazin li Tirkiyê ya jî li welatekî din hebûna me wek milet qebûl bikin.

Ji ber vê yekêye jî navê me, navê welatê me, navê serokên me tu carî nagrin ser zimanê xwe. Heta ne tenê ew, nahêlin li tu dera cîhanê şexsekî din jî navê welatê me, Kurdistanê bigre ser zimanê xwe.

Dixwaze bira ev şexs serokê Emerîka be.

Ji bo wan qet ferq nake.

Wek dewlet, wek milet, wek çapemenî êrîşê dibin ser û protesto dikin.

Ji ber ku tirk dibêjin:

-Dema em navê welat û meqamê serokên kurdan bigrin ser zimanê xwe, wê demê em hebûna kurdan û hukûmeta wan jî qebûl dikin.

Loma jî heger kurdek serokkomar be jî(nimûne Mam Celal e) pê ra napeyivin, wî venaxwînin welatê xwe.

Ji ber ku naxwzin xaliya sor li ber nigê kurdekî raxin, ev yek bi serokên tirkan zor tê.

Heger kurdek di heyeta welatekî da be jî bi heyetê ra rûnanin, heger rojnamevanekî kurd di civînekê da be, naçin wê civînê.

Bi kurtî divê kurd li cîhanê tunebin, divê ev cîhan ji kurdan bête paqijkirin. Li cîhanê hebûna kurdan cî li tirkan teng dike.

Li gor anketeke rojnameya Îngilîz Fînancial Times, ji her 10 tirk î 9-ê wan bi çavên dijminatiyê li Emerîka dinêrin.

Ji ber çi?

Çimkî Emerîka nahêle êrîşî kurdan bikin.

Yanî ji sedî nodê dijminatiya tirkan ya li hember Emerîka di esasê xwe da li hember kurdan e. Ji 10-an 1-ê din jî ji xwe kurd e. Yanî meriv dikane bibêje ku hema hema ji sedî sedê tirkan îro bi çavên dijmin li hemû kurdan dinêrin.

Ji ber ku tirk bi çavên dijminê xwe yê qanî qanî li kurdan dinêrin, loma jî naxwazin kurd li tu dera cîhanê bibin xwedî maf û desthilat.

Ji ber ku mesele ev e, loma jî tu carî nikanin gelşa xwe bi kurdan ra çareser bikin, çimkî hebûna kurdan qebûl nakin.

Loma jî, hemû hewildanên dîplomatîk, liberger û pişo pişoya kurdan , rica û daxwazên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, Rûsya,Yekîtiya Ereban û serokên gelek dewletên din bi qasî serê derziyê jî tesîrê li tirkan nake. Kî çi dibêje, dinya li dijî wan e ne li dijî wan e ji bo wan qet ferq nake.

Ew ji ya xwe nayên xwar û tim ya xwe dubare dikin:

-Heta yek terorîst jî bimîne emê şerê xwe bidomînin.


Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Buyukanit, di beyana xwe ya îro da bi rengekî dijminane û pir vekirî got:

-Yên ku ev êş bi me dane kişandin, emê wan êşan, bi şiklekî ku ew nikanibin xeyal bikin bi wan bidin kişandin.

Maneya van gotinên Buyukanit, emê tiştên wer bînin serê kurdan, êşên wer bi kurdan bidin kişand ku qet nayê bîr û xeyala kesekî, her kesê matmayî bimîne.

Gelo ewê kanibin dînîtiyeke weha bikin?

Bi baweriya min heger ji destê wan bê û dinya jî bêdeng bimîne ewê bikin. Wek rejîma Naziyan ewê bixwazin me wek kurd li her dera cîhanê biqedînin.

Di vî warî da du faktorên girîng li hember planên tirkan bûne asteng, yek hebûna Emerîka li herêmê ye û ya din jî sempetiya cîhanê li hember mafê miletê kurd e.

Li gel vê jî heta ku bivikê nebînin, ço di ser serê wan ra neheze ewê dev ji kurdên başûr û Kurdistana Federe bernedin.

26 oktober 2007

Malperên kurdî û Ordîxanê Celîl

Pênc roj berê(20/10-07) rewşenbîr, dîrokzan, lêkolîner û folklorîstê kurd yê giranbiha Prof. Ordîxanê Celîl li Sankt Petersbûrgê di 75 saliya xwe da ji nava me koç kir û çû ser dilovaniya xwe. Bira ciyê vî xebatkar, zana, alim û berhemdarê kurd yê welatperwer Buhuşt be.

Ev pênc roj in ez bi dîqet bala xwe didim hemû malperên kurdan yên nas û bi nav û deng. Heta niha yek malpereke kurd jî ji bo vî xebatkarê hêja yê zargotina kurdî quncikekî peyamên sersaxiyê venekir, kesî nivîseke bi ser û ber li ser nenivîsand.

25 oktober 2007

Heta tirk ev tirk bin rehetiya me kurdan tuneye

Bi rastî jî derdê van tirkan nayê kişandin. Teq û req û hela hela wan nahêle meriv ji xwe ra qala tiştekî din bike. Ji mecbûrî meriv jî bi teqala wan dikeve.
Rojnameya Hurriyetê îro manşetek avêtiye, gotiye:

-Bavê wî disekine lawê wî dest pê dike.

24 oktober 2007

Gur ji baranê bitirsiya wê ji xwe ra kulavek çêkira

Serokê Meclîsa Tirkiyê Koksal Toptan jî do(22/10) wek sernivîskarê rojnameya Hurrîyetê Ertugrul Ozkok û mezinên tirkan yên din gelek gef li kurdên başûr xwar û wek sûtal û zirzopekî got:

-Emerîka ewê rojekê ji vir here, hûnê li wir û emê jî li vir bimînin.
Ertugrul Ozkok jî rojekê berê, bi rengekî pir bêmistewa gelek heqaretên mezin li kurdan û li serokên kurdan kiribû û gotibû:

23 oktober 2007

Dermanê ehmeqiyê tuneye

Di teşbîhê da xeta tuneye, gotinek pêşiyên kurdan heye, dibêjin "Kûçik ji kê bitirse bi wî alî da direye”

Tirk ji me ditirsin, loma jî hewqasî dijminatî û berberiya me dikin. Loma jî gav û seetê hewqas heqaret û zilmê li me dikin. Tiştên di rojname û telewîzyonan da ji me ra dibêjin, meriv kûçikan ra jî nabêje.

Ji ber ku 12 leşkerên wan hatine kuştin. Heqaretên mezin li kurdan dikin. Şehîdên me qet însan nahesibînin.

21 oktober 2007

Tirk li belaya xwe digerin…

Olana tezkereye cenga li hember kurdan ku roja çarşemiya borî di Meclîsa Tirkan da hate qebûlkirin berdewam e. Ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bigre, heta bi Yekîtiya Ewrûpa û Yekîtiya Eraban û Rûsyayê, hemû cîhanê nerazîbûna xwe li hember vê biryara Meclîsa Tirkiyê ya şer nîşan da û bala tirkan kişandin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon û Yekîtiya Ewrûpayê ji tirkan xwestin ku ew li derî sînorên Tirkiyê tu operasyonan nekin û nekevin nav axa Kurdistana azad. Û meselaya PKK-ê jî bi hukûmeta Îraqê û Kurdistanê ra, bi riya dîyalogê çareser bikin.

Bêyî Serokê Dewleta Sûrî Beşar Esad, heta nuha yek dewletê jî piştgirî nedaye vê daxwaza Tirkiyê ya şer.

Beşar Esad bû zilamê tirkanTiştekî pir ecêb e, ev necara pêşî ye ku Tirkiye ji nişka ve hevsar dixe hustuyê Beşar Esad û radikşîne Anqerê û hemû daxwazên xwe pê didin qebûlkirin.

Wek serokê dewleteke ereb, ev piştgiriya Beşar Esad ya bi tirkan ra helbet ji bo wî rûreşiyeke mezin e. Bavê wî Esad, serê xwe hewqas ji tirkan ra neditewand, lê Beşar bûye qûqlayê destê tirkan, tirk li gor dilê xwe wî didin lîstikandin.

Kurd divê bêdeng nemîninLi alî din, reaksiyona kurdan, bi taybetî jî kurdên başûr gelkî baş e. Ev sê roj in li seranserê Kurdistanê kurd bi girseyî rabûne ser piyan û biryara Meclîsa Tirkiyê ya êrîş û dagîririna Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.Ev reaksiyona gel pir baş e û dibê berdewam û berfirehtir bibe.

Bi taybetî jî dibê li Kurdistana Tirkiyê û li Ewrûpayê protestoyên li hember Tirkiyê sist nebin. Divê kurd li her derê nêta li pişt vê biryara Tirkiyê raxin ber çavên cîhanê û daxwaza piştgirî û alîkariyê ji wan bikin.

Bêguman beyanên serokên kurdan, şêla wan ya desthilanîn û liberxwedanê jî hêjayî teqdîrê ye. Divê kurd bi tu hawayî çavên xwe ji tirkan nekutin û li hember çavsorî û zimandirêjiya wan ya bêmustewa bêdeng nemînin.

Provakasyon ewê berdewam ninBêguman tirk di rojên pêş da ewê tim bixwazin”vê biryara Meclîsê ya şer” li hember Kurdistana Federe tim wek Şûrê Demokles bikar bînin, kurdan tim bi vê biryarê bitirsînin. Yekcarnan herêmên ser sînor bomberan bikin û bi vî rengî jî huzûra kurdan birevînin.

Çimkî ji bo hêzên tirk yên şerxwaz, şer û teşxele sebebê hebûna wan e. Ji bo ku artêş bikanibe serdestî û hukimdariya xwe ya li ser hukûmet û siyasetê bidomîne divê teşxele, teqûreq û şer raneweste, divê yekcarnan, li vir û li wir tim çend leşker û pûlis werin kuştin.

Li gor xebera CNN-Turk-ê, îro(21/10-07 seet 13.00) li herêma Colemêrgê gerîllayên PKK-ê êrîş birine ser konwoya wan ya leşkerî û li dora 16-17 leşker kuştine. Gelek leşker jî wenda û birîndar in.

Mesela êrîşa PKK-ê qet nakeve serê min, bi îhtîmaleke mezin ya wan bi çewtî li erebeyekê xistine ya jî bombeyek di erebeyekê da teqiyaye. Di nava bi dehhezaran leşker, tank, top û helîkopter da êrîşa gerîlla hinekî dûrî aqilan e. Xeberan qala 150 gerîllayî dikir. Ev jî dereweke bi boçik e. Heger jimara wan zanibin divê bi vê hêza xwe ya mezin kanibin wan bikujin jî.

Bi kurtî, ji bo ku milet li hember kurdan tahrîk bikin, bînin galayanê, artêş tiştên wiha ewê tim bike.
Sistiya Emerîka cesaretê dide tirkanLê li gel vê jî dibê kurd qet paxafê ji van gef û fortên wan nekin.
Li hember Kurdistana Federe şerekî berfireh bi şêla Emerîka ve girêdayî ye.Heta Emerîka destûrê nede wan, bêyî tacîzên biçûk ew nikanin tu jahrê jî belav bikin.

Lê dema tirk bizanibin ku li hember êrîşa wan Emerîka ewê bêdeng bimîne û bersîveke xurt nede wan, bêguman ewê tecrûbeyekê bikin. Çimkî tirk dixwazin dereceya ”bersîva Emerîka” bipîvin.

Em ji tirkan xurttir inLi alî din em kurd îro ji tirkan him bi heqtir û him jî pir bi hêztir in. Qîjewîj û fortên wan ji zeîfiya wan tê. Ew dizanin saltanata wan hindik maye. Loma jî dixwazin bi fort û gef û gurran saltanata xwe hinekî din jî dirêj û me jî ji hemû mafên me yên netewî bêpar bihêlin.

Dîsa divê em bizanibin li der jî dost û hevalên me sed qatî ji yên wan bêtir in. Ew rejîm û îdeolojiyeke riziyayî û ne li gor vê sedsalê diparêzin. Li cîhanê dost û hevalên tirkan Sûriye û Îran e, lê yên me hemû cîhana pêşverû, demokrat û azad e.

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîka li dijî nêt û planên Tirkiyê yên berberî û şer in. Êdî neem kurd tenê, hemû cîhan jî dizane ku meseleya tirkan ne PKK- ye, derdê tirkan li Başûr hebûna Kurdistana Federe ye. Tirk tehamûlî vê dewleta kurd nakin, dixwazin wê ji ortê rakin.

Berê jî min carê di quncikê xwe yê Netkurdê da nivîsîbû, ez dixwazim careke din jî li vir dubare bikim.

Wek tê zanîn tirk, kurdên Başûr, Îraq û Emerîkiyan bi teslîmnekirina serokên PKK-ê rexne dikin û ji wan ra dibêjin, çima hûn dihêlin PKK-yî li welatê we bi cî bibin û ji wir jî êrîşê bînin ser me? Û ji bo ku em van êrîşan rawestînin divê ya hûn PKK-ê biqedînin, ya jî destûrê bidin me, emê bi operasyoneke leşkerî wan biqedînin.

Li hember van îtham û daxwzên tirkan, ez fêm nakim çima kurd nabêjin:
-Kesên li çiyayên welatê me bicî bûne û li hember we şer dikin ne hemwelatiyên me, hemwelatiyên we ne. Divê hûn nehêlin hemwelatiyên we werin vî alî, ne em.

-PKK partiyeke kurdên Tirkiyê ye.Hemû serokên PKK-ê û ji sedî nodê endam û gerîlayên wê jî dîsa ji Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê ne. Ji sedî dehê din jî ji Sûrî û ji Îranê ne. Loma jî ji kurdên Başûr û Îraqê bêtir, divê Tirkiye, Sûriye û Îran li sînor û hemwelatiyên xwe xedî derkevin, ne em.
-Ji ber vê yekê jî divê kurdên Başûr û hukûmeta Îraqê ji dewleta tirk ra bibêjin, “sînorên me îhlal nekin, li hemwelatiyên xwe xwedî derkevin.”

Her kes dizane ku Tirkiye dewleteke xwedî 500 hezar leşker e, bi dehhezaran korîcîyên wê hene, xwedî bi hezaran tank, top, helîkopter û balafirên şer e, çekên cîhanê yên herî modern di destên artêşa tirk da ne, lê dîsa jî nikane sînorên xwe biparêze, vî karî ji kurdên Başûr dixwaze.

Divê ev yek jî bi israr ji tirk û cîhanê ra bête gotin.

Dema tirk ji kurdan ra bibêjin:
-Çima hûn dihêlin gerîllayên PKK-ê ji welatê we werin vî alî û li hember me şer bikin?

Divê kurd jî eynî pirsê ji wan bikin û bibêjin:
”Baş e, çima hûn bi hewqas ”hêz û ezameta xwe” dihêlin ji aliyê we derbasî aliyê me bibin?
Heger hûn nehêlin ji welatê we gerîlla derbasî aliyê me bibin, ji xwe ji aliyê me jî kesê derbasî aliyê we bibin ewê nemîne.”

Yanî nifte di destê Tirkiyê da ye. Dema Tirkiye nehêle kes bibe gerîlla û here welatekî din, ji xwe kesên ji welatekî din herin Tirkiyê jî ewê tunebin.

20 oktober 2007

Xewnek bi roj û hesreta welêt

Ev demeke ez pir xewnan dibînim. Vê sibehê piştî xurîniyê min xwe da hember telewîzyonê û hema ji acizî vir da wê da li hin kanalan temaşe kir. Ji ber ku ez hinekî bê xew bûm, piştî demekê ez di xew ra çûm.
Min dît ku ez û biraziya xwe Dîcle xanim li qahwexaneyekê rûniştene. Qahwexaneyeke bi baxçe û pir mezin bû û dinya jî pir xweş bû. Me li ber dîwêr maseyek bi dest xistibû û li bendebûn ku garson were temiya me bigre.

18 oktober 2007

Emerîka "çewal" rê tirkan da!

Li Tirkiyê bûyer hewqasî le ser hev tên meydanê, êdî meriv nizane li ser kîjanê raweste û girîngîyê bide kîjanê?

Bi kurtî li hember kurdan haşer mahşerek wer rabûye hey hawar, meriv dibêje qey vê civatê bi tevayî hişê xwe berdaye û wek nexweşekî tîmarxanê, dîn û har bûye.

Dema meriv li telewîzyonên tirkan temaşe dike, rojnameyên wan dixwîne, li serokên wan, li Serokwezîr û mezinên wan guhdarî dike, meriv matmayî dimîne. Meriv ji xwe ra dibêje Yarebî, civatek bi tevayî çawa dikane hewqasî nexweş be, miletek çawa dikane ji miletekî din hewqasî nefret bike, hewqas bitirse ?

Li gor serok û mezinên tirkan, heger kurd li Bşûrê Kurdistanê bibin xwedî dewlet, Tirkiye wek dewlet ewê ji ruyê cîhanê rabe û miletê tirk jî ewê nemîne. Îcar ji bo ku ew wenda nebin, dixwazin kurdan wenda bikin. Ev 30 sal in ku tirk bi vê psîkolojiya ku ew li ber wendabûnê ne dijîn.

Îcar ji bo ku ew wek dewlet û wek milet bijîn, dixwazin kurdan wek milet ji ortê rakin. A tezkereya îro di Meclîsê da hate qebîlkirin netîceya vê tirsê ye.

Ev çend roj bûn Tirkiye rabûbû ser nigan û li bendebûn ku Meclîsa wan bi lez û bez tezkereya hukûmetê qebûl bike. Nîhayet îro Meclîsa Tirkiyê, daxwaza hemû tirkan bi cîh anî û tezkereya ji bo êrîşa ser kurdan qebûl kir.

Bi vê tezkereyê Meclîsa Tirkiyê ji bo salekê destûr da Hukûmeta AKP-ê ku dema ew bixwaze ewê bikanibe artêşa(orduya)xwe bişîne ser Kudistana Federe.

Tezkere li gel 19 dengên red, bi 507 dengan hate qebûlkirin. Hijde(18)parlamenterên kurd yên DTP-ê li dijî tezkereyê raya red dan û sê hebên wan jî( Ayla Akat Ata, Batman/Bengî Yildiz, Batman/Fatma Kurtulan, Wan)nehatin Meclîsê.

Bêyî van 18 parlamenterên DTP, parlamenterekî CHP-ê yê Anqerê, Eşref Erdem jî dengê ”na” da. Eşref Erdem kurdên Anadoliya navîn e.

Helbet di Meclîsa tirkan da tenê 19 parlamenterên kurd tunene, bêyî parlamenterên DTP-ê, di nava partiyên din da jî bi qasî 100 parlamenterên kurd hene. Mixabin van parlamenteran jî bi faşîst û nasyonalîstên tirk ra ji bo leşkerên tirk êrîşê bibin ser gelê wan dengên xwe dan tezkereyê. Divê kurd wek milet van kesan yek bi yek nas bikin. Di divê malperên kurdan navê van kesên di malperên xwe da belev bikn. Ji bo ku miletê kurd navên van xayinên qewmê xwe di hafiza xwe da baş bi cî bike.

Belê, niha tezkere wek tapûyekê di destê Hukûmeta AKP-ê da ye, ji bo ku fermana kurdan rake, kînga bixwaze ewê emir bide leşkeran.

Piştî ku tezkere di Meclîsê da hate qebûlkirin Serokê Emerîkayê Bush li Qesra Spî civînek çapemeniyê çêkir û xwest Tirkiye sakîn be û dest bi ”tu operasyonan” neke. Bush, ji tirkan ra bi rengekî manîdar got:

”Vê sibehê li ser Tirkiyê ez bi Ryan Krocker û General Patrios ra beyivîm. Em gihîştin wê baweriyê ku operasyon ne di berjewendiya Tirkiyê da ye.”
Yanî bi aqil bin û li ciyê xwe rûnin. Min emir daye leşkerên xwe, heger hûn êrîş bikin ewê li we exin.

Ya hîn jî girîngtir, General Carter Ham jî do li Bexdayê di civîneke çapemeniyê da got:

Divê bê zanîn ku Îraq welatekî serbixwe ye, heger Tirkiye têkeve Îraqê, bêguman Îraqê serwerî û axa xwe bi rengekî pir ciddî biparêze.”
Piştî van beyanên General Carter Ham û serok Bush, tirkan ji mecbûrî dev guherandin. Niha dibêjin qebûlbûna tezkreyê nayê wê maneyê ku emê hema sibe herin têkevin Kurdistanê.

Ji ber ku General Ham, ”çewal” û ”ço” nîşanî wan da. Ji ber vê tirsiyê niha berdevkê AKP-ê rabûye qala ”macaraperestiya Îttîhatçiyan” û sebebê hilweşîna Împaratoriya Osmanî dike.

Wek min wê rojê jî di nivîseke xwe da gotibû, kûçik bi kûçiktiya xwe heger ji xwediyê xwe netirse, diçe her kesî, her kesî nerehet dike. Lê dema bitirse dibe wek keran, qed dengê xwe nake.

Artêşa tirk jî wek bonciyan gav û seetê diçe kurdan û wan nerehet dike. Kurd çiqasî bi kibarî, bi efendîtî dibêjin ”oşt” jî pere nake.

Çimkî ne ji xwediyên xwe ditirsin û ne jî ji kurdan. Lê Emerîka çer ”çewal” û ”ço” rê wan da, eynî wek bonciyekî biçûk, tavilê bû kûze kûze wan.
Ji ber ku tirs dîtin.

Loma jî hîn nuh qala ”maceraperestiya Îttîhatçiyan” dikin .
Lê ez bawer nakim tirkan ji dîroka xwe tu ders girtibin, girtibûna îro li hember kurdan ev siyaseta derî mirovahiyê nedimeşandin.

Bêguman tirkan xwestin bi van gavên avêtine tawîzê ji Emerîka bigrin. Lê Emerîka ne kurd in û ne jî Sûriye ye ku ji tehdîd û fortên tirkan bitirse. Ji mecbûrî wan jî serê ”ço” nîşanî tirkan da. Ez bawer dikim ev siyaset ewê pere bike.
Ji ber ku tirk bi xwe dibêjin:
"Ço ji Cinnetê derketiye

Yanî heta ku Emerîka di mesela parastina kurdan da ”çewal” nîşanî Artêşa Tirk bide, ewê zû bi zû newêribin êrîşê bibin ser kurdan.
Mimkûn e wek bonciyan yekcarnan bireyin û kurdan nereht bikin lê ewê newêribin rahîjin wan.
Bi hêviya ku "çewal" tim di destê General Patrios da be.

16 oktober 2007

Artêşa Tirk ji kurdan xûgiyê digre

Telewîzyona Haberturkê, li ser emrê leşkeran, kampaniyek alîkariyê bi navê ”Kampanya piştgiriya qehremanên têkoşîna li dijî terorê” daye destpêkrin. Yanî ji xelkê bi zor peran distînin.

Li gor hin malperên înternetê, artîst û hunermendê kurd, Yilmaz Erdoganê Colemêrgî jî tevlî vê kampaniya Haberturkê bûye û 100 hezar lîreyê Tirkiyê daye artêşê.

Ev kampanya dema Cûnteya leşkerî ya General Kenan Evren tîne bîra min. Wê demê jî ji kurdan bi vî rengî, bi zor pere top dikirin.

Piştî derbeya 12-ê Îlona 1980-î, leşkeran heger ne li hemû bajaran be jî, lê li gelek bajarên Kurdistanê kampanyeyên bi vî rengî îlan dikirin û ji xelkê bi darê zorê pere dicivandin. Kesên alîkarî didan navên wan yeko yeko di hoperlora belediyan da dixwendin û digotn filan kes hewqas pere daye. Bi vî hawî xelk îcbarî ”alîkariyê” dikrin.

Îro xwedêgiravî leşker ne desthilatdar in, lê tiştê dibe eynî wek wê demê ye. Dîsa di telewîzyon û rojnameyan da navên kesên pere dane artêşê diweşînin. Loma jî her kes, lê bi taybetî jî kurdên dewlemend ji ruhê xwe ditirsin. Û ne neheq in jî. Ji bo ku neyên kuştin xûgiyê didin leşker û çeteyên dewletê.

Bi îhtîmaleke mezin Yilmaz Erdogan jî ji ber vê tirsê ev xûgî daye dewleta tirk.


Hasîp Kaplan gotina xwe paş da girt
Parlamenterê DTP-ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, çend roj berê li ber Derîyê Xabûr, ji êrîşên di meclî da tên ser wan gazin kiribû û gotibû, ”berî ku em bipeyivin dixwazin me ji Meclîsê bavîjin. Û dû ra jî gotibû:

”Li pişta me Cûdî heye. Dîktator, leşker û zalimên ku ev 84 sal in Tirkiyê îdare kirine tim xwestine dengê kurdan bibirin.”

Hasîp Kaplan ji roja hatiye hilbijartin û vir da tu gotineke ku dilê kurdan rehet bike negotiyê. Lê çawa bû, di wê axaftina xwe da, bêhemdî be jî çend gotinên rast ji devê wî fistiqîbûn. Yanî ev cara pêşîn bû ku kurdan gotinek rast ji devê wî dibihîst. Bes pir neçû, Kaplan beyanek din da û got, “min tiştekî wiha negotiye, vana ne gotinên min in”

Ya rast, dema min ew ”gotinên wî” di rojnameyan da xwend, min qet bawer nekir ku ewê biwêribe tiştekî wiha bibêje. Îro derket ortê ku texmîna min rast bûye. Hasîp Kaplan ne ew mêr e ku biwêribe bibêje, ev 84 sal in ku hûn tirk dixwazin dengê kurdan bibirin û wan ji ortê rakin.

Û di van gotinan da bi qasî misqalê zereq jî xîlaf tuneye. Her kes dizane ku dewleta tirk ji roja ava bûye û vir da zilmeke pir meizn li kurdan dike û dixwaze wan bihelîne. Heger tu yê wek parlamenter newêribî vê rastyê jî bibêjî, tu li Meclîsê çi xweliyê li serê xwe kî!

Artêşa Tirk îro jî Kurdistan bombebaran kir

Tirk bi hemû dem û dezgehên xwe, bi hemû telewîzyon û rojnameyên xwe ve wek gurên har êrîşî kurdan dikin, kurdan tehdît dikin.

Hemû partiyên tirkan dixwazin artêşa wan zûtirîn wext kurdistana Federe aşxal bike.

Serokwezîr Erdogan, di axaftina xwe ya di civîna grûba AKP-ê da tezkereya ji bo îşxala Kurdistana Federe parast û dîsa gelek zirt dan xwe. Erdogan li gel Kurdan, îcar êrmenî û Emerîka jî da ber topan û gelek gef li wan jî xwar.

Erdogfan ji bo PKK-ê û gelê piştgiriya wê dike got:
”Vana ji hêjayiyên dînî û kulturî nesîbên xwe negirtine. Kesên bi vaomben ra (yanî bi PKK-ê ra) hevkariyê dikin û hebûna wan meşrû dibînin jî bi qasî wan sûcdar in.”
Erdogan di derbarê pêşniyara qetlîama êrmeniyan da Emerîka wiha tehdît kir:

”Divê Emerîka bi netîceyên kirinên xwe razî be. Heger Tirkiye zirarê bibîne, yên hember wê jî ewê zirarê bibîne.”

15 oktober 2007

Rî dibe bihost dijmin nabe dost

Di nivîsa xwe ya 10-ê mehê da min gotibû ku ”tirk ji emerîkiyan ra dibêjin, heger hûn biryra qetlîama êrmeniyan bigrin û ji Yekîtiya Ewrûpa ra jî dibêjin, heger hûn me rexne bikin û endametiya me dereng bixînin, emê êrîşê bibin ser kurdan û Kurdistana Federe îşxal bikin.

Û bi rastî mêrikan blof nekirine, çimkî dest bi merhela pêşî ya îşxalê kirine.

Wek tê zanîn Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê biryara derbarê qetlîama êrmeniyan da qebûl kir. Yanî bi vî hawî, şertê tirkan yê îşxalnekirina Kurdistanê bicîh neanîn.

13 oktober 2007

Êrîşa tirkan pir nêz e !

Diyar e tirkan ji bo êrîşeke ser Kurdistana Azad biryara xwe dane. Bi îhtîmaleke pir mezin di van rojên pêş me da ewê êrîşê bibibin ser kurdên başûr.Bûyerên van rojên dawî, kuştina 12 sivîl û 15 leşkeran jî amadekariya bingeha vê êrîşê ye. Mesele êdî ne ku ewê êrîşê bibin ser kurdan ya na, mesele kînga ye?

Erdogan di peyva xwe ya li ser operasyona dervayî sînorên Tirkiyê wiha got:

11 oktober 2007

Tirkan ez kirim Eloyê Xemxur

Ji min ra bû derd, qet şevekê jî tirkan nehîştiye ez bê derd, bê kul, bê qahr, bi kêf û şadî pariyek nan bixwim û rehet razêm.

Ez kîjan kanala telewîzyonê vedikim li kurdan zilm û heqaret e, girtin e, îşkence ye, xwîn e, belengazî û hejarî ye û teroreke nedîtî li ser civata kurd e.

Li rojnameyên tirkan dinêrim heyhawar, ew ji telewîzyonan jî xerabtir in!

Li telewîzyon û malperên kurdan dinêrim ew jî dilê min honik û derdê min sivik nakin. Tiştê ez di wan da dibînim tew dibe qembûrê ser zembûr, kul û derdê min pirtir dibin.

Ez dixwazim henekekê bikim, ji we ra qala tiştekî xweş bikim. Lê ev bêbavên tirkan nahêlin. Dinya li me kurdan kirine zindan.

Ez nizanim ez çi bikim?

Ez bûme Eloyê Xemxur!

Loma jî ji mecbûrî ezê di vê nivîsa xwe da jî dîsa qala derd û kulan, qala zilm û zora tirkan bikim.

Wek dihat payin Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê biryara derbarê qetlîama êrmeniyan da qebûl kir. Serokkomar Gul û Serokwezîr Erddogan xwe gelkî aciz kirin û mesajên pir sert dan Emerîkayê. Hercî raksiyonên civat û medyaya tirk e ji xwe tê zanîn; dîsa kirin qîjewîj, gelek fort dan xwe û gelek gefên vala li Emerîka xwarin.

Şertê tirkan yê neîşxalkirina Kurdistana Federe yek jê qebûlnebûna vê biryara qetlîama êrmeniyan bû. Bi vê gava pêşîn ya Meclîsa Nûneran diyar bû ku ne tehdîdîn tirkan û ne jî xebatên cuhûyan yên li dijî pêşniyarê zêde pere nekiriye. Tiştê balkêş, cuhûyan jî bi qasî tirkan ji bo qebûlnebûna pêşniyarê xebat kirn. Lê pere nekir. helbet ev biryar hîn nebûye qerar, di dawaiya salê da ewê bibe qerar. Yanî li pêşiyê hîn çend merheleyên din hene, dibê wan jî derbas bike.

Dewleta tirk li hember Emerîka pir perîşan û rezîl bûye. Xwe tûj û dîno mîno dikin pere nake, blofan dikin pere nake. Nizanin çi bikin.

Lê heyfa kurdên başûr û Emerîka ji kurdên xwe digrin. Zilmeke pir mezin li kurdan dikin. Her roj davêjin ser buroyên DTP-ê, qefle bi qefle endamên wan digrin, azar û eziyeteke nedîtî didin wan. Ew jî têr nake, behaneyekê dibînin, diçin serokên belediyan digrin, dixin hefsan.

Li kolanan gav û seetê êrîşê dibin ser kurdan û li vir û li wir însanan lînc dikin.

Di meclîsê da, di medyayê yê da heqaretên mezin li parlamenterên kurd dikin, wan rencîde dikin. Serokwezîr eşkere dibêje heger hûn ji PKK-ê ra nebêjin “terorîst” ciyê we li vir tuneye. Û gelek tehdîdên din.

Yanî bi kurtî îro li Tirkiyê û li Kurdistanê ji bal dewleta tirk va teroreke mezin li hember kurdan tê meşandin. Û serkêşiya vê terorê jî hukûmeta AKP-ê dike. Di hilbijartinên giştî da gelek kurdên siyasî ji bo piştgiriya bi hukûmeta AKP-ê ra gelek terorî çêdikirin û dixwestin ku kurd rayên xwe bidin wan. Kurdan rayên xwe dan wan. Lê netîce?

Netîce li ortê ye. Hukûmet di siyaseta li hember kurdan da ji emrê leşkeran dernakeve. Leşker çi dixwazin hukûmet tavilê emrê wan bi cîh tîne.

Înternet jî li kurdan yasax dibe

Di 23-ê meha pêş me da di derbarê “sûcên înternetê” da qanûnek derdikeve. Li gor vê qanûnê Tirkiye ewê ne tenê malperên kurdan yên li Tirkiyê, yên li dervayî sînorên Tirkiyê weşanê dikin jî xera bike. Yanî ewê nehêlin ku însan ji Tirkiyê malperên kurdên derva bixwînin û pê ra têkevin têkiliyê. Ev qanûn di 23-ê meha yanzdan da ewê derbasî praktîkê bibe.

Esas AKP bi van kirinên xwe li hember kurdan durûtiyê nake. Erdogan di propagandeyên xwe yên hilbijartinan da li nava çavên kurdan mêze dikir û bi dengekî herî bilind digot hûnê bibêjin:
-Yek dewlet, yek al û yek milet!

Û niha jî ji bo ku me bikin tirk çi ji destên wan tê wiya dikin. Loma jî dibê tu gazineke me kurdan ji Erdogan û AKP-ê tunebe. Hin kurdan bela sûc û bela sebeb hêviyeke ne mimkûn ji AKP-ê dikirin. Û bi vê hêviya bê bingeh him xwe û him jî gelê xwe dixapandin. A dibê ew kes îro bersîva van kirin û êrîşên AKP-ê bidin.

Cêjna we pîroz be!

Sibe Cêjna Remezanê ye. Cêjna we hemû dost, heval, xwendevan û hemû kurdan ji dil û can pîroz dikim. Bi hêviya ku cêjnên pêşerojê bê derd û kul bin.

PARVE BIKE